Millat al-Islam

Chapter 96 · 19 verses · Unknown

Surah Al-Alaq in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Al-Alaq (1269 reciters)
Meccanسورة العلق19 verses

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

ٱقۡرَأۡ بِٱسۡمِ رَبِّكَ ٱلَّذِي خَلَقَ ١(Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê teyê, ku tu afirandîyî bi xûne خَلَقَ ٱلۡإِنسَٰنَ مِنۡ عَلَقٍ ٢Ewî meriv ji zûryan afirandîye ٱقۡرَأۡ وَرَبُّكَ ٱلۡأَكۡرَمُ ٣Tu bi xûne! Û Xuda yê te pir rûmetdare ٱلَّذِي عَلَّمَ بِٱلۡقَلَمِ ٤Ewî (bi merivan nivîsandina) bi gilîgo û nivîsdarokî daye hînkirinê عَلَّمَ ٱلۡإِنسَٰنَ مَا لَمۡ يَعۡلَمۡ ٥Tişta, ku merivan nizanbûye ewî bi wan daye hînkirinê كـَلَّآ إِنَّ ٱلۡإِنسَٰنَ لَيَطۡغَىٰٓ ٦Na! (di hemberê van qencîyan da) bi rastî meriv ji avarû derketîye أَن رَّءَاهُ ٱسۡتَغۡنَىٰٓ ٧Ji ber, ku ewa (meriva) xwe ne hewce dîtîye إِنَّ إِلَىٰ رَبِّكَ ٱلرُّجۡعَىٰٓ ٨Bi rastî para zıvirandin hey li bal Xuda yê te dane (wê hijmara kirinê wan bibîne) أَرَءَيۡتَ ٱلَّذِي يَنۡهَىٰ ٩Qey tu ewê, ku paradanê dike nabînî عَبۡدًا إِذَا صَلَّىٰٓ ١٠Gava bendek nimej dike (ewî dide para da na hêle nimej bike) أَرَءَيۡتَ إِن كَانَ عَلَى ٱلۡهُدَىٰٓ ١١Tu dibînî; heke;ewa (bendê nimêj; dike) li ser rêya rast be أَوۡ أَمَرَ بِٱلتَّقۡوَىٰٓ ١٢Yan jî ewa (benda) fermana bi Xuda parizî bike أَرَءَيۡتَ إِن كَذَّبَ وَتَوَلَّىٰٓ ١٣Tu di binî; heke ewa (bendê paradanê dike) pişta xwe bide (van şîretan û) bide derewdêrandine? (wê gavê ewê bizane ka wê çi bê serê wî) أَلَمۡ يَعۡلَم بِأَنَّ ٱللَّهَ يَرَىٰ ١٤Maqey ewa nizane, ku bi rastî Yezdan bi hemû kirinê wî (dizane û) dibîne كـَلَّا لَئِن لَّمۡ يَنتَهِ لَنَسۡفَعَۢا بِٱلنَّاصِيَةِ ١٥Na! heke ewa (ji wan kirinê xwe poşman nebe) parada nefitile, bi rastî emê bi tûncika wî bigirin (ewî li bal dojê da) bi kişînin نَاصِيَةٍ كَٰذِبَةٍ خَاطِئَةٍ ١٦Bi tûndcika wî virekê gunehkar (bigirin) فَلۡيَدۡعُ نَادِيَهُۥ ١٧Îdî bi ra ewa (here) gazî hemnişînê xwe bike سَنَدۡعُ ٱلزَّبَانِيَةَ ١٨Emê jî gazî feriştene xwene (parisvznê dojê bi navê) zabanî bikin كـَلَّا لَا تُطِعۡهُ وَٱسۡجُدۡۤ وَٱقۡتَرِب ۩ ١٩Na! (Muhemmed!) qe tu bi gotina wî (gunahkarî) neke ü tu (ji bona Xuda yê xwe ra) kunde bihere û nezîkê wî (Xuda yê xwe be)

Translation: Unknown.