Millat al-Islam

Chapter 89 · 30 verses · Unknown

Surah Al-Fajr in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Al-Fajr (1331 reciters)
Meccanسورة الفجر30 verses

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

وَٱلۡفَجۡرِ ١Bi Segura (sibehê) وَلَيَالٍ عَشۡرٍ ٢Bi wan deh şevê (bi nev û nîşan) وَٱلشَّفۡعِ وَٱلۡوَتۡرِ ٣(Bi hemî afırandê) zo û kit وَٱلَّيۡلِ إِذَا يَسۡرِ ٤Û bi şevê gava di çe هَلۡ فِي ذَٰلِكَ قَسَمٌ لِّذِي حِجۡرٍ ٥Ji bona xayî hişan ra bi rastî di vane borî da sond û ewletî heye أَلَمۡ تَرَ كَيۡفَ فَعَلَ رَبُّكَ بِعَادٍ ٦Maqey tu nabînî, ku Xuda yê te komalê Ad ça şapat kirîye إِرَمَ ذَاتِ ٱلۡعِمَادِ ٧Ewan (komelekî wusa bi hêz bûn) wekî sitûnan bilind bûn ٱلَّتِي لَمۡ يُخۡلَقۡ مِثۡلُهَا فِي ٱلۡبِلَٰدِ ٨Ewan (komalên wusa bûn e) ku wekî wan tu komal di welatan da ne hatine afirandinê وَثَمُودَ ٱلَّذِينَ جَابُواْ ٱلصَّخۡرَ بِٱلۡوَادِ ٩Û ewan Semûdîne di newalan da, zinar qul dikirin (ji bo ku ji xwe ra xanîyan ava bikin, Xuda yê te ça şapat kirîye) وَفِرۡعَوۡنَ ذِي ٱلۡأَوۡتَادِ ١٠Û (Xuda yê te) Fir´ewn ê xwedîyê hêz û singê jî ça şapat kirîye ٱلَّذِينَ طَغَوۡاْ فِي ٱلۡبِلَٰدِ ١١Ewan di welatan da (bi zorbetî) ji ava rû derketibûn فَأَكۡثَرُواْ فِيهَا ٱلۡفَسَادَ ١٢Îdî ewan di welatan da pir cewr kiribûn e فَصَبَّ عَلَيۡهِمۡ رَبُّكَ سَوۡطَ عَذَابٍ ١٣Xuda yê te jî, îdî li ser wan da şapatek e zor rijandîye إِنَّ رَبَّكَ لَبِٱلۡمِرۡصَادِ ١٤Loma bi rastî Xuda yê te (di hemû deman da) dîdevanê (bendeyê xwe ye) فَأَمَّا ٱلۡإِنسَٰنُ إِذَا مَا ٱبۡتَلَىٰهُ رَبُّهُۥ فَأَكۡرَمَهُۥ وَنَعَّمَهُۥ فَيَقُولُ رَبِّيٓ أَكۡرَمَنِ ١٥Îdî gava Xuda bivê, ku merivan biceribîn e; ewa merivê, ku Xuda yê wî ji bona wî ra berxudarî dabe (aha) bêje bi rastî Xuda yê min ji min ra qencî kirîye وَأَمَّآ إِذَا مَا ٱبۡتَلَىٰهُ فَقَدَرَ عَلَيۡهِ رِزۡقَهُۥ فَيَقُولُ رَبِّيٓ أَهَٰنَنِ ١٦Lê gava Xuda yê wî ewî bi ceribîne,îdî rojînê wî kêm bike û bê pêar bike îdî ewa jî (aha) di bêje: "Bi rastî xuda yê min, ez riswa kirime كـَلَّاۖ بَل لَّا تُكۡرِمُونَ ٱلۡيَتِيمَ ١٧Na! (bi gotina we nîne) lê hûn (gelî merivan!) rûmeta sêwyan na girin وَلَا تَحَٰٓضُّونَ عَلَىٰ طَعَامِ ٱلۡمِسۡكِينِ ١٨Û hûn ji bona xurek dana belengazan helana nadene hev وَتَأۡكُلُونَ ٱلتُّرَاثَ أَكۡلًا لَّمًّا ١٩Û hûn mîratê qe ji hev naraqetînin, hemî tevê hev dixun وَتُحِبُّونَ ٱلۡمَالَ حُبًّا جَمًّا ٢٠Û hûn ji civandina mal pir hez dikin كـَلَّآۖ إِذَا دُكَّتِ ٱلۡأَرۡضُ دَكًّا دَكًّا ٢١Na! (evan kirinê we rast nînin) gava zemîn hejîya bû toz وَجَآءَ رَبُّكَ وَٱلۡمَلَكُ صَفًّا صَفًّا ٢٢Û (gava) Xuda yê te hat; ferişte bi gargî rêz bûn وَجِاْيٓءَ يَوۡمَئِذِۭ بِجَهَنَّمَۚ يَوۡمَئِذٍ يَتَذَكَّرُ ٱلۡإِنسَٰنُ وَأَنَّىٰ لَهُ ٱلذِّكۡرَىٰ ٢٣Di wê rojê da doj jî hatîye anînê. Di wê rojê da meriv kirinê xwe tîne bîra xwe, îdî (di wê rojê da) bîranîna wî ji bona wî ra wê ça kêrê wî were يَقُولُ يَٰلَيۡتَنِي قَدَّمۡتُ لِحَيَاتِي ٢٤(Di wê gavê da meriv aha) di bêje: "Xwezîka min ji bona vê jîna xwe ra hêj di berê da (qencî) şandibûnan فَيَوۡمَئِذٍ لَّا يُعَذِّبُ عَذَابَهُۥٓ أَحَدٌ ٢٥Îdî di wê rojê da wekî şapata (Yezdan) qe tu kes şapatê nake وَلَا يُوثِقُ وَثَاقَهُۥٓ أَحَدٌ ٢٦Û tu kes jî wekî girêdana (Yezdan) girêdanê nake يَٰٓأَيَّتُهَا ٱلنَّفۡسُ ٱلۡمُطۡمَئِنَّةُ ٢٧Gelî canê rawestîyayê hewda î ٱرۡجِعِيٓ إِلَىٰ رَبِّكِ رَاضِيَةً مَّرۡضِيَّةً ٢٨Tu li bal Xuda yê xwe da bi qayîlî bizvire فَٱدۡخُلِي فِي عِبَٰدِي ٢٩Îdî tu bikeve nava bendenê minê (xurî) وَٱدۡخُلِي جَنَّتِي ٣٠Û tu bikeve behişta min

Translation: Unknown.