Millat al-Islam

Chapter 15 · 99 verses · Unknown

Surah Al-Hijr in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Al-Hijr (1257 reciters)
Meccanسورة الحجر99 verses

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

الٓرۚ تِلۡكَ ءَايَٰتُ ٱلۡكِتَٰبِ وَقُرۡءَانٍ مُّبِينٍ ١R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpên ji hevçûyî dizane). Evanan, beratên pirtûk û Qur’ana daveger in رُّبَمَا يَوَدُّ ٱلَّذِينَ كَفَرُواْ لَوۡ كَانُواْ مُسۡلِمِينَ ٢Gavê werin, ewanê bêne file hene! (Ewanê bêjin:) "Xwezîka em misilman bûna ذَرۡهُمۡ يَأۡكُلُواْ وَيَتَمَتَّعُواْ وَيُلۡهِهِمُ ٱلۡأَمَلُۖ فَسَوۡفَ يَعۡلَمُونَ ٣(Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde. Bira ewan bixun û (bi xweşî) bijîn, xwestinê wan ewan didine para da. Îdî di nêzîk da ewanê bizanin (ka paşîya kirinê wan ça ne) وَمَآ أَهۡلَكۡنَا مِن قَرۡيَةٍ إِلَّا وَلَهَا كِتَابٌ مَّعۡلُومٌ ٤Me çiqa rûniştîyên welatekî teşqele kiribin, hey ji bona teşqela wan, danekî diyarî hebûye. (Ya jî, ji wan hey mayîne nivîsarê diyarî mane) مَّا تَسۡبِقُ مِنۡ أُمَّةٍ أَجَلَهَا وَمَا يَسۡتَـٔۡخِرُونَ ٥Qe tu kom tune ye, ku ji danê (teşqele dane xwe) borîye, ya jî para da mayî be وَقَالُواْ يَٰٓأَيُّهَا ٱلَّذِي نُزِّلَ عَلَيۡهِ ٱلذِّكۡرُ إِنَّكَ لَمَجۡنُونٌ ٦Ewan (filan ji bona te ra aha) gotine: "Bi rastî ewê ku (Qur’an) bi ser te da hatîye hinartinê, tu yekî tepaketî yî لَّوۡمَا تَأۡتِينَا بِٱلۡمَلَٰٓئِكَةِ إِن كُنتَ مِنَ ٱلصَّٰدِقِينَ ٧Heke (bira, tu) di doza xwa da rast î, ka (ji bona rastîya pêxemberîya xwe) ji me ra firişteyên (dîdevan) bîne مَا نُنَزِّلُ ٱلۡمَلَٰٓئِكَةَ إِلَّا بِٱلۡحَقِّ وَمَا كَانُوٓاْ إِذًا مُّنظَرِينَ ٨Em hey firiştan (ji bona berewanî û şapatdanê) dihênirin. (Gava firişte werin hinartinê îdî ewanan nikarin) tu tiştî bikin (firişte nahêlin ku ewan çavê xwe vekin) إِنَّا نَحۡنُ نَزَّلۡنَا ٱلذِّكۡرَ وَإِنَّا لَهُۥ لَحَٰفِظُونَ ٩Bi rastî me (Qur’an) hinartîye, bi rastî em bi xweber jî ji bona (Qur’anê ra) parisvan in وَلَقَدۡ أَرۡسَلۡنَا مِن قَبۡلِكَ فِي شِيَعِ ٱلۡأَوَّلِينَ ١٠Û bi sond! Di nava wan komên berya te da, me pêxember şandine وَمَا يَأۡتِيهِم مِّن رَّسُولٍ إِلَّا كَانُواْ بِهِۦ يَسۡتَهۡزِءُونَ ١١Çiqa pêxemberek hatibe bal wan, ewan hey bi wî (pêxemberî) tinaz kirine كَذَٰلِكَ نَسۡلُكُهُۥ فِي قُلُوبِ ٱلۡمُجۡرِمِينَ ١٢Em bi vî awayî (tinazan) dixine dilê wan ê nûsitemkar لَا يُؤۡمِنُونَ بِهِۦ وَقَدۡ خَلَتۡ سُنَّةُ ٱلۡأَوَّلِينَ ١٣Di berya wan da (ewan komalên tinazger) ka me çi bi serê wan da anîbû, borîne (evan şopa wan dibînin jî, disa) bawer nakin وَلَوۡ فَتَحۡنَا عَلَيۡهِم بَابًا مِّنَ ٱلسَّمَآءِ فَظَلُّواْ فِيهِ يَعۡرُجُونَ ١٤Heke me di ezman da ji bona wan ra derîyek vekirî bûya, ku ewan di wî derî da hevraz derketinan jî (ewan beratan bi çavê xwe bidîtanan) لَقَالُوٓاْ إِنَّمَا سُكِّرَتۡ أَبۡصَٰرُنَا بَلۡ نَحۡنُ قَوۡمٌ مَّسۡحُورُونَ ١٥(Wê dîsa ewanê) bi gotinan: "Bi rastî çavê me sermest bûye, bi rastî em komelekî wusa nin li me anç hatîyekirinê وَلَقَدۡ جَعَلۡنَا فِي ٱلسَّمَآءِ بُرُوجًا وَزَيَّنَّٰهَا لِلنَّٰظِرِينَ ١٦Bi sond! Me di ezman da şûnwarê (wekî koşkan) gerandine, me ewan (şûnwaran) ji bona dîdevanan ra xemilandine وَحَفِظۡنَٰهَا مِن كُلِّ شَيۡطَٰنٍ رَّجِيمٍ ١٧Me ewa (ezmana) ji hemî pelîdên deherok dane parisandinê إِلَّا مَنِ ٱسۡتَرَقَ ٱلسَّمۡعَ فَأَتۡبَعَهُۥ شِهَابٌ مُّبِينٌ ١٨Ji pêştirê wî pelîd ku bi dizî gohdarî dike, îdî pêtên agirê xûyayî dibine peyrewê wî pelîdî وَٱلۡأَرۡضَ مَدَدۡنَٰهَا وَأَلۡقَيۡنَا فِيهَا رَوَٰسِيَ وَأَنۢبَتۡنَا فِيهَا مِن كُلِّ شَيۡءٍ مَّوۡزُونٍ ١٩Û me zemîn jî raxistîye. Me di nava zemîn da çîyayên dirêj rakutan e. Me hemû tişt di zemîn da bi pîvayî hêşîn kirine وَجَعَلۡنَا لَكُمۡ فِيهَا مَعَٰيِشَ وَمَن لَّسۡتُمۡ لَهُۥ بِرَٰزِقِينَ ٢٠Di zemîn da me ji bona we ra û ji bona wan candarên, ku hûn ji wan ra rozîyan nadin (rozîyên) jînê çê kirine وَإِن مِّن شَيۡءٍ إِلَّا عِندَنَا خَزَآئِنُهُۥ وَمَا نُنَزِّلُهُۥٓ إِلَّا بِقَدَرٍ مَّعۡلُومٍ ٢١Û xezna hemî tiştan hey li bal me ye. Em ewan wekî hewcebûnê hey dihênirin (ji azman û zemîn ji bona jîna we derdixin, wekî ba û bariştan) وَأَرۡسَلۡنَا ٱلرِّيَٰحَ لَوَٰقِحَ فَأَنزَلۡنَا مِنَ ٱلسَّمَآءِ مَآءً فَأَسۡقَيۡنَٰكُمُوهُ وَمَآ أَنتُمۡ لَهُۥ بِخَٰزِنِينَ ٢٢Û me ba, bi kevînî şandîye (ewr civandine) îdî em di jor da aveke wusa dihênirin, em we bi vê avê didine avdanê. We bi xweber jî nikarîye ewa ava bixista cûrnan وَإِنَّا لَنَحۡنُ نُحۡيِۦ وَنُمِيتُ وَنَحۡنُ ٱلۡوَٰرِثُونَ ٢٣Û bi rastî hey em bi tenê ne jîn û mirin çê dikin. (Ûrta wan hemûyan jî) em bi tenê ne. (Piştî wan, hey em bi tenê dimînin) وَلَقَدۡ عَلِمۡنَا ٱلۡمُسۡتَقۡدِمِينَ مِنكُمۡ وَلَقَدۡ عَلِمۡنَا ٱلۡمُسۡتَـٔۡخِرِينَ ٢٤Bi sond! Ewanê ji we yên ku pêş da çûne, me bi wan zanîye. Û bi sond! Ewanê ji we yên ku para tên em bi wan dizanin وَإِنَّ رَبَّكَ هُوَ يَحۡشُرُهُمۡۚ إِنَّهُۥ حَكِيمٌ عَلِيمٌ ٢٥Û Xudayê te ê (ewan bi rastî we ji bona hijmartina kirinê wan) bicivîne. Bi rastî Xuda bijejkeyê zana ye وَلَقَدۡ خَلَقۡنَا ٱلۡإِنسَٰنَ مِن صَلۡصَٰلٍ مِّنۡ حَمَإٍ مَّسۡنُونٍ ٢٦Bi sond! Me meriv ji heryeke ji hev çûyê genîyê qimitî afirandîye وَٱلۡجَآنَّ خَلَقۡنَٰهُ مِن قَبۡلُ مِن نَّارِ ٱلسَّمُومِ ٢٧Hêj di berê da jî me meçêtir ji agirê bayê germok e afirandîye وَإِذۡ قَالَ رَبُّكَ لِلۡمَلَٰٓئِكَةِ إِنِّي خَٰلِقُۢ بَشَرًا مِّن صَلۡصَٰلٍ مِّنۡ حَمَإٍ مَّسۡنُونٍ ٢٨Di gavekî da Xudayê te ji bona firiştan ra gotibû: "Bi rastî ezê merivan ji heryekê ji hevçûyî bênketî qimitî biafirînin فَإِذَا سَوَّيۡتُهُۥ وَنَفَخۡتُ فِيهِ مِن رُّوحِي فَقَعُواْ لَهُۥ سَٰجِدِينَ ٢٩Îdî gava min pêka wî anî û ji canê xwe can berda gewdê wî, heman hûn ji wî ra kunde beherin فَسَجَدَ ٱلۡمَلَٰٓئِكَةُ كُلُّهُمۡ أَجۡمَعُونَ ٣٠(Ji piştî afirandina wî) hemî firiştan (ji bona wî ra) kunde birin إِلَّآ إِبۡلِيسَ أَبَىٰٓ أَن يَكُونَ مَعَ ٱلسَّٰجِدِينَ ٣١Ji pêştirê pelîd; ewî ji bona kundebirinê, xwe da para قَالَ يَٰٓإِبۡلِيسُ مَا لَكَ أَلَّا تَكُونَ مَعَ ٱلسَّٰجِدِينَ ٣٢(Yezdan ji bona wî ra) gotîye: "Çi bûye ji te ra pelîd! Ku tu jî bi wanê kundebir ra ne bûyî قَالَ لَمۡ أَكُن لِّأَسۡجُدَ لِبَشَرٍ خَلَقۡتَهُۥ مِن صَلۡصَٰلٍ مِّنۡ حَمَإٍ مَّسۡنُونٍ ٣٣(Pelîd di bersiva Yezdan da) gotîye: "Ezê ça ji bona wî kesê, ku te ewa ji heryekê bênketî qimitîye ji hevçûyî çê kirîye, kunde biherin قَالَ فَٱخۡرُجۡ مِنۡهَا فَإِنَّكَ رَجِيمٌ ٣٤(Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "Îdî tu ji nava qencîyê min derkebe. Bi rastî tu ji dilovanîya min hatî deherandine وَإِنَّ عَلَيۡكَ ٱللَّعۡنَةَ إِلَىٰ يَوۡمِ ٱلدِّينِ ٣٥Û heya roya xelat û celatan deherandin li ser te ye قَالَ رَبِّ فَأَنظِرۡنِيٓ إِلَىٰ يَوۡمِ يُبۡعَثُونَ ٣٦(Pelîd beresiv daye) gotîye: "Xudayê min! Heya roya ku ewanê dîsa rabin (ji bona kirinê xwe bêne xelat û celatkirinê, canê min nestîne) li min mêze bike (ka ez çi bi wan dikim) قَالَ فَإِنَّكَ مِنَ ٱلۡمُنظَرِينَ ٣٧(Yezdan ji wî ra) dibêje: “Bi rastî ji te ra mecal hate dayînê.” إِلَىٰ يَوۡمِ ٱلۡوَقۡتِ ٱلۡمَعۡلُومِ ٣٨Heya wî danê roya diyarî قَالَ رَبِّ بِمَآ أَغۡوَيۡتَنِي لَأُزَيِّنَنَّ لَهُمۡ فِي ٱلۡأَرۡضِ وَلَأُغۡوِيَنَّهُمۡ أَجۡمَعِينَ ٣٩(Pelîd ji bona Yezdan ra) dibêje: "Xudayê min! Ji bo ku te ez (bi sedema wan) aziran dime, ezê ji bona wan ra di zemîn da (sikatîyan) bixemilînim û ezê ewan hemûşkan bi azirinim (ewan ji rêya te derxim) إِلَّا عِبَادَكَ مِنۡهُمُ ٱلۡمُخۡلَصِينَ ٤٠Ji pêştirê wan kesên ji wan, ku xurî bendeyên te ne قَالَ هَٰذَا صِرَٰطٌ عَلَيَّ مُسۡتَقِيمٌ ٤١(Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "(Eva gotina te ye ku tu dibêjî. Ez nikarim bendeyên te yên xurî ji rêya rast derxim." Şixwe ewa) rêya min a rast e إِنَّ عِبَادِي لَيۡسَ لَكَ عَلَيۡهِمۡ سُلۡطَٰنٌ إِلَّا مَنِ ٱتَّبَعَكَ مِنَ ٱلۡغَاوِينَ ٤٢Bi rastî li ser wan bendeyên minê xurî tu hêz ji bona te ra tune ye. Ji pêştirê wanê azirî ku bûne peyrewê te وَإِنَّ جَهَنَّمَ لَمَوۡعِدُهُمۡ أَجۡمَعِينَ ٤٣Bi rastî doj, şûna radawa wan aziryan hemûşkan e لَهَا سَبۡعَةُ أَبۡوَٰبٍ لِّكُلِّ بَابٍ مِّنۡهُمۡ جُزۡءٌ مَّقۡسُومٌ ٤٤Ji bona dojê ra heft derî hene. Ji bona her yekî ji wan derîyan, pareke ku ji wan hatîye parkirinê, heye إِنَّ ٱلۡمُتَّقِينَ فِي جَنَّٰتٍ وَعُيُونٍ ٤٥(Ewanê ku xwe ji pelîd parisandine) hene! Ewan di bihişt û kanya da nin ٱدۡخُلُوهَا بِسَلَٰمٍ ءَامِنِينَ ٤٦Hûn bi xêlne û bi ewletî bikebine behîştan وَنَزَعۡنَا مَا فِي صُدُورِهِم مِّنۡ غِلٍّ إِخۡوَٰنًا عَلَىٰ سُرُرٍ مُّتَقَٰبِلِينَ ٤٧Me dexesîya di singê wan da heyî, rakirîye. Ewan bi biratî li ser textan hemberî hewyane لَا يَمَسُّهُمۡ فِيهَا نَصَبٌ وَمَا هُم مِّنۡهَا بِمُخۡرَجِينَ ٤٨Di wura da westandin bi wan nagire, û ewan ji bihiştê jî nayêne derxistine ۞ نَبِّئۡ عِبَادِيٓ أَنِّيٓ أَنَا ٱلۡغَفُورُ ٱلرَّحِيمُ ٤٩(Muhemmed!) Tu ji bendeyên min ra agahdarî bide; "Bi rastî ez baxişgerî dilovîn im ۞ وَأَنَّ عَذَابِي هُوَ ٱلۡعَذَابُ ٱلۡأَلِيمُ ٥٠Bi rastî şapata min jî şapata dilsoz e وَنَبِّئۡهُمۡ عَن ضَيۡفِ إِبۡرَٰهِيمَ ٥١(Muhemmed!) Tu ji wan ra agahdarî ji mêvanê Îbrahîm bide إِذۡ دَخَلُواْ عَلَيۡهِ فَقَالُواْ سَلَٰمًا قَالَ إِنَّا مِنكُمۡ وَجِلُونَ ٥٢Gava (ewan mêvanan) ketine bal (Îbrahîm, jê ra aha)gotine: "Selam" (Îbrahîm ji wan ra) gotîye:"Bi rastî em ji we vecinîqîn قَالُواْ لَا تَوۡجَلۡ إِنَّا نُبَشِّرُكَ بِغُلَٰمٍ عَلِيمٍ ٥٣(Ewa mêvanan ji bona Îbrahîm ra) gotine: "Tu ji me veneciniqe, bi rastî (em hatine) te bi kurekî zana didine mizgîndanê قَالَ أَبَشَّرۡتُمُونِي عَلَىٰٓ أَن مَّسَّنِيَ ٱلۡكِبَرُ فَبِمَ تُبَشِّرُونَ ٥٤(Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pişkî kaltî bi min da hatîye, hûnê bi çi îdî mizginî bidine min قَالُواْ بَشَّرۡنَٰكَ بِٱلۡحَقِّ فَلَا تَكُن مِّنَ ٱلۡقَٰنِطِينَ ٥٥(Ewan ji Îbrahîm ra) dibêjin: “Em mizgînî didine te bi rastî tu nebe ji wanê bê hêvî قَالَ وَمَن يَقۡنَطُ مِن رَّحۡمَةِ رَبِّهِۦٓ إِلَّا ٱلضَّآلُّونَ ٥٦(Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pêştirê wanê rê derketî tu kes ji dilovanîya Yezdan bê hêvî nabe قَالَ فَمَا خَطۡبُكُمۡ أَيُّهَا ٱلۡمُرۡسَلُونَ ٥٧(Ji piştî ku Îbrahîm zanî, ewanê hatî firişte ne; ji wan pirsî) got: "Gelî saîyan! Xwastina we çî ye قَالُوٓاْ إِنَّآ أُرۡسِلۡنَآ إِلَىٰ قَوۡمٍ مُّجۡرِمِينَ ٥٨(Ewan saîyan) gotine: "Em li bal komalekî nûsîtemkar da hatine şandinê إِلَّآ ءَالَ لُوطٍ إِنَّا لَمُنَجُّوهُمۡ أَجۡمَعِينَ ٥٩Ji pêştirê malîyên Lût. Bi rastî emê ewan (malîyên Lût) hemûşkan fereste bikin إِلَّا ٱمۡرَأَتَهُۥ قَدَّرۡنَآ إِنَّهَا لَمِنَ ٱلۡغَٰبِرِينَ ٦٠Ji pêştirê jina (Lût) me bi rastî (ewa jinika ji wanê ku di nava teşqalan da dimînin hijmartîye). Bi rastî ewa jinika di teşqele da maye فَلَمَّا جَآءَ ءَالَ لُوطٍ ٱلۡمُرۡسَلُونَ ٦١Îdî gava ewan saîyan hatine bal malîyên Lût قَالَ إِنَّكُمۡ قَوۡمٌ مُّنكَرُونَ ٦٢(Lût ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî hûn komalekî (wusa ne nîyas in) meriv ji we vediciniqin قَالُواْ بَلۡ جِئۡنَٰكَ بِمَا كَانُواْ فِيهِ يَمۡتَرُونَ ٦٣(Ewan saîyan) gotine: "(Hûn ji me netirsin) me ewa (şapata) ku komalê te, di hatina wê da du dil in, ji te ra anîye وَأَتَيۡنَٰكَ بِٱلۡحَقِّ وَإِنَّا لَصَٰدِقُونَ ٦٤Û me bi rastî ewa şapata anîye û em di gotina xwe da jî rast in فَأَسۡرِ بِأَهۡلِكَ بِقِطۡعٍ مِّنَ ٱلَّيۡلِ وَٱتَّبِعۡ أَدۡبَٰرَهُمۡ وَلَا يَلۡتَفِتۡ مِنكُمۡ أَحَدٌ وَٱمۡضُواْ حَيۡثُ تُؤۡمَرُونَ ٦٥Îdî tu di danekî şevê da malîyên xwe derxe rê û tu jî li pey wan da here, bira tu kes ji we para da mêze neke, cîyê hûn hatine fermandanê, ji bona çûna wêderê, herin wura وَقَضَيۡنَآ إِلَيۡهِ ذَٰلِكَ ٱلۡأَمۡرَ أَنَّ دَابِرَ هَٰٓؤُلَآءِ مَقۡطُوعٌ مُّصۡبِحِينَ ٦٦Û me (li bal Lût da) pêkanîna vê fermanê niqandîye, "Bi rastî poçika wanê di sibehê da hatibe birînê (qe tu kes ji wan namîne) وَجَآءَ أَهۡلُ ٱلۡمَدِينَةِ يَسۡتَبۡشِرُونَ ٦٧Û rûniştîyên bajar bi hev ra mizgîna (hatina saîyan) didane hev (direvîyan hatibûne bal mêvanan) قَالَ إِنَّ هَٰٓؤُلَآءِ ضَيۡفِي فَلَا تَفۡضَحُونِ ٦٨(Lût ji bajarîyên xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evan mêvanê min in; hûn min bi wan nehetikînin وَٱتَّقُواْ ٱللَّهَ وَلَا تُخۡزُونِ ٦٩(Çi dibe!) Ji Yezdan bitirsin, hûn min riswa nekin قَالُوٓاْ أَوَلَمۡ نَنۡهَكَ عَنِ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٧٠(Bajarîyên Lût jê ra) gotine: "Ma qey me tu ji karê bîyanan ne dabû paradanê (hêj tu têkilê karê wan jî dibî) قَالَ هَٰٓؤُلَآءِ بَنَاتِيٓ إِن كُنتُمۡ فَٰعِلِينَ ٧١(Lût ji bona bajarîyan aha) gotîye: "Heke hûnê tiştekî bikin, evan keçên (minê jinê we ne) havanên لَعَمۡرُكَ إِنَّهُمۡ لَفِي سَكۡرَتِهِمۡ يَعۡمَهُونَ ٧٢(Lût!) Bi jîna te ewan (komalê te yê file) di mestîya xwe da kor mane فَأَخَذَتۡهُمُ ٱلصَّيۡحَةُ مُشۡرِقِينَ ٧٣Îdî di gava roj derketînê da, dengê hêja zemîn bi wan girt فَجَعَلۡنَا عَٰلِيَهَا سَافِلَهَا وَأَمۡطَرۡنَا عَلَيۡهِمۡ حِجَارَةً مِّن سِجِّيلٍ ٧٤Îdî me ewan ser û binê hev kirin û me li ser wan da jana bi nav (xwuryê keviran) barand (ya jî di zemînê wan da me agir da hilkirinê, wusa teqya di hundurê xwe da herya xweye wekî agir avête hewa, ewan wekî çurûskê agir bi ser wan da barîne) إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَٰتٍ لِّلۡمُتَوَسِّمِينَ ٧٥Bi rastî (di vî da) ji bona wanê xwe nîyas ra beratên (sodretî) hene وَإِنَّهَا لَبِسَبِيلٍ مُّقِيمٍ ٧٦Û bi rastî ewa (bajarê wan komalê Lût) li ser rêyeke berê da heyî da ne إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَةً لِّلۡمُؤۡمِنِينَ ٧٧Bi rastî ji bona bawergeran ra di vê (bûyerê da) beratên hişhildayî hene وَإِن كَانَ أَصۡحَٰبُ ٱلۡأَيۡكَةِ لَظَٰلِمِينَ ٧٨Û bi rastî hevrîyên (Eyketê) zor cewrkar bûne فَٱنتَقَمۡنَا مِنۡهُمۡ وَإِنَّهُمَا لَبِإِمَامٍ مُّبِينٍ ٧٩Îdî me ji wan jî tol hildane. Ewan herduk (bajarê Lût û bajarê Eyketîyan li ser rê) li ber çavan xûya ne وَلَقَدۡ كَذَّبَ أَصۡحَٰبُ ٱلۡحِجۡرِ ٱلۡمُرۡسَلِينَ ٨٠Bi sond! Hevrîyên hicrê (şikeft û keviran) jî (pêxember) dane derewdêrandinê وَءَاتَيۡنَٰهُمۡ ءَايَٰتِنَا فَكَانُواْ عَنۡهَا مُعۡرِضِينَ ٨١Û me ji wan beratên xwe anîne, îdî ewan ji wan beratan rû fetilandine وَكَانُواْ يَنۡحِتُونَ مِنَ ٱلۡجِبَالِ بُيُوتًا ءَامِنِينَ ٨٢Ewan di wan çîyan da ji xwe ra xanî bi ewletî dikolan فَأَخَذَتۡهُمُ ٱلصَّيۡحَةُ مُصۡبِحِينَ ٨٣Îdî di danê sibe da dengê (hêja zemîn) bi wan girtîye فَمَآ أَغۡنَىٰ عَنۡهُم مَّا كَانُواْ يَكۡسِبُونَ ٨٤Ewa (xebata wan e, ku ewan di berê da ji bona ewletîya xwe di çîyan da xanî kola bûn) ewan (ji şapatê) nedane parizandinê وَمَا خَلَقۡنَا ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلۡأَرۡضَ وَمَا بَيۡنَهُمَآ إِلَّا بِٱلۡحَقِّۗ وَإِنَّ ٱلسَّاعَةَ لَأٓتِيَةٌۖ فَٱصۡفَحِ ٱلصَّفۡحَ ٱلۡجَمِيلَ ٨٥Me ezman û zemîn û tişta nîveka wan da heyî, hey bi mafî afirandîye (ne ji bona ku ewan rêzikê min hilşînin. Ewanê di hemberê te da derdikebin hene! Emê ji wan tolê hildin) wê ewa roya (rabûna hemûtîyê) were, îdî tu bi wan ra bi qencî derbasî bike إِنَّ رَبَّكَ هُوَ ٱلۡخَلَّٰقُ ٱلۡعَلِيمُ ٨٦Bi rastî Xudayê te pir afirandok û pir zane ye وَلَقَدۡ ءَاتَيۡنَٰكَ سَبۡعًا مِّنَ ٱلۡمَثَانِي وَٱلۡقُرۡءَانَ ٱلۡعَظِيمَ ٨٧Û bi sond! Me ji zoyan heft parên zo (Fatihe) û bi Qur’ana mezin va, ji te ra anîne لَا تَمُدَّنَّ عَيۡنَيۡكَ إِلَىٰ مَا مَتَّعۡنَا بِهِۦٓ أَزۡوَٰجًا مِّنۡهُمۡ وَلَا تَحۡزَنۡ عَلَيۡهِمۡ وَٱخۡفِضۡ جَنَاحَكَ لِلۡمُؤۡمِنِينَ ٨٨(Muhemmed!) Tu çavê xwe li bal hinek cotên (ji wan) ku me ewan di cîhanê da (bi zenginî û xweşî dane jînandinê) zoq neke. (Ji bona ku ewan bi te bawer nakin) tu murûz nebe û tu ji bona wanê bawer kirine baskê xwe ber jêr bike (di hemberê wan da mulahîm be) وَقُلۡ إِنِّيٓ أَنَا ٱلنَّذِيرُ ٱلۡمُبِينُ ٨٩Û (Muhemmed!) tu ji wan ra bêje: "Bi rastî ez hey (ji bona we ra hişyarekî) tirsdanê ber çavî me كَمَآ أَنزَلۡنَا عَلَى ٱلۡمُقۡتَسِمِينَ ٩٠(Hûn dizanin, heke hûn bawer nekin, wê şapata Yezdanê bi ser we da were) wekî me ça li ser wan (fileyên) parkar da hinartîye ٱلَّذِينَ جَعَلُواْ ٱلۡقُرۡءَانَ عِضِينَ ٩١Ewan (filan in) ku Qur’an parpar kirine (hinekî wê, ku wekî Tewrat û Încîlê ye; litê kirine, ewa para ku wekî Tewrat û Încîlê ne bûye, bi wê bawer ne kirine) فَوَرَبِّكَ لَنَسۡـَٔلَنَّهُمۡ أَجۡمَعِينَ ٩٢Îdî bi Xudayê te emê ji hemû (keda) wan pirs bikin عَمَّا كَانُواْ يَعۡمَلُونَ ٩٣Ka ewan çi ked kiribûn فَٱصۡدَعۡ بِمَا تُؤۡمَرُ وَأَعۡرِضۡ عَنِ ٱلۡمُشۡرِكِينَ ٩٤Îdî tu ça hatî fermankirinê (bê perwa) ewan wusa pêk bîne û tu rû ji wanê hevrîçêker bifetilîne إِنَّا كَفَيۡنَٰكَ ٱلۡمُسۡتَهۡزِءِينَ ٩٥Bi rastî di hemberê wanê bi te tinazan dikin, em besî te ne ٱلَّذِينَ يَجۡعَلُونَ مَعَ ٱللَّهِ إِلَٰهًا ءَاخَرَۚ فَسَوۡفَ يَعۡلَمُونَ ٩٦Ewanê (tinazan bi te dikin hene!) ewanan ji Yezdan ra hinek xudayên (xweyê) mayî dixne hevrî. Îdî ewanê di nêzîk da bizanin وَلَقَدۡ نَعۡلَمُ أَنَّكَ يَضِيقُ صَدۡرُكَ بِمَا يَقُولُونَ ٩٧Bi sond! Em dizanin, ku dilê te bi gotinê wan teng dibe فَسَبِّحۡ بِحَمۡدِ رَبِّكَ وَكُن مِّنَ ٱلسَّٰجِدِينَ ٩٨Îdî tu bi pesindayîna Xudayê xwe, ewî ji kêmasîyan paqij bike û ewanê kunde (ji Xuda ra) dibin hene! Tu bibe ji wan وَٱعۡبُدۡ رَبَّكَ حَتَّىٰ يَأۡتِيَكَ ٱلۡيَقِينُ ٩٩Û heya mirina te bê, tu perestîya Xudayê xwe bike

Translation: Unknown.