Millat al-Islam

Chapter 26 · 227 verses · Unknown

Surah Ash-Shu'araa in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Ash-Shu'araa (1194 reciters)
Meccanسورة الشعراء227 verses

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

طسٓمٓ ١M. (Arşa van tipên ji hev çûî hey Yezdan dizane) تِلۡكَ ءَايَٰتُ ٱلۡكِتَٰبِ ٱلۡمُبِينِ ٢Bi rastî evan beratên pirtûka hezwartî ne لَعَلَّكَ بَٰخِعٌ نَّفۡسَكَ أَلَّا يَكُونُواْ مُؤۡمِنِينَ ٣Ji ber ku ewan bawer nakin, nêzîk e ku tu xwe bibeicînî إِن نَّشَأۡ نُنَزِّلۡ عَلَيۡهِم مِّنَ ٱلسَّمَآءِ ءَايَةً فَظَلَّتۡ أَعۡنَٰقُهُمۡ لَهَا خَٰضِعِينَ ٤Heke me biva, me ê ji ezmanan da li ser wan da beratên (derhoze) bihinarta, îdî sitûyê Wan ê ji bona (baweryî) xwer bibûya (ewanê bawer bikirinan) وَمَا يَأۡتِيهِم مِّن ذِكۡرٍ مِّنَ ٱلرَّحۡمَٰنِ مُحۡدَثٍ إِلَّا كَانُواْ عَنۡهُ مُعۡرِضِينَ ٥Çiqa ji bona wan ra (ji Yezdanê) dilovan (beratekê) nû hatibe, ewanan hey ji wê (berata nû) rû fetilandine فَقَدۡ كَذَّبُواْ فَسَيَأۡتِيهِمۡ أَنۢبَٰٓؤُاْ مَا كَانُواْ بِهِۦ يَسۡتَهۡزِءُونَ ٦Bi sond! (ça ji wan beratan rû fetilandine, wusa jî) dane derewdêrandinê, we di nêzîk da axiftina (wê şapata ku Qur’an ji wê mijûl dibe) ewan jî bi wê (axiftinê) tinaz dikiribûne, ji bona wan ra were أَوَلَمۡ يَرَوۡاْ إِلَى ٱلۡأَرۡضِ كَمۡ أَنۢبَتۡنَا فِيهَا مِن كُلِّ زَوۡجٍ كَرِيمٍ ٧Ma qey ewan li bal zemîn da mêze nakin, ka me çiqa zone rind di zemîn da hêşîn kirîye إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَةًۖ وَمَا كَانَ أَكۡثَرُهُم مُّؤۡمِنِينَ ٨Bi rastî (di van hêşîn kirinan da) beratên (hêz a me) hene, bi vî ra jî pirê wan bawerker nînin وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ ٱلۡعَزِيزُ ٱلرَّحِيمُ ٩Loma bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e وَإِذۡ نَادَىٰ رَبُّكَ مُوسَىٰٓ أَنِ ٱئۡتِ ٱلۡقَوۡمَ ٱلظَّٰلِمِينَ ١٠Di gavekî da Xudayê te gazî Mûsa kiribû, ji bo ku ewa here bal komalê cewrkar قَوۡمَ فِرۡعَوۡنَۚ أَلَا يَتَّقُونَ ١١(Ewa komala) komalê Fir’ewn bû. (Ewan) hêj jî xudaparizî nakin قَالَ رَبِّ إِنِّيٓ أَخَافُ أَن يُكَذِّبُونِ ١٢(Mûsa aha bersiva Xudayê te da û) got: "Xudayê min! Bi rastî ez ditirsim, ku ewan (Fir’ewn, komalê wî) min bidine derewdêrandinê وَيَضِيقُ صَدۡرِي وَلَا يَنطَلِقُ لِسَانِي فَأَرۡسِلۡ إِلَىٰ هَٰرُونَ ١٣Singê min teng dibe û zimanê min venebe, îdî tu Harûnê bira ê min jî bi saî (li bal wan da) bişîne وَلَهُمۡ عَلَيَّ ذَنۢبٌ فَأَخَافُ أَن يَقۡتُلُونِ ١٤Ji bona wan ra li ser min gonehek (tolek) heye, îdî ez ditirsim ku ewan (tola xwe ji min hil din) min bikujin قَالَ كـَلَّاۖ فَٱذۡهَبَا بِـَٔايَٰتِنَآۖ إِنَّا مَعَكُم مُّسۡتَمِعُونَ ١٥Xuda (bersiva Mûsa aha daye û) gotîye: "Na, (ewan nikarin tu tiştî bi te bikin). Îdî (tu û Harûn) bi beratên me va (herne bal wan), loma em bi we ra gohdarya wan dikin فَأۡتِيَا فِرۡعَوۡنَ فَقُولَآ إِنَّا رَسُولُ رَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ١٦Hûn herduk herne bal Fir’ewn, îdî (hûn herduk ji Fir’ewn ra aha) bêjin: "Bi rastî em (herduk jî) saîyên Xuda yê gerdûnê ne أَنۡ أَرۡسِلۡ مَعَنَا بَنِيٓ إِسۡرَٰٓءِيلَ ١٧(Em hatine, ku tu) zarên cihûyan bi me ra bişînî قَالَ أَلَمۡ نُرَبِّكَ فِينَا وَلِيدًا وَلَبِثۡتَ فِينَا مِنۡ عُمُرِكَ سِنِينَ ١٨(Dema ewan hatine bal Fir’ewn, gotinê, xwe jê ra gotine, Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Mûsa! Ma qey me tu di nava xwe da bi zarokî mezin ne kirî? Tu di nava me da bi salan maî (îja tu van gotina ji kur tînî) وَفَعَلۡتَ فَعۡلَتَكَ ٱلَّتِي فَعَلۡتَ وَأَنتَ مِنَ ٱلۡكَٰفِرِينَ ١٩(Di hemberê van qencîyên me da, Mûsa!) te jî kirinê xwe kirîye. Û bi rastî (Mûsa) tu ji nonkoran î قَالَ فَعَلۡتُهَآ إِذًا وَأَنَا۠ مِنَ ٱلضَّآلِّينَ ٢٠(Mûsa ji bona wan ra aha) gotîye: "Gava min ewan (tiştên, ku hûn dibêjin) kiribû, hêj ez ji (nezan û) rê wundakera bûm فَفَرَرۡتُ مِنكُمۡ لَمَّا خِفۡتُكُمۡ فَوَهَبَ لِي رَبِّي حُكۡمًا وَجَعَلَنِي مِنَ ٱلۡمُرۡسَلِينَ ٢١Gava ez ji we tirsîyam, ez ji nava we revîyam, îdî Xudayê min ji bona min ra zanîna retkokî daye û ez xistime ji saîyan وَتِلۡكَ نِعۡمَةٌ تَمُنُّهَا عَلَيَّ أَنۡ عَبَّدتَّ بَنِيٓ إِسۡرَٰٓءِيلَ ٢٢Ewan qencîyên, ku (Fir’ewn!) te bi min kirîye (îro jî tu dixî) serhev da ser min, hene! (te ji bona min ne kirîye, lê ji bona ku tu) zarên cihûyan bixî bende (loma te bi min kirîye) قَالَ فِرۡعَوۡنُ وَمَا رَبُّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٢٣Fir’ewn (ji Mûsa pirsî, aha) got: "(ka Mûsa!) Xadayê gerdûnê çî ye (te eva ji kur derxistîye) قَالَ رَبُّ ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلۡأَرۡضِ وَمَا بَيۡنَهُمَآۖ إِن كُنتُم مُّوقِنِينَ ٢٤(Mûsa ji bona wan ra aha bersiv daye, û) gotîye: "Xudayê ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, heye! Ewa bi xweber e. Heke hûn bi rastî biponijin (hûnê bi rastî bizanin, ku gotina min rast e) قَالَ لِمَنۡ حَوۡلَهُۥٓ أَلَا تَسۡتَمِعُونَ ٢٥(Fir’ewn ji bona wanê) dora xwe ra (aha) gotîye: "Hûn dibihên (ka eva çi dibêje)?” قَالَ رَبُّكُمۡ وَرَبُّ ءَابَآئِكُمُ ٱلۡأَوَّلِينَ ٢٦(Mûsa ji wan ra aha) gotîye: "(Erê); ewa Xudayê we ye û Xudayê bav û kalê we ye jî قَالَ إِنَّ رَسُولَكُمُ ٱلَّذِيٓ أُرۡسِلَ إِلَيۡكُمۡ لَمَجۡنُونٌ ٢٧(Fir’ewn ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî saîyî li bal we da hatîye şandinê, heye! Ewa tepa dikebe قَالَ رَبُّ ٱلۡمَشۡرِقِ وَٱلۡمَغۡرِبِ وَمَا بَيۡنَهُمَآۖ إِن كُنتُمۡ تَعۡقِلُونَ ٢٨(Mûsa bersiv dide û aha) dibêje, "Heke hûn bi rastî hişyarî dikin; Xudayê rojhilat û rojava û tiştê di nava wan da heye (ewa) bi xweber e قَالَ لَئِنِ ٱتَّخَذۡتَ إِلَٰهًا غَيۡرِي لَأَجۡعَلَنَّكَ مِنَ ٱلۡمَسۡجُونِينَ ٢٩(Fir’ewn ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) heke tu ji pêştirê min ji bo- na xwe ra ilahekî mayî bigirî, bi sond! Ez ê te bixme ji wan ê ku li bal zîndanan da hatine avêtinê قَالَ أَوَلَوۡ جِئۡتُكَ بِشَيۡءٍ مُّبِينٍ ٣٠(Mûsa ji bona Fir’ewn ra aha) gotîye: "Heke ez (ji bona rastîya xwe) ji te ra nîşanên huzwartî jî bînim (dîsa tu ê wekî xwe bikî) قَالَ فَأۡتِ بِهِۦٓ إِن كُنتَ مِنَ ٱلصَّٰدِقِينَ ٣١(Fir’ewn ji Mûsa ra) gotîye: "Heke ný ji rastbêjanî, ka ewê (nîşanê) bîne (em lê mêze bikin) فَأَلۡقَىٰ عَصَاهُ فَإِذَا هِيَ ثُعۡبَانٌ مُّبِينٌ ٣٢Îdî ewî gopalê xwe avêtîye, nişkeva (gopal) bûye zîhakî xûyaî maye وَنَزَعَ يَدَهُۥ فَإِذَا هِيَ بَيۡضَآءُ لِلنَّٰظِرِينَ ٣٣(Mûsa) destê xwe (ji piçenga xwe) kişandîye (derxistîye) îdî nişkêva destê wî wusa sipî maye; ewanê, lê mêze dikirin (çavê wan ji sipîtiya dihate girtinê) قَالَ لِلۡمَلَإِ حَوۡلَهُۥٓ إِنَّ هَٰذَا لَسَٰحِرٌ عَلِيمٌ ٣٤(Fir’ewn) ji bona wanê dor a xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evê hanê ançkerekî pir zana ye يُرِيدُ أَن يُخۡرِجَكُم مِّنۡ أَرۡضِكُم بِسِحۡرِهِۦ فَمَاذَا تَأۡمُرُونَ ٣٥Eva divê, ku bi van ançê xwe we ji welatê we derxe. Ka îdî hm çi dibêjin قَالُوٓاْ أَرۡجِهۡ وَأَخَاهُ وَٱبۡعَثۡ فِي ٱلۡمَدَآئِنِ حَٰشِرِينَ ٣٦Ewan (komalê dor a Fir’ewn bersiva wî aha dane û) gotine: "Tu ewî û birayê wî bi xweşî mijûl bike, tu (peyameran di welat da) bişîne (ji bo ku ewan) bicivînin يَأۡتُوكَ بِكُلِّ سَحَّارٍ عَلِيمٍ ٣٧Bira ewan hemî ançkerê pir zana ji te ra bînin فَجُمِعَ ٱلسَّحَرَةُ لِمِيقَٰتِ يَوۡمٍ مَّعۡلُومٍ ٣٨Îdî di wî danê (ku Fir’ewn ji bona civandina wan danîbû) ançkar hemî di wê royê da civîyane وَقِيلَ لِلنَّاسِ هَلۡ أَنتُم مُّجۡتَمِعُونَ ٣٩(Di wê royê da) ji bona merivan ra (aha) tê gotinê: "Hûn jî îdî nacivin لَعَلَّنَا نَتَّبِعُ ٱلسَّحَرَةَ إِن كَانُواْ هُمُ ٱلۡغَٰلِبِينَ ٤٠Loma em guman dikin, hekeançkar bi ser va werin,emê jî bibine peyrewê wan فَلَمَّا جَآءَ ٱلسَّحَرَةُ قَالُواْ لِفِرۡعَوۡنَ أَئِنَّ لَنَا لَأَجۡرًا إِن كُنَّا نَحۡنُ ٱلۡغَٰلِبِينَ ٤١Îdî gava ançkar hatîne, ji bona Fir’ewn ra (aha) gotine: "Gava serfirazî ya me be; ji bona me ra kirêk heye, wusa nîne قَالَ نَعَمۡ وَإِنَّكُمۡ إِذًا لَّمِنَ ٱلۡمُقَرَّبِينَ ٤٢(Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Erê?! (Kirya we heye, hêj) hûn îdî dibine ji wanê nêzîk ê min قَالَ لَهُم مُّوسَىٰٓ أَلۡقُواْ مَآ أَنتُم مُّلۡقُونَ ٤٣(Gava hemî amade bûn) Mûsa ji bona wan (ançkaran ra aha) gotîye: "Hûn (gelî ançkaran!) çi davêjin bavêjin فَأَلۡقَوۡاْ حِبَالَهُمۡ وَعِصِيَّهُمۡ وَقَالُواْ بِعِزَّةِ فِرۡعَوۡنَ إِنَّا لَنَحۡنُ ٱلۡغَٰلِبُونَ ٤٤Îdî ewan kap û gopalê xwe avêtine (kêşê) û (aha) gotine: "Bi mezinaya Fir’ewn serfiraz em bi xweber in فَأَلۡقَىٰ مُوسَىٰ عَصَاهُ فَإِذَا هِيَ تَلۡقَفُ مَا يَأۡفِكُونَ ٤٥(Paşê) Mûsa gopalê xwe avêtîye, îdî (gopal) tişta ewan (bi pizan) çê kiribûne daqurçandîye فَأُلۡقِيَ ٱلسَّحَرَةُ سَٰجِدِينَ ٤٦Îdî (gava ançkaran eva dîtin) nişkeva çûne secdê قَالُوٓاْ ءَامَنَّا بِرَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٤٧(Aha) gotine: "Me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye رَبِّ مُوسَىٰ وَهَٰرُونَ ٤٨(Ewa) Xudayê Mûsa û Harûn ne قَالَ ءَامَنتُمۡ لَهُۥ قَبۡلَ أَنۡ ءَاذَنَ لَكُمۡۖ إِنَّهُۥ لَكَبِيرُكُمُ ٱلَّذِي عَلَّمَكُمُ ٱلسِّحۡرَ فَلَسَوۡفَ تَعۡلَمُونَۚ لَأُقَطِّعَنَّ أَيۡدِيَكُمۡ وَأَرۡجُلَكُم مِّنۡ خِلَٰفٍ وَلَأُصَلِّبَنَّكُمۡ أَجۡمَعِينَ ٤٩(Fir’ewn ji wan ançkaran ra aha) gotîye: "Hêj min ji bona we ra destûr ne dabû we bi wî bawer kirîye. Ew mezinê we yî, ku ji bona we ra anç hîn kirîye heye! Ewa (Mûsa) bi xweber e. Îdî hûnê di nêzîk da bizarýin (ka ezê çi bînine serê we); ezê destê û pê we bi çîlo çepî jê bikim û ezê we hemîşkan darda bikim قَالُواْ لَا ضَيۡرَۖ إِنَّآ إِلَىٰ رَبِّنَا مُنقَلِبُونَ ٥٠Ewan (bersiva Fir’ewn aha dane û) göotine: “Qe zirar nake, loma bi rastî emê li bal Xudayê xwe da bizvirin إِنَّا نَطۡمَعُ أَن يَغۡفِرَ لَنَا رَبُّنَا خَطَٰيَٰنَآ أَن كُنَّآ أَوَّلَ ٱلۡمُؤۡمِنِينَ ٥١Bi rastî ji ber ku me di cara yekem da bawer kirîye, em divên ku Xudayê me ji bona me ra nûsîtemne me bibaxişîne ۞ وَأَوۡحَيۡنَآ إِلَىٰ مُوسَىٰٓ أَنۡ أَسۡرِ بِعِبَادِيٓ إِنَّكُم مُّتَّبَعُونَ ٥٢Me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu bendeyên me di şevê da derxe rê, loma bi rastî wê li pey we kebin فَأَرۡسَلَ فِرۡعَوۡنُ فِي ٱلۡمَدَآئِنِ حَٰشِرِينَ ٥٣Îdî gava (Fir’ewn, bi reva cihûyan hesya, qe ne hewîya peyamêr) şandin, di welat da (leşker) civandin إِنَّ هَٰٓؤُلَآءِ لَشِرۡذِمَةٌ قَلِيلُونَ ٥٤(Fir’ewn ji bona wan ra aha gotîye): "Evan (zarên cihûyan) komake hindik in وَإِنَّهُمۡ لَنَا لَغَآئِظُونَ ٥٥Ewanan bi rastî hêrsa me tînin وَإِنَّا لَجَمِيعٌ حَٰذِرُونَ ٥٦Bi rastî em komeke wusan in, ku her kes xwe ji me diparisînin فَأَخۡرَجۡنَٰهُم مِّن جَنَّٰتٍ وَعُيُونٍ ٥٧Îdî me jî ewan ji (nava) rez û kanîyan derxistin وَكُنُوزٍ وَمَقَامٍ كَرِيمٍ ٥٨Û ji (nava) xezînan û şûnwarên bi rûmet (derxistin) كَذَٰلِكَۖ وَأَوۡرَثۡنَٰهَا بَنِيٓ إِسۡرَٰٓءِيلَ ٥٩Me bi vî awayî (bi serê Fir’ewn û komalê) wî kir. Me zarên cihûyan ji bona wan ra xistîye ûrt فَأَتۡبَعُوهُم مُّشۡرِقِينَ ٦٠Îdî gava roj derket (Fir’ewn û koma xwe va) dane pey (Mûsa û koma wî) فَلَمَّا تَرَٰٓءَا ٱلۡجَمۡعَانِ قَالَ أَصۡحَٰبُ مُوسَىٰٓ إِنَّا لَمُدۡرَكُونَ ٦١Gava her du koman hev du dîtin, hevalê Mûsa (aha) gotine: "Bi rastî va gehîjtne me قَالَ كـَلَّآۖ إِنَّ مَعِيَ رَبِّي سَيَهۡدِينِ ٦٢(Mûsa ji wan ra aha) gotîye, "(Hûn netirsin; ewan nagihêjne me) loma bi rastî Xudayê min bi min ra ye, wê rêyekî bide nişanê min فَأَوۡحَيۡنَآ إِلَىٰ مُوسَىٰٓ أَنِ ٱضۡرِب بِّعَصَاكَ ٱلۡبَحۡرَۖ فَٱنفَلَقَ فَكَانَ كُلُّ فِرۡقٍ كَٱلطَّوۡدِ ٱلۡعَظِيمِ ٦٣Îdî me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu gopalê xwe li deryayê xe." (Gava Mûsa gopalê xwe li deryayê xist) derya ji hev tîş bûye, her tîşekî bûye wekî çîyayekî maye (danzdeh re vebûne) وَأَزۡلَفۡنَا ثَمَّ ٱلۡأٓخَرِينَ ٦٤Me (Fir’ewn û hevalê wî jî) nêzîkê wura kirine وَأَنجَيۡنَا مُوسَىٰ وَمَن مَّعَهُۥٓ أَجۡمَعِينَ ٦٥Me Mûsa û kesê bi wî ra, heyî, hemîşk fereste kirine ثُمَّ أَغۡرَقۡنَا ٱلۡأٓخَرِينَ ٦٦Paşê me ewanê mayî (di avê da) fetisandine إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَةًۖ وَمَا كَانَ أَكۡثَرُهُم مُّؤۡمِنِينَ ٦٧Di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene. Lê pirê wan bawer nakin وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ ٱلۡعَزِيزُ ٱلرَّحِيمُ ٦٨Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e وَٱتۡلُ عَلَيۡهِمۡ نَبَأَ إِبۡرَٰهِيمَ ٦٩(Muhemmed! Tu ji bona) wan ra serdaborya Îbrahîm bixûne إِذۡ قَالَ لِأَبِيهِ وَقَوۡمِهِۦ مَا تَعۡبُدُونَ ٧٠Di gavekî da (Îbrahîm) ji bona bav û komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn ji bona çi tiştî ra perestî dikin قَالُواْ نَعۡبُدُ أَصۡنَامًا فَنَظَلُّ لَهَا عَٰكِفِينَ ٧١Ewan (bersiva Îbrahîm aha dane û) gotine, "Em perestîya hinek putan dikin, îdî em ji bona perestîya wan jî peyweste ne قَالَ هَلۡ يَسۡمَعُونَكُمۡ إِذۡ تَدۡعُونَ ٧٢(Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Erê! (hûn ji wan ra perestî bikin, lê gava) hûn gazî wan dikin, qe ewan dengê we dibehên أَوۡ يَنفَعُونَكُمۡ أَوۡ يَضُرُّونَ ٧٣Ya jî ewan qe kar û zîyana we dikin قَالُواْ بَلۡ وَجَدۡنَآ ءَابَآءَنَا كَذَٰلِكَ يَفۡعَلُونَ ٧٤Ewanan (aha bersiva Îbrahîm dane û) gotine: "Na, qe tu tiştî jî nakin) lê em rastî bav û kalê xwe hatin wulo dikirin (em jî wekî wan dikin) قَالَ أَفَرَءَيۡتُم مَّا كُنتُمۡ تَعۡبُدُونَ ٧٥(Îbrahîm ji wan ra aha) gotîye: "Îdî qe hûn dibînin, ka hûn çi tiştan ra perestî dikin أَنتُمۡ وَءَابَآؤُكُمُ ٱلۡأَقۡدَمُونَ ٧٦Hûn û bavên we yên berê jî فَإِنَّهُمۡ عَدُوٌّ لِّيٓ إِلَّا رَبَّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٧٧Îdî bi rastî" eýwan (putan) neyarê min in, lê Xudayê cîhanê (dostê min e) ٱلَّذِي خَلَقَنِي فَهُوَ يَهۡدِينِ ٧٨Ewî ez afirandime (ewa Xudayê cîhanê ye) îdî ewê (rêya rast) bide nişanê min وَٱلَّذِي هُوَ يُطۡعِمُنِي وَيَسۡقِينِ ٧٩Ewê, ku xwarin û vexwarin dide min, ewa (Xudayê cîhanê ye) وَإِذَا مَرِضۡتُ فَهُوَ يَشۡفِينِ ٨٠Gava ez nexweş bikebin, ewa (Xudayê cîhanê) min mefa dike وَٱلَّذِي يُمِيتُنِي ثُمَّ يُحۡيِينِ ٨١Ewê min dimirîne û paşê jî min zinde dike; ewa (Xudayê cîhanê ye) وَٱلَّذِيٓ أَطۡمَعُ أَن يَغۡفِرَ لِي خَطِيٓـَٔتِي يَوۡمَ ٱلدِّينِ ٨٢Ewê, ku ez guman dikim: di roya xelat û celatan da nûsîtemne min ji bona min ra bibaxşîne ewa (Xudayê cîhanê ye) رَبِّ هَبۡ لِي حُكۡمًا وَأَلۡحِقۡنِي بِٱلصَّٰلِحِينَ ٨٣Xudayê min! Tu ji bona min ra zanîna retkokî bide û tu min bigihîne aştîkaran وَٱجۡعَل لِّي لِسَانَ صِدۡقٍ فِي ٱلۡأٓخِرِينَ ٨٤“Û (ji bona wanê ku) para da dinînin (min li ser zimanê xwe bi rindî hildin) tu zimanê wan (di mafê min da) rast û (hezger) bixî para min وَٱجۡعَلۡنِي مِن وَرَثَةِ جَنَّةِ ٱلنَّعِيمِ ٨٥Û tu min bixe nav bihişta xwarinan وَٱغۡفِرۡ لِأَبِيٓ إِنَّهُۥ كَانَ مِنَ ٱلضَّآلِّينَ ٨٦Û tu bavê min bibaxşîne, loma bi rastî ewa ji rêya rast derketîye وَلَا تُخۡزِنِي يَوۡمَ يُبۡعَثُونَ ٨٧Û tu min di roya şandin a civînê da riswa neke يَوۡمَ لَا يَنفَعُ مَالٌ وَلَا بَنُونَ ٨٨Ewa royeke wusa ne, ku mal û zar têda qe tu havilî nakin إِلَّا مَنۡ أَتَى ٱللَّهَ بِقَلۡبٍ سَلِيمٍ ٨٩Ji pêştirê wî kesê, ku bi dilekî xwýurî hatibe bal Yezdan وَأُزۡلِفَتِ ٱلۡجَنَّةُ لِلۡمُتَّقِينَ ٩٠Û (di we roye da) bihişt ji bona xudaparisan nêzîk dibe وَبُرِّزَتِ ٱلۡجَحِيمُ لِلۡغَاوِينَ ٩١Û doj jî ji bona wanê, ku ji ava rû derketî xûya dibe وَقِيلَ لَهُمۡ أَيۡنَ مَا كُنتُمۡ تَعۡبُدُونَ ٩٢Û ji bona wan ra (aha) tê gotinê: "Kanêna ewan tiştên ku we ji bona wan ra perestî dikirin مِن دُونِ ٱللَّهِ هَلۡ يَنصُرُونَكُمۡ أَوۡ يَنتَصِرُونَ ٩٣Ji pêştirê Yezdan. Gelo ewan ji bona we ra arîkarî dikin, ya jî arîkarya xwe jî qe dikin فَكُبۡكِبُواْ فِيهَا هُمۡ وَٱلۡغَاوُۥنَ ٩٤Îdî ewan û bi tevê, wanê ku ava rû derketine (di wê royê da) li pey hev li bal agir da têne avêtinê وَجُنُودُ إِبۡلِيسَ أَجۡمَعُونَ ٩٥Hemû leşkerê pelîd jî قَالُواْ وَهُمۡ فِيهَا يَخۡتَصِمُونَ ٩٦Ewan di dojê da bi hev ra tekoşîn dikirin (ji hev ra aha) digotibûne تَٱللَّهِ إِن كُنَّا لَفِي ضَلَٰلٍ مُّبِينٍ ٩٧Bi Yezdan, em bi rastî di rê wundabûneke xûya da nin إِذۡ نُسَوِّيكُم بِرَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٩٨Loma bi rastî me hûn (gelî putan!) dixistine hempayê Xuda yê cîhanê وَمَآ أَضَلَّنَآ إِلَّا ٱلۡمُجۡرِمُونَ ٩٩Ji pêştirê gýonehkaran, tu kesekî em ji rêya rast dernexistine فَمَا لَنَا مِن شَٰفِعِينَ ١٠٠Îdî ji bona me ra qe tu mehder jî tune ye وَلَا صَدِيقٍ حَمِيمٍ ١٠١Û tu destê parisvan jî tune ye فَلَوۡ أَنَّ لَنَا كَرَّةً فَنَكُونَ مِنَ ٱلۡمُؤۡمِنِينَ ١٠٢Xwezîka ji bona me ra carekî dinê jî (li bal cihanê da zivirandinek hebûya). Îdî meyê bawer bikira إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَةًۖ وَمَا كَانَ أَكۡثَرُهُم مُّؤۡمِنِينَ ١٠٣Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê ji wan bawer nakin وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ ٱلۡعَزِيزُ ٱلرَّحِيمُ ١٠٤Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e كَذَّبَتۡ قَوۡمُ نُوحٍ ٱلۡمُرۡسَلِينَ ١٠٥Komalê Nûh jî saîyê xwe dane derewdêrandinê إِذۡ قَالَ لَهُمۡ أَخُوهُمۡ نُوحٌ أَلَا تَتَّقُونَ ١٠٦Di gavekî da birayê wan ê Nûh ji bona wan ra (aha) gotibû: "Hûn qe xudaparizî nakin إِنِّي لَكُمۡ رَسُولٌ أَمِينٌ ١٠٧Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me فَٱتَّقُواْ ٱللَّهَ وَأَطِيعُونِ ١٠٨Îdî hûn xudaparizî, bikin û bi gotina min bikin وَمَآ أَسۡـَٔلُكُمۡ عَلَيۡهِ مِنۡ أَجۡرٍۖ إِنۡ أَجۡرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ١٠٩Ez ji bona (van şîretan) qe tu kiryekî ji we naxwazim: kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye فَٱتَّقُواْ ٱللَّهَ وَأَطِيعُونِ ١١٠Îdî hûn yezdanparizî bikin û hûn bi gotina min bikin ۞ قَالُوٓاْ أَنُؤۡمِنُ لَكَ وَٱتَّبَعَكَ ٱلۡأَرۡذَلُونَ ١١١Ewan (bersiva Nûh aha dane û) gotine: "Peyrewên te hemû riswa ne (ka îdî) emê ça bi te bawer bikin قَالَ وَمَا عِلۡمِي بِمَا كَانُواْ يَعۡمَلُونَ ١١٢Nûh ji bona wan ra aha bersiv daye gotîye: "Tu zanîna min (bi hundurê) kirina wan tune ye (lê bi tenê ez bi kirinê wan ê xûyayî dizanim) إِنۡ حِسَابُهُمۡ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّيۖ لَوۡ تَشۡعُرُونَ ١١٣Heke giza zanîna we (bi van) hebe (hûn dizanin) ku hijmara (kirinê) wan hey Xudayê min pêk tîne وَمَآ أَنَا۠ بِطَارِدِ ٱلۡمُؤۡمِنِينَ ١١٤Ez bi xweber jî nikarim bawergeran derkim إِنۡ أَنَا۠ إِلَّا نَذِيرٌ مُّبِينٌ ١١٥(Ez ji bona kesan ra) hey hişyarkarekî xûya me قَالُواْ لَئِن لَّمۡ تَنتَهِ يَٰنُوحُ لَتَكُونَنَّ مِنَ ٱلۡمَرۡجُومِينَ ١١٦Ewî (komalê Nûh, bersiva wî dane û) gotibûne, "Nûh! Heke tu ji van (kirin û gotinê xwe) xwe neparisînî, bi rastî tu ê bibî ji wan قَالَ رَبِّ إِنَّ قَوۡمِي كَذَّبُونِ ١١٧(Gava Nûh ji wan bê guman bûye, ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî komalê min, ez dame derevdêrandinê فَٱفۡتَحۡ بَيۡنِي وَبَيۡنَهُمۡ فَتۡحًا وَنَجِّنِي وَمَن مَّعِيَ مِنَ ٱلۡمُؤۡمِنِينَ ١١٨Îdî (Xudayê min!) tu di nava min û wanan da (bi berewaýýnî) raqetinê bike, tu min û ewanê bawerger yên bi min ra hene! Ji (vî komalê cewýkar) fereste bike فَأَنجَيۡنَٰهُ وَمَن مَّعَهُۥ فِي ٱلۡفُلۡكِ ٱلۡمَشۡحُونِ ١١٩Pasê me jî (Nûh) û ewanê bi wî ra di keleka tijî da fereste kirin ثُمَّ أَغۡرَقۡنَا بَعۡدُ ٱلۡبَاقِينَ ١٢٠Me paş da ewanê mayî di avê da feşirandin (Xeniqandin) إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَةًۖ وَمَا كَانَ أَكۡثَرُهُم مُّؤۡمِنِينَ ١٢١Bi rastýtî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ ٱلۡعَزِيزُ ٱلرَّحِيمُ ١٢٢Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e كَذَّبَتۡ عَادٌ ٱلۡمُرۡسَلِينَ ١٢٣(Komalê) ´Ad jî saîyên xwe dane derewdêrandinê إِذۡ قَالَ لَهُمۡ أَخُوهُمۡ هُودٌ أَلَا تَتَّقُونَ ١٢٤Di gava, ku birayê wan ê Hûd (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin إِنِّي لَكُمۡ رَسُولٌ أَمِينٌ ١٢٥Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me فَٱتَّقُواْ ٱللَّهَ وَأَطِيعُونِ ١٢٦Îdî Hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin وَمَآ أَسۡـَٔلُكُمۡ عَلَيۡهِ مِنۡ أَجۡرٍۖ إِنۡ أَجۡرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ١٢٧Ez biý van (şîretan) ji we qe tu kirêkî naxwazim. Kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye أَتَبۡنُونَ بِكُلِّ رِيعٍ ءَايَةً تَعۡبَثُونَ ١٢٨Hûn li ser hemî rêyan (ji bona şaskirina rêwîyan) topikan çê dikin; bi tiştê beredayî ra mijûl dibin وَتَتَّخِذُونَ مَصَانِعَ لَعَلَّكُمۡ تَخۡلُدُونَ ١٢٩Û hûn guman dikin, ku hûnê (di cîhanê da) her bimînin, hûn ji bona xwe ra (bingehê) pêşeyên binecî ava dikin وَإِذَا بَطَشۡتُم بَطَشۡتُمۡ جَبَّارِينَ ١٣٠Û hûn gava yekê (ji bona şapatkirinê bigirin) hûn ewan wekî hincerokan digirin فَٱتَّقُواْ ٱللَّهَ وَأَطِيعُونِ ١٣١Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin وَٱتَّقُواْ ٱلَّذِيٓ أَمَدَّكُم بِمَا تَعۡلَمُونَ ١٣٢Ewê ku mal û berxudarya hûn pê dizanin, daye we heye! Hûn parizaya wî bikin أَمَدَّكُم بِأَنۡعَٰمٍ وَبَنِينَ ١٣٣Ewî (Xudaê) bi tariş û kuran hûn bi hêz kidrine وَجَنَّٰتٍ وَعُيُونٍ ١٣٤Û bi rez û kanîya jî (hûn bi hêz kirine) إِنِّيٓ أَخَافُ عَلَيۡكُمۡ عَذَابَ يَوۡمٍ عَظِيمٍ ١٣٥Bi rastî ez ditirsim, ku şapata ro ya mezin bi we da were قَالُواْ سَوَآءٌ عَلَيۡنَآ أَوَعَظۡتَ أَمۡ لَمۡ تَكُن مِّنَ ٱلۡوَٰعِظِينَ ١٣٦Ewan (bersiva Hûd dane, aha) gotine: "(Hûd) tu şîretan bikî, ya jî qe nebî ji wanê şîretkar, li bal me yek e إِنۡ هَٰذَآ إِلَّا خُلُقُ ٱلۡأَوَّلِينَ ١٣٧Evan (kirin û gotinê te) hey xûye wan ê borîne وَمَا نَحۡنُ بِمُعَذَّبِينَ ١٣٨Û em nayêne şapatkirinê فَكَذَّبُوهُ فَأَهۡلَكۡنَٰهُمۡۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَةًۖ وَمَا كَانَ أَكۡثَرُهُم مُّؤۡمِنِينَ ١٣٩Îdî ewan (Hûd) dane derewdêrandinê û me jî ewan teşqele kirin. Bi rastî di vê (bûyere da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ ٱلۡعَزِيزُ ٱلرَّحِيمُ ١٤٠Bi rastî hey servahatê dilovîn Xudayê te ye كَذَّبَتۡ ثَمُودُ ٱلۡمُرۡسَلِينَ ١٤١Komalê Semûd jî Saî dane derewdêrandinê إِذۡ قَالَ لَهُمۡ أَخُوهُمۡ صَٰلِحٌ أَلَا تَتَّقُونَ ١٤٢Di gava, ku biraê wan ê Salih (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin إِنِّي لَكُمۡ رَسُولٌ أَمِينٌ ١٤٣Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (û bal we da hatime şandinê) فَٱتَّقُواْ ٱللَّهَ وَأَطِيعُونِ ١٤٤Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin وَمَآ أَسۡـَٔلُكُمۡ عَلَيۡهِ مِنۡ أَجۡرٍۖ إِنۡ أَجۡرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ١٤٥Ez ji bona van (şîretan) qe ji we tu kirêkî naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye أَتُتۡرَكُونَ فِي مَا هَٰهُنَآ ءَامِنِينَ ١٤٦Qey hûn (guman dikin) ku hûnê di cîhanê da bi ewletî bêne hîştinê فِي جَنَّٰتٍ وَعُيُونٍ ١٤٧Di nava rez û kanîyan da وَزُرُوعٍ وَنَخۡلٍ طَلۡعُهَا هَضِيمٌ ١٤٨Di nava çandin û nexlistanê, ku çiqilê dar a xurmê wan ji devîyên berêwan nermin وَتَنۡحِتُونَ مِنَ ٱلۡجِبَالِ بُيُوتًا فَٰرِهِينَ ١٤٩Û hûn (di kevirên) çîyan da bi berxudarî xanîyan dikolin فَٱتَّقُواْ ٱللَّهَ وَأَطِيعُونِ ١٥٠Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin وَلَا تُطِيعُوٓاْ أَمۡرَ ٱلۡمُسۡرِفِينَ ١٥١Û hûn bi gotina feşartekan (musrif) nekin ٱلَّذِينَ يُفۡسِدُونَ فِي ٱلۡأَرۡضِ وَلَا يُصۡلِحُونَ ١٥٢Ewanê di zemîn da tevdanî dikin û aştî nakin hene! Ewan feşartok in قَالُوٓاْ إِنَّمَآ أَنتَ مِنَ ٱلۡمُسَحَّرِينَ ١٥٣Ewanan (bersiva Salih aha dane û) gotine: "Bi rastî (Salih!) ewanê rind hatine ançkirinê hene! Tu ji wan î مَآ أَنتَ إِلَّا بَشَرٌ مِّثۡلُنَا فَأۡتِ بِـَٔايَةٍ إِن كُنتَ مِنَ ٱلصَّٰدِقِينَ ١٥٤Tu jî hey merivekî wekî me yî, îdî heke tu di doza xwe da rast î, ka ji me ra berateke (derhoze) bîne قَالَ هَٰذِهِۦ نَاقَةٌ لَّهَا شِرۡبٌ وَلَكُمۡ شِرۡبُ يَوۡمٍ مَّعۡلُومٍ ١٥٥(Salih ji bona wan ra aha bisyar daye û) gotîye: "Eva deva (şutir) hanê ji bona we ra (berateke derhoze ye). Di royeke diyarî da av vexwarin ji bona wê ra ne, royekî jî ji bona we ra ne وَلَا تَمَسُّوهَا بِسُوٓءٍ فَيَأۡخُذَكُمۡ عَذَابُ يَوۡمٍ عَظِيمٍ ١٥٦Hûn bi sikatî nêzîkê wê devê nebin. (Heke hûn sikatîya wê devê bikin) wê şapata ro ya mezin bi we bigire فَعَقَرُوهَا فَأَصۡبَحُواْ نَٰدِمِينَ ١٥٧Axirî ewan serê devê jêkirin, îdî ewan (ji serjêkirina devê) poşman bûn فَأَخَذَهُمُ ٱلۡعَذَابُۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَةًۖ وَمَا كَانَ أَكۡثَرُهُم مُّؤۡمِنِينَ ١٥٨Paşê şapatê ewan girtin. Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ ٱلۡعَزِيزُ ٱلرَّحِيمُ ١٥٩Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e كَذَّبَتۡ قَوۡمُ لُوطٍ ٱلۡمُرۡسَلِينَ ١٦٠Komalê Lût jî saî dane derewdêrandinê إِذۡ قَالَ لَهُمۡ أَخُوهُمۡ لُوطٌ أَلَا تَتَّقُونَ ١٦١Di gava, ku birayê wan ê Lût ji bona wan ra (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)-parizî nakin إِنِّي لَكُمۡ رَسُولٌ أَمِينٌ ١٦٢Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me (li bal we da hatime şandinê) فَٱتَّقُواْ ٱللَّهَ وَأَطِيعُونِ ١٦٣Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin وَمَآ أَسۡـَٔلُكُمۡ عَلَيۡهِ مِنۡ أَجۡرٍۖ إِنۡ أَجۡرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ١٦٤Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirêkî ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye أَتَأۡتُونَ ٱلذُّكۡرَانَ مِنَ ٱلۡعَٰلَمِينَ ١٦٥Di cîhanê da, hûn ça tûşê mêran dibin وَتَذَرُونَ مَا خَلَقَ لَكُمۡ رَبُّكُم مِّنۡ أَزۡوَٰجِكُمۚ بَلۡ أَنتُمۡ قَوۡمٌ عَادُونَ ١٦٦Ewan jinên we ne, ku Xudayê we ji bona we ra, ji wan jinan (xweşî) afirandîye, hûn ça dest ji wan berdidin? (Wekî we nîne!). Bi rastî hûn komalekî wusa nin; hûn ji tixûbê xwe borîne قَالُواْ لَئِن لَّمۡ تَنتَهِ يَٰلُوطُ لَتَكُونَنَّ مِنَ ٱلۡمُخۡرَجِينَ ١٦٧Ewan (bersiva Lût aha dane û) gotine: "Lût! Heke tu ji van (kirin û göotinê xwe) xwe nedî para da, tu ê bibî ji wan قَالَ إِنِّي لِعَمَلِكُم مِّنَ ٱلۡقَالِينَ ١٦٨(Lût bisyara wan aha daye û) gotiye: "Bi rastî rikê min ji van kirinê we tê رَبِّ نَجِّنِي وَأَهۡلِي مِمَّا يَعۡمَلُونَ ١٦٩Xudayê min! Tu min û malîyên min ji kirinê wan fereste bike فَنَجَّيۡنَٰهُ وَأَهۡلَهُۥٓ أَجۡمَعِينَ ١٧٠Îdî me jî (Lût) û malîyên wî hemî fereste kirin إِلَّا عَجُوزًا فِي ٱلۡغَٰبِرِينَ ١٧١Hey di nava wan ê (di şapatê da mane) pîrek bi tenê (me fereste nekir) ثُمَّ دَمَّرۡنَا ٱلۡأٓخَرِينَ ١٧٢Îdî paşê me ewanê mayî teşqele kirin وَأَمۡطَرۡنَا عَلَيۡهِم مَّطَرًاۖ فَسَآءَ مَطَرُ ٱلۡمُنذَرِينَ ١٧٣Û me li ser wan da baranek barandîye.Ewanê hatine hişyarkirinê (bi vî ra jî ne hatine rêya rast) hene! Îdî (ji bona wan ra) siki ê barana ne إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَةًۖ وَمَا كَانَ أَكۡثَرُهُم مُّؤۡمِنِينَ ١٧٤Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ ٱلۡعَزِيزُ ٱلرَّحِيمُ ١٧٥Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e كَذَّبَ أَصۡحَٰبُ لۡـَٔيۡكَةِ ٱلۡمُرۡسَلِينَ ١٧٦Hevrî û (komalê li welatê bi nav) Eyketê jî saî dane derewdêrandinê إِذۡ قَالَ لَهُمۡ شُعَيۡبٌ أَلَا تَتَّقُونَ ١٧٧Di gava, ku birayê wan ê Şu´eyb (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)- parizî nakin إِنِّي لَكُمۡ رَسُولٌ أَمِينٌ ١٧٨Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (li bal we da hatime şandinê) فَٱتَّقُواْ ٱللَّهَ وَأَطِيعُونِ ١٧٩Îdî hûn bi gotina min bikin. Yezdanparizî bikin وَمَآ أَسۡـَٔلُكُمۡ عَلَيۡهِ مِنۡ أَجۡرٍۖ إِنۡ أَجۡرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ١٨٠Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirya ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye ۞ أَوۡفُواْ ٱلۡكَيۡلَ وَلَا تَكُونُواْ مِنَ ٱلۡمُخۡسِرِينَ ١٨١Hûn (gelê min!) pîvana xwe pêk bînin, hûn nebine ji wanê (ku pîvana xwe kêm dikin, û malê xwe ne dirust dikin) dibine ji wanê mal kêmger وَزِنُواْ بِٱلۡقِسۡطَاسِ ٱلۡمُسۡتَقِيمِ ١٨٢Û hûn (gelê min!) kêşa xwe (bê dexelî) bi kêşa rast pêk bînin وَلَا تَبۡخَسُواْ ٱلنَّاسَ أَشۡيَآءَهُمۡ وَلَا تَعۡثَوۡاْ فِي ٱلۡأَرۡضِ مُفۡسِدِينَ ١٨٣Û hûn (gelê min!) zîyana merivan (di mal û mafê) wan da nekin, hûn di zemîn da ji bona tevdanê negerin وَٱتَّقُواْ ٱلَّذِي خَلَقَكُمۡ وَٱلۡجِبِلَّةَ ٱلۡأَوَّلِينَ ١٨٤Û hûn (gelê min!) ewê, ku hûn û nişa berê afirandîye heye! Parizaya wî bikin قَالُوٓاْ إِنَّمَآ أَنتَ مِنَ ٱلۡمُسَحَّرِينَ ١٨٥Ewan (aha bersiva Şu´eyb dane û) gotine: "Bi rastî (Şu´eyb!) ewanê ku rind hatine ançkirinê hene! Tu bûyî ji wana وَمَآ أَنتَ إِلَّا بَشَرٌ مِّثۡلُنَا وَإِن نَّظُنُّكَ لَمِنَ ٱلۡكَٰذِبِينَ ١٨٦Tu jî hey merivekî wekî me yî, bi rastî em guman dikin, ku tu jî ji wanê virekî فَأَسۡقِطۡ عَلَيۡنَا كِسَفًا مِّنَ ٱلسَّمَآءِ إِن كُنتَ مِنَ ٱلصَّٰدِقِينَ ١٨٧Heke bi rastî tu ji wanê rastgoyî (di doza xwe da rast î) ka îdî tu ji ezmanan li ser me da cêtîyan (parça) bixe xarê قَالَ رَبِّيٓ أَعۡلَمُ بِمَا تَعۡمَلُونَ ١٨٨(Şu´eyb aha) got: "Xudayê min, bi kirinê we çêtir dizane فَكَذَّبُوهُ فَأَخَذَهُمۡ عَذَابُ يَوۡمِ ٱلظُّلَّةِۚ إِنَّهُۥ كَانَ عَذَابَ يَوۡمٍ عَظِيمٍ ١٨٩Îdî (ji piştî van şîretan jî, dîsa) ewan (Şu´eyb) dane derewdêrandinê (paşê) şapata ro ya (ku ewan di wê royê da ji german xwe avêtibûne ber) sîhê, bi wan girt, loma bi rastî ewa şapata royeke mezin bûye إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَةًۖ وَمَا كَانَ أَكۡثَرُهُم مُّؤۡمِنِينَ ١٩٠Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, bi vî ra jî pirê wan bawer nakin وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ ٱلۡعَزِيزُ ٱلرَّحِيمُ ١٩١Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e وَإِنَّهُۥ لَتَنزِيلُ رَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ١٩٢Bi rastî ewa (Qur´ana) hinartina Xuda ê cîhanê ye نَزَلَ بِهِ ٱلرُّوحُ ٱلۡأَمِينُ ١٩٣Canê ewle (Cibraîl) ewa hinartîye عَلَىٰ قَلۡبِكَ لِتَكُونَ مِنَ ٱلۡمُنذِرِينَ ١٩٤Ji bo ku tu bibî ji wanê hişyarvan (Cibraîl ewa Qur´aýýnê) li ser dile te da hinartîye بِلِسَانٍ عَرَبِيٍّ مُّبِينٍ ١٩٥Bi zimanekî ´erebîyî hizwartî وَإِنَّهُۥ لَفِي زُبُرِ ٱلۡأَوَّلِينَ ١٩٦Bi rastî (hinartina Qur´anê bi vî awayî) di wan pirtûkê berê da jî (salixê wê hebûye) أَوَلَمۡ يَكُن لَّهُمۡ ءَايَةً أَن يَعۡلَمَهُۥ عُلَمَٰٓؤُاْ بَنِيٓ إِسۡرَٰٓءِيلَ ١٩٧Ma qey zanîna, zanayên zarên cihûyan, ku (Qur´an bu vî awayî ji Xudayê cîhanê hatîye hinartinê) ji bona wan ra beratên derhoze nîne وَلَوۡ نَزَّلۡنَٰهُ عَلَىٰ بَعۡضِ ٱلۡأَعۡجَمِينَ ١٩٨Heke me ewa (Qur´ana) li ser hinekê bîyanê ´ereban da hinartîbûya فَقَرَأَهُۥ عَلَيۡهِم مَّا كَانُواْ بِهِۦ مُؤۡمِنِينَ ١٩٩Îdî ewê (bîyaýnýî) ewa (Qur´ana) ji bona (´ereban) bixûnda, ´ereban (bi Qur´anê} bawer ne dikir كَذَٰلِكَ سَلَكۡنَٰهُ فِي قُلُوبِ ٱلۡمُجۡرِمِينَ ٢٠٠Bi vî awayî me (ne bawerya bi Qur´anê) di dilê gonahkaran da bi cîh kirîye لَا يُؤۡمِنُونَ بِهِۦ حَتَّىٰ يَرَوُاْ ٱلۡعَذَابَ ٱلۡأَلِيمَ ٢٠١Ewan (filan) heya şapata dilsoz nebînin, bi wê (Qur´anê) bawer nakin فَيَأۡتِيَهُم بَغۡتَةً وَهُمۡ لَا يَشۡعُرُونَ ٢٠٢Îdî (şapat jî) wusa nişkêva bi wan da tê,qe haja wan (ji şapatê) namîne فَيَقُولُواْ هَلۡ نَحۡنُ مُنظَرُونَ ٢٠٣(Gava ewan nişkêva şapatê, dibînin, aha) dibêjin: "(Ji bona bawerya me ra gelo qe) firset nayê dayînê أَفَبِعَذَابِنَا يَسۡتَعۡجِلُونَ ٢٠٤Ma qey hêj ewan (filan) bi hatina şapata me lez dikin? (Dibêjin: "Heke tu ji rastgoyan î, bira şapat ji bona me ra lez were) أَفَرَءَيۡتَ إِن مَّتَّعۡنَٰهُمۡ سِنِينَ ٢٠٥Tu dibînî, heke me ewan bi salan berxudar bikira ثُمَّ جَآءَهُم مَّا كَانُواْ يُوعَدُونَ ٢٠٦Paşê ewa (şapata) ku ji bona wan ra hatîye peymandanê; bi wan da hatîbûya مَآ أَغۡنَىٰ عَنۡهُم مَّا كَانُواْ يُمَتَّعُونَ ٢٠٧Ewa berxudarya (ku ewan filan têda mabûne) ji bona wan ra, qe tu (parisîya ji şapatan) ne dida وَمَآ أَهۡلَكۡنَا مِن قَرۡيَةٍ إِلَّا لَهَا مُنذِرُونَ ٢٠٨Me çiqa welatek teşqele kiribe, hey ji bona wî (welatî ra) hişyardarek hebûye ذِكۡرَىٰ وَمَا كُنَّا ظَٰلِمِينَ ٢٠٩Ewî (hişyardarî, rûniştyên wî welatî) hişyar dikiribûne, loma bi rastî em ji cewrkaran nînin وَمَا تَنَزَّلَتۡ بِهِ ٱلشَّيَٰطِينُ ٢١٠Pelîdan (ewa Qur´ana) ne hinartine وَمَا يَنۢبَغِي لَهُمۡ وَمَا يَسۡتَطِيعُونَ ٢١١Şixwa ji bona (pelîdan jî) babet nîne ku ewê (Qur´anê) bihênirînin û ewan (pelîdan şixwa) nikarin jî (bihênirînin) إِنَّهُمۡ عَنِ ٱلسَّمۡعِ لَمَعۡزُولُونَ ٢١٢Loma ewan (pelîdan) bi rastî ji bîhistinê hatine dûrxistinê فَلَا تَدۡعُ مَعَ ٱللَّهِ إِلَٰهًا ءَاخَرَ فَتَكُونَ مِنَ ٱلۡمُعَذَّبِينَ ٢١٣(Muhemmed!) Tu bi Yezdan ra perestîöya tu ilahên mayî neke. Loma heke tu (perestîya ilahên mayî bikî) ewanê hatine aşîtkirinê hene! Tu dibî ji wan وَأَنذِرۡ عَشِيرَتَكَ ٱلۡأَقۡرَبِينَ ٢١٤Û tu (di cara yekem da) tîryên (pismam) xwe î nêzîk bide hişyarkirinê وَٱخۡفِضۡ جَنَاحَكَ لِمَنِ ٱتَّبَعَكَ مِنَ ٱلۡمُؤۡمِنِينَ ٢١٥Û tu çengê xwe ji bona peyrewên xwe yê bawerger ra nişîv bike (di hemberê wýan da rûmetkar û dilovîn be) فَإِنۡ عَصَوۡكَ فَقُلۡ إِنِّي بَرِيٓءٌ مِّمَّا تَعۡمَلُونَ ٢١٦Îdî heke ewan bê gotina te bikin, paşê tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez ji wan tiştên, ku hûn dikin, bê guman im وَتَوَكَّلۡ عَلَى ٱلۡعَزِيزِ ٱلرَّحِيمِ ٢١٧Û tu xwe hispêre li ser Yezdanê servahat ê dilovîn ٱلَّذِي يَرَىٰكَ حِينَ تَقُومُ ٢١٨Ewê gava tu radibî, te dibîne heye! (Yezdanê servahatî) ewa ye وَتَقَلُّبَكَ فِي ٱلسَّٰجِدِينَ ٢١٩Ewa gera te ye di nava secdebiran da heye! (Yezdan ewî jî dibîne) إِنَّهُۥ هُوَ ٱلسَّمِيعُ ٱلۡعَلِيمُ ٢٢٠Loma bi rastî ewa bi xweber pir bîhêstê pir zana ye هَلۡ أُنَبِّئُكُمۡ عَلَىٰ مَن تَنَزَّلُ ٱلشَّيَٰطِينُ ٢٢١Ez ji bona we ra bêjim; ka pelîd li ser kîjanan dihinire تَنَزَّلُ عَلَىٰ كُلِّ أَفَّاكٍ أَثِيمٍ ٢٢٢(Pelîd) li ser hemî virekên gonehkar dihinirin يُلۡقُونَ ٱلسَّمۡعَ وَأَكۡثَرُهُمۡ كَٰذِبُونَ ٢٢٣Ewan (virekan) gohdarya (pelîdan) dikin, pirê wan jî (tiştên) vir (li bal serkarên ýwe ra davêjin) وَٱلشُّعَرَآءُ يَتَّبِعُهُمُ ٱلۡغَاوُۥنَ ٢٢٤Temtêla (xozaýýnan jî ahane), "peyýrewîya wan hey merivên, garyaî dikin أَلَمۡ تَرَ أَنَّهُمۡ فِي كُلِّ وَادٍ يَهِيمُونَ ٢٢٥Ma qey tu nabînî, ku (ewan xozanan) di hemî newalan da li hev dizivirînin û dibêjin وَأَنَّهُمۡ يَقُولُونَ مَا لَا يَفۡعَلُونَ ٢٢٦Loma bi rastî ewan (Xozanan) tişta nakin dibêjin إِلَّا ٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ وَعَمِلُواْ ٱلصَّٰلِحَٰتِ وَذَكَرُواْ ٱللَّهَ كَثِيرًا وَٱنتَصَرُواْ مِنۢ بَعۡدِ مَا ظُلِمُواْۗ وَسَيَعۡلَمُ ٱلَّذِينَ ظَلَمُوٓاْ أَيَّ مُنقَلَبٍ يَنقَلِبُونَ ٢٢٧Ji pêştirê wan (xozanên) ku bawer kirine û karê aştî kirine û Yezdan pir bîra xwe anîne û ji piştî ku li wan hatibe cewrkirinê; (ji bona servahatina xwe xebat kiribin) û serfiraz bibin. Di nezîk da ewanê cewr - kirine hene! Wê bizanin ka wê li bal kîjan êwirê da bizivirin

Translation: Unknown.