Millat al-Islam

Chapter 40 · 85 verses · Unknown

Surah Ghafir in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Ghafir (1245 reciters)
Meccanسورة غافر85 verses

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

حمٓ ١Ha, Mîm تَنزِيلُ ٱلۡكِتَٰبِ مِنَ ٱللَّهِ ٱلۡعَزِيزِ ٱلۡعَلِيمِ ٢Daxistina kitêbê ji Xudayê serkeftiyê zana ye غَافِرِ ٱلذَّنۢبِ وَقَابِلِ ٱلتَّوۡبِ شَدِيدِ ٱلۡعِقَابِ ذِي ٱلطَّوۡلِۖ لَآ إِلَٰهَ إِلَّا هُوَۖ إِلَيۡهِ ٱلۡمَصِيرُ ٣Ew bexþendekarê gunehan û litekarê poþmaniyan, ezab dijwarê xwedan qencî ye; ji wî pêve tu Xuda nînin; veger her bal wî ve ye مَا يُجَٰدِلُ فِيٓ ءَايَٰتِ ٱللَّهِ إِلَّا ٱلَّذِينَ كَفَرُواْ فَلَا يَغۡرُرۡكَ تَقَلُّبُهُمۡ فِي ٱلۡبِلَٰدِ ٤Ji ewên kafir bûne pêve kes di ayetê Xuda de xirecirê nake vêca bira çûn û hatina wan di welatan de te nexapîne كَذَّبَتۡ قَبۡلَهُمۡ قَوۡمُ نُوحٍ وَٱلۡأَحۡزَابُ مِنۢ بَعۡدِهِمۡۖ وَهَمَّتۡ كُلُّ أُمَّةِۭ بِرَسُولِهِمۡ لِيَأۡخُذُوهُۖ وَجَٰدَلُواْ بِٱلۡبَٰطِلِ لِيُدۡحِضُواْ بِهِ ٱلۡحَقَّ فَأَخَذۡتُهُمۡۖ فَكَيۡفَ كَانَ عِقَابِ ٥Berî wan komela Nûh û partiyên piþtî wan jî derewandin. Her civatî dixwest ku pêxemberê xwe bigre (bikuje), lê min wan girt; vêca ka ezabê min çewa bû وَكَذَٰلِكَ حَقَّتۡ كَلِمَتُ رَبِّكَ عَلَى ٱلَّذِينَ كَفَرُوٓاْ أَنَّهُمۡ أَصۡحَٰبُ ٱلنَّارِ ٦Her wuha peyva perwerdekarê te li ser ewên kafir bûne pêwist bû ku bêguman ew hevalê agir in ٱلَّذِينَ يَحۡمِلُونَ ٱلۡعَرۡشَ وَمَنۡ حَوۡلَهُۥ يُسَبِّحُونَ بِحَمۡدِ رَبِّهِمۡ وَيُؤۡمِنُونَ بِهِۦ وَيَسۡتَغۡفِرُونَ لِلَّذِينَ ءَامَنُواْۖ رَبَّنَا وَسِعۡتَ كُلَّ شَيۡءٍ رَّحۡمَةً وَعِلۡمًا فَٱغۡفِرۡ لِلَّذِينَ تَابُواْ وَٱتَّبَعُواْ سَبِيلَكَ وَقِهِمۡ عَذَابَ ٱلۡجَحِيمِ ٧(Feriþte) yên ku text hildigrin û ên hawîdorê wî bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe limêj dikin-wî pak didêrin û pê bawerî tînin û ji ên bawerî anîne re bexþînê dixwazin (û dibêjin:) "Perwerdekarê me! te bi dilovanî û zanîn her tiþtî dagirtiye, vêca tu ji ewên poþman bûne-vegeriyane û dane pey rêya te re bibexþîne û tu wan ji ezabê dojehê biparêze رَبَّنَا وَأَدۡخِلۡهُمۡ جَنَّٰتِ عَدۡنٍ ٱلَّتِي وَعَدتَّهُمۡ وَمَن صَلَحَ مِنۡ ءَابَآئِهِمۡ وَأَزۡوَٰجِهِمۡ وَذُرِّيَّٰتِهِمۡۚ إِنَّكَ أَنتَ ٱلۡعَزِيزُ ٱلۡحَكِيمُ ٨Perwerdekarê me! tu wan û ji bav û kalên wan û pîrekên wan û azbata wan yên qenc bûne têxe bihiþtê xweþiyê de. Bêguman tu, serkeftiyê hîkmetdar her tu yî وَقِهِمُ ٱلسَّيِّـَٔاتِۚ وَمَن تَقِ ٱلسَّيِّـَٔاتِ يَوۡمَئِذٍ فَقَدۡ رَحِمۡتَهُۥۚ وَذَٰلِكَ هُوَ ٱلۡفَوۡزُ ٱلۡعَظِيمُ ٩Û tu wan ji nebaþiyan biparêze. Tu, wê rojê, kî ji nebaþiyan biparêzî, êdî bêguman te lê dilovanî kiriye. Rizgariya herî mezin jî her eva haye إِنَّ ٱلَّذِينَ كَفَرُواْ يُنَادَوۡنَ لَمَقۡتُ ٱللَّهِ أَكۡبَرُ مِن مَّقۡتِكُمۡ أَنفُسَكُمۡ إِذۡ تُدۡعَوۡنَ إِلَى ٱلۡإِيمَٰنِ فَتَكۡفُرُونَ ١٠Bêguman ewên kafir bûne tên gazî kirin ku: "Hêrsa Xuda ji hêrsa we bi xwe mezintir e. Lewra hûn bal bawerîyê ve dihatin gazî kirin, vêca hûn kafir dibûn قَالُواْ رَبَّنَآ أَمَتَّنَا ٱثۡنَتَيۡنِ وَأَحۡيَيۡتَنَا ٱثۡنَتَيۡنِ فَٱعۡتَرَفۡنَا بِذُنُوبِنَا فَهَلۡ إِلَىٰ خُرُوجٍ مِّن سَبِيلٍ ١١Wan got ku: "Perwerdekarê me! te du cara me mirand û te du cara jî me jiyand, êdî me gunehên xwe li xwe daniye; vêca gelo bal derketinê ve rêyek heye ذَٰلِكُم بِأَنَّهُۥٓ إِذَا دُعِيَ ٱللَّهُ وَحۡدَهُۥ كَفَرۡتُمۡ وَإِن يُشۡرَكۡ بِهِۦ تُؤۡمِنُواْۚ فَٱلۡحُكۡمُ لِلَّهِ ٱلۡعَلِيِّ ٱلۡكَبِيرِ ١٢Ev (ezab)ê han ji ber vî ye ku bêguman gava Xuda bitenê dihate gazî kirin- hebandin hûn kafir dibûn, û eger jê re þirîk bihatana çêkirin we bawerî dianî. Êdî hukim her ê Xudayê herî bilindê herî mezin e هُوَ ٱلَّذِي يُرِيكُمۡ ءَايَٰتِهِۦ وَيُنَزِّلُ لَكُم مِّنَ ٱلسَّمَآءِ رِزۡقًاۚ وَمَا يَتَذَكَّرُ إِلَّا مَن يُنِيبُ ١٣Ew e ê ku ayetên (nîþanên) xwe nîþanî we dide û ji we re ji asîman rozî dadixe. Ji ê vedigere pêve kes nafikire-þîret nagire فَٱدۡعُواْ ٱللَّهَ مُخۡلِصِينَ لَهُ ٱلدِّينَ وَلَوۡ كَرِهَ ٱلۡكَٰفِرُونَ ١٤Her çend kafir nexwazin jî êdî hûn her gazî Xuda bikin-wî bihebînin, dîn jê re pak bidêrînin رَفِيعُ ٱلدَّرَجَٰتِ ذُو ٱلۡعَرۡشِ يُلۡقِي ٱلرُّوحَ مِنۡ أَمۡرِهِۦ عَلَىٰ مَن يَشَآءُ مِنۡ عِبَادِهِۦ لِيُنذِرَ يَوۡمَ ٱلتَّلَاقِ ١٥Ew bilindkirê payeyan e (û) xweyê text e; ji bendeyên xwe kî bivê giyanê (can, wehî, Qur´an, dilovaniyê) ji fermana xwe davê serê ji bo ku (wî) bi roja pergîhatinê hiþyar bike-bitirsîne يَوۡمَ هُم بَٰرِزُونَۖ لَا يَخۡفَىٰ عَلَى ٱللَّهِ مِنۡهُمۡ شَيۡءٌۚ لِّمَنِ ٱلۡمُلۡكُ ٱلۡيَوۡمَۖ لِلَّهِ ٱلۡوَٰحِدِ ٱلۡقَهَّارِ ١٦Roja ku ew tev li rastê xuya ne; tu tiþt ji wan li ser Xuda veþarî namîne. Mulk îro ê kî ye? Ê Xudayê yektayê herî serkeftî ye ٱلۡيَوۡمَ تُجۡزَىٰ كُلُّ نَفۡسِۭ بِمَا كَسَبَتۡۚ لَا ظُلۡمَ ٱلۡيَوۡمَۚ إِنَّ ٱللَّهَ سَرِيعُ ٱلۡحِسَابِ ١٧Îro her kes bi tiþtê bi dest xistiye tê celat kirinê. Îro tu neheqî-sitemkarî nîne. Bêguman Xuda, hesaba zû dibîne وَأَنذِرۡهُمۡ يَوۡمَ ٱلۡأٓزِفَةِ إِذِ ٱلۡقُلُوبُ لَدَى ٱلۡحَنَاجِرِ كَٰظِمِينَۚ مَا لِلظَّٰلِمِينَ مِنۡ حَمِيمٍ وَلَا شَفِيعٍ يُطَاعُ ١٨Û tu wan bi roja nêzhatî hiþyar bike-bitirsîne dema dil li nik qirika bi tirs û xem dagirtîne; ji sitemkaran re ne dostekî germ heye û ne jî mehdervanekî ku li pey tê çûyîn heye يَعۡلَمُ خَآئِنَةَ ٱلۡأَعۡيُنِ وَمَا تُخۡفِي ٱلصُّدُورُ ١٩Ew, bi çavên zexel û bi tiþtê sing vediþêrin dizane وَٱللَّهُ يَقۡضِي بِٱلۡحَقِّۖ وَٱلَّذِينَ يَدۡعُونَ مِن دُونِهِۦ لَا يَقۡضُونَ بِشَيۡءٍۗ إِنَّ ٱللَّهَ هُوَ ٱلسَّمِيعُ ٱلۡبَصِيرُ ٢٠Xuda bi rastiye hukim dike, û ewên ji pêþtirê wî gazî dikin bi tu tiþtî hukim nakin. Bêguman sehkirê baþ dibîne her Xuda ye ۞ أَوَلَمۡ يَسِيرُواْ فِي ٱلۡأَرۡضِ فَيَنظُرُواْ كَيۡفَ كَانَ عَٰقِبَةُ ٱلَّذِينَ كَانُواْ مِن قَبۡلِهِمۡۚ كَانُواْ هُمۡ أَشَدَّ مِنۡهُمۡ قُوَّةً وَءَاثَارًا فِي ٱلۡأَرۡضِ فَأَخَذَهُمُ ٱللَّهُ بِذُنُوبِهِمۡ وَمَا كَانَ لَهُم مِّنَ ٱللَّهِ مِن وَاقٍ ٢١Ma qey ew li rûyê zemîn negeriyane ku binêrin ka paþiya ewên beriya wan çewa bû? Ew ji wan bihêztir û di rûyê zemîn de bi rêç þop bêtir bûn; lê Xuda wan bi sedem gunehên wan girt û ji wan re tu parêzvan jî nebû ku wan ji Xuda biparêze ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمۡ كَانَت تَّأۡتِيهِمۡ رُسُلُهُم بِٱلۡبَيِّنَٰتِ فَكَفَرُواْ فَأَخَذَهُمُ ٱللَّهُۚ إِنَّهُۥ قَوِيٌّ شَدِيدُ ٱلۡعِقَابِ ٢٢Evê han ji ber ku bêguman ew, pêxemberên wan hey ji wan re nîþanên xuya dianîn lê ew kafir dibûn, êdî Xuda jî wan girt. Lewra bêguman ew hêzdar e ezabdijwar e وَلَقَدۡ أَرۡسَلۡنَا مُوسَىٰ بِـَٔايَٰتِنَا وَسُلۡطَٰنٍ مُّبِينٍ ٢٣Sond be me Mûsa bi ayetên xwe û bi delîlek xuya þand إِلَىٰ فِرۡعَوۡنَ وَهَٰمَٰنَ وَقَٰرُونَ فَقَالُواْ سَٰحِرٌ كَذَّابٌ ٢٤Bal Fîr´ewn û Haman û Qarûn; lê wan got ku: "Efsûngerek pirr derewkar e فَلَمَّا جَآءَهُم بِٱلۡحَقِّ مِنۡ عِندِنَا قَالُواْ ٱقۡتُلُوٓاْ أَبۡنَآءَ ٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ مَعَهُۥ وَٱسۡتَحۡيُواْ نِسَآءَهُمۡۚ وَمَا كَيۡدُ ٱلۡكَٰفِرِينَ إِلَّا فِي ضَلَٰلٍ ٢٥Vêca çi gava ew ji cem me bi rastiyê hate wan, gotin ku: "Hûn zarûyê ên pê re bawerî anîne bikujin û pîrekên wan zindî bihêlin." Lê xax û dafê kafiran hey di þaþîtî û tewþîtiyê de ye وَقَالَ فِرۡعَوۡنُ ذَرُونِيٓ أَقۡتُلۡ مُوسَىٰ وَلۡيَدۡعُ رَبَّهُۥٓۖ إِنِّيٓ أَخَافُ أَن يُبَدِّلَ دِينَكُمۡ أَوۡ أَن يُظۡهِرَ فِي ٱلۡأَرۡضِ ٱلۡفَسَادَ ٢٦Fîr´ewn got ku: "Hûn min berdim ez Mûsa bikujim û bira ew gazî perwerdekarê xwe bike. Bêguman ez ditirsim ku ew dînê we biguherîne yan ew di rûyê zemîn de xerabkarî derxe وَقَالَ مُوسَىٰٓ إِنِّي عُذۡتُ بِرَبِّي وَرَبِّكُم مِّن كُلِّ مُتَكَبِّرٍ لَّا يُؤۡمِنُ بِيَوۡمِ ٱلۡحِسَابِ ٢٧Mûsa got ku: "Ez xwe ji (xerabiya) her qureyê ku bi roja hîsabê (qiyametê) bawerî nayne davêjim perwerdekarê xwe û perwerdekarê we وَقَالَ رَجُلٌ مُّؤۡمِنٌ مِّنۡ ءَالِ فِرۡعَوۡنَ يَكۡتُمُ إِيمَٰنَهُۥٓ أَتَقۡتُلُونَ رَجُلًا أَن يَقُولَ رَبِّيَ ٱللَّهُ وَقَدۡ جَآءَكُم بِٱلۡبَيِّنَٰتِ مِن رَّبِّكُمۡۖ وَإِن يَكُ كَٰذِبًا فَعَلَيۡهِ كَذِبُهُۥۖ وَإِن يَكُ صَادِقًا يُصِبۡكُم بَعۡضُ ٱلَّذِي يَعِدُكُمۡۖ إِنَّ ٱللَّهَ لَا يَهۡدِي مَنۡ هُوَ مُسۡرِفٌ كَذَّابٌ ٢٨Zilamek bawermend ji malbata Fîr´ewn ku baweriya xwe vediþart got ku: "Ma hûnê zilamekî ku dibêje perwerdekarê min Xuda ye û tevî ku delîlên xuya ji pererdekarê we ji we re aniye bikujin? Eger ew derewkar be ji xwe derewa wî jê re ye û eger rastgo be, wê hinek tiþtê ji we re wade dide bê serê we. Bêguman Xuda kesê jihedderketiyê pirr derewkar nade ser reya rast يَٰقَوۡمِ لَكُمُ ٱلۡمُلۡكُ ٱلۡيَوۡمَ ظَٰهِرِينَ فِي ٱلۡأَرۡضِ فَمَن يَنصُرُنَا مِنۢ بَأۡسِ ٱللَّهِ إِن جَآءَنَاۚ قَالَ فِرۡعَوۡنُ مَآ أُرِيكُمۡ إِلَّا مَآ أَرَىٰ وَمَآ أَهۡدِيكُمۡ إِلَّا سَبِيلَ ٱلرَّشَادِ ٢٩Gelê min! îro mulk ê we ye, hûn di rûyê zemîn de serdest in, lê eger ezabê Xuda ji me re were êdî wê kî yariya me bike?" Fîr´ewn got ku: "Ez her tiþtê rast dibînim nîþa we didim û ez hey berê we didim rêya rast وَقَالَ ٱلَّذِيٓ ءَامَنَ يَٰقَوۡمِ إِنِّيٓ أَخَافُ عَلَيۡكُم مِّثۡلَ يَوۡمِ ٱلۡأَحۡزَابِ ٣٠Ewê bawêrî anîbû got ku: "Gelê min! bêguman ez li ser we ji (rojekî) wekî roja partiyan ditirsim مِثۡلَ دَأۡبِ قَوۡمِ نُوحٍ وَعَادٍ وَثَمُودَ وَٱلَّذِينَ مِنۢ بَعۡدِهِمۡۚ وَمَا ٱللَّهُ يُرِيدُ ظُلۡمًا لِّلۡعِبَادِ ٣١Wekî þopa Nûh û Ad û Semûd û ên pey wan. Xuda ji bendeyan re sitemkarî naxwaze وَيَٰقَوۡمِ إِنِّيٓ أَخَافُ عَلَيۡكُمۡ يَوۡمَ ٱلتَّنَادِ ٣٢Gelê min! bêguman ez li ser we ji (ezabê) roja tevgaziyê ditirsim يَوۡمَ تُوَلُّونَ مُدۡبِرِينَ مَا لَكُم مِّنَ ٱللَّهِ مِنۡ عَاصِمٍۗ وَمَن يُضۡلِلِ ٱللَّهُ فَمَا لَهُۥ مِنۡ هَادٍ ٣٣Roja hûnê piþt bidinê û birevin; tu perêzvan nikare we ji Xuda biparêze. Xuda kî ji rê þaþ bike êdî tu rêber jê re nînin وَلَقَدۡ جَآءَكُمۡ يُوسُفُ مِن قَبۡلُ بِٱلۡبَيِّنَٰتِ فَمَا زِلۡتُمۡ فِي شَكٍّ مِّمَّا جَآءَكُم بِهِۦۖ حَتَّىٰٓ إِذَا هَلَكَ قُلۡتُمۡ لَن يَبۡعَثَ ٱللَّهُ مِنۢ بَعۡدِهِۦ رَسُولًاۚ كَذَٰلِكَ يُضِلُّ ٱللَّهُ مَنۡ هُوَ مُسۡرِفٌ مُّرۡتَابٌ ٣٤Sond be, berê Yûsif jî bi delîlên xuya hate we, vêca hûn ji tiþtê ew pê hatibû hey di dudiliyê de bûn, heya gava ew mir, we got ku: "Xuda, piþtî wî qet tu pêxemberî naþîne." Xuda, kesê jihedderketiyê dudilî, wuha ji rê þaþ dike ٱلَّذِينَ يُجَٰدِلُونَ فِيٓ ءَايَٰتِ ٱللَّهِ بِغَيۡرِ سُلۡطَٰنٍ أَتَىٰهُمۡۖ كَبُرَ مَقۡتًا عِندَ ٱللَّهِ وَعِندَ ٱلَّذِينَ ءَامَنُواْۚ كَذَٰلِكَ يَطۡبَعُ ٱللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ قَلۡبِ مُتَكَبِّرٍ جَبَّارٍ ٣٥Ewên ku bêyî delîlekî xurt ku ji wan re hatiye di ayetê Xuda de xirecirê dikin li cem Xuda û li cem ên bawerî anîne, ew (xirecira wan) hêrsek mezin radika. Xuda, li ser her dilê qureyê zordar, wuha mohr dike وَقَالَ فِرۡعَوۡنُ يَٰهَٰمَٰنُ ٱبۡنِ لِي صَرۡحًا لَّعَلِّيٓ أَبۡلُغُ ٱلۡأَسۡبَٰبَ ٣٦Fîr´ewn jî got ku: "Hamano! tu ji min re koþkekî lêke, dibe ez bigihîjim deriyan أَسۡبَٰبَ ٱلسَّمَٰوَٰتِ فَأَطَّلِعَ إِلَىٰٓ إِلَٰهِ مُوسَىٰ وَإِنِّي لَأَظُنُّهُۥ كَٰذِبًاۚ وَكَذَٰلِكَ زُيِّنَ لِفِرۡعَوۡنَ سُوٓءُ عَمَلِهِۦ وَصُدَّ عَنِ ٱلسَّبِيلِۚ وَمَا كَيۡدُ فِرۡعَوۡنَ إِلَّا فِي تَبَابٍ ٣٧Deriyê asîmana, vêca ez bi ser Xudayê Mûsa vebim, lê bi rastî ez wî derewkar guman dikim." Ji Fîr´ewn re karê wî yê xerab wuha hat xemilandin û ew ji rê hat liba xistin. Xax û dafê Fîr´ewn hey pûç û beredayî ne وَقَالَ ٱلَّذِيٓ ءَامَنَ يَٰقَوۡمِ ٱتَّبِعُونِ أَهۡدِكُمۡ سَبِيلَ ٱلرَّشَادِ ٣٨Ewê bawerî anîbû got ku: "Gelê min! hûn bidin pey min, ezê we bigihînim rêya rastiyê يَٰقَوۡمِ إِنَّمَا هَٰذِهِ ٱلۡحَيَوٰةُ ٱلدُّنۡيَا مَتَٰعٌ وَإِنَّ ٱلۡأٓخِرَةَ هِيَ دَارُ ٱلۡقَرَارِ ٣٩Gelê min! bêguman ev jiyana dinê tenê hinek xweþî ye, û bi rastî axret her warê mayînê ye مَنۡ عَمِلَ سَيِّئَةً فَلَا يُجۡزَىٰٓ إِلَّا مِثۡلَهَاۖ وَمَنۡ عَمِلَ صَٰلِحًا مِّن ذَكَرٍ أَوۡ أُنثَىٰ وَهُوَ مُؤۡمِنٌ فَأُوْلَٰٓئِكَ يَدۡخُلُونَ ٱلۡجَنَّةَ يُرۡزَقُونَ فِيهَا بِغَيۡرِ حِسَابٍ ٤٠Kî karekî xerab bike ew hey biqasî wî tê celat kirinê û ji mêr û jina kî karê qenc bike û ew bawermend be êdî ewên han dikevin bihiþtê, ew tê de bêjimar têne rozî kirin ۞ وَيَٰقَوۡمِ مَا لِيٓ أَدۡعُوكُمۡ إِلَى ٱلنَّجَوٰةِ وَتَدۡعُونَنِيٓ إِلَى ٱلنَّارِ ٤١Gelê min! ma çi bûye ji min ku ez we gazî bal rizgarîyê ve dikim û hûn min gazî bal agir ve dikin تَدۡعُونَنِي لِأَكۡفُرَ بِٱللَّهِ وَأُشۡرِكَ بِهِۦ مَا لَيۡسَ لِي بِهِۦ عِلۡمٌ وَأَنَا۠ أَدۡعُوكُمۡ إِلَى ٱلۡعَزِيزِ ٱلۡغَفَّٰرِ ٤٢Hûn gazî min dikin ku ez bi Xuda kafir bibim û jê re tiþtê ku zanîna min pê nîne têxîm þirîk; tevî ku ez we gazî bal (Xudayê) serkeftiyê pirr bexþendekar ve dikim لَا جَرَمَ أَنَّمَا تَدۡعُونَنِيٓ إِلَيۡهِ لَيۡسَ لَهُۥ دَعۡوَةٌ فِي ٱلدُّنۡيَا وَلَا فِي ٱلۡأٓخِرَةِ وَأَنَّ مَرَدَّنَآ إِلَى ٱللَّهِ وَأَنَّ ٱلۡمُسۡرِفِينَ هُمۡ أَصۡحَٰبُ ٱلنَّارِ ٤٣Ziyan nake, bêguman tiþtê hûn min bal ve gazî dikin jê re ne di dinê de û ne jî di axretê de dozekî heye, û bêguman vegera me her bal Xuda ve ye û bi rastî ên jihedderketî her ew hevalê agir in فَسَتَذۡكُرُونَ مَآ أَقُولُ لَكُمۡۚ وَأُفَوِّضُ أَمۡرِيٓ إِلَى ٱللَّهِۚ إِنَّ ٱللَّهَ بَصِيرُۢ بِٱلۡعِبَادِ ٤٤Vêca hûnê di nêz de tiþtê ez ji we re dibêjim di bîr bînin, û ez karê xwe her dispêrim Xuda. Lewra bêguman Xuda bendeyan baþ dibîne فَوَقَىٰهُ ٱللَّهُ سَيِّـَٔاتِ مَا مَكَرُواْۖ وَحَاقَ بِـَٔالِ فِرۡعَوۡنَ سُوٓءُ ٱلۡعَذَابِ ٤٥Vêca Xuda wî ji xerabiyê tiþtê lê xax û daf çêkiribûn parast û xerabê ezaba malbata Fîr´ewn girte nav xwe ٱلنَّارُ يُعۡرَضُونَ عَلَيۡهَا غُدُوًّا وَعَشِيًّاۚ وَيَوۡمَ تَقُومُ ٱلسَّاعَةُ أَدۡخِلُوٓاْ ءَالَ فِرۡعَوۡنَ أَشَدَّ ٱلۡعَذَابِ ٤٦Ew sibe û êvara li ser agir têne pêþkêþ kirin û roja danê qiyametê radibe hûn malbata Fîr´ewn têxin zortirê ezaba وَإِذۡ يَتَحَآجُّونَ فِي ٱلنَّارِ فَيَقُولُ ٱلضُّعَفَٰٓؤُاْ لِلَّذِينَ ٱسۡتَكۡبَرُوٓاْ إِنَّا كُنَّا لَكُمۡ تَبَعًا فَهَلۡ أَنتُم مُّغۡنُونَ عَنَّا نَصِيبًا مِّنَ ٱلنَّارِ ٤٧Û (di bîr bîne) dema ew di agir de bi hev re xirecirê dikin, vêca ên bindest ji ewên serdestên qure re dibêjin ku: Bêguman em peyrewê we bûn, vêca hûn dikarin parîkî agir ji me dûr bikin-me jê bêhewce kin قَالَ ٱلَّذِينَ ٱسۡتَكۡبَرُوٓاْ إِنَّا كُلٌّ فِيهَآ إِنَّ ٱللَّهَ قَدۡ حَكَمَ بَيۡنَ ٱلۡعِبَادِ ٤٨Ewên serdestên qure gotin ku: "Bêguman em tev tê de ne. Bêguman Xuda di navbera bendeyan de hukim kiriye وَقَالَ ٱلَّذِينَ فِي ٱلنَّارِ لِخَزَنَةِ جَهَنَّمَ ٱدۡعُواْ رَبَّكُمۡ يُخَفِّفۡ عَنَّا يَوۡمًا مِّنَ ٱلۡعَذَابِ ٤٩Ewên di agir de ji dergavanê dojehê re gotin ku: "Hûn ji perwerdekarê xwe bixwazin bira rojek ezab ji me sivik bike قَالُوٓاْ أَوَلَمۡ تَكُ تَأۡتِيكُمۡ رُسُلُكُم بِٱلۡبَيِّنَٰتِۖ قَالُواْ بَلَىٰۚ قَالُواْ فَٱدۡعُواْۗ وَمَا دُعَٰٓؤُاْ ٱلۡكَٰفِرِينَ إِلَّا فِي ضَلَٰلٍ ٥٠(Dergavanan) got ku: Ma qey pêxemberên we ji we re delîlên xuya neanîn." Gotin: "Belê (anîn)." (Dergavanan) got ku: "Hûn gazî kin, lê gaziya kafiran hey pûç û beredaye إِنَّا لَنَنصُرُ رُسُلَنَا وَٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ فِي ٱلۡحَيَوٰةِ ٱلدُّنۡيَا وَيَوۡمَ يَقُومُ ٱلۡأَشۡهَٰدُ ٥١Bêguman em, hem di jiyana dinê de û hem jî di roja ku danas radibin de yariya pêxemberên xwe û ên bawerî anîne dikin يَوۡمَ لَا يَنفَعُ ٱلظَّٰلِمِينَ مَعۡذِرَتُهُمۡۖ وَلَهُمُ ٱللَّعۡنَةُ وَلَهُمۡ سُوٓءُ ٱلدَّارِ ٥٢Roja ku poþmaniya sitemkaran bi kêrî wan nayê û ji wan re lanet heye û ji wan re warê nexweþ heye وَلَقَدۡ ءَاتَيۡنَا مُوسَى ٱلۡهُدَىٰ وَأَوۡرَثۡنَا بَنِيٓ إِسۡرَٰٓءِيلَ ٱلۡكِتَٰبَ ٥٣Sond be me rêberiyê da Mûsa û me zariyê Îsraîl kire wêrisê kitêbê هُدًى وَذِكۡرَىٰ لِأُوْلِي ٱلۡأَلۡبَٰبِ ٥٤Ku ew ji xwedan hiþan re rêber û bîranîn e-þîret e فَٱصۡبِرۡ إِنَّ وَعۡدَ ٱللَّهِ حَقٌّ وَٱسۡتَغۡفِرۡ لِذَنۢبِكَ وَسَبِّحۡ بِحَمۡدِ رَبِّكَ بِٱلۡعَشِيِّ وَٱلۡإِبۡكَٰرِ ٥٥Vêca tu bîhna xwe fireh ke, lewra bêguman wada Xuda rast e û tu ji gunehê xwe re bexþînê bixwaze û êvar û sibeha bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî pak bêrî bidêre إِنَّ ٱلَّذِينَ يُجَٰدِلُونَ فِيٓ ءَايَٰتِ ٱللَّهِ بِغَيۡرِ سُلۡطَٰنٍ أَتَىٰهُمۡ إِن فِي صُدُورِهِمۡ إِلَّا كِبۡرٌ مَّا هُم بِبَٰلِغِيهِۚ فَٱسۡتَعِذۡ بِٱللَّهِۖ إِنَّهُۥ هُوَ ٱلسَّمِيعُ ٱلۡبَصِيرُ ٥٦Bêguman ewên ku bêyî delîlek xurt ku ji wan re hatine di ayetê Xuda de xirecirê dikin, ew hey di singê wan de quretî heye ku ew nagihîjinê (nagihîjin mebesta quretiya xwe). Vêca tu xwe bavê Xuda. Lewra bêguman ew her sehkir e baþ dibîne لَخَلۡقُ ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلۡأَرۡضِ أَكۡبَرُ مِنۡ خَلۡقِ ٱلنَّاسِ وَلَٰكِنَّ أَكۡثَرَ ٱلنَّاسِ لَا يَعۡلَمُونَ ٥٧Sond be aferandina asîmana û zemîn ji aferandina mirovan meztir e, lê belê pirrî mirovan nizanin وَمَا يَسۡتَوِي ٱلۡأَعۡمَىٰ وَٱلۡبَصِيرُ وَٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ وَعَمِلُواْ ٱلصَّٰلِحَٰتِ وَلَا ٱلۡمُسِيٓءُۚ قَلِيلًا مَّا تَتَذَكَّرُونَ ٥٨Ê kor û ê dibîne nabin yek; ên bawerî anîne û karên qenc kirine û ê xerab jî (nabin yek). Hûn çiqas hindik difikirin-þîret digrin إِنَّ ٱلسَّاعَةَ لَأٓتِيَةٌ لَّا رَيۡبَ فِيهَا وَلَٰكِنَّ أَكۡثَرَ ٱلنَّاسِ لَا يُؤۡمِنُونَ ٥٩Bêguman danê qiyametê hey tê ku tu dudilî tê de nîne, lê belê pirrî mirovan bawer nakin وَقَالَ رَبُّكُمُ ٱدۡعُونِيٓ أَسۡتَجِبۡ لَكُمۡۚ إِنَّ ٱلَّذِينَ يَسۡتَكۡبِرُونَ عَنۡ عِبَادَتِي سَيَدۡخُلُونَ جَهَنَّمَ دَاخِرِينَ ٦٠Perwerdekarê we got ku: "Hûn gazî min bikin ezê bersiva we bidim. Bêguman ên ku ji hebandina min quretî dikin wê bi sitûxorî têkevin dojehê ٱللَّهُ ٱلَّذِي جَعَلَ لَكُمُ ٱلَّيۡلَ لِتَسۡكُنُواْ فِيهِ وَٱلنَّهَارَ مُبۡصِرًاۚ إِنَّ ٱللَّهَ لَذُو فَضۡلٍ عَلَى ٱلنَّاسِ وَلَٰكِنَّ أَكۡثَرَ ٱلنَّاسِ لَا يَشۡكُرُونَ ٦١Xuda ye ê ku þevê ji we re çêkiriye ji bo ku hûn tê de bihêminin û royê jî rohnî kiriye. Bêguman Xuda li ser mirovan xwey qencî ye lê belê pirrî mirovan sipas nakin ذَٰلِكُمُ ٱللَّهُ رَبُّكُمۡ خَٰلِقُ كُلِّ شَيۡءٍ لَّآ إِلَٰهَ إِلَّا هُوَۖ فَأَنَّىٰ تُؤۡفَكُونَ ٦٢Ev Xudayê han perwerdekarê we ye, aferandekarê her tiþtî ye, ji wî pêve tu Xuda nînin. Êdî hûn bi ku ve têne zivirandin كَذَٰلِكَ يُؤۡفَكُ ٱلَّذِينَ كَانُواْ بِـَٔايَٰتِ ٱللَّهِ يَجۡحَدُونَ ٦٣Ewên ku ayetên Xuda înkar dikirin wuha têne zivirandin ٱللَّهُ ٱلَّذِي جَعَلَ لَكُمُ ٱلۡأَرۡضَ قَرَارًا وَٱلسَّمَآءَ بِنَآءً وَصَوَّرَكُمۡ فَأَحۡسَنَ صُوَرَكُمۡ وَرَزَقَكُم مِّنَ ٱلطَّيِّبَٰتِۚ ذَٰلِكُمُ ٱللَّهُ رَبُّكُمۡۖ فَتَبَارَكَ ٱللَّهُ رَبُّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٦٤Xuda ye ê ku zemîn ji we re kiriye ciyê manê û asîman jî kiriye avahî û we kiriye xwedî sikûm, vêca sikûmên we pirr xweþik çêkiriye û ji tiþtê xweþ û pak rozî daye we. Ev Xudayê han perwerdekarê we ye. Vêca perwerdekarê aleman çi pîroz e هُوَ ٱلۡحَيُّ لَآ إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ فَٱدۡعُوهُ مُخۡلِصِينَ لَهُ ٱلدِّينَۗ ٱلۡحَمۡدُ لِلَّهِ رَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٦٥Ew zindiyê ku ji wî pêve tu Xuda nînin. Nexwe hûn ji dil gazî wî bikin-wî bihebînin dîn her jê re pak bidêrin. Pesn û sipas ji Xudayê perwerdekarê hemû aleman re ye ۞ قُلۡ إِنِّي نُهِيتُ أَنۡ أَعۡبُدَ ٱلَّذِينَ تَدۡعُونَ مِن دُونِ ٱللَّهِ لَمَّا جَآءَنِيَ ٱلۡبَيِّنَٰتُ مِن رَّبِّي وَأُمِرۡتُ أَنۡ أُسۡلِمَ لِرَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٦٦Tu bêje ku: "Bêguman ez çi gava delîlen xuya ji perwerdekarê min ji min re hatin û ez hatim ferman kirin ku ez serî ji perwerdekarê hemû aleman re deynim, ez hatim ferman kirin ku ez ewên hûn bêyî Xuda gazî wan dikin- wan dihebînin nehebînim هُوَ ٱلَّذِي خَلَقَكُم مِّن تُرَابٍ ثُمَّ مِن نُّطۡفَةٍ ثُمَّ مِنۡ عَلَقَةٍ ثُمَّ يُخۡرِجُكُمۡ طِفۡلًا ثُمَّ لِتَبۡلُغُوٓاْ أَشُدَّكُمۡ ثُمَّ لِتَكُونُواْ شُيُوخًاۚ وَمِنكُم مَّن يُتَوَفَّىٰ مِن قَبۡلُۖ وَلِتَبۡلُغُوٓاْ أَجَلًا مُّسَمًّى وَلَعَلَّكُمۡ تَعۡقِلُونَ ٦٧Ew e ê ku we ji axê paþê ji dilopek avik paþê ji xweyna terî hiþk aferandiye paþê we bi zarûkî (ji zikê dayîkên we) dertîne ji bo ku hûn bigihîjin hêza xwe paþê ji bo ku hûn pîr bibin; hin ji we jî berê dimrin û ji bo ku hûn bigihîjin demek (ecelek) navdayî û hêvî heye hûn hiþ tê bibin-xwe ragirin هُوَ ٱلَّذِي يُحۡيِۦ وَيُمِيتُۖ فَإِذَا قَضَىٰٓ أَمۡرًا فَإِنَّمَا يَقُولُ لَهُۥ كُن فَيَكُونُ ٦٨Ew e ê ku vedijîne û dimirîne; vêca gava bivê karek biqedîne êdî tenê jê re dibêje: "Bibe", ew jî pêre pêre çêdibe أَلَمۡ تَرَ إِلَى ٱلَّذِينَ يُجَٰدِلُونَ فِيٓ ءَايَٰتِ ٱللَّهِ أَنَّىٰ يُصۡرَفُونَ ٦٩Ma tu ewên ku di ayetê Xuda de xirecirê dikin nabînî ku ew çewa têne zivirandin ٱلَّذِينَ كَذَّبُواْ بِٱلۡكِتَٰبِ وَبِمَآ أَرۡسَلۡنَا بِهِۦ رُسُلَنَاۖ فَسَوۡفَ يَعۡلَمُونَ ٧٠Ewên ku kitêbe û tiþtê me pêxemberên xwe pê þandibû derewandine, vêca ewê paþê bizanbin إِذِ ٱلۡأَغۡلَٰلُ فِيٓ أَعۡنَٰقِهِمۡ وَٱلسَّلَٰسِلُ يُسۡحَبُونَ ٧١Dema qeyd û xelek di sitûyên wan de ne, ew têne kiþandin فِي ٱلۡحَمِيمِ ثُمَّ فِي ٱلنَّارِ يُسۡجَرُونَ ٧٢Di ava kel de, paþê di agir de ew têne þewitandin ثُمَّ قِيلَ لَهُمۡ أَيۡنَ مَا كُنتُمۡ تُشۡرِكُونَ ٧٣Paþê ji wan re tê gotin ku: "Ka li ku ne tiþtê we dikir þirîk مِن دُونِ ٱللَّهِۖ قَالُواْ ضَلُّواْ عَنَّا بَل لَّمۡ نَكُن نَّدۡعُواْ مِن قَبۡلُ شَيۡـًٔاۚ كَذَٰلِكَ يُضِلُّ ٱللَّهُ ٱلۡكَٰفِرِينَ ٧٤Bêyî Xuda?" Gotin ku: "Ew ji ber me hinda bûne. Ne, ji xwe me berê tu tiþtî nediheband." Xuda, kafiran wuha li hev þaþ dike ذَٰلِكُم بِمَا كُنتُمۡ تَفۡرَحُونَ فِي ٱلۡأَرۡضِ بِغَيۡرِ ٱلۡحَقِّ وَبِمَا كُنتُمۡ تَمۡرَحُونَ ٧٥Evê han ji ber ku hûn bi neheqî di rûyê zemîn de dilþa dibûn û ji ber ku we quretiya dikir e ٱدۡخُلُوٓاْ أَبۡوَٰبَ جَهَنَّمَ خَٰلِدِينَ فِيهَاۖ فَبِئۡسَ مَثۡوَى ٱلۡمُتَكَبِّرِينَ ٧٦Hûn têkevin deriyê dojehê hertimî tê de bin; vêca ciyê qureyan çi nexweþ e فَٱصۡبِرۡ إِنَّ وَعۡدَ ٱللَّهِ حَقٌّۚ فَإِمَّا نُرِيَنَّكَ بَعۡضَ ٱلَّذِي نَعِدُهُمۡ أَوۡ نَتَوَفَّيَنَّكَ فَإِلَيۡنَا يُرۡجَعُونَ ٧٧Vêca tu bîhna xwe fireh bike. Lewra bêguman wada Xuda rast e; êdî ya emê hin tiþtê em ji wan re wad dikin nîþanî te bidin yan jî emê te bimirînin, êdî ewê her bal me ve bêne vegerandin وَلَقَدۡ أَرۡسَلۡنَا رُسُلًا مِّن قَبۡلِكَ مِنۡهُم مَّن قَصَصۡنَا عَلَيۡكَ وَمِنۡهُم مَّن لَّمۡ نَقۡصُصۡ عَلَيۡكَۗ وَمَا كَانَ لِرَسُولٍ أَن يَأۡتِيَ بِـَٔايَةٍ إِلَّا بِإِذۡنِ ٱللَّهِۚ فَإِذَا جَآءَ أَمۡرُ ٱللَّهِ قُضِيَ بِٱلۡحَقِّ وَخَسِرَ هُنَالِكَ ٱلۡمُبۡطِلُونَ ٧٨Sond be me berî te gellek pêxember þandiye ku me hinek wan ji te re gotiye û me hinek wan jî ji te re negotiye. Bêyî destûra Xuda ji tu pêxemberî re nabe ku ayetek (ji kîsê xwe) bîne. Vêca gava fermana Xuda bê, bi rastiyê tê qedandin-hukim kirin û li wê der ehlê doza pûç ziyan dikin ٱللَّهُ ٱلَّذِي جَعَلَ لَكُمُ ٱلۡأَنۡعَٰمَ لِتَرۡكَبُواْ مِنۡهَا وَمِنۡهَا تَأۡكُلُونَ ٧٩Xuda ye ê ku dewara ji we re çêkiriye ji bo ku hûn li hinek wan siwar bibin û ji hinek wan bixwin وَلَكُمۡ فِيهَا مَنَٰفِعُ وَلِتَبۡلُغُواْ عَلَيۡهَا حَاجَةً فِي صُدُورِكُمۡ وَعَلَيۡهَا وَعَلَى ٱلۡفُلۡكِ تُحۡمَلُونَ ٨٠Û ji we re di wan de gellek kar hene û ji bo ku hûn li ser wan bigihên hewcetiyê di dile we de ne, û hûn li ser wan û li ser keþtiyê têne hilgirtin وَيُرِيكُمۡ ءَايَٰتِهِۦ فَأَيَّ ءَايَٰتِ ٱللَّهِ تُنكِرُونَ ٨١Ew ayetên xwe nîþanî we dide, vêca hûn kîjan ayetên Xuda înkar dikin أَفَلَمۡ يَسِيرُواْ فِي ٱلۡأَرۡضِ فَيَنظُرُواْ كَيۡفَ كَانَ عَٰقِبَةُ ٱلَّذِينَ مِن قَبۡلِهِمۡۚ كَانُوٓاْ أَكۡثَرَ مِنۡهُمۡ وَأَشَدَّ قُوَّةً وَءَاثَارًا فِي ٱلۡأَرۡضِ فَمَآ أَغۡنَىٰ عَنۡهُم مَّا كَانُواْ يَكۡسِبُونَ ٨٢Vêca ma qey ew li rûyê zemîn negeriyane ku binêrin ka paþiya ewên berî wan çewa bû, ku ew ji wan pirrtir û bihêztir û di rûyê zemîn de bi rêç û þop zêdetir bûn, lê tiþtê bi dest xistibûn tu bikêra wan nehat فَلَمَّا جَآءَتۡهُمۡ رُسُلُهُم بِٱلۡبَيِّنَٰتِ فَرِحُواْ بِمَا عِندَهُم مِّنَ ٱلۡعِلۡمِ وَحَاقَ بِهِم مَّا كَانُواْ بِهِۦ يَسۡتَهۡزِءُونَ ٨٣Vêca çi gava pêxemberên wan bi delîlên xuya hatin wan, ew bi zanîna li cem xwe dilxweþ bûn û tiþtê pê tinaza kiribûn hawîdorê wan girt فَلَمَّا رَأَوۡاْ بَأۡسَنَا قَالُوٓاْ ءَامَنَّا بِٱللَّهِ وَحۡدَهُۥ وَكَفَرۡنَا بِمَا كُنَّا بِهِۦ مُشۡرِكِينَ ٨٤Vêca çi gava zora ezabê me dîtin gotin: "Me bi Xuda tenê bawerî aniye û em bi tiþtê me dikir þirîk kafir bûne فَلَمۡ يَكُ يَنفَعُهُمۡ إِيمَٰنُهُمۡ لَمَّا رَأَوۡاْ بَأۡسَنَاۖ سُنَّتَ ٱللَّهِ ٱلَّتِي قَدۡ خَلَتۡ فِي عِبَادِهِۦۖ وَخَسِرَ هُنَالِكَ ٱلۡكَٰفِرُونَ ٨٥Lê çi gava zora ezabê me dîtin êdî baweriya wan tu bikêra wan nehat. Rê û rêça Xuda ye ku di nav bendeyên wî derbas bûye. Ha li wê der kafiran ziyan kir

Translation: Unknown.