Millat al-Islam

Chapter 20 · 135 verses · Unknown

Surah Ta-ha in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Ta-ha (1340 reciters)
Meccanسورة طه135 verses

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

طه ١Arşa van tîpên ji hevçûî her Yezdan dizane مَآ أَنزَلۡنَا عَلَيۡكَ ٱلۡقُرۡءَانَ لِتَشۡقَىٰٓ ٢(Muhemmed!) Me Qur’an li ser te da ne hinartîye, ji bo ku tu bi wê (Qur’an)ê cefa bikişinî إِلَّا تَذۡكِرَةً لِّمَن يَخۡشَىٰ ٣Lê me (ewa Qur’ana hinartîye ku xurî ji bo (xuda) tirsan bibe bîranînekî تَنزِيلًا مِّمَّنۡ خَلَقَ ٱلۡأَرۡضَ وَٱلسَّمَٰوَٰتِ ٱلۡعُلَى ٤Ewa (Qur’ana ji wî Xudayê) ku zemîn û ezmana bilind afirandî (hêdî hêdî) hatîye hinartinê ٱلرَّحۡمَٰنُ عَلَى ٱلۡعَرۡشِ ٱسۡتَوَىٰ ٥(Yezdan)ê dilovan, arş (wate) hildaye binê hêza xwe لَهُۥ مَا فِي ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَمَا فِي ٱلۡأَرۡضِ وَمَا بَيۡنَهُمَا وَمَا تَحۡتَ ٱلثَّرَىٰ ٦Çi tiştê di ezman û zemîn da heye û tiştê di nîveka wan herdukan da jî heye û tiştê di nava xunava xwelyê da heye jî, hemî ji bona wî ra nin وَإِن تَجۡهَرۡ بِٱلۡقَوۡلِ فَإِنَّهُۥ يَعۡلَمُ ٱلسِّرَّ وَأَخۡفَى ٧Heke tu (ji bona xwastin û lavayan) dengê xwe bilind bikî (ya jî dizîka da bêjî, li bal Yezdan yek e). Loma ewa bi hemî dizî û veşartîyan dizane ٱللَّهُ لَآ إِلَٰهَ إِلَّا هُوَۖ لَهُ ٱلۡأَسۡمَآءُ ٱلۡحُسۡنَىٰ ٨Yezdanê (babetê perestîyê ew e) ji pêştirê wî tu ilahek tune ne, hey ji bona wî ra navê rind hene وَهَلۡ أَتَىٰكَ حَدِيثُ مُوسَىٰٓ ٩Qe (ji bûyera) Mûsa, ji bona te ra zanîn hatîye إِذۡ رَءَا نَارًا فَقَالَ لِأَهۡلِهِ ٱمۡكُثُوٓاْ إِنِّيٓ ءَانَسۡتُ نَارًا لَّعَلِّيٓ ءَاتِيكُم مِّنۡهَا بِقَبَسٍ أَوۡ أَجِدُ عَلَى ٱلنَّارِ هُدًى ١٠Di gavekî da (Mûsa) agirek dîtibû. Îdî ji bona malîyên xwe ra (aha) gotibû: "Hûn li vira binivin, bi rastî agirek li ber çavê min ket (ezê herim). Guman dikim, ku ez ji wî agirî ji bona we ra kozekî bînim, ya jî ez li ser wî agirî rastê beledekî werim فَلَمَّآ أَتَىٰهَا نُودِيَ يَٰمُوسَىٰٓ ١١Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) deng (li Mûsa hate kirinê, aha got): "Mûsa إِنِّيٓ أَنَا۠ رَبُّكَ فَٱخۡلَعۡ نَعۡلَيۡكَ إِنَّكَ بِٱلۡوَادِ ٱلۡمُقَدَّسِ طُوًى ١٢Bi rastî ez Xudayê te me, îdî tu her du pêlava derxe, loma bi rastî a, di naha da tu li newala piroz ya (bi nav) Tuwa dayî وَأَنَا ٱخۡتَرۡتُكَ فَٱسۡتَمِعۡ لِمَا يُوحَىٰٓ ١٣Û min tu (ji bona pêxemberîyê) hilbijartîye, îdî ewa tişta li bal te da tê niqandinê tu guhdarya wî bike إِنَّنِيٓ أَنَا ٱللَّهُ لَآ إِلَٰهَ إِلَّآ أَنَا۠ فَٱعۡبُدۡنِي وَأَقِمِ ٱلصَّلَوٰةَ لِذِكۡرِيٓ ١٤Bi rastî ez, erê ez! Yezdan im, ji pêştirê min, tu ilahek tune ne, îdî tu ji min ra perestî bike, ji bona ku tu min bîra xwe bînî, tu nimêj bike إِنَّ ٱلسَّاعَةَ ءَاتِيَةٌ أَكَادُ أُخۡفِيهَا لِتُجۡزَىٰ كُلُّ نَفۡسِۭ بِمَا تَسۡعَىٰ ١٥Bi rastî wê roya rabûna hemîyê were, ji bo ku hemî candar, bi kirinê xwe bêne xelat û celatkirinê. em (danê hatîna wê) vedişêrin فَلَا يَصُدَّنَّكَ عَنۡهَا مَن لَّا يُؤۡمِنُ بِهَا وَٱتَّبَعَ هَوَىٰهُ فَتَرۡدَىٰ ١٦Îdî bira ewê, ku bi hatina wê bawer nake, te (ji bawerya hatina wê royê) nede paradanê, ewa hey bûye peyrewê hewasa canê xwe. Îdî (heke tu peyrewîya wî bikî) tu ê jî teşqele bibi وَمَا تِلۡكَ بِيَمِينِكَ يَٰمُوسَىٰ ١٧(Yezdan ji Mûsa pirsîye, jê ra gotîye): "Mûsa! Ewê di destê te yê rastê da çî ye قَالَ هِيَ عَصَايَ أَتَوَكَّؤُاْ عَلَيۡهَا وَأَهُشُّ بِهَا عَلَىٰ غَنَمِي وَلِيَ فِيهَا مَـَٔارِبُ أُخۡرَىٰ ١٨(Mûsa bersiv daye aha) gotiye: "Ewa gopalê min e; Ez pala xwe didime li ser wî, ez pelê daran ji bona pezê xwe ra bi wî dadiweşînîm û hêj ji bona min ra di wî gopalî da hinek nîyazên mayî jî hene قَالَ أَلۡقِهَا يَٰمُوسَىٰ ١٩(Yezdan ji bona Mûsa ra) got: "Mûsa! Ewî (gopalê ji destê xwe) bavêje فَأَلۡقَىٰهَا فَإِذَا هِيَ حَيَّةٌ تَسۡعَىٰ ٢٠Dema Mûsa (ewa gopala ji destê xwe) avêt, dêna xweyê (ewa kopala) wekî tîremarekî direve (tu dibê qey zîhayek e) قَالَ خُذۡهَا وَلَا تَخَفۡۖ سَنُعِيدُهَا سِيرَتَهَا ٱلۡأُولَىٰ ٢١(Yezdan ji Mûsa ra aha) got: "Ewî bigire, tu ji wî netirse, dîsa emê li bal diliqê wî yê berê da bizirînin.” وَٱضۡمُمۡ يَدَكَ إِلَىٰ جَنَاحِكَ تَخۡرُجۡ بَيۡضَآءَ مِنۡ غَيۡرِ سُوٓءٍ ءَايَةً أُخۡرَىٰ ٢٢Tu destê xwe bixe binçenqa xwe: destê te yê bê nexweşî sipî derkebe. Eva jî berateke mayî ye.” لِنُرِيَكَ مِنۡ ءَايَٰتِنَا ٱلۡكُبۡرَى ٢٣“Ji bo ku em bi te, ji wan beratên me yên mezinên (derhoze) bidine dîtinê (me evan beratan bi te dane xûyandinê) ٱذۡهَبۡ إِلَىٰ فِرۡعَوۡنَ إِنَّهُۥ طَغَىٰ ٢٤Tu here bal Fir’ewn, loma bi rastî Fir’ewn ji ava rû derketîye قَالَ رَبِّ ٱشۡرَحۡ لِي صَدۡرِي ٢٥(Mûsa ji Yezdan lava kirîye aha) gotîye: "(Bêhna min teng e) tu bêhna min وَيَسِّرۡ لِيٓ أَمۡرِي ٢٦fire bike (ji bo singê min axiftinan hilde)." 26.26"Tu ji bona min ra bûyera min hêsanî bike وَٱحۡلُلۡ عُقۡدَةً مِّن لِّسَانِي ٢٧Tu girêya zimanê min veke يَفۡقَهُواْ قَوۡلِي ٢٨Ji bo ku ewan têgîhandina min bikin (ka ez çi dibêjim) وَٱجۡعَل لِّي وَزِيرًا مِّنۡ أَهۡلِي ٢٩Tu ji malîna min, ji bona min ra şûnmaî û arîkaran çê bike هَٰرُونَ أَخِي ٣٠Bira ewa jî Harûnê bira yê min be ٱشۡدُدۡ بِهِۦٓ أَزۡرِي ٣١Tu piştevanîya min bi hêz bike وَأَشۡرِكۡهُ فِيٓ أَمۡرِي ٣٢Tu ewî di bûyera min da, bixe hevparê min كَيۡ نُسَبِّحَكَ كَثِيرًا ٣٣Ji bo ku em pir (ji te ra perestî bikin, em te) ji kêmayan paqij bikin وَنَذۡكُرَكَ كَثِيرًا ٣٤Em pir te bîra xwe bînin إِنَّكَ كُنتَ بِنَا بَصِيرًا ٣٥Bi rastî tu bi xweber jî me dibînî قَالَ قَدۡ أُوتِيتَ سُؤۡلَكَ يَٰمُوسَىٰ ٣٦(Yezdan bersiva Mûsa daye, aha) gotîye: "Mûsa! Xwastinê te çi hene! (hemî) ji te ra hatine dayînê وَلَقَدۡ مَنَنَّا عَلَيۡكَ مَرَّةً أُخۡرَىٰٓ ٣٧Bi sond! Me carekê mayî jî ji te ra qencî kiribû إِذۡ أَوۡحَيۡنَآ إِلَىٰٓ أُمِّكَ مَا يُوحَىٰٓ ٣٨(Gava tu ji dîya xwe bûyî) me li bal dîya te da eva (kirina hanê) niqandibû أَنِ ٱقۡذِفِيهِ فِي ٱلتَّابُوتِ فَٱقۡذِفِيهِ فِي ٱلۡيَمِّ فَلۡيُلۡقِهِ ٱلۡيَمُّ بِٱلسَّاحِلِ يَأۡخُذۡهُ عَدُوٌّ لِّي وَعَدُوٌّ لَّهُۥۚ وَأَلۡقَيۡتُ عَلَيۡكَ مَحَبَّةً مِّنِّي وَلِتُصۡنَعَ عَلَىٰ عَيۡنِيٓ ٣٩Ku dîya te, te bixe sursûm, paşê te bavêje ava ro ya milmilok. Ji bo ku ewa ava, ewî sursûmî bavêje kêlekê xwe, wê yekê, ku neyar e ji bona min û neyar e ji bona wê (zara te ra jî) ewê (zara te) ji xwe ra bigire. (Mûsa!) Me hezkirinekî ji xwe, berdabû ser te, ji bo ku (ewa neyara) di binê dîdevanîya min da te şayî bike إِذۡ تَمۡشِيٓ أُخۡتُكَ فَتَقُولُ هَلۡ أَدُلُّكُمۡ عَلَىٰ مَن يَكۡفُلُهُۥۖ فَرَجَعۡنَٰكَ إِلَىٰٓ أُمِّكَ كَيۡ تَقَرَّ عَيۡنُهَا وَلَا تَحۡزَنَۚ وَقَتَلۡتَ نَفۡسًا فَنَجَّيۡنَٰكَ مِنَ ٱلۡغَمِّ وَفَتَنَّٰكَ فُتُونًاۚ فَلَبِثۡتَ سِنِينَ فِيٓ أَهۡلِ مَدۡيَنَ ثُمَّ جِئۡتَ عَلَىٰ قَدَرٍ يَٰمُوسَىٰ ٤٠(Îdî ewî te hildaye bal xwe, me şîrê biyanan li ser te ne durist kiribû, te şîr venedixwar)". Di wê gavê da xûşka te çû bal wan; ji wan ra (aha) got: "Hûn divên, ku ez yeke bikarbe ji wî (kurîkî ra şîr bide) ewî xweyî bike, bidime nişanê we?" Ewan (bersîva xûşka te dan û gotin: "Ere" (xûşka te hat, dîya te ji wan ra bir.) Îdî me tu li bal dîya te da zivirandî. Ji bo, ku çavê wê ji hêstiran zaha bibe û bi murûzî çavnêr nebe. Û (Mûsa) te (ji wan mêrek) kuşt, îdî me jî te fereste kirî. Ji ber ku me te ji wan kovanan kiriyî, me tu bi pir aşîtan ceribandî. Tu bi çend salan di nava komalên (bajarê) Medyenê da hewyaî, paşê ewan gavên, ku me ji bona te ra dan, dabûn (dema dawya wan hat) Mûsa! Îdî tu li bal me da hatî.” وَٱصۡطَنَعۡتُكَ لِنَفۡسِي ٤١Û min tu (bi pêxemberî) ji bona xwe ra hêlbijartî.” ٱذۡهَبۡ أَنتَ وَأَخُوكَ بِـَٔايَٰتِي وَلَا تَنِيَا فِي ذِكۡرِي ٤٢Tu û birayê xwe bi beratên min va beheren û hûn herduk jî, sistayê di bîranîna min da nekin ٱذۡهَبَآ إِلَىٰ فِرۡعَوۡنَ إِنَّهُۥ طَغَىٰ ٤٣Hûn herduk herne bal Fir’ewn. Bi rastî ewa deliqîye ji ava rû derketîye فَقُولَا لَهُۥ قَوۡلًا لَّيِّنًا لَّعَلَّهُۥ يَتَذَكَّرُ أَوۡ يَخۡشَىٰ ٤٤(Gava hûn çûne bal Fir’ewn) jê ra gotina nerm bêjin, dibe ku ewa şîretan hilde, ya jî (ji hatina şapatan) bitirse قَالَا رَبَّنَآ إِنَّنَا نَخَافُ أَن يَفۡرُطَ عَلَيۡنَآ أَوۡ أَن يَطۡغَىٰ ٤٥(Mûsa û Harûn, bersiv dane, aha) gotine: “Xudayê me! Em ditirsin, ku (Fir’ewn) êrişê bîne ser me (me bide cefadanê) ya jî îdî pirtir ji ava rû derkebe.” قَالَ لَا تَخَافَآۖ إِنَّنِي مَعَكُمَآ أَسۡمَعُ وَأَرَىٰ ٤٦(Yezdan bersiva wan herdukan aha daye, ji wan ra) gotîye: “Hûn netirsin, ku loma ez bi we ra me (gotin û kirinê wan) dibêhêm û dibînim فَأۡتِيَاهُ فَقُولَآ إِنَّا رَسُولَا رَبِّكَ فَأَرۡسِلۡ مَعَنَا بَنِيٓ إِسۡرَٰٓءِيلَ وَلَا تُعَذِّبۡهُمۡۖ قَدۡ جِئۡنَٰكَ بِـَٔايَةٍ مِّن رَّبِّكَۖ وَٱلسَّلَٰمُ عَلَىٰ مَنِ ٱتَّبَعَ ٱلۡهُدَىٰٓ ٤٧Îdî hûn herduk herne (bal Fir’ewn, nevinin herin) ji wî ra (aha) bêjin: "Em herhuk jî pêxemberên Xwedayê te ne (Fir’ewn!) tu zarên (cihûyan) bi me ra (me) bişîne (welatê me) tu îdî li wan şapata neke. Bi sond! Me ji Xudayê te beratên derhoze (m’ucize) anîne. Xweşî û jînî ji bona peyrewê beleda ne إِنَّا قَدۡ أُوحِيَ إِلَيۡنَآ أَنَّ ٱلۡعَذَابَ عَلَىٰ مَن كَذَّبَ وَتَوَلَّىٰ ٤٨Bi sond! Li bal me da halîye niqandinê; ewan kesên ku bi doza (pêxemberan bawer nakin) pişta xwe dane wan û ewan dane derewdêrandinê hene! Şapata (Yezdan) ji bona wan ra ne قَالَ فَمَن رَّبُّكُمَا يَٰمُوسَىٰ ٤٩(Fir’ewn ji wan pirsîye; aha) gotîye: "Mûsa! Xudayê we kî ye قَالَ رَبُّنَا ٱلَّذِيٓ أَعۡطَىٰ كُلَّ شَيۡءٍ خَلۡقَهُۥ ثُمَّ هَدَىٰ ٥٠(Mûsa bersiva Fir’ewn daye) gotîye: "Ewê afirandina hemû tiştan daye (reng û rûçikê wan çê kirîye) paşê jî (di armancê afirandinê da) anîne rêya rast, heye! Ewa Xudayê me ye قَالَ فَمَا بَالُ ٱلۡقُرُونِ ٱلۡأُولَىٰ ٥١(Fir’ewn ji wan pirsîye aha) gotîye: "Em (ji van doza we ra "Erê", bêjin lê) ka temtêla wan (komalên) ku di demê berê da borine çane قَالَ عِلۡمُهَا عِندَ رَبِّي فِي كِتَٰبٍۖ لَّا يَضِلُّ رَبِّي وَلَا يَنسَى ٥٢(Mûsa bersiva wan aha daye) gotîye: "Zanîna bi wan, di pirtûkekî da li bal Xudayê min e. Bi rastî Xudayê min ewan wunda nake û ji bîrva jî nake ٱلَّذِي جَعَلَ لَكُمُ ٱلۡأَرۡضَ مَهۡدًا وَسَلَكَ لَكُمۡ فِيهَا سُبُلًا وَأَنزَلَ مِنَ ٱلسَّمَآءِ مَآءً فَأَخۡرَجۡنَا بِهِۦٓ أَزۡوَٰجًا مِّن نَّبَاتٍ شَتَّىٰ ٥٣Ewê, ku ji bona we ra zemîn xistîye hêlan heye! Ewa Xudayê min e. Ewî ji bona we ra di zemîn da rêyên celeb vekirine. Û ewî ji jor da avek hinartîye. Îdî me bi wî avî, ji hemî çêreyên celeb bi zotî afirandîye. (Di vira da tê zanînê, ku çêre jî bi zotî hatine afirandinê) كُلُواْ وَٱرۡعَوۡاْ أَنۡعَٰمَكُمۡۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَٰتٍ لِّأُوْلِي ٱلنُّهَىٰ ٥٤Hûn ji wan hêşînayan bixun û tarişên xwe bi wan bidine çêrandinê. Bi rastî ji bona wanê, ku fermana parisaya ji sikatîyan dikin, beratên hişhildanê hene ۞ مِنۡهَا خَلَقۡنَٰكُمۡ وَفِيهَا نُعِيدُكُمۡ وَمِنۡهَا نُخۡرِجُكُمۡ تَارَةً أُخۡرَىٰ ٥٥Me hûn ji wî (zemînî) afirandine û emê dîsa we li bal wî (zemînî da bimirî) bizvirînin û emê careke dinê dîsa we ji wî (zemînî) derxin وَلَقَدۡ أَرَيۡنَٰهُ ءَايَٰتِنَا كُلَّهَا فَكَذَّبَ وَأَبَىٰ ٥٦Bi sond! Me bi Fir’ewn hemî beratên xwe yê (derhoze) dane dîtinê. Îdî ewî ewan beratan dane derewdêrandinê, ji bawerîya bi wan para da çû (bi wan bawer nekir) قَالَ أَجِئۡتَنَا لِتُخۡرِجَنَا مِنۡ أَرۡضِنَا بِسِحۡرِكَ يَٰمُوسَىٰ ٥٧(Fir’ewn ji Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! Qey tu hatî bal me, ji bo ku tu bi wan ançê xwe, me ji welatê me derxî فَلَنَأۡتِيَنَّكَ بِسِحۡرٍ مِّثۡلِهِۦ فَٱجۡعَلۡ بَيۡنَنَا وَبَيۡنَكَ مَوۡعِدًا لَّا نُخۡلِفُهُۥ نَحۡنُ وَلَآ أَنتَ مَكَانًا سُوًى ٥٨Îdî emê jî wekî wan ançê, ku tu dikî, ançan ji te ra bînin. Îdî (Mûsa!) tu di nîveka me û xwe da, danê rademvaî dayne: Bira cîyekî wusa be, ne em ne jî tu para nekebin (ji me her du destan ra wekî hev be) قَالَ مَوۡعِدُكُمۡ يَوۡمُ ٱلزِّينَةِ وَأَن يُحۡشَرَ ٱلنَّاسُ ضُحًى ٥٩(Mûsa ji wan ra aha) got: "Danê hatina me li bal hev bira roya xemla (ji bona cejnê be); ji bo ku hemî meriv di gava taştê da bicivin فَتَوَلَّىٰ فِرۡعَوۡنُ فَجَمَعَ كَيۡدَهُۥ ثُمَّ أَتَىٰ ٦٠Îdî Fir’ewn para da zivirî (çû). Paşê endezezanê xwe civandin, hatine (radewa xwe) قَالَ لَهُم مُّوسَىٰ وَيۡلَكُمۡ لَا تَفۡتَرُواْ عَلَى ٱللَّهِ كَذِبًا فَيُسۡحِتَكُم بِعَذَابٍۖ وَقَدۡ خَابَ مَنِ ٱفۡتَرَىٰ ٦١(Piştî, ku Mûsa jî hate wura, endezezanê Fir’evn dîtin, ji wan ra aha) gotîye: "Xwelî li we be! Li ser navê Yezdan bi vir derewan nekin, we reha we bi şapatan be birînê. Bi sond! Ewê vira dike, bi xweber belangaz bûye فَتَنَٰزَعُوٓاْ أَمۡرَهُم بَيۡنَهُمۡ وَأَسَرُّواْ ٱلنَّجۡوَىٰ ٦٢Îdî ewan ançkarên (Fir’ewn) di nava xwe da li ser bûyera xwe tekoşîn kirine û bi dizî ji hev ra pistepist kirine قَالُوٓاْ إِنۡ هَٰذَٰنِ لَسَٰحِرَٰنِ يُرِيدَانِ أَن يُخۡرِجَاكُم مِّنۡ أَرۡضِكُم بِسِحۡرِهِمَا وَيَذۡهَبَا بِطَرِيقَتِكُمُ ٱلۡمُثۡلَىٰ ٦٣(Bi eşkere ji hev ra aha) gotine: "Evan herduk ançkaran, hey divên, ku bi ançê xwe we ji zemînê we derxin, ewan divên ku ola we ya nemûşî beherin فَأَجۡمِعُواْ كَيۡدَكُمۡ ثُمَّ ٱئۡتُواْ صَفًّاۚ وَقَدۡ أَفۡلَحَ ٱلۡيَوۡمَ مَنِ ٱسۡتَعۡلَىٰ ٦٤Îdî hûn hemî endezeyên xwe bicivînin, paşê deste dest, bi rêzî werin. Bi sond! Kî îro bi ser va were, ewa fereste bûye قَالُواْ يَٰمُوسَىٰٓ إِمَّآ أَن تُلۡقِيَ وَإِمَّآ أَن نَّكُونَ أَوَّلَ مَنۡ أَلۡقَىٰ ٦٥(Ançkaran ji Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! Tuyê bavejî, ya jî emê di cara yekem da bibine avêtkar قَالَ بَلۡ أَلۡقُواْۖ فَإِذَا حِبَالُهُمۡ وَعِصِيُّهُمۡ يُخَيَّلُ إِلَيۡهِ مِن سِحۡرِهِمۡ أَنَّهَا تَسۡعَىٰ ٦٦(Mûsa ji wan ra) gotîye: "Na, hûn bavêjin. Îdî (gava ewan gopal û kapê xwe avêtin) kap û gopalê wan, ji ançê wan (te digo qey) li bal hev da dibezyan فَأَوۡجَسَ فِي نَفۡسِهِۦ خِيفَةً مُّوسَىٰ ٦٧Îdî Mûsa (gava ewan) bi gewdetî (dîtin) di hundurê xwe da tirsîya قُلۡنَا لَا تَخَفۡ إِنَّكَ أَنتَ ٱلۡأَعۡلَىٰ ٦٨Me (ji bona Mûsa ra) got: "(Mûsa!) tu netirse, loma bi rastî servahatin ji te ra ne وَأَلۡقِ مَا فِي يَمِينِكَ تَلۡقَفۡ مَا صَنَعُوٓاْۖ إِنَّمَا صَنَعُواْ كَيۡدُ سَٰحِرٍۖ وَلَا يُفۡلِحُ ٱلسَّاحِرُ حَيۡثُ أَتَىٰ ٦٩(Mûsa!) tişta di destê te yê rastê da heye, ewî bavêje. (Ewê destê te da) wê wan tiştên (ku ewan ançkaran) bi pêşetî çê kirine dabi’ulîne. Loma tişta ewan bi pêşetî çê kirine, ewan endezên ançkaran in. Şixwa ançkar ji kur hatibin, serfiraz nabin.” فَأُلۡقِيَ ٱلسَّحَرَةُ سُجَّدًا قَالُوٓاْ ءَامَنَّا بِرَبِّ هَٰرُونَ وَمُوسَىٰ ٧٠Îdî (gava Mûsa gopalê xwe avêtîye, gopalê Mûsa ewan pêşeyên ançkaran daqulandîye) ançkaran xweberdane çûne secdê (aha) gotine: "Me bi Xudayê Harûn û Mûsa bawer kirîye قَالَ ءَامَنتُمۡ لَهُۥ قَبۡلَ أَنۡ ءَاذَنَ لَكُمۡۖ إِنَّهُۥ لَكَبِيرُكُمُ ٱلَّذِي عَلَّمَكُمُ ٱلسِّحۡرَۖ فَلَأُقَطِّعَنَّ أَيۡدِيَكُمۡ وَأَرۡجُلَكُم مِّنۡ خِلَٰفٍ وَلَأُصَلِّبَنَّكُمۡ فِي جُذُوعِ ٱلنَّخۡلِ وَلَتَعۡلَمُنَّ أَيُّنَآ أَشَدُّ عَذَابًا وَأَبۡقَىٰ ٧١(Fir’ewn ji wan ra aha) gotîye: "Hêj berya min ji we ra destûr ne daye, we bi wî bawer kirîye? (Bira wusa be) bi rastî (Mûsa) mezinê we ye. Ewê ku hûn hînê ançê kirine (şixwa ewa Mûsa bi xweber e). Îdî (hûnê bibînin) ku ezê dest û pa yê we bi çîloçepî jê bikim, paşê ezê we bi serê çiqilê darê xurman da darda bikim. Hûnê wê gavê bizanin (ka ji min û ji Xudayê Mûsa) kîjan ji me zor şapat e, şapata wî her heye قَالُواْ لَن نُّؤۡثِرَكَ عَلَىٰ مَا جَآءَنَا مِنَ ٱلۡبَيِّنَٰتِ وَٱلَّذِي فَطَرَنَاۖ فَٱقۡضِ مَآ أَنتَ قَاضٍۖ إِنَّمَا تَقۡضِي هَٰذِهِ ٱلۡحَيَوٰةَ ٱلدُّنۡيَآ ٧٢Ewan (bersiva Fir’ewn dane aha) gotine: "Tu çi dikarî bikî (xwe nede para) bi serê me bike, loma em nikarin hilbijartina te, li ser van beratên vekirî ne (berçavî) kû ji me ra hatine û li ser wî Xudayê em afirandine, bikin. Tu çi jî bikî, ewa kirina te, di jîna vê cîhanê da ne إِنَّآ ءَامَنَّا بِرَبِّنَا لِيَغۡفِرَ لَنَا خَطَٰيَٰنَا وَمَآ أَكۡرَهۡتَنَا عَلَيۡهِ مِنَ ٱلسِّحۡرِۗ وَٱللَّهُ خَيۡرٌ وَأَبۡقَىٰٓ ٧٣(Bi rastî me bi Xudayê xwe bawer kirîye, ji bo ku Xudayê me, xeletîyên me û ewan gonehên ji ançkirina, ku te bi me bi zor daye kirinê çêbûye) bibaxşîne. Bi rastî Yezdan (ji te) çêtirê û her maîtir e إِنَّهُۥ مَن يَأۡتِ رَبَّهُۥ مُجۡرِمًا فَإِنَّ لَهُۥ جَهَنَّمَ لَا يَمُوتُ فِيهَا وَلَا يَحۡيَىٰ ٧٤Loma kî bi gonehan va here bal Xudayê xwe, îdî ji bona wî ra doj heye. Ewa di dojê da, ne dimire û ne jî dijî وَمَن يَأۡتِهِۦ مُؤۡمِنًا قَدۡ عَمِلَ ٱلصَّٰلِحَٰتِ فَأُوْلَٰٓئِكَ لَهُمُ ٱلدَّرَجَٰتُ ٱلۡعُلَىٰ ٧٥Lê kî bi bawerî here bal Xudayê xwe, bi rastî karê aştî jî kiribe, îdî ji bona wan ra payeyên bilind hene جَنَّٰتُ عَدۡنٍ تَجۡرِي مِن تَحۡتِهَا ٱلۡأَنۡهَٰرُ خَٰلِدِينَ فِيهَاۚ وَذَٰلِكَ جَزَآءُ مَن تَزَكَّىٰ ٧٦(Ewan payan) bihişta rez û beran e, di binê (darê) wê bihiştê da çem dikişin, ewanê di wura da her bimînin. Xelata wan (kesên, ku) xwe ji gonehan paqij dikin ewa ye وَلَقَدۡ أَوۡحَيۡنَآ إِلَىٰ مُوسَىٰٓ أَنۡ أَسۡرِ بِعِبَادِي فَٱضۡرِبۡ لَهُمۡ طَرِيقًا فِي ٱلۡبَحۡرِ يَبَسًا لَّا تَخَٰفُ دَرَكًا وَلَا تَخۡشَىٰ ٧٧Bi sond! Me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "Tu zarên cihuyan (ji misrê) bi şev da derxe rê.” (Gava Mûsa ewan di şevê da derxistin, hatine derê avê, nikaryan ji avê derbas bibûnan, bêzar mane) îdî me (ji bona Mûsa ra aha got: "Mûsa!) tu (gopalê xwe li avê) bixe, tu ji bona (peyrewê xwe ra) rêyeke zaha ji deryayê bigire, ji bo ku ewan (ji gîhandina Fir’ewn û hevalê wî) netirsin û (ji fetisandina di avê da jî kovanan) bi tirs nekişînin فَأَتۡبَعَهُمۡ فِرۡعَوۡنُ بِجُنُودِهِۦ فَغَشِيَهُم مِّنَ ٱلۡيَمِّ مَا غَشِيَهُمۡ ٧٨Îdî Fir’ewn bi tevê leşkerê xwe va ketine pey wan. (Gava ewan ketine nava avê, te bidîta avê ewan) ça niximandin! Îdî ewan di ava milmilî da, fetisîn hatine niximandinê وَأَضَلَّ فِرۡعَوۡنُ قَوۡمَهُۥ وَمَا هَدَىٰ ٧٩(Bi vê kirina hanê) Fir’ewn, komalê xwe wud da kir, ne anî rêya rast يَٰبَنِيٓ إِسۡرَٰٓءِيلَ قَدۡ أَنجَيۡنَٰكُم مِّنۡ عَدُوِّكُمۡ وَوَٰعَدۡنَٰكُمۡ جَانِبَ ٱلطُّورِ ٱلۡأَيۡمَنَ وَنَزَّلۡنَا عَلَيۡكُمُ ٱلۡمَنَّ وَٱلسَّلۡوَىٰ ٨٠(Gava zarên cihuyan fereste bûn, me ji wan ra aha gotibû:) "Gelî zarên cihûyan! Bi sond! Me hûn ji neyarê we felat kirine. (Ji bona hinartina Tewratê me ji bona we ra) kêleka rastê çiya yê Tûrê Sîna (bi êwirgahi) peyman dabû, me (ji bona, ku hûn birçî nebin, ji bona we ra) di jor da, gezo û goştê qarutkan hinartîye كُلُواْ مِن طَيِّبَٰتِ مَا رَزَقۡنَٰكُمۡ وَلَا تَطۡغَوۡاْ فِيهِ فَيَحِلَّ عَلَيۡكُمۡ غَضَبِيۖ وَمَن يَحۡلِلۡ عَلَيۡهِ غَضَبِي فَقَدۡ هَوَىٰ ٨١Hûn ji paqijê rozîyên me dane we, bixun, hûn ji bona van xwarinan ne deliqin (ji ava rû dernetebin) ji bo ku xeşma min bi ser we da nekebe. Bi sond! Xeşma min bi kê da hatibe, îdî ewan krtîye agir وَإِنِّي لَغَفَّارٌ لِّمَن تَابَ وَءَامَنَ وَعَمِلَ صَٰلِحًا ثُمَّ ٱهۡتَدَىٰ ٨٢“Bi rastî ez bi xweber, ji bona wî kesê ji kirinê xwe yê (sik) poşman bibe û bi hebûna girêdên me (şert) bawer kiribe, paşê jî hatibe rêya rast, baxişkar im ۞ وَمَآ أَعۡجَلَكَ عَن قَوۡمِكَ يَٰمُوسَىٰ ٨٣(Piştî ewan cihûyan li çola sina ê êwirîn, Mûsa birayê xwe yê Harûn di na- va wan da hîşt, ji bona peymana Xuda daye, çûne çiyayê Tûr; Yezdan ji Mûsa ra aha gotiye): "Mûsa! Gelo çi tiştê, ku tu bi lez ji komalê te (raqetandî, hatî vira) قَالَ هُمۡ أُوْلَآءِ عَلَىٰٓ أَثَرِي وَعَجِلۡتُ إِلَيۡكَ رَبِّ لِتَرۡضَىٰ ٨٤(Mûsa aha bersiv daye) gotîye: "Heya ewan di şopa min da nin, min lez kirîye, ez hatime bal te, ji bo ku tu Xuda! bi min qayîl bibî قَالَ فَإِنَّا قَدۡ فَتَنَّا قَوۡمَكَ مِنۢ بَعۡدِكَ وَأَضَلَّهُمُ ٱلسَّامِرِيُّ ٨٥(Xuda bersiva Mûsa daye) gotîye: "Bi sond! Ji piştî te, me komalê te ceribandîye. Samirî ewan ji rêya rast derxistin, rêya wan wunda kirîye فَرَجَعَ مُوسَىٰٓ إِلَىٰ قَوۡمِهِۦ غَضۡبَٰنَ أَسِفًاۚ قَالَ يَٰقَوۡمِ أَلَمۡ يَعِدۡكُمۡ رَبُّكُمۡ وَعۡدًا حَسَنًاۚ أَفَطَالَ عَلَيۡكُمُ ٱلۡعَهۡدُ أَمۡ أَرَدتُّمۡ أَن يَحِلَّ عَلَيۡكُمۡ غَضَبٌ مِّن رَّبِّكُمۡ فَأَخۡلَفۡتُم مَّوۡعِدِي ٨٦Îdî Mûsa para da li bal komalê xwe da bi hêrs û kovan, zivirî (ji komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! Qey Xudayê we ji bona we ra peymanekê rind ne dabû! Qey danê peymanê pir direj bibû, ku we aha kir? Ya jî we bi van kirinan diva, ku ji Xudayê we xeşmek bi we da were, îdî hûn rabûn, peymana we dabû mîn, jê poşman bûn قَالُواْ مَآ أَخۡلَفۡنَا مَوۡعِدَكَ بِمَلۡكِنَا وَلَٰكِنَّا حُمِّلۡنَآ أَوۡزَارًا مِّن زِينَةِ ٱلۡقَوۡمِ فَقَذَفۡنَٰهَا فَكَذَٰلِكَ أَلۡقَى ٱلسَّامِرِيُّ ٨٧(Ewan bersiva Mûsa dane, aha) gotine: "Bi rastî em ji ber xwe da, ji wê peymana me daye te, poşman ne bûne, lê jî xişrê komalê Fir’ewn, hinek bar li me hatibû kirinê, me hildabû. îdî me ewan (xişran) avêtine (agir, me ewan bahatin) bi vî awayî "Samirî jî (xişre xwe) avête (agir bahat) فَأَخۡرَجَ لَهُمۡ عِجۡلًا جَسَدًا لَّهُۥ خُوَارٌ فَقَالُواْ هَٰذَآ إِلَٰهُكُمۡ وَإِلَٰهُ مُوسَىٰ فَنَسِيَ ٨٨Îdî Samirî ji bona wan ra (tokela) golikeke, ku diore derxist, paşê ewan (ji hev ra aha) gotine: "Ilahê we û ilahê Mûsa eva ye, lê ewî eva birva kirîye (çûye li çîyayê "Tûrî Sîna" lê digere) أَفَلَا يَرَوۡنَ أَلَّا يَرۡجِعُ إِلَيۡهِمۡ قَوۡلًا وَلَا يَمۡلِكُ لَهُمۡ ضَرًّا وَلَا نَفۡعًا ٨٩Ma qey ewan nabînin, ku ewa golika li bal wan da tu (bersivekî) nazivirîne û ji bona wan ra qe tu kar û zîyanê jî nake وَلَقَدۡ قَالَ لَهُمۡ هَٰرُونُ مِن قَبۡلُ يَٰقَوۡمِ إِنَّمَا فُتِنتُم بِهِۦۖ وَإِنَّ رَبَّكُمُ ٱلرَّحۡمَٰنُ فَٱتَّبِعُونِي وَأَطِيعُوٓاْ أَمۡرِي ٩٠Bi sond! Hêj berê da jî Harûn ji wan ra gotibû: "Gelê min! Bi rastî hûn bi wê golika hatine ceribandinê (hûıı ji rê derketine). Bi rastî Xudayê we ewê dilovîn e; îdî (hûn werin) bibine peyrewê min û bi gotina min bikin قَالُواْ لَن نَّبۡرَحَ عَلَيۡهِ عَٰكِفِينَ حَتَّىٰ يَرۡجِعَ إِلَيۡنَا مُوسَىٰ ٩١Ewan (bersiva Harûn dane aha) gotine: "Bi sond! Heya Mûsa (ji çîyayê Tûr) li bal me da nezivire, neyê vira, emê hey ji bona (perestîya wê golikê) bê nivandin dom bikin قَالَ يَٰهَٰرُونُ مَا مَنَعَكَ إِذۡ رَأَيۡتَهُمۡ ضَلُّوٓاْ ٩٢(Ji piştî, ku Mûsa ji çîyayê "Tûr" li bal wan da zivirî, bi hêrs, ji bona Harûn aha) gotîye: "Harûn! (Ka bêje) gava te dît, ku ewan (evan tiştên hanê dikin, ji bo çi) te ewan ji vê rêderketina haê nedane para da أَلَّا تَتَّبِعَنِۖ أَفَعَصَيۡتَ أَمۡرِي ٩٣Ka ji bo çi tu nebûyî peyrewê min (wekî min hêrsa xwe bianîya, ewan ji kirinê wan bidana para?) Qey te bê gotina min kirîye قَالَ يَبۡنَؤُمَّ لَا تَأۡخُذۡ بِلِحۡيَتِي وَلَا بِرَأۡسِيٓۖ إِنِّي خَشِيتُ أَن تَقُولَ فَرَّقۡتَ بَيۡنَ بَنِيٓ إِسۡرَٰٓءِيلَ وَلَمۡ تَرۡقُبۡ قَوۡلِي ٩٤(Harûn ji bona hêrs danîna Mûsa aha) gotîye: "Kûrê dayîka min bi rû û serê min negire, loma bi rastî ez (ji te tirsîyam) dibe tu gohdarya min nekî, ku tu (ji bona min ra) bêjî: Te di nava zarên cihûyan da du tîretî kirîye (ji ber vî ez têkilî wan nebûm) قَالَ فَمَا خَطۡبُكَ يَٰسَٰمِرِيُّ ٩٥(Paşê Mûsa zivirî ser Samirî jê ra aha) gotîye: "Samirî! (ka bêje;) te ji bona çi evan tiştan kirîne?” قَالَ بَصُرۡتُ بِمَا لَمۡ يَبۡصُرُواْ بِهِۦ فَقَبَضۡتُ قَبۡضَةً مِّنۡ أَثَرِ ٱلرَّسُولِ فَنَبَذۡتُهَا وَكَذَٰلِكَ سَوَّلَتۡ لِي نَفۡسِي ٩٦(Samirî bersiva Mûsa aha daye) gotîye: "Tişta komal ne didît min ewa didît; (gava Cebraîl ji te ra niqandin dianîya, min ewa didît) îdî min ji şopa saî qemçek (xwelî) hildaye avête nava xişrê (hatibû bihatin, eva tokela hanê jê deket.) Şixwa canê min jî wusa şîrîn dixwest قَالَ فَٱذۡهَبۡ فَإِنَّ لَكَ فِي ٱلۡحَيَوٰةِ أَن تَقُولَ لَا مِسَاسَۖ وَإِنَّ لَكَ مَوۡعِدًا لَّن تُخۡلَفَهُۥۖ وَٱنظُرۡ إِلَىٰٓ إِلَٰهِكَ ٱلَّذِي ظَلۡتَ عَلَيۡهِ عَاكِفًاۖ لَّنُحَرِّقَنَّهُۥ ثُمَّ لَنَنسِفَنَّهُۥ فِي ٱلۡيَمِّ نَسۡفًا ٩٧(Mûsa ji bona Samirî ra aha) got: "Îdî tu (ji vira) here, di jîna te ya cîhanê da, ji bona te ra eva heye;" Nêzîkê min nebin (loma bi min ra derdê bê derman heye)". Ji bona te ra danê (şapatê) heye. Qe tu ji wê şapatê para nakebî, tu li encama wî ilahê xwe î, ku nedihewyaî ji wî ra te perestî dikir mêze bike. Bi rastî emê ewî bişimitînin, paşê emê ewî di ava milmilî da bi hûritî bidine bayê إِنَّمَآ إِلَٰهُكُمُ ٱللَّهُ ٱلَّذِي لَآ إِلَٰهَ إِلَّا هُوَۚ وَسِعَ كُلَّ شَيۡءٍ عِلۡمًا ٩٨Bi rastî ewê ku ji pêştirê wî tu ilahê bebetê perestîyê tune ye, heye! Ewa Yezdanê we ye. Ewî hemî tişt hildane zanîna xwe كَذَٰلِكَ نَقُصُّ عَلَيۡكَ مِنۡ أَنۢبَآءِ مَا قَدۡ سَبَقَۚ وَقَدۡ ءَاتَيۡنَٰكَ مِن لَّدُنَّا ذِكۡرًا ٩٩Bi vî awayî em ji bona te ra ji serdaborîyên berê diaxivin. Bi sond! Me ji bal xwe da (pirtûkekê da bîrxistoker) daye te مَّنۡ أَعۡرَضَ عَنۡهُ فَإِنَّهُۥ يَحۡمِلُ يَوۡمَ ٱلۡقِيَٰمَةِ وِزۡرًا ١٠٠Îdî kê ji wê rû bifetilîne, bi rastî ewê di roya rabûna hemî da barekî giran hilde خَٰلِدِينَ فِيهِۖ وَسَآءَ لَهُمۡ يَوۡمَ ٱلۡقِيَٰمَةِ حِمۡلًا ١٠١Ewan di binê wî barî da her diminin. (Ewa bara) di roya rabûna hemî da ji bona wan ra çiqa hildaneke sik e يَوۡمَ يُنفَخُ فِي ٱلصُّورِۚ وَنَحۡشُرُ ٱلۡمُجۡرِمِينَ يَوۡمَئِذٍ زُرۡقًا ١٠٢Di roya, ku di Sturî da tê pufkirinê, em nûsîtemkaran di wê royê da bi çav beloqî û şasî dicivînin يَتَخَٰفَتُونَ بَيۡنَهُمۡ إِن لَّبِثۡتُمۡ إِلَّا عَشۡرًا ١٠٣Di nava hev da pistepist dikin (ji hev dipirsin; gelo çend royan em di cîhanê da mane? Bersiva hev dane, aha gotine: "Hûn di cîhanê da hey deh royan mane) نَّحۡنُ أَعۡلَمُ بِمَا يَقُولُونَ إِذۡ يَقُولُ أَمۡثَلُهُمۡ طَرِيقَةً إِن لَّبِثۡتُمۡ إِلَّا يَوۡمًا ١٠٤Em bi wê (mayîna wan yê cîhanî, ku ewan di nava hev da pistepist dikirin, ji hev ra) digotin, çêtir dizanin. Loma ewanê di pêşrewanê da nemûşê wan in (aha) gotine: "Hûn di cîhanê da hey royekî mane وَيَسۡـَٔلُونَكَ عَنِ ٱلۡجِبَالِ فَقُلۡ يَنسِفُهَا رَبِّي نَسۡفًا ١٠٥(Muhemmed!) Ewan ji te temtêla çîyan dipirsin: (Ka çîyayê di roya rabûna hemû da, wê ça bibin?) îdî tu ji wan ra bêje: "Xudayê min ê wan çîyan hûr bike bixe (arişt) bide bayê فَيَذَرُهَا قَاعًا صَفۡصَفًا ١٠٦Îdî (Xudayê min ê) şûna wan rast bike, bihêle لَّا تَرَىٰ فِيهَا عِوَجًا وَلَآ أَمۡتًا ١٠٧Tu (şûna wan da) qe tu kort û tepan nabînî.” يَوۡمَئِذٍ يَتَّبِعُونَ ٱلدَّاعِيَ لَا عِوَجَ لَهُۥۖ وَخَشَعَتِ ٱلۡأَصۡوَاتُ لِلرَّحۡمَٰنِ فَلَا تَسۡمَعُ إِلَّا هَمۡسًا ١٠٨Di wê roya (civînê da) hemû kes dibine pewrewê wî gazîkarê, ku ji bona wî ra xarkirina (li bal rast û çepê da çênabe). Hemû deng ji bona (Yezdanê) dilovan ra ker dibin. Îdî tu ji pêştirê mişînîyê tu dengî ji wan nabînî.” يَوۡمَئِذٍ لَّا تَنفَعُ ٱلشَّفَٰعَةُ إِلَّا مَنۡ أَذِنَ لَهُ ٱلرَّحۡمَٰنُ وَرَضِيَ لَهُۥ قَوۡلًا ١٠٩Di wê royê da tu mehderî kêr nayê, ji pêştirê mehderya wî kesî, ku (Yezdan)ê dilovan ji bona wi ra destûra mehderyê dabe û (Yezdan) bi gotinê wî qayîl bûbe (mehderya vî bi tenê bi kêr tê) يَعۡلَمُ مَا بَيۡنَ أَيۡدِيهِمۡ وَمَا خَلۡفَهُمۡ وَلَا يُحِيطُونَ بِهِۦ عِلۡمًا ١١٠(Yezdan) bi kirinê wan ê borî û bi kirinê wan ê para tê, dizane. Ewan kesan bi tu zanînê, zanîna (Yezdan, ya jî zanîna ji Yezdan bi xweber) hilnedane binê zanîna xwe ۞ وَعَنَتِ ٱلۡوُجُوهُ لِلۡحَيِّ ٱلۡقَيُّومِۖ وَقَدۡ خَابَ مَنۡ حَمَلَ ظُلۡمًا ١١١Û hemî rû ji bona (Yezdan)ê zende û şîra zebûn bûne. Bi sond! Ewanê cewr hildane, hene! Ewan (di wê royê da) belengaz bûne وَمَن يَعۡمَلۡ مِنَ ٱلصَّٰلِحَٰتِ وَهُوَ مُؤۡمِنٌ فَلَا يَخَافُ ظُلۡمًا وَلَا هَضۡمًا ١١٢Û kîjanî jî bawer kiribe û karê aştî kiribe, îdî ewa ji cewr û ji maf ne danê, natirse وَكَذَٰلِكَ أَنزَلۡنَٰهُ قُرۡءَانًا عَرَبِيًّا وَصَرَّفۡنَا فِيهِ مِنَ ٱلۡوَعِيدِ لَعَلَّهُمۡ يَتَّقُونَ أَوۡ يُحۡدِثُ لَهُمۡ ذِكۡرًا ١١٣Bi vî awayî me (ewa pirtûka) Qur’aneke ‘erebî hinartîye me di wê (Qur’an)ê da (peymana) şapatan bi cure cure fetilandin (ji wan ra gotin). Loma dibû ku ewan xudaparizî bikin, ya jî ewa (Qur’an)a ji bona wan ra bibe bîrdaxistinekî فَتَعَٰلَى ٱللَّهُ ٱلۡمَلِكُ ٱلۡحَقُّۗ وَلَا تَعۡجَلۡ بِٱلۡقُرۡءَانِ مِن قَبۡلِ أَن يُقۡضَىٰٓ إِلَيۡكَ وَحۡيُهُۥۖ وَقُل رَّبِّ زِدۡنِي عِلۡمًا ١١٤Îdî bi rastî serokê maf, Yezdanê bilinde. (Muhemmed!) Heya ku li bal te da niqandina wê pêk ne hatibe tu leza (xûndina) Qur’anê neke, tu (aha) bêje: "Xudayê min! Tu zanîna min pir bike وَلَقَدۡ عَهِدۡنَآ إِلَىٰٓ ءَادَمَ مِن قَبۡلُ فَنَسِيَ وَلَمۡ نَجِدۡ لَهُۥ عَزۡمًا ١١٥Bi sond! Me hêj di berê da li bal nişa kesan da peyman dabû (ku ewa ji berê wê darê nexu). Îdî (ewê nişa ê peymana me) bîrva kirîye, em bi xweber jî ji bona (nişa kesan ra) rastê tu cadê ne hatin وَإِذۡ قُلۡنَا لِلۡمَلَٰٓئِكَةِ ٱسۡجُدُواْ لِأٓدَمَ فَسَجَدُوٓاْ إِلَّآ إِبۡلِيسَ أَبَىٰ ١١٦Gava me (nişa kesan afirandibû, me) ji bona firiştan ra (aha) gotibû: "Gelî firiştan! Hûn ji bona Adem ra secde beherin." Îdî ji pêştirê nişa pelîd hemî (firiştan ji bona Adem ra) secde birin, ewî secde nebir فَقُلۡنَا يَٰٓـَٔادَمُ إِنَّ هَٰذَا عَدُوٌّ لَّكَ وَلِزَوۡجِكَ فَلَا يُخۡرِجَنَّكُمَا مِنَ ٱلۡجَنَّةِ فَتَشۡقَىٰٓ ١١٧Îdî me jî (ji bona nişa kesan ra aha) got: "Adem! Bi rastî eva (pelîda) ji bo te û jina te ra neyar e (haja we bira bi we hebe) ku ewa we herdukan ji bihiştê dernexe, îdî ku hûn şepirze bibin إِنَّ لَكَ أَلَّا تَجُوعَ فِيهَا وَلَا تَعۡرَىٰ ١١٨Bi rastî (di bihitê da) ji bona te ra tazîbûn û birçîbûn tune ye وَأَنَّكَ لَا تَظۡمَؤُاْ فِيهَا وَلَا تَضۡحَىٰ ١١٩“(Tu di bihiştê da) bi rastî ne tî dibî û ne jî tav li te dixe فَوَسۡوَسَ إِلَيۡهِ ٱلشَّيۡطَٰنُ قَالَ يَٰٓـَٔادَمُ هَلۡ أَدُلُّكَ عَلَىٰ شَجَرَةِ ٱلۡخُلۡدِ وَمُلۡكٍ لَّا يَبۡلَىٰ ١٢٠Îdî pelîd li bal (nişa kesan da xwarina ji berê dara da zanînê (Şeceret ul-M’erîfet) daye siwêrandinê, ji wî ra (aha) gotiye: "Adem! Tu divê ku ez beledîya te bikim, li bal dara (dazanîna) her maî û li bal seroktîya bê dawîya ne rizî فَأَكَلَا مِنۡهَا فَبَدَتۡ لَهُمَا سَوۡءَٰتُهُمَا وَطَفِقَا يَخۡصِفَانِ عَلَيۡهِمَا مِن وَرَقِ ٱلۡجَنَّةِۚ وَعَصَىٰٓ ءَادَمُ رَبَّهُۥ فَغَوَىٰ ١٢١Îdî (ji bo ku ji mirinê felat bibin. tim cari bijîn, rabûn) ji wê darê xwarin (piçtî xwarinê) ji herdukan ra cîhê ‘eybên wan vebûn, herduk li bal (darê) bihiştê da revîyan, ji bo ku bi pelên wan daran pêş û paşîya xwe bigirin. Adem (bi vî awayî) ji gotina Xudayê xwe derket û jê mehrûm ma ثُمَّ ٱجۡتَبَٰهُ رَبُّهُۥ فَتَابَ عَلَيۡهِ وَهَدَىٰ ١٢٢Paşê (Adem bi zarîn û girîn ji wan kirinê xwe poşman bû). Xudayê Adem, ewa (ji nava heyan) hilbijart û kirinê wî baxişandin, îdî ewa anî rêya rast قَالَ ٱهۡبِطَا مِنۡهَا جَمِيعَۢاۖ بَعۡضُكُمۡ لِبَعۡضٍ عَدُوٌّۖ فَإِمَّا يَأۡتِيَنَّكُم مِّنِّي هُدًى فَمَنِ ٱتَّبَعَ هُدَايَ فَلَا يَضِلُّ وَلَا يَشۡقَىٰ ١٢٣(Xudayê wî ji wan ra aha) gotîye: “Hûn herduk hemî (ji bihiştê) berjêr bin: Hinekê ji we, wê ji bona hinekên we ra neyar bin. Îdî gava ji min li bal we da beledî hat, kî ji we bibe peyrewê beledî ya min, paşê ewa rê wunda nake û şepirze jî nabe وَمَنۡ أَعۡرَضَ عَن ذِكۡرِي فَإِنَّ لَهُۥ مَعِيشَةً ضَنكًا وَنَحۡشُرُهُۥ يَوۡمَ ٱلۡقِيَٰمَةِ أَعۡمَىٰ ١٢٤Kîjan rû ji bîranîna min bifetilîne, îdî ji bona wî ra jîneke nemir û nejî heye û emê ewê di roya rabûna hemî da kor bicivînin قَالَ رَبِّ لِمَ حَشَرۡتَنِيٓ أَعۡمَىٰ وَقَدۡ كُنتُ بَصِيرًا ١٢٥(Ewa di wê royê da aha) dibêje: "Xudayê min! Te ji bo çi ez bi korî civandime? Bi sond (hêj berê da) min didit قَالَ كَذَٰلِكَ أَتَتۡكَ ءَايَٰتُنَا فَنَسِيتَهَاۖ وَكَذَٰلِكَ ٱلۡيَوۡمَ تُنسَىٰ ١٢٦(Xuda jê ra) dibêje: "Wusa ne: Gava beretên me ji te ra hat, îdî te ewan beratên me bîrva kiribûn, tu jî wusa dî îro da hatî bîrva kirinê وَكَذَٰلِكَ نَجۡزِي مَنۡ أَسۡرَفَ وَلَمۡ يُؤۡمِنۢ بِـَٔايَٰتِ رَبِّهِۦۚ وَلَعَذَابُ ٱلۡأٓخِرَةِ أَشَدُّ وَأَبۡقَىٰٓ ١٢٧Em bi vî awayî, ewê dest belavê, ku bi beratên Xudayê xwe bawer nake celat dikin. Bi rastî şapata para da jî hêj zortir û her mayîtir e أَفَلَمۡ يَهۡدِ لَهُمۡ كَمۡ أَهۡلَكۡنَا قَبۡلَهُم مِّنَ ٱلۡقُرُونِ يَمۡشُونَ فِي مَسَٰكِنِهِمۡۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَٰتٍ لِّأُوْلِي ٱلنُّهَىٰ ١٢٨Qey ji bona wan ra ne bûye rêzber, ku me di berya wan da çiqa komalên çaxan teşqele kirîye? Ewan bi xweber jî di nava kavilê wan da digerin (bi çavê xwe jî ewan kavilan di bînin). Bi rastî di van (beratan da) ji bona xwe parizan, beratên sodretî hene وَلَوۡلَا كَلِمَةٌ سَبَقَتۡ مِن رَّبِّكَ لَكَانَ لِزَامًا وَأَجَلٌ مُّسَمًّى ١٢٩Heke ewa paymana (danê şapatdana wan) ji Xudayê te ne borî bûya (celata wanê, wê bi kirina wan ra) bihata. (Lê) dane (şapatdanê) hatîye navdanê فَٱصۡبِرۡ عَلَىٰ مَا يَقُولُونَ وَسَبِّحۡ بِحَمۡدِ رَبِّكَ قَبۡلَ طُلُوعِ ٱلشَّمۡسِ وَقَبۡلَ غُرُوبِهَاۖ وَمِنۡ ءَانَآيِٕ ٱلَّيۡلِ فَسَبِّحۡ وَأَطۡرَافَ ٱلنَّهَارِ لَعَلَّكَ تَرۡضَىٰ ١٣٠Îdî tu li ser gotinê wan hew bike, tu di berya roj hila û roj ava da bi sipazîya Xudayê xwe, perestî bike tu di hinekî danê şevê da û kêlekê royê da jî bi paqijîya Xudayê xwe ji kemasîyan perestîya wî bike. Loma hêvî heye ku tu (bi vê kirinê) qayîl bibî وَلَا تَمُدَّنَّ عَيۡنَيۡكَ إِلَىٰ مَا مَتَّعۡنَا بِهِۦٓ أَزۡوَٰجًا مِّنۡهُمۡ زَهۡرَةَ ٱلۡحَيَوٰةِ ٱلدُّنۡيَا لِنَفۡتِنَهُمۡ فِيهِۚ وَرِزۡقُ رَبِّكَ خَيۡرٌ وَأَبۡقَىٰ ١٣١(Muhemmed!) Tu her du çavê xwe, li bal wan zonê (Fileyên) ku me ji hinekî wan ra ji bona ceribandina wan, xemla cîhanê daye wan, bi direjî zoq neke. Bi rastî rozîyên Xudayê te, qenctir û her mayîtir e وَأۡمُرۡ أَهۡلَكَ بِٱلصَّلَوٰةِ وَٱصۡطَبِرۡ عَلَيۡهَاۖ لَا نَسۡـَٔلُكَ رِزۡقًاۖ نَّحۡنُ نَرۡزُقُكَۗ وَٱلۡعَٰقِبَةُ لِلتَّقۡوَىٰ ١٣٢Tu fermana malîyên xwe bi nimêjkirinê bike. Tu bi xweber jî li ser cefayên wê berxwe bide. Em ji te rozînan naxwezin, em ji te ra rozînan didin. Şixwa encam ji bona xudaparizan e وَقَالُواْ لَوۡلَا يَأۡتِينَا بِـَٔايَةٍ مِّن رَّبِّهِۦٓۚ أَوَلَمۡ تَأۡتِهِم بَيِّنَةُ مَا فِي ٱلصُّحُفِ ٱلۡأُولَىٰ ١٣٣Ewan (aha) gotine: "Gotî ewî (ji bona pêxemberya xwe) hinek beratên (derhoze) ne anîbûya (ku me bi wî bawer bikira)?" Qey ji bona wan ra di pirtûkê berê da beratên daveker ne hatibû وَلَوۡ أَنَّآ أَهۡلَكۡنَٰهُم بِعَذَابٍ مِّن قَبۡلِهِۦ لَقَالُواْ رَبَّنَا لَوۡلَآ أَرۡسَلۡتَ إِلَيۡنَا رَسُولًا فَنَتَّبِعَ ءَايَٰتِكَ مِن قَبۡلِ أَن نَّذِلَّ وَنَخۡزَىٰ ١٣٤Heke me ewan hêj di berya hatina (pêxemberan li bal wan da, teşqele kiribûnan, wê ewanê bi gotinan: "Xudayê me! Qey çi dibû, ku te li bal me da pêxemberek şandibûya, îdî hêj ku em aha ser berjêr û riswa ne bibûnan em bibûna peyrewê beratên te) قُلۡ كُلٌّ مُّتَرَبِّصٌ فَتَرَبَّصُواْۖ فَسَتَعۡلَمُونَ مَنۡ أَصۡحَٰبُ ٱلصِّرَٰطِ ٱلسَّوِيِّ وَمَنِ ٱهۡتَدَىٰ ١٣٥(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hemî kes dîdarî dikin, îdî hûn jî dîdarî bikin (paşê em mêze bikin) ka hevrîyên rêya rast kî ne û ka kîjan di rêya rast da nin? Hûnê wê gavê bizanin

Translation: Unknown.