بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ
ٱقۡتَرَبَ لِلنَّاسِ حِسَابُهُمۡ وَهُمۡ فِي غَفۡلَةٍ مُّعۡرِضُونَ ١Ji bona kesan ra (danê) hijmara (kirinê wan) nêzîk bûye, lê ewan bi xweber jî dibe gomanîyeke wusa da nin (ji hatina wê danî) rû fetilandine مَا يَأۡتِيهِم مِّن ذِكۡرٍ مِّن رَّبِّهِم مُّحۡدَثٍ إِلَّا ٱسۡتَمَعُوهُ وَهُمۡ يَلۡعَبُونَ ٢Çiqa berateke nû ji Xudayê wan ji wan ra hatîye, ewan hey bi tinazkirina wê beratê gohdarî kirine لَاهِيَةً قُلُوبُهُمۡۗ وَأَسَرُّواْ ٱلنَّجۡوَى ٱلَّذِينَ ظَلَمُواْ هَلۡ هَٰذَآ إِلَّا بَشَرٌ مِّثۡلُكُمۡۖ أَفَتَأۡتُونَ ٱلسِّحۡرَ وَأَنتُمۡ تُبۡصِرُونَ ٣Dilê wan hey di laqirdîyan da ne. Ewanê cewr kirine hene! Di nava xwe da (aha) kurepistî kirine; ma qey (Muhemmed) jî merivekî wekî we nîne? Îdî hûn ça li ber çavan diçin dibine (peyrewê wî) ançkarî قَالَ رَبِّي يَعۡلَمُ ٱلۡقَوۡلَ فِي ٱلسَّمَآءِ وَٱلۡأَرۡضِۖ وَهُوَ ٱلسَّمِيعُ ٱلۡعَلِيمُ ٤(Pêxember ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî Xudayê min, di ezman û zemîn da çi gotin hebin, bi wan dizane. Ewa bihîstokê pirzan e بَلۡ قَالُوٓاْ أَضۡغَٰثُ أَحۡلَٰمِۭ بَلِ ٱفۡتَرَىٰهُ بَلۡ هُوَ شَاعِرٌ فَلۡيَأۡتِنَا بِـَٔايَةٍ كَمَآ أُرۡسِلَ ٱلۡأَوَّلُونَ ٥Na, (Muhemmed, pêxember nîne, emê çima bibine peyrewê wî? Paşê aha) gotine: "Evan tiştên dibêje jî sêwrandin û xewên rojk in, dibe ku ji ber xwe jî dibêje. Wusa ne xwuzanekî (pir zana ye). Heke aha nîne, de ka bira wekî wan pêemberên berê hatî, ji bona me ra beratên derhoze) bîne مَآ ءَامَنَتۡ قَبۡلَهُم مِّن قَرۡيَةٍ أَهۡلَكۡنَٰهَآۖ أَفَهُمۡ يُؤۡمِنُونَ ٦Çiqa (rûniştîyên) welatekî, ku me di berya wan da teşqele kiribin, ji ber ewan bawer ne kirine, loma me ewan teşqele kirine, îja evanê bawer bikin وَمَآ أَرۡسَلۡنَا قَبۡلَكَ إِلَّا رِجَالًا نُّوحِيٓ إِلَيۡهِمۡۖ فَسۡـَٔلُوٓاْ أَهۡلَ ٱلذِّكۡرِ إِن كُنتُمۡ لَا تَعۡلَمُونَ ٧Me çiqa (pêxember) di berya te da şandine, ewan jî hey mêr bûne; me 1i bal wan da niqandîye. Îdî heke hûn (bi van rastîya) nizanin, hûn ji (xweyî pirtûkan, rastîya wan) bipirsin وَمَا جَعَلۡنَٰهُمۡ جَسَدًا لَّا يَأۡكُلُونَ ٱلطَّعَامَ وَمَا كَانُواْ خَٰلِدِينَ ٨Me ewan (pêxemberan) ne xistine termekî wusa, ku qe xwarinan ne xun. Ewan (pêxemberan di cîhanê da jî) bê mirin nînin ثُمَّ صَدَقۡنَٰهُمُ ٱلۡوَعۡدَ فَأَنجَيۡنَٰهُمۡ وَمَن نَّشَآءُ وَأَهۡلَكۡنَا ٱلۡمُسۡرِفِينَ ٩Me paşê, ewan peymana, ku me dabû wan (pêxemberan) rast derxist. Îdî me ewan û bi evînê xwe va felat kirin û ewanê dest bela jî me teşqele kirin لَقَدۡ أَنزَلۡنَآ إِلَيۡكُمۡ كِتَٰبًا فِيهِ ذِكۡرُكُمۡۚ أَفَلَا تَعۡقِلُونَ ١٠Bi sond (gelî kesan!) Me li bal we da pirtûkeke wusa hinartîye, di wê (pirtûkê da) nav û nîşanê we bi abûrî heye. Îdî qe hûn hiş hilnadin وَكَمۡ قَصَمۡنَا مِن قَرۡيَةٍ كَانَتۡ ظَالِمَةً وَأَنشَأۡنَا بَعۡدَهَا قَوۡمًا ءَاخَرِينَ ١١Me çiqa ji wan welatîyên, ku cewr kiribûne bi şkênandinê teşqele kirine! Û me paşê (di şûna wan da) komalekî mayî afirandîye فَلَمَّآ أَحَسُّواْ بَأۡسَنَآ إِذَا هُم مِّنۡهَا يَرۡكُضُونَ ١٢Îdî gava ewan pêjna şapata me ye zor hildane, heman silikîne, bardarên xwe zengû kirine revîyane (ji welat derketine) لَا تَرۡكُضُواْ وَٱرۡجِعُوٓاْ إِلَىٰ مَآ أُتۡرِفۡتُمۡ فِيهِ وَمَسَٰكِنِكُمۡ لَعَلَّكُمۡ تُسۡـَٔلُونَ ١٣Hûn (gelî cewrkaran! Belaş) nerevin û para da li bal wan berxwudarîyên xwe û xanîyên xwe da bizivirin, loma hûnê bi rastî ji wan bêne pirsînê قَالُواْ يَٰوَيۡلَنَآ إِنَّا كُنَّا ظَٰلِمِينَ ١٤Ewan (cewrkaran aha) gotine: "Xwelî li me be! Bi rastî em cewrkar bûne فَمَا زَالَت تِّلۡكَ دَعۡوَىٰهُمۡ حَتَّىٰ جَعَلۡنَٰهُمۡ حَصِيدًا خَٰمِدِينَ ١٥Eva peyva (hewrê "xwelî" li me be) tim digotm; heya me ewan bi durûnî (wekî çandinan durût) dengê wan temirî وَمَا خَلَقۡنَا ٱلسَّمَآءَ وَٱلۡأَرۡضَ وَمَا بَيۡنَهُمَا لَٰعِبِينَ ١٦Me ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, bi tinazî ne afirandîye لَوۡ أَرَدۡنَآ أَن نَّتَّخِذَ لَهۡوًا لَّٱتَّخَذۡنَٰهُ مِن لَّدُنَّآ إِن كُنَّا فَٰعِلِينَ ١٧Heke me biva, ku ji xwe ra pêlêyîztek bigirta, meyê ewa tişta li bal xwe hilda (ku ewa babet bûya ji bona navê me ra). Heke me bikira, meyê aha bikira بَلۡ نَقۡذِفُ بِٱلۡحَقِّ عَلَى ٱلۡبَٰطِلِ فَيَدۡمَغُهُۥ فَإِذَا هُوَ زَاهِقٌۚ وَلَكُمُ ٱلۡوَيۡلُ مِمَّا تَصِفُونَ ١٨Na, (gotina wan nîne, lê em) mafê davêjine ser pûçîtîyê, îdî pûçî can dide (parparî dibe, namîne). Ji bona salixên wan yên, ku ji bona (Yezdan ra kêmayan dibêjin), xwelî li we be وَلَهُۥ مَن فِي ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلۡأَرۡضِۚ وَمَنۡ عِندَهُۥ لَا يَسۡتَكۡبِرُونَ عَنۡ عِبَادَتِهِۦ وَلَا يَسۡتَحۡسِرُونَ ١٩Di ezman û zemîn da çi hebe! Ewan ji bona Yezdan ra nin. Ewanê li bal wî hene! Ewan ji perestîya wî, quretî nekin (ku jê ra perestî nekin) û ji perestîya wî jî nawestin يُسَبِّحُونَ ٱلَّيۡلَ وَٱلنَّهَارَ لَا يَفۡتُرُونَ ٢٠Ewan di şev û royan da paqijaya (Yezdan) bi perestî ji kêmayan dikin, qe nakerixin (sist jî nabin) أَمِ ٱتَّخَذُوٓاْ ءَالِهَةً مِّنَ ٱلۡأَرۡضِ هُمۡ يُنشِرُونَ ٢١Qey ewan (filan) ji zemîn, ji bona xwe ra hinek xuda girtine; wê ewan (xudayên ewan ji piştî mirinê) biweşînin لَوۡ كَانَ فِيهِمَآ ءَالِهَةٌ إِلَّا ٱللَّهُ لَفَسَدَتَاۚ فَسُبۡحَٰنَ ٱللَّهِ رَبِّ ٱلۡعَرۡشِ عَمَّا يَصِفُونَ ٢٢Heke ji pêştirê Yezdan, hinek xudayên mayî di ezman û zemîn da hebûnan, wê bi rastî herdukê jî kavil bibûnan. Îdî Yezdanê xwe yê arşê (m’ena) ji wan salixên wan, bê kemasî paqij e لَا يُسۡـَٔلُ عَمَّا يَفۡعَلُ وَهُمۡ يُسۡـَٔلُونَ ٢٣Ewa çi bike; ji kirina xwe nayê pirsînê, lê ewan (kesan) çi bikin, ji kirina xwe têne pirsînê أَمِ ٱتَّخَذُواْ مِن دُونِهِۦٓ ءَالِهَةًۖ قُلۡ هَاتُواْ بُرۡهَٰنَكُمۡۖ هَٰذَا ذِكۡرُ مَن مَّعِيَ وَذِكۡرُ مَن قَبۡلِيۚ بَلۡ أَكۡثَرُهُمۡ لَا يَعۡلَمُونَ ٱلۡحَقَّۖ فَهُم مُّعۡرِضُونَ ٢٤Ewan (filan) qey ji pêştirê (Yezdanê babet ê perestîyê ji bona xwe ra) hinek xuda girtine? (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Kanê (ji bona xudatîya wan ra) nîşanê we yên rastî çi hene! ewan (nîşanan) bînin (bidine nişanê me). Eva (doza yekatîya Yezdan) doza wanê bi min ra ne (ça jî) pirtûka bi min ra û ewan pirtûkê berya min da borîne (nîşanê vê doza me bi xweber e)." Lê pirê wan bi mafê nizanin, îdî ewan ji mafê rû fetilandine وَمَآ أَرۡسَلۡنَا مِن قَبۡلِكَ مِن رَّسُولٍ إِلَّا نُوحِيٓ إِلَيۡهِ أَنَّهُۥ لَآ إِلَٰهَ إِلَّآ أَنَا۠ فَٱعۡبُدُونِ ٢٥Me çiqa pêxemberek di berya te da (li bal kesan da) şandîye; me hey ji wî (pêxemberî ra aha) niqandîye: "(Hûn gelî kesan! Bizanin) ku tu ilahek (babetê perestîyê) ji pêştirê min tune ne, îdî hûn ji min ra perestî bikin وَقَالُواْ ٱتَّخَذَ ٱلرَّحۡمَٰنُ وَلَدًاۗ سُبۡحَٰنَهُۥۚ بَلۡ عِبَادٌ مُّكۡرَمُونَ ٢٦Ewan (filan) aha gotine: "Xudayê dilovan, ji bona xwe ra zar girtine." Xuda ji wan gotinê wan paqij e. Lê (firişte) li bal (Yezdan) hinek bendeyên rûmetdar in لَا يَسۡبِقُونَهُۥ بِٱلۡقَوۡلِ وَهُم بِأَمۡرِهِۦ يَعۡمَلُونَ ٢٧Ewan (firiştan) nakebine pêşîya gotina (Yezdan). Û ewan hey bi gotina wî (tiştan) dikin يَعۡلَمُ مَا بَيۡنَ أَيۡدِيهِمۡ وَمَا خَلۡفَهُمۡ وَلَا يَشۡفَعُونَ إِلَّا لِمَنِ ٱرۡتَضَىٰ وَهُم مِّنۡ خَشۡيَتِهِۦ مُشۡفِقُونَ ٢٨(Yezdan) bi tiştê berya wan û bi tiştê paş wan da maye (bi kirî û ne kirîyê) wan dizane. Ewan (firiştan) hey mehderya wan ê ku ewa bi wan qayîl bûye, dikin, şixwa ewan bi xweber jî ji tirsa wî cirifîne mane ۞ وَمَن يَقُلۡ مِنۡهُمۡ إِنِّيٓ إِلَٰهٌ مِّن دُونِهِۦ فَذَٰلِكَ نَجۡزِيهِ جَهَنَّمَۚ كَذَٰلِكَ نَجۡزِي ٱلظَّٰلِمِينَ ٢٩Ji wan (firiştan) kîjan bibêje: "Bi rastî ji pêştirê (Yezdan), ez jî xuda me." Îdî em ew bi dojê didine celatkirinê. Em cewrkaran wusa didine celatkirin أَوَلَمۡ يَرَ ٱلَّذِينَ كَفَرُوٓاْ أَنَّ ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلۡأَرۡضَ كَانَتَا رَتۡقًا فَفَتَقۡنَٰهُمَاۖ وَجَعَلۡنَا مِنَ ٱلۡمَآءِ كُلَّ شَيۡءٍ حَيٍّۚ أَفَلَا يُؤۡمِنُونَ ٣٠Ewanê bûne file, ma qey nabînin? Bi rastî ezman û zemîn (di cara yekem da) bi heva bûn (paşê) me ewan ji hev fıstiqandin (ji hev dane derxistinê). Me ji avê hemî tişt zindî kirine (çiqa heyî hene! Hemî ji avê bûne gewde). Qey ewan hêj bawer nakin وَجَعَلۡنَا فِي ٱلۡأَرۡضِ رَوَٰسِيَ أَن تَمِيدَ بِهِمۡ وَجَعَلۡنَا فِيهَا فِجَاجًا سُبُلًا لَّعَلَّهُمۡ يَهۡتَدُونَ ٣١Ji bona ku zemîn ewan ne hejîne; me di zemîn da çîyayên binecî afirandine, me di (zemîn da) gaz û rê û bêlanê bilind çê kirine; ji bo ku ewan (bi hêsanî) herne (karê xwe û werne mala xwe) وَجَعَلۡنَا ٱلسَّمَآءَ سَقۡفًا مَّحۡفُوظًاۖ وَهُمۡ عَنۡ ءَايَٰتِهَا مُعۡرِضُونَ ٣٢Me ezman jî xistîye benakî parisvan, bi vî ra jî ewan (filan) ji berate û (bawerya Yezdan) rû difetilînin وَهُوَ ٱلَّذِي خَلَقَ ٱلَّيۡلَ وَٱلنَّهَارَ وَٱلشَّمۡسَ وَٱلۡقَمَرَۖ كُلٌّ فِي فَلَكٍ يَسۡبَحُونَ ٣٣Ewê şev û ro û roj û hîv afirandîye, heye! Ewa Yezdan e. Ewan hemî jî di şûneke dîyarî da melevanî dikin وَمَا جَعَلۡنَا لِبَشَرٍ مِّن قَبۡلِكَ ٱلۡخُلۡدَۖ أَفَإِيْن مِّتَّ فَهُمُ ٱلۡخَٰلِدُونَ ٣٤Me di berya te da ji bo tu kesekî ra nemirî çê ne kirîye. Qey gava tu bimirî îdî ewanê (di cîhanê da) nemirî bimînin كُلُّ نَفۡسٍ ذَآئِقَةُ ٱلۡمَوۡتِۗ وَنَبۡلُوكُم بِٱلشَّرِّ وَٱلۡخَيۡرِ فِتۡنَةًۖ وَإِلَيۡنَا تُرۡجَعُونَ ٣٥Bi rastî wê hemî candarê çeşna mirinê bikin. Em we bi qencî û xirabîyan diceribînin (ka kîjanê ji we hew bike). Paşê hûnê li bal me da bêne zivirandinê وَإِذَا رَءَاكَ ٱلَّذِينَ كَفَرُوٓاْ إِن يَتَّخِذُونَكَ إِلَّا هُزُوًا أَهَٰذَا ٱلَّذِي يَذۡكُرُ ءَالِهَتَكُمۡ وَهُم بِذِكۡرِ ٱلرَّحۡمَٰنِ هُمۡ كَٰفِرُونَ ٣٦(Muhemmed!) Gava ewanê file te dibînin, ewan hey bi te tirana dikin, ji hev ra (aha) dibêjin: "Qey eva ye, ku (kêmasîyên) Xudayê we dibêje?" Ewan bi xweber jî bi bîranîna (Xudayê) dilovan bûne file خُلِقَ ٱلۡإِنسَٰنُ مِنۡ عَجَلٍۚ سَأُوْرِيكُمۡ ءَايَٰتِي فَلَا تَسۡتَعۡجِلُونِ ٣٧(Di xûyê merivan da wusa lezîtî heye, tu dibê qey) ji lezitîyê hatine afirandinê. Îdî (gelî merivan! Binivin), ezê beratên xwe bi we bidime dîyarkirinê وَيَقُولُونَ مَتَىٰ هَٰذَا ٱلۡوَعۡدُ إِن كُنتُمۡ صَٰدِقِينَ ٣٨(Ewan aha) dibêjin: "Heke bi rastî hûn rastbêj in ka danê peymana (aşîtan) kînge ye لَوۡ يَعۡلَمُ ٱلَّذِينَ كَفَرُواْ حِينَ لَا يَكُفُّونَ عَن وُجُوهِهِمُ ٱلنَّارَ وَلَا عَن ظُهُورِهِمۡ وَلَا هُمۡ يُنصَرُونَ ٣٩Heke ewanê bûne file ewî danê ku nikarin agir ji pêş û paşê xwe, bidine para û arîkarya wan jî nayê kirinê (bizanîyan ewa dana aha zû ne dixwestin) بَلۡ تَأۡتِيهِم بَغۡتَةً فَتَبۡهَتُهُمۡ فَلَا يَسۡتَطِيعُونَ رَدَّهَا وَلَا هُمۡ يُنظَرُونَ ٤٠Lê ewa dana ê nişkê va bi wan da were. Îdî ewan nikarin ewî danî bidine para; şaş dibin (dimînin, nizanin wê çi bikin) li wan jî nayê mêzekirinê (ku ji wan ra hinek danê mayî bê danê) وَلَقَدِ ٱسۡتُهۡزِئَ بِرُسُلٍ مِّن قَبۡلِكَ فَحَاقَ بِٱلَّذِينَ سَخِرُواْ مِنۡهُم مَّا كَانُواْ بِهِۦ يَسۡتَهۡزِءُونَ ٤١Bi sond! Bi wan pêxemberên berya te da jî hatîye tiranekirinê. Îdî ewan tiranekerê ji wan (filan) hene! Şapata tiranê wan, ewan hildane nava xwe da قُلۡ مَن يَكۡلَؤُكُم بِٱلَّيۡلِ وَٱلنَّهَارِ مِنَ ٱلرَّحۡمَٰنِۚ بَلۡ هُمۡ عَن ذِكۡرِ رَبِّهِم مُّعۡرِضُونَ ٤٢(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo kê dikare; ku we di şev û royan da (ji şapata Yezdan yê) dilovan bide parisandinê? (Bi vî ra jî) ewan (hêj) ji bîranîna Xuda yê xwe rû difetilînin أَمۡ لَهُمۡ ءَالِهَةٌ تَمۡنَعُهُم مِّن دُونِنَاۚ لَا يَسۡتَطِيعُونَ نَصۡرَ أَنفُسِهِمۡ وَلَا هُم مِّنَّا يُصۡحَبُونَ ٤٣Qey ji bona wan ra ji pêtirê me, hinek xudayên mayî hene, ku ewan (ji şapata me) bidine para da? Ewan (xudan nikarin) arîkarya xwe bi xweber bikin (ma dora arîkarya wan wê ça bikin?). Ji me bi xweber jî (ji bona wan ilahan) qe tu xayîbûn çênabe بَلۡ مَتَّعۡنَا هَٰٓؤُلَآءِ وَءَابَآءَهُمۡ حَتَّىٰ طَالَ عَلَيۡهِمُ ٱلۡعُمُرُۗ أَفَلَا يَرَوۡنَ أَنَّا نَأۡتِي ٱلۡأَرۡضَ نَنقُصُهَا مِنۡ أَطۡرَافِهَآۚ أَفَهُمُ ٱلۡغَٰلِبُونَ ٤٤Me evan (filan) û bi tevê bav û kalê wan va dane jînandinê, heya jîna wan ji wan ra jî dirêj hat. (Goman kirin, ku di cîhanê da bê mirin in). Ma qey ewan (filan) nabînin, ku em zemîn tînin, ji doranê zemîn dibirin (hindik û hindik zemîn kêm dibe)? Îdî qey servahatî ewan in (ya jî servehatî em in) قُلۡ إِنَّمَآ أُنذِرُكُم بِٱلۡوَحۡيِۚ وَلَا يَسۡمَعُ ٱلصُّمُّ ٱلدُّعَآءَ إِذَا مَا يُنذَرُونَ ٤٥(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez hey we (gelî filan!) bi wê niqandina li bal min da hatîye niqandinê, bi tirsdanî didime (hişyarkirinê). Lê gava li bal keran da bê gazîkirinê, ewan dengan nabihên (heya ji dengan jî) hişyarî hildin وَلَئِن مَّسَّتۡهُمۡ نَفۡحَةٌ مِّنۡ عَذَابِ رَبِّكَ لَيَقُولُنَّ يَٰوَيۡلَنَآ إِنَّا كُنَّا ظَٰلِمِينَ ٤٦Bi sond! Heke pufek ji şapata Xudayê te bi wan (filan) bigire, ewanê (aha) bêjin: "Xwelî li me be! Bi rastî em cewrkar bûne وَنَضَعُ ٱلۡمَوَٰزِينَ ٱلۡقِسۡطَ لِيَوۡمِ ٱلۡقِيَٰمَةِ فَلَا تُظۡلَمُ نَفۡسٌ شَيۡـًٔاۖ وَإِن كَانَ مِثۡقَالَ حَبَّةٍ مِّنۡ خَرۡدَلٍ أَتَيۡنَا بِهَاۗ وَكَفَىٰ بِنَا حَٰسِبِينَ ٤٧Ji bona roya rabûn a hemî ra em terezîya (daditîyê) datînin, îdî tu can bi tu tiştî nayê cewrkirinê. Heke (kirina meriva) wekî libekî hîroyê be jî, hey emê ewî bînin (bikişînin). Şixwa ji bona hijmattinê em besî xwe ne وَلَقَدۡ ءَاتَيۡنَا مُوسَىٰ وَهَٰرُونَ ٱلۡفُرۡقَانَ وَضِيَآءً وَذِكۡرًا لِّلۡمُتَّقِينَ ٤٨Bi sond! Me ji Mûsa û Harûn ra pirtûkeke wusa anîye; ewa pirtûka (maf û pûçitîyê ji hev) radiqetîne, ji bona xudaparizan jî, ruhnaî û dabîrxistinê çê dike ٱلَّذِينَ يَخۡشَوۡنَ رَبَّهُم بِٱلۡغَيۡبِ وَهُم مِّنَ ٱلسَّاعَةِ مُشۡفِقُونَ ٤٩Ewanê ku dizîka da ji Xudayê xwe ditirsin hene! ewan xudapariz in, ewan ji danê (roya rabûn a hemî, ji tirsa) diricifin وَهَٰذَا ذِكۡرٌ مُّبَارَكٌ أَنزَلۡنَٰهُۚ أَفَأَنتُمۡ لَهُۥ مُنكِرُونَ ٥٠Eva (Qur’an a hanê) bîranîneke pîroz e, me ewa (li ser Muhemmed da) hinartîye. Îdî (gelî kesan!) qey hûn rikê xwe ji wê (Qur’anê) tînin ۞ وَلَقَدۡ ءَاتَيۡنَآ إِبۡرَٰهِيمَ رُشۡدَهُۥ مِن قَبۡلُ وَكُنَّا بِهِۦ عَٰلِمِينَ ٥١Bi sond! Me hêj berê da ji bona Îbrahîm ra sedra wî dabû (îdî ewî rastî û çewtî ji hev derxist.}. Şixwa me bi vê (babetîya Îbrahim) dizanîya إِذۡ قَالَ لِأَبِيهِ وَقَوۡمِهِۦ مَا هَٰذِهِ ٱلتَّمَاثِيلُ ٱلَّتِيٓ أَنتُمۡ لَهَا عَٰكِفُونَ ٥٢Di gavekî da Îbrahîm ji bona bav û komalê xwe ra (aha) gotibû: "Ewan tokelê hanê yên çi ne, ku hûn ji wan ra bê nivandin perestî dikin قَالُواْ وَجَدۡنَآ ءَابَآءَنَا لَهَا عَٰبِدِينَ ٥٣Ewan (bersiva Îbranîm aha dane û) gotine: "Em rastî bav û kalê we hatin; ji wan ra perestî dikirin (em jî perestîya wan dikin) قَالَ لَقَدۡ كُنتُمۡ أَنتُمۡ وَءَابَآؤُكُمۡ فِي ضَلَٰلٍ مُّبِينٍ ٥٤(Îbrahim ji wan ra aha) gotîye: "Bi sond! Hûn û bi bavê xwe va, di rêwundabûneke xûya da nin قَالُوٓاْ أَجِئۡتَنَا بِٱلۡحَقِّ أَمۡ أَنتَ مِنَ ٱللَّٰعِبِينَ ٥٥Ewan (bersiva Îbrahîm dane aha) gotine: "(Îbrahîm!) Te ji bona me ra rastî anî va ya jî tu bi me dileyîzî قَالَ بَل رَّبُّكُمۡ رَبُّ ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلۡأَرۡضِ ٱلَّذِي فَطَرَهُنَّ وَأَنَا۠ عَلَىٰ ذَٰلِكُم مِّنَ ٱلشَّٰهِدِينَ ٥٦(Îbrahîm) gotîye: "Na, (gotina we nîne, ewan tokelan ji bona we ra nabine Xuda) lê Xudayê we: Xudayê ezman û zemîn e, ewî (ezman û zemîn) afirandîye. Ez bi xweber nêhrewanê (şahid) van tişta me وَتَٱللَّهِ لَأَكِيدَنَّ أَصۡنَٰمَكُم بَعۡدَ أَن تُوَلُّواْ مُدۡبِرِينَ ٥٧Bi Yezdan! Ji piştî hûn para da vegeryan çûn, ezê ji wan tokelan ra endezan bikim (ewan hûr bikim) فَجَعَلَهُمۡ جُذَٰذًا إِلَّا كَبِيرًا لَّهُمۡ لَعَلَّهُمۡ إِلَيۡهِ يَرۡجِعُونَ ٥٨Îdî (ji piştî zivirandina wan) Îbrahîm tokelê wan hûr kirîye, ji pêştirê yek ê mezinê wan hebûye (ewa hîştîye). Loma di bû ku ewan li bal wî da bizivirin (pisyara hûrkirina tokelan ji wî bikin) قَالُواْ مَن فَعَلَ هَٰذَا بِـَٔالِهَتِنَآ إِنَّهُۥ لَمِنَ ٱلظَّٰلِمِينَ ٥٩(Gava ewan para da hatin û dîtin, ku tokelê wan hatine hûrkirinê; ji hev aha pirsîne): “Gelo kî bi serê ilahên me aha kirîye? Bi rastî kî jî kiribe, ewa hey ji cewrkaran e قَالُواْ سَمِعۡنَا فَتًى يَذۡكُرُهُمۡ يُقَالُ لَهُۥٓ إِبۡرَٰهِيمُ ٦٠Ji hev ra (aha) gotine: "Me navê xortekî bihîstîye; jê ra Îbrahîm dibêjin (ewa ji van ilahên me, bi kêmasî mijûl dibe) قَالُواْ فَأۡتُواْ بِهِۦ عَلَىٰٓ أَعۡيُنِ ٱلنَّاسِ لَعَلَّهُمۡ يَشۡهَدُونَ ٦١(Ewan ji hev ra aha) gotine: "Hûn herin ewî bîne ber çavê merivan, dibe ku hinek ewî nîyas bikin قَالُوٓاْ ءَأَنتَ فَعَلۡتَ هَٰذَا بِـَٔالِهَتِنَا يَٰٓإِبۡرَٰهِيمُ ٦٢Ewan (gava Îbrahîm anîne, ji wî aha pirsîne:) "Îbrahîm! Te evan, bi serê ilahên me kirine قَالَ بَلۡ فَعَلَهُۥ كَبِيرُهُمۡ هَٰذَا فَسۡـَٔلُوهُمۡ إِن كَانُواْ يَنطِقُونَ ٦٣(Îbrahîm bersiva wan daye aha) gotîye: "Na, min ne kirîye; dibe ku evî tokela hanê mezin yên wan kiribe, heke ewan mijûl dibin, îdî hûn ji wan pirsa (hûrkirina wan bikin) فَرَجَعُوٓاْ إِلَىٰٓ أَنفُسِهِمۡ فَقَالُوٓاْ إِنَّكُمۡ أَنتُمُ ٱلظَّٰلِمُونَ ٦٤Paşê ewan ponijîn (aha) gotin: "Bi rastî hey cewrkar hûn bi xweber in ثُمَّ نُكِسُواْ عَلَىٰ رُءُوسِهِمۡ لَقَدۡ عَلِمۡتَ مَا هَٰٓؤُلَآءِ يَنطِقُونَ ٦٥Paşê bi sernegûnî li bal hişê xwe yê berê da zivirîne (aha) gotine قَالَ أَفَتَعۡبُدُونَ مِن دُونِ ٱللَّهِ مَا لَا يَنفَعُكُمۡ شَيۡـًٔا وَلَا يَضُرُّكُمۡ ٦٦(Îbrahîm!) Bi sond! Tu jî dizanî, ku evan (tokelan) mijûl nabin." 66.66(Îbrahîm aha ji wan ra) gotîye: "(Hûn rast dibêjin) Lê ka hûn ça perestîya wan tiştên, qe tu kar û zîyana we nakin, dikin أُفٍّ لَّكُمۡ وَلِمَا تَعۡبُدُونَ مِن دُونِ ٱللَّهِۚ أَفَلَا تَعۡقِلُونَ ٦٧Ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan perestîya wan dikin hene! Xwelî li we û li wan be. Îdî qe hûn (ji van bûyeran) hiş hil nadin قَالُواْ حَرِّقُوهُ وَٱنصُرُوٓاْ ءَالِهَتَكُمۡ إِن كُنتُمۡ فَٰعِلِينَ ٦٨Ewan (ji hev ra aha) gotine: "Heke hûnê tiştekî (bi Îbrahîm) bikin û arîkarya ilahên xwe bikin; hûn (Îbrahîm) bişewitînin (bi vî awayî tola ilahên xwe, ji Îbrahîm hil din) قُلۡنَا يَٰنَارُ كُونِي بَرۡدًا وَسَلَٰمًا عَلَىٰٓ إِبۡرَٰهِيمَ ٦٩(Piştî ewan Îbrahîm avêtine agir) me (ji bona agir ra aha) got: "Agiro! Tu li ser Îbrahîm sar bibe û parizvanê wî be وَأَرَادُواْ بِهِۦ كَيۡدًا فَجَعَلۡنَٰهُمُ ٱلۡأَخۡسَرِينَ ٧٠Ewan vabûn ku ji bona (Îbrahîm ra) endezan bikin, îdî me jî ewan bi rastî xistine ji wanê zîyankertir وَنَجَّيۡنَٰهُ وَلُوطًا إِلَى ٱلۡأَرۡضِ ٱلَّتِي بَٰرَكۡنَا فِيهَا لِلۡعَٰلَمِينَ ٧١Û me (Îbrahîm) û Lût ji wan felat kirîye, me ewan birine bal wî zemînê, ku me ewa zemîna ji bona cîhanê ra pîroz kirîye وَوَهَبۡنَا لَهُۥٓ إِسۡحَٰقَ وَيَعۡقُوبَ نَافِلَةًۖ وَكُلًّا جَعَلۡنَا صَٰلِحِينَ ٧٢Me ji bona (Îbrahîm ra) ji piştî felatbûnê "Îshaq" raber kirîye, bi ser da jî ji bona Îshaq ra me "Y’eqûb" daye. Me ewan hemî jî xistine aştîkar وَجَعَلۡنَٰهُمۡ أَئِمَّةً يَهۡدُونَ بِأَمۡرِنَا وَأَوۡحَيۡنَآ إِلَيۡهِمۡ فِعۡلَ ٱلۡخَيۡرَٰتِ وَإِقَامَ ٱلصَّلَوٰةِ وَإِيتَآءَ ٱلزَّكَوٰةِۖ وَكَانُواْ لَنَا عَٰبِدِينَ ٧٣Me ewan xistine pêşrewanên wusa, ewan bi fermana me beledî dikin û me li bal wan da kirina qencîyan û nimêjkirin û bacdan, niqandîye. Ewana ji bona me ra perestvan bûn وَلُوطًا ءَاتَيۡنَٰهُ حُكۡمًا وَعِلۡمًا وَنَجَّيۡنَٰهُ مِنَ ٱلۡقَرۡيَةِ ٱلَّتِي كَانَت تَّعۡمَلُ ٱلۡخَبَٰٓئِثَۚ إِنَّهُمۡ كَانُواْ قَوۡمَ سَوۡءٍ فَٰسِقِينَ ٧٤Me ji bona Lût ra jî seroktî û zanîna retkokî anîye. Me ewa ji wan gundîyên, ku ewan kirinê sik dikirîbûne felat kirîye. Bi rastî ewan (gundîyan) komelêkî sike ji rê derketîbûne وَأَدۡخَلۡنَٰهُ فِي رَحۡمَتِنَآۖ إِنَّهُۥ مِنَ ٱلصَّٰلِحِينَ ٧٥Me ewa xistîye dilovanîya xwe. Loma ewa "Lût" ji aştîkaran bûye وَنُوحًا إِذۡ نَادَىٰ مِن قَبۡلُ فَٱسۡتَجَبۡنَا لَهُۥ فَنَجَّيۡنَٰهُ وَأَهۡلَهُۥ مِنَ ٱلۡكَرۡبِ ٱلۡعَظِيمِ ٧٦Hêj di berya van da, me ji bona (Nûh ra jî) bersiv daye. Gava ewî (ji bona feresîya xwe) gazî me kiribû, îdî me jî (Nûh) û malînê wî ji kovanên mezin felat kirine وَنَصَرۡنَٰهُ مِنَ ٱلۡقَوۡمِ ٱلَّذِينَ كَذَّبُواْ بِـَٔايَٰتِنَآۚ إِنَّهُمۡ كَانُواْ قَوۡمَ سَوۡءٍ فَأَغۡرَقۡنَٰهُمۡ أَجۡمَعِينَ ٧٧Me tola (Nûh) ji wî komalê, ku ewan beratên me didane derewdêrandinê, hil daye. Loma bi rastî ewan komalekî sik bûne. Îdî me ewan hemîşk di avê da fetisandin وَدَاوُۥدَ وَسُلَيۡمَٰنَ إِذۡ يَحۡكُمَانِ فِي ٱلۡحَرۡثِ إِذۡ نَفَشَتۡ فِيهِ غَنَمُ ٱلۡقَوۡمِ وَكُنَّا لِحُكۡمِهِمۡ شَٰهِدِينَ ٧٨Me (ji bona) Dawûd û Suleyman ra jî (dilovanî kirîye). Gava pezê komal ketibû çandinîyan, (zevî) hatibû çêrandinê, ewan herdukan berewanîya nav ya (her du destan kiribûne). Em bi xweber jî şahidê berewanî ya wan herdu- kan bûne فَفَهَّمۡنَٰهَا سُلَيۡمَٰنَۚ وَكُلًّا ءَاتَيۡنَا حُكۡمًا وَعِلۡمًاۚ وَسَخَّرۡنَا مَعَ دَاوُۥدَ ٱلۡجِبَالَ يُسَبِّحۡنَ وَٱلطَّيۡرَۚ وَكُنَّا فَٰعِلِينَ ٧٩Îdî me (bi Suleyman) ewa berewanî daye zanînê (gotina Suleyman, ji gotina Dawûd çêtir hate litekirinê) me ji herdukan ra jî seroktî û zanîn anîye. Me ji bona Dawûd ra çîya ser nerm kirîye: Ewan (çîyan) bi Dawûd ra (gotinê) paqijî dibêjin. Me çûk jî (ji bona wî ra ser nerm kirîye). Em evan tiştan dikarin bikin û (dikin jî) وَعَلَّمۡنَٰهُ صَنۡعَةَ لَبُوسٍ لَّكُمۡ لِتُحۡصِنَكُم مِّنۢ بَأۡسِكُمۡۖ فَهَلۡ أَنتُمۡ شَٰكِرُونَ ٨٠Me bi Dawûd pêşetîya çekirin a zirîncan daye hînkirinê, ji bo ku ewan zirîncan we di royê (qirînê da) ji tirsa (birîndaryê) bidine parisandinê. Îdî qey, hûn sipazî nakin وَلِسُلَيۡمَٰنَ ٱلرِّيحَ عَاصِفَةً تَجۡرِي بِأَمۡرِهِۦٓ إِلَى ٱلۡأَرۡضِ ٱلَّتِي بَٰرَكۡنَا فِيهَاۚ وَكُنَّا بِكُلِّ شَيۡءٍ عَٰلِمِينَ ٨١Me ji bona Suleyman ra jî bayekî hilwejok daye. Ewa baya bi fermana Suleyman li bal wî zemînê, ku me ewa zemîna pîroz kirîye, dikişe diçe. Bi rastî em (bi kirina) hemî tiştan dizanin وَمِنَ ٱلشَّيَٰطِينِ مَن يَغُوصُونَ لَهُۥ وَيَعۡمَلُونَ عَمَلًا دُونَ ذَٰلِكَۖ وَكُنَّا لَهُمۡ حَٰفِظِينَ ٨٢Û (me ji bona Suleyman ra) jî pelîdan (cunûkan) hinek (pelîdên melevanê wusa) ser nerm kirine; ewan (pelîdan dikebine deryayê, ji bo ku di diryayê da xişran derxin. Evan pelîdan) ji pêştirê (xebat a deryayê da) xebatên mayî jî dikin: (Xanîyan ava dikin, dersê cihûyan, ji bo zanîna pêşewanî didin û dersê tişt yên mayî jî didin). Em ji bona wan (cunûkan ra ji bo ku ewan ji fermana Suleyman dernekebin) parisvan in ۞ وَأَيُّوبَ إِذۡ نَادَىٰ رَبَّهُۥٓ أَنِّي مَسَّنِيَ ٱلضُّرُّ وَأَنتَ أَرۡحَمُ ٱلرَّٰحِمِينَ ٨٣Û gava Eyûb (nexwaş ketibû, aha) gazî Xudayê xwe kirîye: “Xudayê min! Bi rastî îdî evî derdî ez bêzar kirime (ez dizanim) dilovantirê dilovanan tu bi xweber î فَٱسۡتَجَبۡنَا لَهُۥ فَكَشَفۡنَا مَا بِهِۦ مِن ضُرٍّۖ وَءَاتَيۡنَٰهُ أَهۡلَهُۥ وَمِثۡلَهُم مَّعَهُمۡ رَحۡمَةً مِّنۡ عِندِنَا وَذِكۡرَىٰ لِلۡعَٰبِدِينَ ٨٤Îdî me ji bona (Eyûb ra) bersiv daye. Me ewa ji wî derdê pê va girtî, mefa (şifa) kirîye, me hemî malîyên (wî yên berê, dîsa) dane wî û bi dilovanîya li bal me da heyî me wekî wan jî bi wan ra dane wî. Evan dayîn û mefakirin, ji bona cîhanê ra dabîranîneke (Yezdan e) وَإِسۡمَٰعِيلَ وَإِدۡرِيسَ وَذَا ٱلۡكِفۡلِۖ كُلٌّ مِّنَ ٱلصَّٰبِرِينَ ٨٥Û (ewan pêxemberên ku bi serê wan da dert hatine hene!) Îsma’îl û Îdrîs û Zelkefil jî wan in. Ewan hemîşkan jî (li ser derdê xwe) hew kirine وَأَدۡخَلۡنَٰهُمۡ فِي رَحۡمَتِنَآۖ إِنَّهُم مِّنَ ٱلصَّٰلِحِينَ ٨٦Me jî ewan hildane nava dilovanîya xwe da. Loma bi rastî ewan ji aştîkaran in وَذَا ٱلنُّونِ إِذ ذَّهَبَ مُغَٰضِبًا فَظَنَّ أَن لَّن نَّقۡدِرَ عَلَيۡهِ فَنَادَىٰ فِي ٱلظُّلُمَٰتِ أَن لَّآ إِلَٰهَ إِلَّآ أَنتَ سُبۡحَٰنَكَ إِنِّي كُنتُ مِنَ ٱلظَّٰلِمِينَ ٨٧Û (Yunûs)ê xwe yê (masî jî) di gavekî da (ji komalê xwe) xeyîdî bû (çûbû). Îdî ewî goman kiribû, ku em nikarin (dîsa ewî li bal komalê wî da bizvirinin û em ewî ji xirabîyên wan biparisînin). Ji piştî (ku ewa ji kelekê avêtine avê; masîkî ewa daquland, ewî jî) di tarîtîyê da (aha gazî) kiribûye: "(Xuda!) Bi rastî ji pêştirê te (tu ilahek babetê perestîyê) tune ne, ez te ji hemî kemasîyan paqij dikim. Loma bi rastî ez ji cewrkara bûme فَٱسۡتَجَبۡنَا لَهُۥ وَنَجَّيۡنَٰهُ مِنَ ٱلۡغَمِّۚ وَكَذَٰلِكَ نُـۨجِي ٱلۡمُؤۡمِنِينَ ٨٨Îdî me jî bersiva wî daye û me ewa ji kovanê fereste kirîye. Em bi vî awayî bawergeran felat dikin وَزَكَرِيَّآ إِذۡ نَادَىٰ رَبَّهُۥ رَبِّ لَا تَذَرۡنِي فَرۡدًا وَأَنتَ خَيۡرُ ٱلۡوَٰرِثِينَ ٨٩Di gavekî da "Zekerîya jî (aha) gazî Xudayê xwe kiribûye: "Xudayê min! Tu min bi tenê nehêle; (tu ji bona min ra ûrtekî bide, lê tu nedî jî ez tu kovanê nakişînim) loma bi rastî tu qencê ûrtanî فَٱسۡتَجَبۡنَا لَهُۥ وَوَهَبۡنَا لَهُۥ يَحۡيَىٰ وَأَصۡلَحۡنَا لَهُۥ زَوۡجَهُۥٓۚ إِنَّهُمۡ كَانُواْ يُسَٰرِعُونَ فِي ٱلۡخَيۡرَٰتِ وَيَدۡعُونَنَا رَغَبًا وَرَهَبًاۖ وَكَانُواْ لَنَا خَٰشِعِينَ ٩٠Me ji bona Zekerîya bersiv da û me ji bona wî ra "Yehya" baxşîş kirîye û me ji bona wî ra, jina wî ji bo bizarmayînê amade kir. Loma ewan di kirina qencîyan da dibezyan, ewan bi goman û bi tirs gazî me dikirin. Ewan ji bona me ra bi ser berjêrî rûmeteke meziin digirtin وَٱلَّتِيٓ أَحۡصَنَتۡ فَرۡجَهَا فَنَفَخۡنَا فِيهَا مِن رُّوحِنَا وَجَعَلۡنَٰهَا وَٱبۡنَهَآ ءَايَةً لِّلۡعَٰلَمِينَ ٩١Ewa (Meryema) ku daw û zayenda xwe (ji hemî tiştan parisandîye (heye!) Me ji candarya xwe (di dawa) wê da puf kirîye (îdî ewa bi zar maye, paşê ji xwe ra kurek anîye). Me ewa (jinika) bi tevê kurê wê va, ji bona cîhanê ra xistîye berateke (derhoze) إِنَّ هَٰذِهِۦٓ أُمَّتُكُمۡ أُمَّةً وَٰحِدَةً وَأَنَا۠ رَبُّكُمۡ فَٱعۡبُدُونِ ٩٢Bi rastî eva koma we ya hanê (ola yekatî û misilmana ne). Ez bi xweber jî Xudayê we me. Îdî hûn (gelî misilmanan!) hey ji min bi tenê ra perestî bikin وَتَقَطَّعُوٓاْ أَمۡرَهُم بَيۡنَهُمۡۖ كُلٌّ إِلَيۡنَا رَٰجِعُونَ ٩٣(Evan pêxemberan wekî qulpê zincîran li pey hev peyweste bûne hatine. Ewan ola xwe ji hev hildane, hemî jî ji bona binecîtîya yek bawerîyê hatine, lê merivan bi xweber) di nava hev da bûyerên xwe ji hev raqetandine (ji ola Yezdan ra bi curecure nav da ne). Wê hemîşkê jî li bal me da bizivirin فَمَن يَعۡمَلۡ مِنَ ٱلصَّٰلِحَٰتِ وَهُوَ مُؤۡمِنٌ فَلَا كُفۡرَانَ لِسَعۡيِهِۦ وَإِنَّا لَهُۥ كَٰتِبُونَ ٩٤Îdî kîjan bi bawerî ji karê aştîyan bike, ji bona kirina wî tu nankorî tune ye (hey ji wî ra sipazî heye). Loma bi rastî em ji bona wî ra nivîsvanok in (kirinê wî bi qencî dinivîsin) وَحَرَٰمٌ عَلَىٰ قَرۡيَةٍ أَهۡلَكۡنَٰهَآ أَنَّهُمۡ لَا يَرۡجِعُونَ ٩٥(Jîna cîhanê) li ser rûniştine welatê, ku me ewan teşqele kirine ne durist e. Loma îdî ewan (carekî dinê) nazivirine (cîhanê) حَتَّىٰٓ إِذَا فُتِحَتۡ يَأۡجُوجُ وَمَأۡجُوجُ وَهُم مِّن كُلِّ حَدَبٍ يَنسِلُونَ ٩٦Gava derê yecûc û mecûcan vedibe, hemî ji gorê xwe, ji her alî da (li bal civînê da) êriş dikin: (Derê goran li mirîyan vedibe hemî li bal civînê da bi xweber lez dikin têne civînê) وَٱقۡتَرَبَ ٱلۡوَعۡدُ ٱلۡحَقُّ فَإِذَا هِيَ شَٰخِصَةٌ أَبۡصَٰرُ ٱلَّذِينَ كَفَرُواْ يَٰوَيۡلَنَا قَدۡ كُنَّا فِي غَفۡلَةٍ مِّنۡ هَٰذَا بَلۡ كُنَّا ظَٰلِمِينَ ٩٧Îdî danê rabûnê bi rastî nêz bûye. (Gava meriv di roya rabûn a hemî da têne civînê), ewanê bûne file hene! Çavê wan di wê gavê da zoq dimîne (aha ji hev ra dibêjin) "Xwelî li me be, bi sond! Em ji vî danî bê goman bûne, bi rastî me li xwe cewr kiribûye, lê me (pê nizanbûye) إِنَّكُمۡ وَمَا تَعۡبُدُونَ مِن دُونِ ٱللَّهِ حَصَبُ جَهَنَّمَ أَنتُمۡ لَهَا وَٰرِدُونَ ٩٨Bi rastî (gelî Mekîyan!) hûn û bi wan perestvanên we yên, ku we ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin hene! Hûn ardûkê dojê ne, hûnê (bi hev ra) herne dojê لَوۡ كَانَ هَٰٓؤُلَآءِ ءَالِهَةً مَّا وَرَدُوهَاۖ وَكُلٌّ فِيهَا خَٰلِدُونَ ٩٩(Hûn qe naponijin) heke evan ilah bûnan, evan ne diçûne (dojê)? Ewanê hemûşkê jî di dojê da her bimînin لَهُمۡ فِيهَا زَفِيرٌ وَهُمۡ فِيهَا لَا يَسۡمَعُونَ ١٠٠Di dojê da ji bona wan ra qarîn û wîqandin heye, ewan (di dojê da ji zoraya şapatê) qe tu dengî nabihên إِنَّ ٱلَّذِينَ سَبَقَتۡ لَهُم مِّنَّا ٱلۡحُسۡنَىٰٓ أُوْلَٰٓئِكَ عَنۡهَا مُبۡعَدُونَ ١٠١Lê ewanê, ku ji me ji bona wan ra peymana bi qencîyan hatîye borînê hene! Ewanan ji (dojê) hatine dûrxistinê لَا يَسۡمَعُونَ حَسِيسَهَاۖ وَهُمۡ فِي مَا ٱشۡتَهَتۡ أَنفُسُهُمۡ خَٰلِدُونَ ١٠٢(Ewanê dûr ê dojê) qe pêjna wê jî nabihên, ewanan di nava (qencîyên) can xwastina xwe da tim dimînin لَا يَحۡزُنُهُمُ ٱلۡفَزَعُ ٱلۡأَكۡبَرُ وَتَتَلَقَّىٰهُمُ ٱلۡمَلَٰٓئِكَةُ هَٰذَا يَوۡمُكُمُ ٱلَّذِي كُنتُمۡ تُوعَدُونَ ١٠٣Vecinaqindana mezin jî ewan bi mirûz nake (ji piştîderketina wan ji gorê ji mirûzê xwe nakin, loma nea ewletî daye wan, ewan ji mirinê nasilikin). Di pêşnewazîya wan da firişte derdikebin (ji wan ra dibêjin): “Ewa roya, ku ji we ra hatibû peymandanê hebû! Eva roya ye.” يَوۡمَ نَطۡوِي ٱلسَّمَآءَ كَطَيِّ ٱلسِّجِلِّ لِلۡكُتُبِۚ كَمَا بَدَأۡنَآ أَوَّلَ خَلۡقٍ نُّعِيدُهُۥۚ وَعۡدًا عَلَيۡنَآۚ إِنَّا كُنَّا فَٰعِلِينَ ١٠٤Di wê royê da em ezmanan wekî pêçandina defteran dipêçin. Ça di cara yekem da me ewan afirandibûn, emê dîsa ewan wusa tune bikin. Eva kirina hanê peymaneke li ser me bi vê nevê bûye, emê evê bikin jî وَلَقَدۡ كَتَبۡنَا فِي ٱلزَّبُورِ مِنۢ بَعۡدِ ٱلذِّكۡرِ أَنَّ ٱلۡأَرۡضَ يَرِثُهَا عِبَادِيَ ٱلصَّٰلِحُونَ ١٠٥Bi sond! Me ji piştê Tewratê di Zebûrê da jî nivîsîbû ku wê bendeyên me yên aştîkarê bibine mîratxwarê zemîn; wê (ewanê zemîn biçînin, rakin û bajon, bibine xweyê zemîn) إِنَّ فِي هَٰذَا لَبَلَٰغًا لِّقَوۡمٍ عَٰبِدِينَ ١٠٦Bi rastî di vê (Qur’ana hanê da) ji bo komalê perestvan ra ragihandina şîret yên hêja hene وَمَآ أَرۡسَلۡنَٰكَ إِلَّا رَحۡمَةً لِّلۡعَٰلَمِينَ ١٠٧(Muhemmed!) Bi rastî ji bona cîhanêra me tu hey dilovan şandîye قُلۡ إِنَّمَا يُوحَىٰٓ إِلَيَّ أَنَّمَآ إِلَٰهُكُمۡ إِلَٰهٌ وَٰحِدٌۖ فَهَلۡ أَنتُم مُّسۡلِمُونَ ١٠٨(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Li bal min da hey eva hatîye niqandinê,” Xwedayê we hey Yezdanekî bi tenê ye. Îdî (hûn ji wan bawerîyên pûç nazivirin) gelo nabine misilman?” فَإِن تَوَلَّوۡاْ فَقُلۡ ءَاذَنتُكُمۡ عَلَىٰ سَوَآءٍۖ وَإِنۡ أَدۡرِيٓ أَقَرِيبٌ أَم بَعِيدٌ مَّا تُوعَدُونَ ١٠٩Îdî heke (ji piştî van şîretan jî) ewan dîsa para da zivirîne (li bal bawerîya xwe ya berê, tu ji wan ra aha) bêje: “(Tişta hatîye niqandinê li bal min da, min ji we gotîye). Îdî em hemî (di zanîna biryaran da) wekî hev in. Gelo ewa (aştîya), ku ji we ra hatîyepeymandanê, nêzîk e ya jî dûr e, ez pê dizanim?” إِنَّهُۥ يَعۡلَمُ ٱلۡجَهۡرَ مِنَ ٱلۡقَوۡلِ وَيَعۡلَمُ مَا تَكۡتُمُونَ ١١٠“Loma bi rastî (Yezdan) bi gotin ê eşkere û dizî dizane.” وَإِنۡ أَدۡرِي لَعَلَّهُۥ فِتۡنَةٌ لَّكُمۡ وَمَتَٰعٌ إِلَىٰ حِينٍ ١١١“Bi rastî ez nizanim, gelo çima şapatê bi we da nayne; gelo ji bona ceribandina we ye, heya hinek gavan para da hîştîye, ya jî ji bona ku hûn heya hinek danan bi kêfa xwe bijîn (para da hîştîye?).” قَٰلَ رَبِّ ٱحۡكُم بِٱلۡحَقِّۗ وَرَبُّنَا ٱلرَّحۡمَٰنُ ٱلۡمُسۡتَعَانُ عَلَىٰ مَا تَصِفُونَ ١١٢(Muhemmed Pêxember aha) got: “Xwedayê min! Tu di nava me da bi mafî berewanî bike. (Ça hûn doz dikin, dibêjin: “Em servahatinê li ser we bikin di hemberê we da”) Xwedayê me yê dilaovan: wê arîkarîya me di hemberê wan salix yên we da bike.”