بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ
وَٱلَّيۡلِ إِذَا يَغۡشَىٰ ١Bi şeva gava taritî ewê som dike وَٱلنَّهَارِ إِذَا تَجَلَّىٰ ٢Bi roya gava derdikeve (rohnaî dike) وَمَا خَلَقَ ٱلذَّكَرَ وَٱلۡأُنثَىٰٓ ٣Bi wîyê ku nêr û mê afirandîye إِنَّ سَعۡيَكُمۡ لَشَتَّىٰ ٤(Sond dixum!) ku xebata we bi rastî cure û cureye فَأَمَّا مَنۡ أَعۡطَىٰ وَٱتَّقَىٰ ٥Îdî kîjan (ji bona xezanan ra mal) bi sixurîne û Xuda parizî bike وَصَدَّقَ بِٱلۡحُسۡنَىٰ ٦Û (perestîne) qenc jî bike û rast bi dêrîne فَسَنُيَسِّرُهُۥ لِلۡيُسۡرَىٰ ٧Îdî emê ji bona wî ra (hatina li bal rêya rast da) hêsanî bikin وَأَمَّا مَنۢ بَخِلَ وَٱسۡتَغۡنَىٰ ٨Kîjan jî çikûsî bike û xwe (ji Yezdan) ne hewce bibîne وَكَذَّبَ بِٱلۡحُسۡنَىٰ ٩Û qencê (gotinan jî) bide derewdêrandinê فَسَنُيَسِّرُهُۥ لِلۡعُسۡرَىٰ ١٠Îdî emê ji bona wî ra (çûna li bal rêne zehmet da) hêsanî bikin وَمَا يُغۡنِي عَنۡهُ مَالُهُۥٓ إِذَا تَرَدَّىٰٓ ١١Û gava ewa bikeVe dojê, malê wî qe ji bona wî ra tu karê nake إِنَّ عَلَيۡنَا لَلۡهُدَىٰ ١٢Loma bi rastî hatina wî li bal rêya rast da li ser meye وَإِنَّ لَنَا لَلۡأٓخِرَةَ وَٱلۡأُولَىٰ ١٣Û bi rastî cihan û parada jî ji bona me ra ne فَأَنذَرۡتُكُمۡ نَارًا تَلَظَّىٰ ١٤Îdî min hûn (gelî gunehkaran!) Bi agirekî pêtdayî dane hişyar kirinê لَا يَصۡلَىٰهَآ إِلَّا ٱلۡأَشۡقَى ١٥Ji pêştirê wanê rûreşê ji rêya rast derketî, tu kes nakeve wî agirî ٱلَّذِي كَذَّبَ وَتَوَلَّىٰ ١٦Ewî (rûreşê) maf daye derewdêrandinê, pişta xwe daye (mafê) وَسَيُجَنَّبُهَا ٱلۡأَتۡقَى ١٧Bi rastî ji wî (agirî) merivê Xuda pariz tê dûr xistinê ٱلَّذِي يُؤۡتِي مَالَهُۥ يَتَزَكَّىٰ ١٨(Ewê Xuda pariz) ew e, ku malê xwe (di rêya Yezdan da )sixurandîye (mali xwe) paqij kirîye وَمَا لِأَحَدٍ عِندَهُۥ مِن نِّعۡمَةٍ تُجۡزَىٰٓ ١٩Û (li bal Yezdan) ji bona tu kesekî ra qe tu qencîyek tuneye, ku ewan bi wê qencîyê bêne xelat kirinê إِلَّا ٱبۡتِغَآءَ وَجۡهِ رَبِّهِ ٱلۡأَعۡلَىٰ ٢٠Ji pêştirê (maldana) ji bona qayîl bûna (Xuda yê xwe) yê bililindtir (heke dabe) وَلَسَوۡفَ يَرۡضَىٰ ٢١Di nêzîk da jî (ewa qencîya) ku Xuda yê wî (ji bona wî ra bide, ewê) bi wê qencîyê qayîl bibe