ملة الإسلام

السورة 23 · 118 آية · Unknown

سورة المؤمنون باللغة الكردية الكرمانجية

السورة بالعربية مع التفسير استمع إلى سورة المؤمنون (1,265 قارئاً)
مكيةسورة المؤمنون١١٨ آية

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

قَدۡ أَفۡلَحَ ٱلۡمُؤۡمِنُونَ ١Bi sond ewanê bawer kirine hene! Ewan felat bûne ٱلَّذِينَ هُمۡ فِي صَلَاتِهِمۡ خَٰشِعُونَ ٢Ewan (bawergeran) di nimêja xwe da, ji bona (Yezdan ra) rûmetdarî dikin وَٱلَّذِينَ هُمۡ عَنِ ٱللَّغۡوِ مُعۡرِضُونَ ٣Ewan ji (mujûlîyên) bê amaç, rû fetilandine وَٱلَّذِينَ هُمۡ لِلزَّكَوٰةِ فَٰعِلُونَ ٤Ewan baca (malê xwe) dane وَٱلَّذِينَ هُمۡ لِفُرُوجِهِمۡ حَٰفِظُونَ ٥Ewan ji bona (dawa xwe ra) parisvanî kirine (jin û mêr herdukan jî) إِلَّا عَلَىٰٓ أَزۡوَٰجِهِمۡ أَوۡ مَا مَلَكَتۡ أَيۡمَٰنُهُمۡ فَإِنَّهُمۡ غَيۡرُ مَلُومِينَ ٦(Parisvanîya wan, ji bona bîyana ra ne) ne ji bona zoya wan ra ne, ya jî ji pêştirê zo ya xwe û ji pêştirê wan ê ku (peymana mal anîne dane wan qerewaşan) bi wê peymanê qerewaş hildane binê destê xwe. Îdî (bawerger di razana tevê van hadukan jî) nayêne nav û nuçûk kidrine فَمَنِ ٱبۡتَغَىٰ وَرَآءَ ذَٰلِكَ فَأُوْلَٰٓئِكَ هُمُ ٱلۡعَادُونَ ٧Îdî kê ji van (salixan) pêştir, paş da li bal hinekî mayî ra here, bi rastî ewan ji tuxûbê xwe borîne وَٱلَّذِينَ هُمۡ لِأَمَٰنَٰتِهِمۡ وَعَهۡدِهِمۡ رَٰعُونَ ٨Ewan ji bona enamet û peymana (xwe yê dayî ra) pêkanok in وَٱلَّذِينَ هُمۡ عَلَىٰ صَلَوَٰتِهِمۡ يُحَافِظُونَ ٩Ewan ça hatine fermankirinê (ji bona nimêjê) wusa nimêja xwe dikin أُوْلَٰٓئِكَ هُمُ ٱلۡوَٰرِثُونَ ١٠Ewanê di binê ûrt, evan in ٱلَّذِينَ يَرِثُونَ ٱلۡفِرۡدَوۡسَ هُمۡ فِيهَا خَٰلِدُونَ ١١Ewanê ku di binê ûrta bihişta bax û rezan hene! Evan bi xweber in, ewanê di bihiştê da jî her bimînin وَلَقَدۡ خَلَقۡنَا ٱلۡإِنسَٰنَ مِن سُلَٰلَةٍ مِّن طِينٍ ١٢Bi sond! Me (nişa) merivan ji melqeke ji herîyê afirandîye (ji herîyê parzun kirîye derxistîye) ثُمَّ جَعَلۡنَٰهُ نُطۡفَةً فِي قَرَارٍ مَّكِينٍ ١٣Paşê me ewa melqa di şûneke bi hêz da xistîye aveke binmaye tîr hîştîye ثُمَّ خَلَقۡنَا ٱلنُّطۡفَةَ عَلَقَةً فَخَلَقۡنَا ٱلۡعَلَقَةَ مُضۡغَةً فَخَلَقۡنَا ٱلۡمُضۡغَةَ عِظَٰمًا فَكَسَوۡنَا ٱلۡعِظَٰمَ لَحۡمًا ثُمَّ أَنشَأۡنَٰهُ خَلۡقًا ءَاخَرَۚ فَتَبَارَكَ ٱللَّهُ أَحۡسَنُ ٱلۡخَٰلِقِينَ ١٤Me paşê ji wê ava binmaye tîr, zûrû afirandîye, îdî me ewa (zûrûya) xistîye xerêfk (wekî ava goşt dema sar dibe, dibe xerêfk, ewan zûrûyan jî wusa di binê xerêft (dimînin). Îdî paşê me ji wê xerêfkê hestî afirandine. Hêj paşê me ewan hestîyan bi goşt daye niximandinê. Me paşê ewa (hestûyê goşt lêwerger, bi reng û rûçik û candarî) ji nişa wî ya berê pêştir, xistîye afirandekî mayî hîştîye. (Tu mêze bike) Yezdanê pîroz, çiqa qenctirê afirandoka ne ثُمَّ إِنَّكُم بَعۡدَ ذَٰلِكَ لَمَيِّتُونَ ١٥Paşê (ji piştî vê afirandinê) bi rastî hûnê bimirin ثُمَّ إِنَّكُمۡ يَوۡمَ ٱلۡقِيَٰمَةِ تُبۡعَثُونَ ١٦Paşê (ji piştî mirina we) hûnê di roya rabûn a hemî da, rabin, ji bo (civînê) bêne şandinê وَلَقَدۡ خَلَقۡنَا فَوۡقَكُمۡ سَبۡعَ طَرَآئِقَ وَمَا كُنَّا عَنِ ٱلۡخَلۡقِ غَٰفِلِينَ ١٧Bi sond! Me li stûyê we da hevt çerxê felekê, ku di rîya (xwe da dimeşin) afirandine. Û em ji afirandina (wan) bê agah nînin:(Me hemî bi zanîn afirandîye) وَأَنزَلۡنَا مِنَ ٱلسَّمَآءِ مَآءَۢ بِقَدَرٍ فَأَسۡكَنَّٰهُ فِي ٱلۡأَرۡضِۖ وَإِنَّا عَلَىٰ ذَهَابِۭ بِهِۦ لَقَٰدِرُونَ ١٨Û me ji ezmana avek pîvaî hinartîye, îdî me ewa ava di zemîn da daye êwirandinê. Û (me ça şîyaye, ku me ewa ava hinartîye) em wusa dişîn, ewê (avê) beherin (wunda bikin) فَأَنشَأۡنَا لَكُم بِهِۦ جَنَّٰتٍ مِّن نَّخِيلٍ وَأَعۡنَٰبٍ لَّكُمۡ فِيهَا فَوَٰكِهُ كَثِيرَةٌ وَمِنۡهَا تَأۡكُلُونَ ١٩Îdî me bi wê avê ji bona we ra rezên ji tirî û xurman çê kirine, ku di wan (rezan da) ji bona we ra berên pir hene û hûn bi xweber jî ji wan beran dixun وَشَجَرَةً تَخۡرُجُ مِن طُورِ سَيۡنَآءَ تَنۢبُتُ بِٱلدُّهۡنِ وَصِبۡغٍ لِّلۡأٓكِلِينَ ٢٠Û me (bi wê avê) ewa dara, ku (li çîyayê bi nav) Tûrisîna derdikibe (heşîn) kirîye. (Ewa dara hêşîn dibe) rûnekî wusa dide (gava meriv) ewî rûnî li qote xwe dixin, pê xurina wan xweş dibe وَإِنَّ لَكُمۡ فِي ٱلۡأَنۡعَٰمِ لَعِبۡرَةًۖ نُّسۡقِيكُم مِّمَّا فِي بُطُونِهَا وَلَكُمۡ فِيهَا مَنَٰفِعُ كَثِيرَةٌ وَمِنۡهَا تَأۡكُلُونَ ٢١Bi rastî ji bona we ra di tarişan da ponijandinek heye. Em bi we ewî (şîrê) di zikê tarişan da heye, didine vexurinê, ji bona we ra di wan tarişan da hêj tiştên kêrhatî mayî jî hene. Hûn ji wan (tarişan, goştê wan) dixun وَعَلَيۡهَا وَعَلَى ٱلۡفُلۡكِ تُحۡمَلُونَ ٢٢Hûn li ser wan (tarişan) û li ser kêlekan têne sîyarkirinê (diçin) وَلَقَدۡ أَرۡسَلۡنَا نُوحًا إِلَىٰ قَوۡمِهِۦ فَقَالَ يَٰقَوۡمِ ٱعۡبُدُواْ ٱللَّهَ مَا لَكُم مِّنۡ إِلَٰهٍ غَيۡرُهُۥٓۚ أَفَلَا تَتَّقُونَ ٢٣Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da bi pêxemberî şandîye. Îdî (Nûh ji bona komalê xwe ra aha) gotîye, "Gelî komalê min! Hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin, ji pêştirê wî, ji bona we ra qe tu (Yezdanê babet ê perestîyê) tune ye. Îdî qey hûn xudaparizîyê nakin فَقَالَ ٱلۡمَلَؤُاْ ٱلَّذِينَ كَفَرُواْ مِن قَوۡمِهِۦ مَا هَٰذَآ إِلَّا بَشَرٌ مِّثۡلُكُمۡ يُرِيدُ أَن يَتَفَضَّلَ عَلَيۡكُمۡ وَلَوۡ شَآءَ ٱللَّهُ لَأَنزَلَ مَلَٰٓئِكَةً مَّا سَمِعۡنَا بِهَٰذَا فِيٓ ءَابَآئِنَا ٱلۡأَوَّلِينَ ٢٤Îdî ewa desta ji pêşrewanê komal ê (Nûhê) ku bûne file hene! (Ewan bersiva Nûh dane; ji hev ra aha) gotine: “Eva jî hey merivekî wekî we ye, eva divê, ku bi rûmetî xwe li ser we mezin bike. Heke Yezdan biva, wê di şûna wî da firiştek (bi pêxemberî) bihinarta. Me hêj di bavên xwe yî yekem da jî tiştên aha (ku ji merivan pêxember hatine şandinê) ne bihîstîye إِنۡ هُوَ إِلَّا رَجُلُۢ بِهِۦ جِنَّةٌ فَتَرَبَّصُواْ بِهِۦ حَتَّىٰ حِينٍ ٢٥Ewa (Nûh) hey mêrekî tepa dikebe (bi wî ra meçêtir hene) ji ber vî qasî hûn hinekî dîdevanîya wî bikin (ka encama wî ça dibe) قَالَ رَبِّ ٱنصُرۡنِي بِمَا كَذَّبُونِ ٢٦(Nûh ji wê koma xwe bê goman maye aha) gotîye: "Xudayê min! Bi sedema, ku ewan min didine derewdêrandinê tu arîkarya min (di hemberê wan da) bike فَأَوۡحَيۡنَآ إِلَيۡهِ أَنِ ٱصۡنَعِ ٱلۡفُلۡكَ بِأَعۡيُنِنَا وَوَحۡيِنَا فَإِذَا جَآءَ أَمۡرُنَا وَفَارَ ٱلتَّنُّورُ فَٱسۡلُكۡ فِيهَا مِن كُلٍّ زَوۡجَيۡنِ ٱثۡنَيۡنِ وَأَهۡلَكَ إِلَّا مَن سَبَقَ عَلَيۡهِ ٱلۡقَوۡلُ مِنۡهُمۡۖ وَلَا تُخَٰطِبۡنِي فِي ٱلَّذِينَ ظَلَمُوٓاْ إِنَّهُم مُّغۡرَقُونَ ٢٧Îdî me li bal (Nûh da) niqandîye: ku ewa kelekê di binê dîdevanî û niqandina me da çêbike. Îdî gava fermana me bi teşqeledana wan hatîye û sitîla kelekê ji (kelê) ser da avêtibe (ya jî ava kelekê wekî tendûran kelyaye, kela wê bi ser da avêtîye) me (ji bona Nûh ra aha gotîye: "Nûh!) Ji pêştirê wan malîyên te yên ku ji bona teşqeledana wan ferman ji me boriye, tu ji her zoyan duduyan (nêr û mêyan) û malîyên xwe jî bixe kelekê. (Nûh!) Tu ji bona wanê, ku cewr kiribûne; ji min lavaya (fereste ya wan) neke. Bi rastî ewanê di avê da bifetisin فَإِذَا ٱسۡتَوَيۡتَ أَنتَ وَمَن مَّعَكَ عَلَى ٱلۡفُلۡكِ فَقُلِ ٱلۡحَمۡدُ لِلَّهِ ٱلَّذِي نَجَّىٰنَا مِنَ ٱلۡقَوۡمِ ٱلظَّٰلِمِينَ ٢٨Îdî (Nûh!) gava tu û bi wanê bi te ra derketine ser kelekê hewyan (aha) beje: "Em ji bona wî Yezdanê, ku em ji komalê cewrkar fereste kirine, sipazî dikin وَقُل رَّبِّ أَنزِلۡنِي مُنزَلًا مُّبَارَكًا وَأَنتَ خَيۡرُ ٱلۡمُنزِلِينَ ٢٩Û (Nûh! Tu aha jî) bêje; "Xudayê min! (Te em tereste kirin, îdî) tu min bi qencê dahêlan, dahêle êwreke pîroz (ji bo ku em bikaribin xwe xweyî bikin). Şixwa Xuda! Ewan (mexzûvanê ku li bal wan) êwir çêdibe hene! Tu bi xweber qenctirê wan î jî إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَأٓيَٰتٍ وَإِن كُنَّا لَمُبۡتَلِينَ ٣٠Û bi rastî me çiqa (Nûh û komalê wî) bi van (serdaboryan) dane ceribandinê, le dîsa di wan (serdaboryan da ji bona we ra) beratên (derhoze) hene ثُمَّ أَنشَأۡنَا مِنۢ بَعۡدِهِمۡ قَرۡنًا ءَاخَرِينَ ٣١Pasê me di peywan da (hinek komalê) çaxê mayî afirandîye فَأَرۡسَلۡنَا فِيهِمۡ رَسُولًا مِّنۡهُمۡ أَنِ ٱعۡبُدُواْ ٱللَّهَ مَا لَكُم مِّنۡ إِلَٰهٍ غَيۡرُهُۥٓۚ أَفَلَا تَتَّقُونَ ٣٢Îdî me di nava wan (komalan da) saîyên ji wan (li bal wan da) şandîye. Ewan (saiyan ji wan ra aha gotîye: "Hûn gelê me!) Hey ji Yezdan ra perestî bikin, loma ji peştirê wî ji bona we ra qe tu ilah tune ne. Îdî qey hûn xudaparizî nakin وَقَالَ ٱلۡمَلَأُ مِن قَوۡمِهِ ٱلَّذِينَ كَفَرُواْ وَكَذَّبُواْ بِلِقَآءِ ٱلۡأٓخِرَةِ وَأَتۡرَفۡنَٰهُمۡ فِي ٱلۡحَيَوٰةِ ٱلدُّنۡيَا مَا هَٰذَآ إِلَّا بَشَرٌ مِّثۡلُكُمۡ يَأۡكُلُ مِمَّا تَأۡكُلُونَ مِنۡهُ وَيَشۡرَبُ مِمَّا تَشۡرَبُونَ ٣٣Ji koma wî (pêxemberî) ewanê bûne file û bi rastihatina para da (bawer nakin) dane derewdêrandinê; desta ji pêşrewanê wan, ku me ji bona wan ra di cîhanê da berxudarî dabû wan, hene! (Ewê destê ji bona hev ra di nava xwe da aha) gotine: "Eva (pêxembera jî) hey merivekî wekî we ye, loma hûn çi dixun û vedixun, ewa jî, ji wan dixwe û vedixwe وَلَئِنۡ أَطَعۡتُم بَشَرًا مِّثۡلَكُمۡ إِنَّكُمۡ إِذًا لَّخَٰسِرُونَ ٣٤Û heke hûn bi gotina merivekî wekî xwe bikin, bi rastî hûn di wê gavê da di binê (ji wanê nezanê) zîyangerê (ku hatine xapandinê) أَيَعِدُكُمۡ أَنَّكُمۡ إِذَا مِتُّمۡ وَكُنتُمۡ تُرَابًا وَعِظَٰمًا أَنَّكُم مُّخۡرَجُونَ ٣٥Qey ewa (pêxembera) ji bona we ra peymana dide, ku hûn gava bimirin û bibine xwelî û hestû, bi rastî hûnê dîsa (ji xwelyê) derkebin (herne civînê) ۞ هَيۡهَاتَ هَيۡهَاتَ لِمَا تُوعَدُونَ ٣٦Çiqa dûr e! Ewa peymana, ku ji bona we ra hatîye dayînê dûr e إِنۡ هِيَ إِلَّا حَيَاتُنَا ٱلدُّنۡيَا نَمُوتُ وَنَحۡيَا وَمَا نَحۡنُ بِمَبۡعُوثِينَ ٣٧Hemî tişt, hey jîna me ye di vê cîhanê da ne, em (di vê cîhanê da) dimirin إِنۡ هُوَ إِلَّا رَجُلٌ ٱفۡتَرَىٰ عَلَى ٱللَّهِ كَذِبًا وَمَا نَحۡنُ لَهُۥ بِمُؤۡمِنِينَ ٣٨û dijîn, qe em (ji bona hijmara kirinê xwe li bal civînê da nayêne şandinê)." 38.38"Ewa (pêxembera) mêrekî wusa ne, hey li ser (navê) Yezdan derewan dike û bi rastî em bi wî bawer nakin قَالَ رَبِّ ٱنصُرۡنِي بِمَا كَذَّبُونِ ٣٩(Pêxember aha) gotîye: "Xudayê min! Tu di hemberê derewdêrandina wan da, arîkarya min bike قَالَ عَمَّا قَلِيلٍ لَّيُصۡبِحُنَّ نَٰدِمِينَ ٤٠(Yezdan ji wî pêxemberî ra aha) gotîye: "Bi rastî ewanê di danekî hindik da, wê poşman bibin فَأَخَذَتۡهُمُ ٱلصَّيۡحَةُ بِٱلۡحَقِّ فَجَعَلۡنَٰهُمۡ غُثَآءًۚ فَبُعۡدًا لِّلۡقَوۡمِ ٱلظَّٰلِمِينَ ٤١Îdî bi rastî dengê (birûska bêhişî) bi wan girt, îdî me ewan xistine berbirne lêmiştê. Dûrketin ji bona komalê cewrkaran e ثُمَّ أَنشَأۡنَا مِنۢ بَعۡدِهِمۡ قُرُونًا ءَاخَرِينَ ٤٢Me paşê li peywan da (hinek komalê) çaxê mayî afirandine مَا تَسۡبِقُ مِنۡ أُمَّةٍ أَجَلَهَا وَمَا يَسۡتَـٔۡخِرُونَ ٤٣Bi rastî tu kom, berya (danê şapata xwe) nakebe (ça) bi rastî para da jî namîne ثُمَّ أَرۡسَلۡنَا رُسُلَنَا تَتۡرَاۖ كُلَّ مَا جَآءَ أُمَّةً رَّسُولُهَا كَذَّبُوهُۖ فَأَتۡبَعۡنَا بَعۡضَهُم بَعۡضًا وَجَعَلۡنَٰهُمۡ أَحَادِيثَۚ فَبُعۡدًا لِّقَوۡمٍ لَّا يُؤۡمِنُونَ ٤٤Paşê (ji bona şapatdana wan ra) me saîyên xwe li pey hev şandîye. Çiqa komeke, ku pêxemberê wan hatine bal wan, ewê (komê) hey ewan (saîyên xwe) dane derewdêrandinê, îdî me jî (ewan koman, di teşqeledanê da) hinekî wan xistine peyrewê hinekên wan û me ji bona wî komalê ku bawer nakin, ewan li ser zar û zimanan da xistîne mijûlî (hîştine). Îdî dûraya (ji dilovanîya Xuda) ji wan ra be ثُمَّ أَرۡسَلۡنَا مُوسَىٰ وَأَخَاهُ هَٰرُونَ بِـَٔايَٰتِنَا وَسُلۡطَٰنٍ مُّبِينٍ ٤٥Me paşê (li pey wan da) Mûsa û birayê wî yê Harûn bi berate û hêza xwe yê, xûyaî va şandîye إِلَىٰ فِرۡعَوۡنَ وَمَلَإِيْهِۦ فَٱسۡتَكۡبَرُواْ وَكَانُواْ قَوۡمًا عَالِينَ ٤٦Li bal Fir’ewn û koma wî yê (pêşrewan da), îdî ewan xwe qure kirin (bi wan bawer ne kirin). Şixwa ewan (Fir’ewn û koma xwe va) komeke (bi mal û nimet) bilind bûn فَقَالُوٓاْ أَنُؤۡمِنُ لِبَشَرَيۡنِ مِثۡلِنَا وَقَوۡمُهُمَا لَنَا عَٰبِدُونَ ٤٧Îdî (ewan bersîva Mûsa û Harûn dane, ji hev ra aha) gotine: "Emê ça ji bona du merivê, ku wekî me ne û komalê wan herdukan jî, ji bona me ra koletî dikiribûne, bawer bikin فَكَذَّبُوهُمَا فَكَانُواْ مِنَ ٱلۡمُهۡلَكِينَ ٤٨Îdî (Fir’ewn û koma xwe va, Mûsa û Harûn) dane derewdêrandinê. (Fir’ewn û koma xwe va) bûne ji wanê teşqelekirî وَلَقَدۡ ءَاتَيۡنَا مُوسَى ٱلۡكِتَٰبَ لَعَلَّهُمۡ يَهۡتَدُونَ ٤٩Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk daye, loma hêvî heye (ku komalê Mûsa bi wê pirtûkê) werne rêya rast وَجَعَلۡنَا ٱبۡنَ مَرۡيَمَ وَأُمَّهُۥٓ ءَايَةً وَءَاوَيۡنَٰهُمَآ إِلَىٰ رَبۡوَةٍ ذَاتِ قَرَارٍ وَمَعِينٍ ٥٠Û me (‘Îsayê) kur ê Meryemê, bi tevê dîya wî ya (Meryem va) xistîye berateke (derhoze). Me ewan herdukan li bal topekî êwirgehê bi kanî ra anî يَٰٓأَيُّهَا ٱلرُّسُلُ كُلُواْ مِنَ ٱلطَّيِّبَٰتِ وَٱعۡمَلُواْ صَٰلِحًاۖ إِنِّي بِمَا تَعۡمَلُونَ عَلِيمٌ ٥١Me (ji wan ra aha got): "Gelî saîyan hûn ji paqijê xurekan bixun û hûn karê aştî bikin. Loma bi rastî hûn çi dikin, ez pê dizanim وَإِنَّ هَٰذِهِۦٓ أُمَّتُكُمۡ أُمَّةً وَٰحِدَةً وَأَنَا۠ رَبُّكُمۡ فَٱتَّقُونِ ٥٢Bi rastî evan komên we (di bin da) komeke bi tenê ye (loma xîmê hemîşkan jî yakatîye) ez bi xweber jî Xudayê we me. Îdî hûn parizaya min bikin فَتَقَطَّعُوٓاْ أَمۡرَهُم بَيۡنَهُمۡ زُبُرًاۖ كُلُّ حِزۡبِۭ بِمَا لَدَيۡهِمۡ فَرِحُونَ ٥٣Îdî (paş da) ewan di nava xwe da bûyerên xwe ji hev raqetandin (xistne kom û olê curecur) bi pirtûkê (curecure nav da nin) her pirtûkî jî (bi raman û rêzbera li bal heyî hez dike) pê jî şa dibe فَذَرۡهُمۡ فِي غَمۡرَتِهِمۡ حَتَّىٰ حِينٍ ٥٤Îdî (Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde, bira ewan heya gavekî di wê berizandina xwe da bimînin أَيَحۡسَبُونَ أَنَّمَا نُمِدُّهُم بِهِۦ مِن مَّالٍ وَبَنِينَ ٥٥Qey ewan goman dikin, ku me ewan (di cîhanê da) bi mal û zar berxudar kirine نُسَارِعُ لَهُمۡ فِي ٱلۡخَيۡرَٰتِۚ بَل لَّا يَشۡعُرُونَ ٥٦Em ji bona wan ra leza qencîyan dikin?. Na, wekî (gomana wan nîne) lê agaha wan ji van kirinan tune ye إِنَّ ٱلَّذِينَ هُم مِّنۡ خَشۡيَةِ رَبِّهِم مُّشۡفِقُونَ ٥٧Bi rastî ewanê ji tirsa Xudayê xwe vediciniqin hene وَٱلَّذِينَ هُم بِـَٔايَٰتِ رَبِّهِمۡ يُؤۡمِنُونَ ٥٨Û ewanê ku bi beretên Xuda yê xwe bawer dikin hene وَٱلَّذِينَ هُم بِرَبِّهِمۡ لَا يُشۡرِكُونَ ٥٩Û ewan bi Xudayê xwe ra hempara çênakin hene وَٱلَّذِينَ يُؤۡتُونَ مَآ ءَاتَواْ وَّقُلُوبُهُمۡ وَجِلَةٌ أَنَّهُمۡ إِلَىٰ رَبِّهِمۡ رَٰجِعُونَ ٦٠Û ewanê, ji bo ku we li bal Xudayê xwe da bizivirin, ji wî {malê) ji wan ra hatîye dayînê, ewan jî (ji hewcan ra) didin, dilê wan bi xweber jî, ji tirsa davêje (Gelo evan kirinê min hatine litêkirinê, ya jî ne hatîye litêkirinê) hene أُوْلَٰٓئِكَ يُسَٰرِعُونَ فِي ٱلۡخَيۡرَٰتِ وَهُمۡ لَهَا سَٰبِقُونَ ٦١(Ewanê salixê wan borîne) ew in, ku ji bona kirina qencîyan didine ber hev (ka kîjan, ji wan pirtir qencîyan dike). Evan in, ku bi kirina qencîyan pêş da ketine وَلَا نُكَلِّفُ نَفۡسًا إِلَّا وُسۡعَهَاۚ وَلَدَيۡنَا كِتَٰبٌ يَنطِقُ بِٱلۡحَقِّ وَهُمۡ لَا يُظۡلَمُونَ ٦٢Em ji bona her kesekî ra hey wekî hêz û burha wî (fermana kirin a qencîyan û parisandina ji xirabîyan) dikin. Loma li bal me pirtûkeke wusa heye, ewa pirtûka hey bi mafê dipeyîve (hemî kirin di wê da nivîsîne). Qe bi tu awayî cewr bi wan nayê kirinê بَلۡ قُلُوبُهُمۡ فِي غَمۡرَةٍ مِّنۡ هَٰذَا وَلَهُمۡ أَعۡمَٰلٌ مِّن دُونِ ذَٰلِكَ هُمۡ لَهَا عَٰمِلُونَ ٦٣Lê di dilê wan yê (qencîkar da) ji pêştirê van (kirinê borî) hinek kirinê (bi qencî) hene. (Ewan qencîkaran) ewan (kirinê dilê wan da heyî) bi xweber dikin حَتَّىٰٓ إِذَآ أَخَذۡنَا مُتۡرَفِيهِم بِٱلۡعَذَابِ إِذَا هُمۡ يَجۡـَٔرُونَ ٦٤Gava em ewanê pêşrewanê berxudar ê wan, bi şapatan digirin; di wê gavê da zarîn dikirin لَا تَجۡـَٔرُواْ ٱلۡيَوۡمَۖ إِنَّكُم مِّنَّا لَا تُنصَرُونَ ٦٥(Em ji wan ra aha dibêjin): "Hûn (gelî pêşrewanan!) Di îro da zarîn nekin, loma bi rastî hûn ji me arîkarî hilnadin قَدۡ كَانَتۡ ءَايَٰتِي تُتۡلَىٰ عَلَيۡكُمۡ فَكُنتُمۡ عَلَىٰٓ أَعۡقَٰبِكُمۡ تَنكِصُونَ ٦٦Bi sond! Beratên min ji bona we ra hatine xwendinê, îdî hûn para da direvîyan مُسۡتَكۡبِرِينَ بِهِۦ سَٰمِرًا تَهۡجُرُونَ ٦٧We di hemberê (Qur’anê da) quretî dikirin, di şev da (li dora mizgevtê) didvîyan (di mafê Qur’anê da) bi tirane mijûl dibûn أَفَلَمۡ يَدَّبَّرُواْ ٱلۡقَوۡلَ أَمۡ جَآءَهُم مَّا لَمۡ يَأۡتِ ءَابَآءَهُمُ ٱلۡأَوَّلِينَ ٦٨Ma qey, ewan qe di mafê Qur’anê da naponijin, ya jî tişta qe ji bav û kalê wan ne hatibû ji wan ra hatîye (ewan jî pê sodret dimînin) أَمۡ لَمۡ يَعۡرِفُواْ رَسُولَهُمۡ فَهُمۡ لَهُۥ مُنكِرُونَ ٦٩Ya jî ewan (filan) saîyên xwe nîyas nînin, îdî ji ber wî, bi wî (saîyê) bawer nakin أَمۡ يَقُولُونَ بِهِۦ جِنَّةُۢۚ بَلۡ جَآءَهُم بِٱلۡحَقِّ وَأَكۡثَرُهُمۡ لِلۡحَقِّ كَٰرِهُونَ ٧٠Ya jî ewan (filan ji bona wî saî ra aha) dibêjin: "Eva sîya tepa dikebe." Na, (qe yek jî rast nîne) lê ewî (saîyê) ji wan ra rastî anîye, îja pirê ji wan (filan) ji bona rastîyê rikê xwe tînin وَلَوِ ٱتَّبَعَ ٱلۡحَقُّ أَهۡوَآءَهُمۡ لَفَسَدَتِ ٱلسَّمَٰوَٰتُ وَٱلۡأَرۡضُ وَمَن فِيهِنَّۚ بَلۡ أَتَيۡنَٰهُم بِذِكۡرِهِمۡ فَهُمۡ عَن ذِكۡرِهِم مُّعۡرِضُونَ ٧١Heke rastî bibûya peyrewê xwastina (dilê wan) wê bi rastî ezman û zemîn û kesê di wan herdukan da heyî, hemîşkê dêriz bibûnan. Lê me ji bona wan ra bi vê (Qur’anê) av û aborya wan) anîye, îdî ewan jî (ji av û abora xwe) rû fetilandine أَمۡ تَسۡـَٔلُهُمۡ خَرۡجًا فَخَرَاجُ رَبِّكَ خَيۡرٌۖ وَهُوَ خَيۡرُ ٱلرَّٰزِقِينَ ٧٢Ya jî qey tu ji bona (saîtîya xwe) ji wan kirê dixwazî (ewan filan ji ber vî bi te bawer nakin)? Bi rastî kirya Xudayê te (dide, ji kirya ku ewan bidine te) qenctir e. Loma (Xudayê te) qenctirê rozîdanan e وَإِنَّكَ لَتَدۡعُوهُمۡ إِلَىٰ صِرَٰطٍ مُّسۡتَقِيمٍ ٧٣Loma bi rastî tu ewan gazî bal rêya rast dike وَإِنَّ ٱلَّذِينَ لَا يُؤۡمِنُونَ بِٱلۡأٓخِرَةِ عَنِ ٱلصِّرَٰطِ لَنَٰكِبُونَ ٧٤Ewanê ku (bi jîna) para da bawer nakin hene! Ewan ji rîya rast derketine ۞ وَلَوۡ رَحِمۡنَٰهُمۡ وَكَشَفۡنَا مَا بِهِم مِّن ضُرٍّ لَّلَجُّواْ فِي طُغۡيَٰنِهِمۡ يَعۡمَهُونَ ٧٥Heke me li wan (filan) dilovanî kiribûya û me ewa tengasîya bi wan da hatîye, rakiribûya, ewanê dîsa di deliqandina xwe da bi korî bimanan وَلَقَدۡ أَخَذۡنَٰهُم بِٱلۡعَذَابِ فَمَا ٱسۡتَكَانُواْ لِرَبِّهِمۡ وَمَا يَتَضَرَّعُونَ ٧٦Bi sond! Me ewan (filan) bi şapatan girtin. Îdî dîsa ewan . Ji bona Xudayê xwe ra serî berjêr ne kirine û lavaya (baxişandina xwe ne kirine) حَتَّىٰٓ إِذَا فَتَحۡنَا عَلَيۡهِم بَابًا ذَا عَذَابٍ شَدِيدٍ إِذَا هُمۡ فِيهِ مُبۡلِسُونَ ٧٧Heya gava me bi ser wan da deryekî ji şapata zor vekirîye, îdî ewan di wê gavê da (ji her tiştî) bê hêvî mane وَهُوَ ٱلَّذِيٓ أَنشَأَ لَكُمُ ٱلسَّمۡعَ وَٱلۡأَبۡصَٰرَ وَٱلۡأَفۡـِٔدَةَۚ قَلِيلًا مَّا تَشۡكُرُونَ ٧٨Ewê, ku ji bona we ra goh û çav û dil çê kirîye heye! Ewa (Yezdanê) we ye. Hûn çiqa hindik sipasîya (wî dikin) وَهُوَ ٱلَّذِي ذَرَأَكُمۡ فِي ٱلۡأَرۡضِ وَإِلَيۡهِ تُحۡشَرُونَ ٧٩Ewê, ku hûn di zemîn da (ji bona piranîyê) afirandine heye! Ewa (Yezdanê) we ye. Hûnê bi rastî li bal wî da bicivin وَهُوَ ٱلَّذِي يُحۡيِۦ وَيُمِيتُ وَلَهُ ٱخۡتِلَٰفُ ٱلَّيۡلِ وَٱلنَّهَارِۚ أَفَلَا تَعۡقِلُونَ ٨٠Ewê dijît û dimirîne heye! Ewa (Yezdanê) we ye; Guhartina şev û royan ewa dike. Îdî qey hûn (li ser van kirinan naponijin) ku ji wan hiş hildin بَلۡ قَالُواْ مِثۡلَ مَا قَالَ ٱلۡأَوَّلُونَ ٨١Na, ewan (qe li ser van tiştan naponijin) ewan jî wekî gotinê wan yê berya xwe gotine قَالُوٓاْ أَءِذَا مِتۡنَا وَكُنَّا تُرَابًا وَعِظَٰمًا أَءِنَّا لَمَبۡعُوثُونَ ٨٢Ewan (aha) gotibûne: "Qey gava em bimirin bibine xwelî û hestû jî dîsa emê rabin herne civînê لَقَدۡ وُعِدۡنَا نَحۡنُ وَءَابَآؤُنَا هَٰذَا مِن قَبۡلُ إِنۡ هَٰذَآ إِلَّآ أَسَٰطِيرُ ٱلۡأَوَّلِينَ ٨٣Bi sond! Hêj di berê da em û bav û kalê xwe va (bi van peymanên, rabûn û çûne civînê) hatine peymandanê. Evan (peymanan) ji pêştirê çîvanokan qe tu tişt nînin قُل لِّمَنِ ٱلۡأَرۡضُ وَمَن فِيهَآ إِن كُنتُمۡ تَعۡلَمُونَ ٨٤(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn dizanin; ka ji min ra bêjin; zemîn û kesê di zemîn da heyî, ji bona kê ra nin سَيَقُولُونَ لِلَّهِۚ قُلۡ أَفَلَا تَذَكَّرُونَ ٨٥Ewanê (bersîva te bidin, wê aha) bêjin: "(Ewan hemûşk jî) ji bona Yezdan ra nin." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Qe hûn naponijin (ewê di cara yekem da bikaribe biafirîne, dikare ji piştî mirinê jî dîsa biafirine) قُلۡ مَن رَّبُّ ٱلسَّمَٰوَٰتِ ٱلسَّبۡعِ وَرَبُّ ٱلۡعَرۡشِ ٱلۡعَظِيمِ ٨٦(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ka Xudayê heft balokan (ezman-Heft gerokerên ji sitêrkan) û xweyê arşa mezin (mana mezin) kê ye سَيَقُولُونَ لِلَّهِۚ قُلۡ أَفَلَا تَتَّقُونَ ٨٧Ewanê (bersiva te aha bidin) wê bêjin: "(xayîbûna wan) ji bona Yezdan ra ne." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka ji bo çi hûn xudaparizî nakin?” قُلۡ مَنۢ بِيَدِهِۦ مَلَكُوتُ كُلِّ شَيۡءٍ وَهُوَ يُجِيرُ وَلَا يُجَارُ عَلَيۡهِ إِن كُنتُمۡ تَعۡلَمُونَ ٨٨(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn bi rastî dizanin ka ji min ra bêjin; seroktî û mal xûya heyan, di destê kê dane û ewa hemî tiştan diparisîne, qe tu tişt ewî naparisîne ewa dide xebatê qe tiştek ewî nade xebatê (ewa kî ye) سَيَقُولُونَ لِلَّهِۚ قُلۡ فَأَنَّىٰ تُسۡحَرُونَ ٨٩Ewanê (bersîva te aha bidin) wê bêjin: "(Malxwê û parisandina wan)ji bona Yezdan ra ne." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Îdî ka ji bona çi hûn têne (xapandin) û ançkirinê بَلۡ أَتَيۡنَٰهُم بِٱلۡحَقِّ وَإِنَّهُمۡ لَكَٰذِبُونَ ٩٠Na, (gotina wan nîne) me ji bona wan ra rastî anî. Ewan bi rastî viran dikin مَا ٱتَّخَذَ ٱللَّهُ مِن وَلَدٍ وَمَا كَانَ مَعَهُۥ مِنۡ إِلَٰهٍۚ إِذًا لَّذَهَبَ كُلُّ إِلَٰهِۭ بِمَا خَلَقَ وَلَعَلَا بَعۡضُهُمۡ عَلَىٰ بَعۡضٍۚ سُبۡحَٰنَ ٱللَّهِ عَمَّا يَصِفُونَ ٩١Yezdan ji bona xwe ra qe zar ne girtine û bi wî ra jî tu (ilah babetê perestîyê) tune ne. (Heke ewan ça dibêjin; hinek ilahê mayî hebûnan) wê her ilahîkî, çi afirandîye bi xwe ra bibiranan (ewan ilahan wê bi tenê bimanan, îja ewan ilahan wê) bi hev ra tekoşîn bikirinan (ji bona servahatina xwe, wê li hev cewr) bikirinan gerdûnê bi vê tekoşîna wan kavîl bibûya. Bi rastî) Yezdan ji wan salixê ku ewan dikin paqij e عَٰلِمِ ٱلۡغَيۡبِ وَٱلشَّهَٰدَةِ فَتَعَٰلَىٰ عَمَّا يُشۡرِكُونَ ٩٢Ewa (Yezdanê) zana yê bi dizî û xûyanan e, îdî ewa ji wan tiştên ku ewan (filan) jê ra dixine hevrî pir bilind û dûr e قُل رَّبِّ إِمَّا تُرِيَنِّي مَا يُوعَدُونَ ٩٣(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Xudayê min! Heke tu î bi rastî ewan peymanê te daye (ji şapata, ji bona filan ra) bidî nişanê min رَبِّ فَلَا تَجۡعَلۡنِي فِي ٱلۡقَوۡمِ ٱلظَّٰلِمِينَ ٩٤Xudayê min! Îdî tu min nexe nava komal ê cewrkar وَإِنَّا عَلَىٰٓ أَن نُّرِيَكَ مَا نَعِدُهُمۡ لَقَٰدِرُونَ ٩٥Bi rastî em diçên ku ewe (şapata me ji wan ra) peyman daye, bidine nîşanê te ٱدۡفَعۡ بِٱلَّتِي هِيَ أَحۡسَنُ ٱلسَّيِّئَةَۚ نَحۡنُ أَعۡلَمُ بِمَا يَصِفُونَ ٩٦(Muhemmed!) Tu ewan sikatîyên, ku ewan (filan) di hemberê te da dikin, bi qencîyan bide paradanê. Em bi wan salixên, ku ewan (filan ji te ra dikin) çêtir dizanin وَقُل رَّبِّ أَعُوذُ بِكَ مِنۡ هَمَزَٰتِ ٱلشَّيَٰطِينِ ٩٧(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Xudayê min! Min ji sêwrandin û rexneyên pelîd, xwe avêtîye te (ku tu min ji pelîd biparisînî) وَأَعُوذُ بِكَ رَبِّ أَن يَحۡضُرُونِ ٩٨Xudayê min! Ez xwe davêjime te, ku tu gava (ewan li bal min da) amade dikî (min ji wan biparisînî) حَتَّىٰٓ إِذَا جَآءَ أَحَدَهُمُ ٱلۡمَوۡتُ قَالَ رَبِّ ٱرۡجِعُونِ ٩٩Heya gava mirina yekê ji wan tê (aha) dibêje: "Xudayê min! Çi dibe, min para da li bal cîhanê da bizivirîne (ezê ji te ra perestî bikim) لَعَلِّيٓ أَعۡمَلُ صَٰلِحًا فِيمَا تَرَكۡتُۚ كـَلَّآۚ إِنَّهَا كَلِمَةٌ هُوَ قَآئِلُهَاۖ وَمِن وَرَآئِهِم بَرۡزَخٌ إِلَىٰ يَوۡمِ يُبۡعَثُونَ ١٠٠Loma bi rastî ezê di wê cîhana, ku min dest jê berdabû karê aştî bikim. Na, (eva gotina wî çênabe). Loma ewa peyvek e, hey ewa bi xweber dibêje (para hatina wa yên cîhanî qe çênabe) loma di berya wan da perdeke ne xûyaî heye, heya roya ku wê bêne rakirinê, ji bo herne civînê (ewanê pişta wê perdê da bimînin) فَإِذَا نُفِخَ فِي ٱلصُّورِ فَلَآ أَنسَابَ بَيۡنَهُمۡ يَوۡمَئِذٍ وَلَا يَتَسَآءَلُونَ ١٠١Îdî gava di stûrî da tê pufkirinê, di nava wan da (pismamî û ûrt) namîne û bi ûrtî jî, ji hev nayêne pirskirinê فَمَن ثَقُلَتۡ مَوَٰزِينُهُۥ فَأُوْلَٰٓئِكَ هُمُ ٱلۡمُفۡلِحُونَ ١٠٢Îdî kêşa kîjana giran be, îdî ewan felat bûne وَمَنۡ خَفَّتۡ مَوَٰزِينُهُۥ فَأُوْلَٰٓئِكَ ٱلَّذِينَ خَسِرُوٓاْ أَنفُسَهُمۡ فِي جَهَنَّمَ خَٰلِدُونَ ١٠٣Û kêşa kîjana sivik be, îdî ewanê ku zîyana xwe kirine hene! Evan bi xweber in. Ewanê di dojê da her bimînin تَلۡفَحُ وُجُوهَهُمُ ٱلنَّارُ وَهُمۡ فِيهَا كَٰلِحُونَ ١٠٤(Di dojê da) agir li ser çavê wan dimalîne û ewan bi xweber jî di dojê da diranê xwe diçirikînin dimînin أَلَمۡ تَكُنۡ ءَايَٰتِي تُتۡلَىٰ عَلَيۡكُمۡ فَكُنتُم بِهَا تُكَذِّبُونَ ١٠٥(Gava ewan zarîn dikin, Yezdan ji wan ra aha dibêje): "Qey hûn ne bûn, gava beretên me ji we ra dihatine xwendinê, îdî we ewan beratan didane derewdêrandinê قَالُواْ رَبَّنَا غَلَبَتۡ عَلَيۡنَا شِقۡوَتُنَا وَكُنَّا قَوۡمًا ضَآلِّينَ ١٠٦Ewan (dojewîyan aha bersiva Yezdan dane û) gotine: "Xudayê me! Bi rastî deleqandina me, zor dabû ser me, loma em komalekî (wusa bûn) ji rêya rast derketibûn رَبَّنَآ أَخۡرِجۡنَا مِنۡهَا فَإِنۡ عُدۡنَا فَإِنَّا ظَٰلِمُونَ ١٠٧Xudayê me! Tu me ji (dojê) derxe, îdî heke em (ji piştî derketinê) çûne bal rêyên xirab, bi rastî îdî em cewrkar in قَالَ ٱخۡسَـُٔواْ فِيهَا وَلَا تُكَلِّمُونِ ١٠٨(Yezdan bersiva wan daye, aha) gotîye: "Hûn di wura da dengê xwe bibirin û bi min ra jî mijûl nebin إِنَّهُۥ كَانَ فَرِيقٌ مِّنۡ عِبَادِي يَقُولُونَ رَبَّنَآ ءَامَنَّا فَٱغۡفِرۡ لَنَا وَٱرۡحَمۡنَا وَأَنتَ خَيۡرُ ٱلرَّٰحِمِينَ ١٠٩Bi rastî destekî ji bendeyên min hebûn (aha) digotin: "Xuda me! Bi rastî me bawer kirîye, îdî tu jî me bibaxişîne û tu li me dilovanî bike, loma tu qenctirê dilovanan î فَٱتَّخَذۡتُمُوهُمۡ سِخۡرِيًّا حَتَّىٰٓ أَنسَوۡكُمۡ ذِكۡرِي وَكُنتُم مِّنۡهُمۡ تَضۡحَكُونَ ١١٠(Ji ber ku ewan aha lava dikirin) îdî we jî bi wan tirane dikirin, heya (ewan tiraneyên we, bi wan wusa pêş va çû) ewan tiranan ez bi we dame bîrvakirinê, loma hûn tim carî bi wan dikenîyan إِنِّي جَزَيۡتُهُمُ ٱلۡيَوۡمَ بِمَا صَبَرُوٓاْ أَنَّهُمۡ هُمُ ٱلۡفَآئِزُونَ ١١١Ji ber vî, min li ser hewa wan, di îro da ewan xelat kirin, loma bî rastî ewan (di îro da) serfiraz in قَٰلَ كَمۡ لَبِثۡتُمۡ فِي ٱلۡأَرۡضِ عَدَدَ سِنِينَ ١١٢(Yezdan ji bona dojeyan aha) dibêje: "Gelo hûn çend salan di zemîn da mane قَالُواْ لَبِثۡنَا يَوۡمًا أَوۡ بَعۡضَ يَوۡمٍ فَسۡـَٔلِ ٱلۡعَآدِّينَ ١١٣Ewan (dojeyan aha bisyara Yezdan dane) û gotine: "Em royekî, ya jî danekî ji royê mane. Îdî tu ji wanê, ku hijmarê dikin, pirsa (mayîna me) bike (loma em ketine derdê can ê xwe) قَٰلَ إِن لَّبِثۡتُمۡ إِلَّا قَلِيلًاۖ لَّوۡ أَنَّكُمۡ كُنتُمۡ تَعۡلَمُونَ ١١٤(Yezdan ji wan ra aha) dibêje: "Xwezîka we bizanîya, bi rastî hûn hindik mane أَفَحَسِبۡتُمۡ أَنَّمَا خَلَقۡنَٰكُمۡ عَبَثًا وَأَنَّكُمۡ إِلَيۡنَا لَا تُرۡجَعُونَ ١١٥Ma qey we goman dikir, ku me bi rastî hûn beredayî afirandine û hûn bi rastî li bal me da nayêne zivirandinê فَتَعَٰلَى ٱللَّهُ ٱلۡمَلِكُ ٱلۡحَقُّۖ لَآ إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ رَبُّ ٱلۡعَرۡشِ ٱلۡكَرِيمِ ١١٦Bi rastî seroke; maf hey Yezdan e, ji pêştirê wî, tu (ilahek babetê perestîyê) tune ne. Xweyê arşa pîroz hey (ewa bi tenê ye) وَمَن يَدۡعُ مَعَ ٱللَّهِ إِلَٰهًا ءَاخَرَ لَا بُرۡهَٰنَ لَهُۥ بِهِۦ فَإِنَّمَا حِسَابُهُۥ عِندَ رَبِّهِۦٓۚ إِنَّهُۥ لَا يُفۡلِحُ ٱلۡكَٰفِرُونَ ١١٧Kîjan bi Yezdan ra, ji hinek ilahên mayî ra jî perestî bike, ku qe ji bona xudatîya wan, ji bona wî perestvanî ra tu nîşan jî tune ye, îdî hijmara kirinê wî, li bal xudayî wî ye. Loma bi rastî file felat nabin وَقُل رَّبِّ ٱغۡفِرۡ وَٱرۡحَمۡ وَأَنتَ خَيۡرُ ٱلرَّٰحِمِينَ ١١٨(Muhemmed! Tu aha lavaya baxişandina xwe bike) û bêje: "Xudayê min! Tu ewê (koma min) bibaxişîne û dilovanî (li wan bike) loma tu qenctirê dilovanan î

الترجمة: Unknown.