Millat al-Islam

Chapter 82 · 19 verses · Unknown

Surah Al-Infitar in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Al-Infitar (1352 reciters)

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

إِذَا ٱلسَّمَآءُ ٱنفَطَرَتۡ ١Gava ezman çir ya وَإِذَا ٱلۡكَوَاكِبُ ٱنتَثَرَتۡ ٢Û gava siterk verişîn (ketne) xarê وَإِذَا ٱلۡبِحَارُ فُجِّرَتۡ ٣Û gava avşîn kelîya tevê hev bûn وَإِذَا ٱلۡقُبُورُ بُعۡثِرَتۡ ٤Û gava goran (xwelî ya xwe avîtin mirî) ji xwe derxistin عَلِمَتۡ نَفۡسٌ مَّا قَدَّمَتۡ وَأَخَّرَتۡ ٥Hemî can dizanin ka ji bona xwe ra çi tişt kirin e, pêşta (şandin e) û çi tişt ne kirin e para da (hîştin e) يَٰٓأَيُّهَا ٱلۡإِنسَٰنُ مَا غَرَّكَ بِرَبِّكَ ٱلۡكَرِيمِ ٦Merivo! gelo tişta, ku tu ji Xuda yê teyê bi rûmetê dilşa çiya xapandîyî dûrxistîyî çîye ٱلَّذِي خَلَقَكَ فَسَوَّىٰكَ فَعَدَلَكَ ٧Ewê tu afirandî, îdî tu rast kirî û tu xistî rûçikê merivan, ewa ye فِيٓ أَيِّ صُورَةٍ مَّا شَآءَ رَكَّبَكَ ٨(Ewa) di kîjan rûçikî da bivê, te wusa berêk dike كـَلَّا بَلۡ تُكَذِّبُونَ بِٱلدِّينِ ٩Na! (bi gotina we nîne, loma hûn bi na bawerî ya xwe bi tenê na hewin) lê hûn roya xelat û celatan jî didin e derewdêrandinê وَإِنَّ عَلَيۡكُمۡ لَحَٰفِظِينَ ١٠Bi rastî li ser we da (feriştenê) qencî nivîsarokan hene! (hûn çi dikin) ewan (feriştan, ewan kirinê we) diparisîn in كِرَامًا كَٰتِبِينَ ١١Ewan (feriştan) qencê (nivîskaran in (loma kêm û pir nanivîsîn in) يَعۡلَمُونَ مَا تَفۡعَلُونَ ١٢Hûn çi bikin ewan (feriştan) pê dizan in إِنَّ ٱلۡأَبۡرَارَ لَفِي نَعِيمٍ ١٣Bi rastî (merivên) qencîkar (di behişta xuraka dan in) وَإِنَّ ٱلۡفُجَّارَ لَفِي جَحِيمٍ ١٤Û bi rastî (merivên) gunehkar jî di doja (şewatê dan in) يَصۡلَوۡنَهَا يَوۡمَ ٱلدِّينِ ١٥Di roya xelat û celatê da (li bal dojê ta) tên e avîtin e وَمَا هُمۡ عَنۡهَا بِغَآئِبِينَ ١٦Ewan qe (ji dojê) wunda nabin (dernakev in) وَمَآ أَدۡرَىٰكَ مَا يَوۡمُ ٱلدِّينِ ١٧(Muhemmed!) ka tu ji kûderê dizan î, roya xelat û celatan çîye ثُمَّ مَآ أَدۡرَىٰكَ مَا يَوۡمُ ٱلدِّينِ ١٨Paşê dîsa (Muhemmed!) ka tu ji kuderê dizan î, roya xelat û celatan çîye يَوۡمَ لَا تَمۡلِكُ نَفۡسٌ لِّنَفۡسٍ شَيۡـًٔاۖ وَٱلۡأَمۡرُ يَوۡمَئِذٍ لِّلَّهِ ١٩Ewa royeke wusaye kesek ji bona kesekî ra kêrê tu tiştî nayê. Di wê royê da hemî ferman ji bona Yezdan ra nin

Translation: Unknown.