Millat al-Islam

Chapter 83 · 36 verses · Unknown

Surah Al-Mutaffifin in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Al-Mutaffifin (1304 reciters)

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

وَيۡلٌ لِّلۡمُطَفِّفِينَ ١Ewanê ku di keş û pîvandina xwe da kemasî dikin, xwelî li wan be ٱلَّذِينَ إِذَا ٱكۡتَالُواْ عَلَى ٱلنَّاسِ يَسۡتَوۡفُونَ ٢Ewanan gava tiştekî ji merivan bistînin; pîvandina wî bê kêmasî pêktîn in وَإِذَا كَالُوهُمۡ أَو وَّزَنُوهُمۡ يُخۡسِرُونَ ٣Gava ewan ji bona merivan ra bipîvin ya jî bikişîn in; ewan di kêş û pîvandina xwe da kêmasî dikin أَلَا يَظُنُّ أُوْلَٰٓئِكَ أَنَّهُم مَّبۡعُوثُونَ ٤Maqey ewan guman nakin ,ku wê ewanê (ji piştî mirinê) rabin herne civînê لِيَوۡمٍ عَظِيمٍ ٥Ji bona royeke mezin (wê rabin) يَوۡمَ يَقُومُ ٱلنَّاسُ لِرَبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٦ku di wê royê da meriv radibe (hijmara kirinê xwe) ji bona Xuda yê cihanê ra (dide) كـَلَّآ إِنَّ كِتَٰبَ ٱلۡفُجَّارِ لَفِي سِجِّينٍ ٧Na! (gotî ewan kêş û pîvanê xwe bi kêmasî nekin) loma bi rastî nivîsara (ki- rinê) gunehkaran di sicîlan da hatîye pêk anînê وَمَآ أَدۡرَىٰكَ مَا سِجِّينٌ ٨(Muhcmmed!) tu ji ko dizanî ka sicîl çîye كِتَٰبٌ مَّرۡقُومٌ ٩Ewa (sicîla deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hilda ye وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ١٠Di wê royê da xwelî li derewdêran be ٱلَّذِينَ يُكَذِّبُونَ بِيَوۡمِ ٱلدِّينِ ١١Ewan (derevdêran) roya xelat û celatan didine derewdêrandinê وَمَا يُكَذِّبُ بِهِۦٓ إِلَّا كُلُّ مُعۡتَدٍ أَثِيمٍ ١٢Ewê royê hey ewanê ji tuxûbê xwe borî û gunehkar, didine derewdêrandinê إِذَا تُتۡلَىٰ عَلَيۡهِ ءَايَٰتُنَا قَالَ أَسَٰطِيرُ ٱلۡأَوَّلِينَ ١٣Gava beratenê me ji bona wî ra, tên e xwundinê ewî (aha) gotîye: "Evan çîvanokê berêne كـَلَّاۖ بَلۡۜ رَانَ عَلَىٰ قُلُوبِهِم مَّا كَانُواْ يَكۡسِبُونَ ١٤Na! (bi gotina wan nîne). Lê bi rastî bi sedema keda wane kirî gemarê li ser dilê wan girtîye كـَلَّآ إِنَّهُمۡ عَن رَّبِّهِمۡ يَوۡمَئِذٍ لَّمَحۡجُوبُونَ ١٥Na! (bi gotina wan nîne, keda wan jî bi tenê nîne) loma bi rastî ewanan di wê royê da ji Xuda yê xwe rûreş in ثُمَّ إِنَّهُمۡ لَصَالُواْ ٱلۡجَحِيمِ ١٦Paşê ewanê li bal doji da bîne avêtinê ثُمَّ يُقَالُ هَٰذَا ٱلَّذِي كُنتُم بِهِۦ تُكَذِّبُونَ ١٧Wê hej paş da ji bona wan ra aha bêgotinê: "Ewa tişta ku wê pê bawer ne dikir, eva ye (îdî de ji şapata wê çeşne bikin) كـَلَّآ إِنَّ كِتَٰبَ ٱلۡأَبۡرَارِ لَفِي عِلِّيِّينَ ١٨Na! (wekî gotina we nîne) loma bi rastî nivîsara kirinê wanê qencîkarê, di jora bilinddan in وَمَآ أَدۡرَىٰكَ مَا عِلِّيُّونَ ١٩(Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka jora bilind çîye كِتَٰبٌ مَّرۡقُومٌ ٢٠Ewa (jora bilind deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hildan e يَشۡهَدُهُ ٱلۡمُقَرَّبُونَ ٢١Ewan (feriştene) nêzîk, nêhrewanî ya wî dikin إِنَّ ٱلۡأَبۡرَارَ لَفِي نَعِيمٍ ٢٢Loma bi rastî qencîkar di (behişta) xurekadan in عَلَى ٱلۡأَرَآئِكِ يَنظُرُونَ ٢٣Li ser kursîyan temaşa dikin تَعۡرِفُ فِي وُجُوهِهِمۡ نَضۡرَةَ ٱلنَّعِيمِ ٢٤Tu di rûyê wan da, şopa qencîyan nîyas dikî يُسۡقَوۡنَ مِن رَّحِيقٍ مَّخۡتُومٍ ٢٥Ewan, bi meya devgirtî ye xurî tên e avdanê خِتَٰمُهُۥ مِسۡكٌۚ وَفِي ذَٰلِكَ فَلۡيَتَنَافَسِ ٱلۡمُتَنَٰفِسُونَ ٢٦Derxûnê wî miske (ya jî daw ya wê meyê misk e). Îdî bira dexes (di van xelatan da) dexesî bikin وَمِزَاجُهُۥ مِن تَسۡنِيمٍ ٢٧Pê vexwarina wê (meyî) meya bi nav Tensîm e عَيۡنًا يَشۡرَبُ بِهَا ٱلۡمُقَرَّبُونَ ٢٨Ewa (Tensîm a) kanyeke wusane, ji wê (kanîyê) hey ewanê nêzîkê (Yezdan) vedixun إِنَّ ٱلَّذِينَ أَجۡرَمُواْ كَانُواْ مِنَ ٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ يَضۡحَكُونَ ٢٩Bi rastî ewanê gunehkarî dikirin hene! Ewanan, bi wanê bawer kiribûn e dikenîyan وَإِذَا مَرُّواْ بِهِمۡ يَتَغَامَزُونَ ٣٠Gava ewanê (gunehkar) li bal wanê (bawerker da) diborîn li hev mêze dikin çav diniqîn in (bi bawerkeran tinazan dikin) وَإِذَا ٱنقَلَبُوٓاْ إِلَىٰٓ أَهۡلِهِمُ ٱنقَلَبُواْ فَكِهِينَ ٣١Û gava (ewan gunehkaran) li bal malînê xwe da zivirîn e, ewan bi xweşî (bawerkeran) di nava xwe da bi ken mijûl dibin وَإِذَا رَأَوۡهُمۡ قَالُوٓاْ إِنَّ هَٰٓؤُلَآءِ لَضَآلُّونَ ٣٢Û gava (ewan gunehkaran, bawerker) dîtin e; ji hev ra (aha) gotin e: "Bi rastî evan (bawerkeran) rêya xwe wunda kirin e وَمَآ أُرۡسِلُواْ عَلَيۡهِمۡ حَٰفِظِينَ ٣٣Ewan (gunehkaran dizan in) ku bi dîdevanî li ser wan (bawerkeran) ne hatin e şandinê, ji bo ku ewan biparisîn in فَٱلۡيَوۡمَ ٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ مِنَ ٱلۡكُفَّارِ يَضۡحَكُونَ ٣٤Îdî di îro da jî ewanê bawer kirin e hene! ewan (bi wanê gunehkar) di ken in عَلَى ٱلۡأَرَآئِكِ يَنظُرُونَ ٣٥Ewan (bawerkeran) li ser textegahan (li wan filan) mêze dikin هَلۡ ثُوِّبَ ٱلۡكُفَّارُ مَا كَانُواْ يَفۡعَلُونَ ٣٦Çane! (ka mêze bikin) gelo filan gerewa kirinên xweyên dikiribûn e, dîtin e

Translation: Unknown.