Millat al-Islam

Chapter 77 · 50 verses · Unknown

Surah Al-Mursalat in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Al-Mursalat (1212 reciters)

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

وَٱلۡمُرۡسَلَٰتِ عُرۡفًا ١Bi wan (bayê) şandayê (peywestene) ji bona qencîyan فَٱلۡعَٰصِفَٰتِ عَصۡفًا ٢Bi wan (bayê) bagerok وَٱلنَّٰشِرَٰتِ نَشۡرًا ٣Bi wan (bayê) vekerokê (tiştan e) فَٱلۡفَٰرِقَٰتِ فَرۡقًا ٤Bi wan (bayê) ji hev derxistok فَٱلۡمُلۡقِيَٰتِ ذِكۡرًا ٥Bi wan (bayê) bûyerên (borî) tîne bîra merivan عُذۡرًا أَوۡ نُذۡرًا ٦Tatan û ya jî hişyarîyê إِنَّمَا تُوعَدُونَ لَوَٰقِعٌ ٧(Sond dixum!) tişta ji bona we ra hatîye peymandanê, wê hatibe فَإِذَا ٱلنُّجُومُ طُمِسَتۡ ٨Îdî gava sitêrk biçilmisin وَإِذَا ٱلسَّمَآءُ فُرِجَتۡ ٩Û gava ezman ji hev çirya (ji hev çû) وَإِذَا ٱلۡجِبَالُ نُسِفَتۡ ١٠Gava çîya hatine jenandinê وَإِذَا ٱلرُّسُلُ أُقِّتَتۡ ١١Û gava qasid (ji bona nihrewanîyê) danê ra dewanîyê dabe لِأَيِّ يَوۡمٍ أُجِّلَتۡ ١٢(Aha tê gotinê): "Ji bona kîjan royê "Dan" para hatîye danînê لِيَوۡمِ ٱلۡفَصۡلِ ١٣Ji bona roja berewanî (tê da tê kirinê) وَمَآ أَدۡرَىٰكَ مَا يَوۡمُ ٱلۡفَصۡلِ ١٤Tu ji ku dizanî, ka roja berewanîyê çîye وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ١٥Di wê royê da, xwelî li derewdêran be أَلَمۡ نُهۡلِكِ ٱلۡأَوَّلِينَ ١٦Maqey me ewan (virekê) berê teşqele ne kirîye ثُمَّ نُتۡبِعُهُمُ ٱلۡأٓخِرِينَ ١٧Paşê emê ewanê para da mayî jî bûne peyrewê wan كَذَٰلِكَ نَفۡعَلُ بِٱلۡمُجۡرِمِينَ ١٨Bi vî awayî em gunehkaran (celat) dikin وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ١٩Di wê royê da xwelî li derewdêran be أَلَمۡ نَخۡلُقكُّم مِّن مَّآءٍ مَّهِينٍ ٢٠Maqey me hûn ji aveke sike tîr ne afirandîne فَجَعَلۡنَٰهُ فِي قَرَارٍ مَّكِينٍ ٢١Îdî me eva (ava) di ewreke parisvane bi hêz da cîh kirîye إِلَىٰ قَدَرٍ مَّعۡلُومٍ ٢٢Heya danekî dîyarî فَقَدَرۡنَا فَنِعۡمَ ٱلۡقَٰدِرُونَ ٢٣Îdî me ewa (ava) pîva (xistiye meriv). Îdî pîvdanok çiqa qenc e وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ٢٤Di wê royê da xwelî li derewdêran be أَلَمۡ نَجۡعَلِ ٱلۡأَرۡضَ كِفَاتًا ٢٥Maqey me zemîn ne xistîye şûna civînê أَحۡيَآءً وَأَمۡوَٰتًا ٢٦Ji bona zindî û miryan وَجَعَلۡنَا فِيهَا رَوَٰسِيَ شَٰمِخَٰتٍ وَأَسۡقَيۡنَٰكُم مَّآءً فُرَاتًا ٢٧Û me di zemîn da çîyane bilindê dirêj binecî danîne û me hûn bi ava hêsaî û şirin dane avdanê وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ٢٨Di wê royê da xwelî li derewdêran be ٱنطَلِقُوٓاْ إِلَىٰ مَا كُنتُم بِهِۦ تُكَذِّبُونَ ٢٩Hûn (gelî filan!) li bal wê (şapata) ku we bi hatina wê derew dikinir, herin ٱنطَلِقُوٓاْ إِلَىٰ ظِلٍّ ذِي ثَلَٰثِ شُعَبٍ ٣٠Hûn li bal wê sî ya (doja) sê şax da herin لَّا ظَلِيلٍ وَلَا يُغۡنِي مِنَ ٱللَّهَبِ ٣١Ewan (sîyan) sîwanê nakin û ji pêtê agir jî (naparisînin) إِنَّهَا تَرۡمِي بِشَرَرٍ كَٱلۡقَصۡرِ ٣٢Bi rastî ewa (doja) pêtê wusa devêje, ta dibê qey wekî koşkan in كَأَنَّهُۥ جِمَٰلَتٌ صُفۡرٌ ٣٣Ewan (pêtê hatine avêtinê) tu dibê qey pîletê keleka nin (ji agirê) sor (dirêj bûne) وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ٣٤Di wê royê da xwelî li derewdêran be هَٰذَا يَوۡمُ لَا يَنطِقُونَ ٣٥Eva roja royeke wusane qe ewan tê da na-axivin وَلَا يُؤۡذَنُ لَهُمۡ فَيَعۡتَذِرُونَ ٣٦Ji bona wan ra destûr nayê dayînê heya, ku ewan tatê xwe jî bixwazin وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ٣٧Di wê royê da xwelî li derewdêran be هَٰذَا يَوۡمُ ٱلۡفَصۡلِۖ جَمَعۡنَٰكُمۡ وَٱلۡأَوَّلِينَ ٣٨Ewa roja (ku pûçî û rastî ji hev ra diqete) eva ye. Emê we û ewanê berya we da (di vê royî da) bicivînin فَإِن كَانَ لَكُمۡ كَيۡدٌ فَكِيدُونِ ٣٩Îdî heke ji bona we ra endeze hene (ku hûn xwe bi wan fereste bikin) ka ji bona xwe ra endezan bikin وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ٤٠Di wê royê da xwelî li derewdêran be إِنَّ ٱلۡمُتَّقِينَ فِي ظِلَٰلٍ وَعُيُونٍ ٤١Bi rastî Xuda-pariz di nava sîwan fi kanî ya danin وَفَوَٰكِهَ مِمَّا يَشۡتَهُونَ ٤٢Di nava êmîşên dilxwastî danin كُلُواْ وَٱشۡرَبُواْ هَنِيٓـَٔۢا بِمَا كُنتُمۡ تَعۡمَلُونَ ٤٣Hûn (gelî Xuda parizan!) bi sedema kirinê xwe bigivirandin bixwun û vexun, noşê canê we be إِنَّا كَذَٰلِكَ نَجۡزِي ٱلۡمُحۡسِنِينَ ٤٤Bi rastî em bi vî awayî qenckaran xelat dikin وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ٤٥Di wê royê da xwelî li derewdêran be كُلُواْ وَتَمَتَّعُواْ قَلِيلًا إِنَّكُم مُّجۡرِمُونَ ٤٦(Gelî gunehkaran!) hûn hindik bi xwaşî bixun û bijîn. Qe (tu zîyan tuneye) bi rastî hûn gunehkar in وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ٤٧Di wê royê da xwelî liderewdêran be وَإِذَا قِيلَ لَهُمُ ٱرۡكَعُواْ لَا يَرۡكَعُونَ ٤٨Gava ji bona wan ra hatîye gotinê: "Hûn ji bona (Yezdan ra) xwe kûz bikin. Ewan (ji bona Yezdan ra biperestî) xwe kûz nakin وَيۡلٌ يَوۡمَئِذٍ لِّلۡمُكَذِّبِينَ ٤٩Di wê royê da xwelî li derewdêran be فَبِأَيِّ حَدِيثِۭ بَعۡدَهُۥ يُؤۡمِنُونَ ٥٠Îdî gelo ji piştî (Qur´an ê) ewanê bi kîjan axiftinê bawer bikin

Translation: Unknown.