بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ
عَمَّ يَتَسَآءَلُونَ ١Ewa (filan) çi tiştî ji hev dipirsin عَنِ ٱلنَّبَإِ ٱلۡعَظِيمِ ٢(Qey) ewan ji wê Peyva (Qarsîya) mezin ji hev (dipirsin) ٱلَّذِي هُمۡ فِيهِ مُخۡتَلِفُونَ ٣Ewa (Qarsî ya) ku ewan (di hebûna) wê da ne wek hevbûne كـَلَّا سَيَعۡلَمُونَ ٤Na! Bi rastî (wekî gotina wan nîne,lê ewanê) di nêzîk da bizanin ثُمَّ كـَلَّا سَيَعۡلَمُونَ ٥Paşê (dîsa wekî gotina wan nîne, lê ewanê) di nêzîk da bizanin أَلَمۡ نَجۡعَلِ ٱلۡأَرۡضَ مِهَٰدًا ٦Maqey me zemîn (ji bona wan ra) nexistîye hêlan وَٱلۡجِبَالَ أَوۡتَادًا ٧(Me) çîya jî (ji bona zemîn ra ne xistîye) sing وَخَلَقۡنَٰكُمۡ أَزۡوَٰجًا ٨Û me hûn bi zotî afirandine وَجَعَلۡنَا نَوۡمَكُمۡ سُبَاتًا ٩Me xewa we jî (ji bona ew ra) xistîye rawestandin وَجَعَلۡنَا ٱلَّيۡلَ لِبَاسًا ١٠Û me şev jî (bi tarîtî ya wê va ji bona we ra) xistîye xewkirin وَجَعَلۡنَا ٱلنَّهَارَ مَعَاشًا ١١Û me roj jî (ji bona we ra) xistîye (danê) jînê (ji bo ku hûn tê da bixebitin) وَبَنَيۡنَا فَوۡقَكُمۡ سَبۡعًا شِدَادًا ١٢Û me di jora we da heft ramaxne bi hêz ava kirîye وَجَعَلۡنَا سِرَاجًا وَهَّاجًا ١٣Û me (di wan ramaxana da) çirane çilwulok çêkirine وَأَنزَلۡنَا مِنَ ٱلۡمُعۡصِرَٰتِ مَآءً ثَجَّاجًا ١٤Û me ji ewrne givaştok aveke şîroke hinartîye لِّنُخۡرِجَ بِهِۦ حَبًّا وَنَبَاتًا ١٥Ji bo ku em bi wê (avê) lub û hêşnayan derxin وَجَنَّٰتٍ أَلۡفَافًا ١٦Û em (bi vê avê) bax û rezne li hevalyaî (derxin) إِنَّ يَوۡمَ ٱلۡفَصۡلِ كَانَ مِيقَٰتًا ١٧Bi rastî roja (pûçaî û maf) ji hev radiqete heye! Bûye danê radewa ê يَوۡمَ يُنفَخُ فِي ٱلصُّورِ فَتَأۡتُونَ أَفۡوَاجًا ١٨Hûnê di roja di stûrî da tê puf kirinê, îdî deste deste werin وَفُتِحَتِ ٱلسَّمَآءُ فَكَانَتۡ أَبۡوَٰبًا ١٩(Di wê rojê da) ezman vebûye; îdî derî derî çêbûye وَسُيِّرَتِ ٱلۡجِبَالُ فَكَانَتۡ سَرَابًا ٢٠Û çîya (ji şûna xwe) hatine ajotinê, îdî bûne leylan إِنَّ جَهَنَّمَ كَانَتۡ مِرۡصَادًا ٢١Bi rastî doj jî bûye dîdevan لِّلطَّٰغِينَ مَـَٔابًا ٢٢Ji bona wanê rê derketî bûye êwir لَّٰبِثِينَ فِيهَآ أَحۡقَابًا ٢٣Ewanê di wura da pur danan bimînin لَّا يَذُوقُونَ فِيهَا بَرۡدًا وَلَا شَرَابًا ٢٤Ewan (di dojê da) saritî û ave çeşne nakin إِلَّا حَمِيمًا وَغَسَّاقًا ٢٥Hey hilmojek û kêmê (çeşne dikin) جَزَآءً وِفَاقًا ٢٦Eva celata (ji bona kirinê wan ra) gavîkan bûye إِنَّهُمۡ كَانُواْ لَا يَرۡجُونَ حِسَابًا ٢٧Loma ewan guman ne dikir, ku wê kirinê wanê bêne hijmartinê وَكَذَّبُواْ بِـَٔايَٰتِنَا كِذَّابًا ٢٨Û ewan beratene me bivir di dane derewdêrandinê وَكُلَّ شَيۡءٍ أَحۡصَيۡنَٰهُ كِتَٰبًا ٢٩Û hemî tişt me bi nivîsarî hijmartîye فَذُوقُواْ فَلَن نَّزِيدَكُمۡ إِلَّا عَذَابًا ٣٠Îdî hûn çeşna (kirinê) xwe bikin, îdî em ji bona we ra hey şapatê pur dikin إِنَّ لِلۡمُتَّقِينَ مَفَازًا ٣١Bi rastî ji bona Xuda parizan ra serfirazî hene حَدَآئِقَ وَأَعۡنَٰبًا ٣٢Bostan û rezê tiryan (hene) وَكَوَاعِبَ أَتۡرَابًا ٣٣Perîne hevsalî, ku memikne wan hêj gulîkdane (hene) وَكَأۡسًا دِهَاقًا ٣٤Û kasikne tijî mey (hene) لَّا يَسۡمَعُونَ فِيهَا لَغۡوًا وَلَا كِذَّٰبًا ٣٥Ewan (Xuda parizan) di wura da vir û mijûlîne kêrnehatî nabihên جَزَآءً مِّن رَّبِّكَ عَطَآءً حِسَابًا ٣٦(Eva) xelata ji Xuda yê te(ji bona wan ra hatîye dayînê) dayîneke wusane nayê hijmartinê رَّبِّ ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلۡأَرۡضِ وَمَا بَيۡنَهُمَا ٱلرَّحۡمَٰنِۖ لَا يَمۡلِكُونَ مِنۡهُ خِطَابًا ٣٧Xuda yê ezman û zemîn û di nîveka wan herdukan da heyî (Yezdan ê) dilovan e; ewan (heyan)qe ji wî mijûl nabin يَوۡمَ يَقُومُ ٱلرُّوحُ وَٱلۡمَلَٰٓئِكَةُ صَفًّاۖ لَّا يَتَكَلَّمُونَ إِلَّا مَنۡ أَذِنَ لَهُ ٱلرَّحۡمَٰنُ وَقَالَ صَوَابًا ٣٨Di wê rojê da can û fereşte gargî dibin, li bal wî ji pêştirê wîyê ku Yezdan ê dilovanji bona wî ra destûra axiftinê daye û gotinê qencî bêje, qe tu kes nikare bi axive ذَٰلِكَ ٱلۡيَوۡمُ ٱلۡحَقُّۖ فَمَن شَآءَ ٱتَّخَذَ إِلَىٰ رَبِّهِۦ مَـَٔابًا ٣٩Roja mafê (ku hatîye peyman danê) evaye. Îdî kîjan bi vê ewa li bal Xuda yê xwe (ji bona xwe ra) êwrekî digire إِنَّآ أَنذَرۡنَٰكُمۡ عَذَابًا قَرِيبًا يَوۡمَ يَنظُرُ ٱلۡمَرۡءُ مَا قَدَّمَتۡ يَدَاهُ وَيَقُولُ ٱلۡكَافِرُ يَٰلَيۡتَنِي كُنتُ تُرَٰبَۢا ٤٠Bi rastî me hûn bi şapateke nêzîk dane hişyarkirinê. Di wê rojê da meriv li bal wan tiştne, ku hêj di berê da kirîya mêze dike û file (aha) dibêje: “xwazîka ez xwelî bûma (ne hatima vê derê).“