بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ
نٓۚ وَٱلۡقَلَمِ وَمَا يَسۡطُرُونَ ١Nûn. (Arşa van tîpên di serê ferkeran da hatine hey Yezdan dizane) Bi nûn û nivîsdarok û bi nivîsandina, ku (bi nivîsdarokê) tê rêz kirinê مَآ أَنتَ بِنِعۡمَةِ رَبِّكَ بِمَجۡنُونٍ ٢(Muhemmed!) tu bi qencîneke Xuda yê xwe tepa nakebî وَإِنَّ لَكَ لَأَجۡرًا غَيۡرَ مَمۡنُونٍ ٣Bi rastî ji bona te ra kiryeke bê paşî heye وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ ٤Bi rastî tu li ser xûyekî mezinî فَسَتُبۡصِرُ وَيُبۡصِرُونَ ٥Îdî tuyê jî (di nêzîk da) bibînî ewanê jî, bibînin بِأَييِّكُمُ ٱلۡمَفۡتُونُ ٦Ka kîjan ji we (herdu destan ji rêya rast) darketîye (tepa ketîye) إِنَّ رَبَّكَ هُوَ أَعۡلَمُ بِمَن ضَلَّ عَن سَبِيلِهِۦ وَهُوَ أَعۡلَمُ بِٱلۡمُهۡتَدِينَ ٧Bi rastî Xuda yê te bi xweber ça bi wanê hatine (rîyarast) çêtir dizan e, bi wanê, ku ji rêya wî der- ketine jî çêtir dizan e فَلَا تُطِعِ ٱلۡمُكَذِّبِينَ ٨Îdî (Muhemmed!) tu bigotina virekan nek e وَدُّواْ لَوۡ تُدۡهِنُ فَيُدۡهِنُونَ ٩Ewan hiz kirine, ku tu bi wan ra bi nermayî derbas bikî, îdî ewan jî bi wa ra bi nermayî derbas bikin (carna tu bi gotina wan, carna jî ewan bi gotina te bikin) وَلَا تُطِعۡ كُلَّ حَلَّافٍ مَّهِينٍ ١٠(Muhemmed!) hemî (kesên) sond xwarin e riswa هَمَّازٍ مَّشَّآءِۭ بِنَمِيمٍ ١١Gotegotê bi navok (di nava kesan da) axiftinan digerîn e مَّنَّاعٍ لِّلۡخَيۡرِ مُعۡتَدٍ أَثِيمٍ ١٢Nahêle (kes) qencîyan bike, ji tuxûbê xwe borî û gonehkar عُتُلِّۭ بَعۡدَ ذَٰلِكَ زَنِيمٍ ١٣Ku bi hêrs in ji piştî hêrsê jî bê nişan e أَن كَانَ ذَا مَالٍ وَبَنِينَ ١٤Ji ber ku bi mal û kur in, tu bi gotina (wan) neke. Loma, ewan ji tuxûbê xwe borîne rast nînin إِذَا تُتۡلَىٰ عَلَيۡهِ ءَايَٰتُنَا قَالَ أَسَٰطِيرُ ٱلۡأَوَّلِينَ ١٥Gava berateyên me ji wî ra tê xwundinê (aha) dibêje,"Evanan çîvanokê berêne سَنَسِمُهُۥ عَلَى ٱلۡخُرۡطُومِ ١٦Di nêzîk da emê li ser pozê wî durufê daynin إِنَّا بَلَوۡنَٰهُمۡ كَمَا بَلَوۡنَآ أَصۡحَٰبَ ٱلۡجَنَّةِ إِذۡ أَقۡسَمُواْ لَيَصۡرِمُنَّهَا مُصۡبِحِينَ ١٧Bi rastî me ça hevrîne rêz û baxan ceribandibûn. Kanê wan sond xaribûn, ku ewanê di serê sibehê da (darê bostanê xwe biweşînin) وَلَا يَسۡتَثۡنُونَ ١٨Qey ewan tu tişt ji hev venediqetandin (ne digotin: Heke Xuda hez bike) فَطَافَ عَلَيۡهَا طَآئِفٌ مِّن رَّبِّكَ وَهُمۡ نَآئِمُونَ ١٩Îdî ewan bi xweber jî hêj razaîbûne li ser wan da aşîtek ji Xuda yê te çerixî فَأَصۡبَحَتۡ كَٱلصَّرِيمِ ٢٠Îdî rêz û baxê wan wekî pirêzên zevîyan man e فَتَنَادَوۡاْ مُصۡبِحِينَ ٢١Ewan di sibehê da qîrdane hev أَنِ ٱغۡدُواْ عَلَىٰ حَرۡثِكُمۡ إِن كُنتُمۡ صَٰرِمِينَ ٢٢Ku hûnê herin (daran) daweşînin; zû herin hûn dereng man e, gotine فَٱنطَلَقُواْ وَهُمۡ يَتَخَٰفَتُونَ ٢٣Îdî ewan rabûne çûne, di nava hev da bi dizî axiftin e أَن لَّا يَدۡخُلَنَّهَا ٱلۡيَوۡمَ عَلَيۡكُم مِّسۡكِينٌ ٢٤Di îro da bila tu xezan (di rêz û baxçe da) neyê bal me وَغَدَوۡاْ عَلَىٰ حَرۡدٍ قَٰدِرِينَ ٢٥Ewan zû çûn. Guman dikirin, ku dişîn qe tu xezanî nexne baxçê xwe فَلَمَّا رَأَوۡهَا قَالُوٓاْ إِنَّا لَضَآلُّونَ ٢٦Îdî gava ewan çûne (bostanê xwe) dîtine (aha) gotine: "Bi rastî me rêya rast wuda kirîye بَلۡ نَحۡنُ مَحۡرُومُونَ ٢٧Bi rastî em di berê da ji wî (bostanî) hatine bê par kirinê قَالَ أَوۡسَطُهُمۡ أَلَمۡ أَقُل لَّكُمۡ لَوۡلَا تُسَبِّحُونَ ٢٨Ewê nîvwarê ji wan (ji bona wan ra aha) gotîye: "Qey min ji bona we ra negot; gotî hûn Xuda yê xwe ji kêmasîyan paqij bikin قَالُواْ سُبۡحَٰنَ رَبِّنَآ إِنَّا كُنَّا ظَٰلِمِينَ ٢٩Ewan jî (aha) gotine; "Xuda yê me! bi rastî em te ji kemasîyan paqij dikin, loma bi rastî em ji cewrkaran bûne فَأَقۡبَلَ بَعۡضُهُمۡ عَلَىٰ بَعۡضٍ يَتَلَٰوَمُونَ ٣٠Îdî hinekê ji wan berê xwe dane hinekên wan li hev tilf kirine قَالُواْ يَٰوَيۡلَنَآ إِنَّا كُنَّا طَٰغِينَ ٣١(Ji hev ra aha) aha gotina, "Xwalî li me be! bi rastî em ji avarû derketibûn عَسَىٰ رَبُّنَآ أَن يُبۡدِلَنَا خَيۡرًا مِّنۡهَآ إِنَّآ إِلَىٰ رَبِّنَا رَٰغِبُونَ ٣٢Dibe ku Xuda yê me di şûna wan da ji wan çêtir bide me. Loma bi rastî em ji Xuda yê xwe hêj ji wan çêtir dixwazin كَذَٰلِكَ ٱلۡعَذَابُۖ وَلَعَذَابُ ٱلۡأٓخِرَةِ أَكۡبَرُۚ لَوۡ كَانُواْ يَعۡلَمُونَ ٣٣Şapat ahane! heke ewan bizanin şapata para da hêj meztir e إِنَّ لِلۡمُتَّقِينَ عِندَ رَبِّهِمۡ جَنَّٰتِ ٱلنَّعِيمِ ٣٤Bi rastî ji bona Xuda parizan, li bal Xuda yê wan, behişta xarinan heye أَفَنَجۡعَلُ ٱلۡمُسۡلِمِينَ كَٱلۡمُجۡرِمِينَ ٣٥Îdî qe em misilmanan û guneh karan wekî hev digirin مَا لَكُمۡ كَيۡفَ تَحۡكُمُونَ ٣٦(Gelî filan!) hûn ça berewanî dikin (ewan wekî hev digirin) أَمۡ لَكُمۡ كِتَٰبٌ فِيهِ تَدۡرُسُونَ ٣٧Qey ji bona we ra pirtûkek heye! hûn (di wê pirtûkê da) evan biryaran dixûnin إِنَّ لَكُمۡ فِيهِ لَمَا تَخَيَّرُونَ ٣٨Bi rastî hûn çi bibêjin, ji bona we ra di wê pirtûkê da heye أَمۡ لَكُمۡ أَيۡمَٰنٌ عَلَيۡنَا بَٰلِغَةٌ إِلَىٰ يَوۡمِ ٱلۡقِيَٰمَةِ إِنَّ لَكُمۡ لَمَا تَحۡكُمُونَ ٣٩Maqey heya roya qarsê ji bona we ra me sond xwarîye, ku hûn bi çi berewanî bikin, ewa berewanî ya ji bona we ra heye سَلۡهُمۡ أَيُّهُم بِذَٰلِكَ زَعِيمٌ ٤٠(Muhemmed! tu ji wan aha) pirs bike, ka ji wan kîjan dibe gerewa vê gotinê أَمۡ لَهُمۡ شُرَكَآءُ فَلۡيَأۡتُواْ بِشُرَكَآئِهِمۡ إِن كَانُواْ صَٰدِقِينَ ٤١Qey Ji bona wan ra (divê axiftinê da) hempayê wan hene? Îdî heke ewan (di doza xwe da) rast in, bila hempayê xwe jî bînin يَوۡمَ يُكۡشَفُ عَن سَاقٍ وَيُدۡعَوۡنَ إِلَى ٱلسُّجُودِ فَلَا يَسۡتَطِيعُونَ ٤٢Di roya, ku deling ji bazûyan tê hildanê (temtêla wan zor dibe) ewan li bal kunde birinê da têne gazî kirinê, îdî ewan nikarin kunde beherin (loma danê wî borîye) خَٰشِعَةً أَبۡصَٰرُهُمۡ تَرۡهَقُهُمۡ ذِلَّةٌۖ وَقَدۡ كَانُواْ يُدۡعَوۡنَ إِلَى ٱلسُّجُودِ وَهُمۡ سَٰلِمُونَ ٤٣Çavê wan ji tirsa ketîye, rûreşîk bi wan digirtîye. Bi sond! Ewan hêj zende bûne, li bal kunde birinê da hatine gazî kirinê (lê kude ne birine) فَذَرۡنِي وَمَن يُكَذِّبُ بِهَٰذَا ٱلۡحَدِيثِۖ سَنَسۡتَدۡرِجُهُم مِّنۡ حَيۡثُ لَا يَعۡلَمُونَ ٤٤Îdî (Muhemmed!) tu ewanê, ku vê (Qur´an ê) didine derewdêrandinê ji min ra bihêle (dest ji wan berde) emê ewn bi pêpelîk di wî cîyî qe ewan pê nizanbin nêzîkê (aşîtê) bikin وَأُمۡلِي لَهُمۡۚ إِنَّ كَيۡدِي مَتِينٌ ٤٥Ez ji bona wan ra dem didim. Bi rastî defika min (ji bona wan ra ) bi hêz e, (kê bikeve îdî dernakeve) أَمۡ تَسۡـَٔلُهُمۡ أَجۡرًا فَهُم مِّن مَّغۡرَمٍ مُّثۡقَلُونَ ٤٦Qey (Muhemmed!) tu ji wan kirya (pêxembrî ya xwe) dixwazî, îdî ewan jî, ji deyn dayînê giran bûne (nikarin kirya te bidin) أَمۡ عِندَهُمُ ٱلۡغَيۡبُ فَهُمۡ يَكۡتُبُونَ ٤٧Qey li bal wan (xezîna bi ne xûyan) heye, îdî ewan jî, (ji wan ne xûyan) dinivîsin فَٱصۡبِرۡ لِحُكۡمِ رَبِّكَ وَلَا تَكُن كَصَاحِبِ ٱلۡحُوتِ إِذۡ نَادَىٰ وَهُوَ مَكۡظُومٌ ٤٨Îdî tu ji bona berewani ya Xuda yê xwe hew bike û tu jî wek hevrîyê masîyê (Yunis) neke. Gava (Yunis) ji kulan tijî bûye (ji Xuda) lava kirîye لَّوۡلَآ أَن تَدَٰرَكَهُۥ نِعۡمَةٌ مِّن رَّبِّهِۦ لَنُبِذَ بِٱلۡعَرَآءِ وَهُوَ مَذۡمُومٌ ٤٩Heke ji Xuda yê wî qencîyek negîhişta wi, wê di çoleke rût da bi rexnî bihata avêtinê فَٱجۡتَبَٰهُ رَبُّهُۥ فَجَعَلَهُۥ مِنَ ٱلصَّٰلِحِينَ ٥٠Îdî (wusa nebû) loma Xuda yê wî (lava ya wî) litê kir. Îdî (Xuda yê wî) ewa xiste ji aştîkaran وَإِن يَكَادُ ٱلَّذِينَ كَفَرُواْ لَيُزۡلِقُونَكَ بِأَبۡصَٰرِهِمۡ لَمَّا سَمِعُواْ ٱلذِّكۡرَ وَيَقُولُونَ إِنَّهُۥ لَمَجۡنُونٌ ٥١Ewanê bûne file hane! Gava ewan (xwendina Qur´an ê) dibihîstin, nêzîk dibû, ku ewan te bi çavê xwe welgerînin. Ewan (aha) digotin: "bi rastî (Muhemmed) tepa dikebe وَمَا هُوَ إِلَّا ذِكۡرٌ لِّلۡعَٰلَمِينَ ٥٢Lê (Qur´an) bi xweber jî, ji bona hemû heyan şîretk e (hatîye şandinê)