Millat al-Islam

Chapter 69 · 52 verses · Unknown

Surah Al-Haaqqa in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Al-Haaqqa (1332 reciters)
Meccanسورة الحاقة52 verses

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

ٱلۡحَآقَّةُ ١Maf (bi rastî di roja qarsê da) ne مَا ٱلۡحَآقَّةُ ٢(Roja) qarsê çîye وَمَآ أَدۡرَىٰكَ مَا ٱلۡحَآقَّةُ ٣Ka çi tişt e bi te daye zanînê(roja) qarsê çîye كَذَّبَتۡ ثَمُودُ وَعَادُۢ بِٱلۡقَارِعَةِ ٤Semûdîyan û Adîyan (danê) qarsê (dan e) derewdêrandinê فَأَمَّا ثَمُودُ فَأُهۡلِكُواْ بِٱلطَّاغِيَةِ ٥Îdî Semûdî bi sedema ku ji avarû derketibûn, hatine teşqele kirinê وَأَمَّا عَادٌ فَأُهۡلِكُواْ بِرِيحٍ صَرۡصَرٍ عَاتِيَةٍ ٦Lê Adîyan bi babelîzkeke bi denge zor hişk hatine teşqele kirinê سَخَّرَهَا عَلَيۡهِمۡ سَبۡعَ لَيَالٍ وَثَمَٰنِيَةَ أَيَّامٍ حُسُومًاۖ فَتَرَى ٱلۡقَوۡمَ فِيهَا صَرۡعَىٰ كَأَنَّهُمۡ أَعۡجَازُ نَخۡلٍ خَاوِيَةٍ ٧(Yezdan ewa baya) bi ser wan da hevt şev û hevt rojan bi peywestî anîye, îdî te digo qey ewa komala di nava wî baî da bi xwe va çûne, wekî çiqilê darê xurm kefikî, diketin فَهَلۡ تَرَىٰ لَهُم مِّنۢ بَاقِيَةٍ ٨Îdî qe tu ji wan para maîyan dibnî وَجَآءَ فِرۡعَوۡنُ وَمَن قَبۡلَهُۥ وَٱلۡمُؤۡتَفِكَٰتُ بِٱلۡخَاطِئَةِ ٩Fir´ewn û ewanê berya (Fir"ewn jî) û (komalê) bajarê kavil bûne, bi xeletîne xwe va hatine فَعَصَوۡاْ رَسُولَ رَبِّهِمۡ فَأَخَذَهُمۡ أَخۡذَةً رَّابِيَةً ١٠Îdî ewan bê gotina qasidê Xuda yê xwe kirine, îdî (Xuda yê wan jî, ewnan) bi şapateke mezin (dane şapat) kirinê إِنَّا لَمَّا طَغَا ٱلۡمَآءُ حَمَلۡنَٰكُمۡ فِي ٱلۡجَارِيَةِ ١١Bi rastî gava av rabû ye, me hûn hildane kêleka kişyaî da لِنَجۡعَلَهَا لَكُمۡ تَذۡكِرَةً وَتَعِيَهَآ أُذُنٌ وَٰعِيَةٌ ١٢Ji bo ku guhekî vala ewî bi xweber bi parisîne, me ji we ra xistîye şîreteke (sodret) فَإِذَا نُفِخَ فِي ٱلصُّورِ نَفۡخَةٌ وَٰحِدَةٌ ١٣Îdî gava di sturî da bi carekî tenê tê puf kirinê وَحُمِلَتِ ٱلۡأَرۡضُ وَٱلۡجِبَالُ فَدُكَّتَا دَكَّةً وَٰحِدَةً ١٤Û zemin û çîyan tene rakirinê, bi yek carekî û hev dikevin فَيَوۡمَئِذٍ وَقَعَتِ ٱلۡوَاقِعَةُ ١٥Îdî bûyera qarsê di wê royê dan e وَٱنشَقَّتِ ٱلسَّمَآءُ فَهِيَ يَوۡمَئِذٍ وَاهِيَةٌ ١٦Îdî ezman di wê rojê da çirîye; hatîye daweşandinê وَٱلۡمَلَكُ عَلَىٰٓ أَرۡجَآئِهَاۚ وَيَحۡمِلُ عَرۡشَ رَبِّكَ فَوۡقَهُمۡ يَوۡمَئِذٍ ثَمَٰنِيَةٌ ١٧Û ferişten jî li ser lêvê ezman in. Şixwa di wê rojê da arşê Xuda yê te heşt (ferişte) hil didin يَوۡمَئِذٍ تُعۡرَضُونَ لَا تَخۡفَىٰ مِنكُمۡ خَافِيَةٌ ١٨Di wê rojê da hûn (ji bona Yezdan ra) têne raber kirinê, ji we tu veşartî ji (Xuda) penha namînin فَأَمَّا مَنۡ أُوتِيَ كِتَٰبَهُۥ بِيَمِينِهِۦ فَيَقُولُ هَآؤُمُ ٱقۡرَءُواْ كِتَٰبِيَهۡ ١٩Îdî ji bona kîjanî ra pirtûka wî bi destê rastê hatibe dayînê (aha) dibêje: "Ka pirtûka min bi xwûnin (hemî qencîne) إِنِّي ظَنَنتُ أَنِّي مُلَٰقٍ حِسَابِيَهۡ ٢٠Loma bi rastî min guman kiribû, ku ezê rastê vê hijmarê wer im فَهُوَ فِي عِيشَةٍ رَّاضِيَةٍ ٢١Îdî ewa di jîneke pê qayîl dan e فِي جَنَّةٍ عَالِيَةٍ ٢٢Di behişteke bilind dan e قُطُوفُهَا دَانِيَةٌ ٢٣Guşîne (darê) wê nêzîk in كُلُواْ وَٱشۡرَبُواْ هَنِيٓـَٔۢا بِمَآ أَسۡلَفۡتُمۡ فِي ٱلۡأَيَّامِ ٱلۡخَالِيَةِ ٢٤Bi sedema (wan karên qencîne) ku we di wan rojê borî da (pêş da kirîye) îdî hûn bixun û vexun; li we bigivir e وَأَمَّا مَنۡ أُوتِيَ كِتَٰبَهُۥ بِشِمَالِهِۦ فَيَقُولُ يَٰلَيۡتَنِي لَمۡ أُوتَ كِتَٰبِيَهۡ ٢٥Lê ewê, ku pirtûka wî bi destê çepê ji wî ra hatîye dayînê; îdî (aha) dibêje: "Xwezîka ji bona min ra pirtûk ne hatibû ya dayînê وَلَمۡ أَدۡرِ مَا حِسَابِيَهۡ ٢٦Min bi hijmara (kirinê) xwe nizanbû ya يَٰلَيۡتَهَا كَانَتِ ٱلۡقَاضِيَةَ ٢٧Xwezîka (mirina min) pêk hatibû ya (min evan ne dîtibûnan) مَآ أَغۡنَىٰ عَنِّي مَالِيَهۡۜ ٢٨Qe malê min bi kêrê min nehat (evan şapatan dûrê min ne xistin) هَلَكَ عَنِّي سُلۡطَٰنِيَهۡ ٢٩Hêz û seroktî ya min çû(qe tu kar nekir) خُذُوهُ فَغُلُّوهُ ٣٠[Allah dê bêje], \" Wî bigirin û wî girêdin ثُمَّ ٱلۡجَحِيمَ صَلُّوهُ ٣١Wê hingê bikeve nav Hellfire wî bişewitîne ثُمَّ فِي سِلۡسِلَةٍ ذَرۡعُهَا سَبۡعُونَ ذِرَاعًا فَٱسۡلُكُوهُ ٣٢Paşê hûnê wî di zincîrê; ku pîletê wî hevtê zend in, beherin إِنَّهُۥ كَانَ لَا يُؤۡمِنُ بِٱللَّهِ ٱلۡعَظِيمِ ٣٣Loma ewî bi Yezdan ê mezin bawer ne dikir وَلَا يَحُضُّ عَلَىٰ طَعَامِ ٱلۡمِسۡكِينِ ٣٤Ji bona daxwurinan belengazan qe helan ne dida tu kesî فَلَيۡسَ لَهُ ٱلۡيَوۡمَ هَٰهُنَا حَمِيمٌ ٣٥Îdî di îro da ji bona wî ra di vira da qe tu pismam tuneye وَلَا طَعَامٌ إِلَّا مِنۡ غِسۡلِينٍ ٣٦Ji pêştirê kêmê, qe tu xwurin jî tuneye لَّا يَأۡكُلُهُۥٓ إِلَّا ٱلۡخَٰطِـُٔونَ ٣٧Ji pêştirê gunehkaran, qe tu kes (ewê xwurinê ) naxun فَلَآ أُقۡسِمُ بِمَا تُبۡصِرُونَ ٣٨Ho! Ez bi wan tiştên, ku hûn ewan dibînin وَمَا لَا تُبۡصِرُونَ ٣٩Bi wan tiştên, ku hûn ewan nabînin إِنَّهُۥ لَقَوۡلُ رَسُولٍ كَرِيمٍ ٤٠Sond dixum! Ku ewa (Qur´an a) bi rastî peyva (Xuda ye) qasidê (Yezdan ê) dilşa anîye وَمَا هُوَ بِقَوۡلِ شَاعِرٍۚ قَلِيلًا مَّا تُؤۡمِنُونَ ٤١Ewa (Qur´an a) gotina bengîyekî nîne. Hûn çiqa hindik bawer dikin وَلَا بِقَوۡلِ كَاهِنٍۚ قَلِيلًا مَّا تَذَكَّرُونَ ٤٢Ewa (Qur´an a) gotina fal zanan jî, nîne. Hûn çiqa hindik diponijin تَنزِيلٌ مِّن رَّبِّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٤٣Lê ewa hey hînartineke ji Xuda yê cîhanê ye وَلَوۡ تَقَوَّلَ عَلَيۡنَا بَعۡضَ ٱلۡأَقَاوِيلِ ٤٤Heke ewî (qasidî) li ser navê me hinek gotin, aloze kirîbû ya لَأَخَذۡنَا مِنۡهُ بِٱلۡيَمِينِ ٤٥Bi rastî meyê ji wî hêza wî hildabû ya ثُمَّ لَقَطَعۡنَا مِنۡهُ ٱلۡوَتِينَ ٤٦Paşê meyê temarê canê wî jêkira فَمَا مِنكُم مِّنۡ أَحَدٍ عَنۡهُ حَٰجِزِينَ ٤٧Îdî tu kesî ji we nikaribû, ji wî (qasidî) eva şapata bida para da وَإِنَّهُۥ لَتَذۡكِرَةٌ لِّلۡمُتَّقِينَ ٤٨Bi rastî ewa (Qur´an a) ji bona Xudaparizan şîretek e وَإِنَّا لَنَعۡلَمُ أَنَّ مِنكُم مُّكَذِّبِينَ ٤٩Bi rastî me dizanî ya, ku hinekne ji we ewê didine derewdêrandinê وَإِنَّهُۥ لَحَسۡرَةٌ عَلَى ٱلۡكَٰفِرِينَ ٥٠Bi rastî eva li ser filan kovanek e وَإِنَّهُۥ لَحَقُّ ٱلۡيَقِينِ ٥١Loma bi rastî ewa mafekî bê dudil e فَسَبِّحۡ بِٱسۡمِ رَبِّكَ ٱلۡعَظِيمِ ٥٢Îdî (Muhemmed!) tu navê Xuda yê xweî mezin bi perestî paqijiyan bike

Translation: Unknown.