Millat al-Islam

Chapter 71 · 28 verses · Unknown

Surah Nuh in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Nuh (1276 reciters)
Meccanسورة نوح28 verses

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

إِنَّآ أَرۡسَلۡنَا نُوحًا إِلَىٰ قَوۡمِهِۦٓ أَنۡ أَنذِرۡ قَوۡمَكَ مِن قَبۡلِ أَن يَأۡتِيَهُمۡ عَذَابٌ أَلِيمٌ ١Bi rastî me Nûh li bal koma wî da şandîye (me ji Nûh ra aha gotîye: "Nûh!) hêj di berîya, ku ji komalê te ra şapateke dilsoz ne hatîye; tu komalê xwe bide hişyar kirinê قَالَ يَٰقَوۡمِ إِنِّي لَكُمۡ نَذِيرٌ مُّبِينٌ ٢(Nûh ji bona wan ra aha) gotîye: "gelî min! bi rastî ez ji bona we ra hişyarvanekî xûyame أَنِ ٱعۡبُدُواْ ٱللَّهَ وَٱتَّقُوهُ وَأَطِيعُونِ ٣Hûn perestî ya Yezdan bikin û bi gotina min bikin يَغۡفِرۡ لَكُم مِّن ذُنُوبِكُمۡ وَيُؤَخِّرۡكُمۡ إِلَىٰٓ أَجَلٍ مُّسَمًّىۚ إِنَّ أَجَلَ ٱللَّهِ إِذَا جَآءَ لَا يُؤَخَّرُۚ لَوۡ كُنتُمۡ تَعۡلَمُونَ ٤(Heke hûn aha bikin. Yezdan ê) hinekî ji gunehên we ji bona we ra bibexşîne û wê ewayê heya danê nevdaî we para da bihile. Bi rastî heke hûn bizanin; gava danê dawîyê hatibe, nayê paradanê قَالَ رَبِّ إِنِّي دَعَوۡتُ قَوۡمِي لَيۡلًا وَنَهَارًا ٥(Nûh ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: " Xuda yê min! bi rastî min komalê xwe di şev û rojê da (li bal te da) gazî kirîye فَلَمۡ يَزِدۡهُمۡ دُعَآءِيٓ إِلَّا فِرَارًا ٦Îdî gazîkirina min ji wan ra hey revandina wan para da pir kiriye وَإِنِّي كُلَّمَا دَعَوۡتُهُمۡ لِتَغۡفِرَ لَهُمۡ جَعَلُوٓاْ أَصَٰبِعَهُمۡ فِيٓ ءَاذَانِهِمۡ وَٱسۡتَغۡشَوۡاْ ثِيَابَهُمۡ وَأَصَرُّواْ وَٱسۡتَكۡبَرُواْ ٱسۡتِكۡبَارًا ٧Bi rastî ji bo ku tu ewan bibexşînî, min çiqa gazî wan kirîye ewan kincên xwe li xwe dipêçandin û tiliyê xwe dixistine guhê xwe (ji bo ku deng neçe wan înç dikirin, ji quratîyê xwe mezin dikirin) ثُمَّ إِنِّي دَعَوۡتُهُمۡ جِهَارًا ٨Paşê bi rastî min ewan bi eşkere gazî kirin (ku ji kirinê xwe poşman bibin) ثُمَّ إِنِّيٓ أَعۡلَنتُ لَهُمۡ وَأَسۡرَرۡتُ لَهُمۡ إِسۡرَارًا ٩Paşê bi rastî min, ji bona wan ra (doza xwe) eşkere kir, ça min ji bona wan ra (doza xwe) bi veşartî penha kiribû فَقُلۡتُ ٱسۡتَغۡفِرُواْ رَبَّكُمۡ إِنَّهُۥ كَانَ غَفَّارًا ١٠Îdî minji wan ra (aha) got: "hûn ji bona xwe ra ji Xuda yê xwe baxişandina xwe lava bikin. Loma bi rastî (Xuda yê we) baxişkar e يُرۡسِلِ ٱلسَّمَآءَ عَلَيۡكُم مِّدۡرَارًا ١١(Hûn jî wî baxişandinê bixwazin) ji bo ku di jor da li ser we da baranê bişîne وَيُمۡدِدۡكُم بِأَمۡوَٰلٍ وَبَنِينَ وَيَجۡعَل لَّكُمۡ جَنَّٰتٍ وَيَجۡعَل لَّكُمۡ أَنۡهَٰرًا ١٢Ji bo ku ewa (berxudar ya we) bi mala û zaran pir bike, ji bona we ra bostan ş çeman çê bike مَّا لَكُمۡ لَا تَرۡجُونَ لِلَّهِ وَقَارًا ١٣(Gelî min!) ji bona we ra çi bûye; ku hûn bi kubarî gazî Yezdan nakin وَقَدۡ خَلَقَكُمۡ أَطۡوَارًا ١٤Ewî bi xweber jî hûn ji temtêlne curecure da afirandine (qey hûn naponijin) أَلَمۡ تَرَوۡاْ كَيۡفَ خَلَقَ ٱللَّهُ سَبۡعَ سَمَٰوَٰتٍ طِبَاقًا ١٥Maqey hûn nabînin, Yezdan ça hevt ezman wekî hev afirandîye وَجَعَلَ ٱلۡقَمَرَ فِيهِنَّ نُورًا وَجَعَلَ ٱلشَّمۡسَ سِرَاجًا ١٦(Yezdan) hîv di wan (ezmanan da) xistîye rohnayî û roj jî xistîye çira وَٱللَّهُ أَنۢبَتَكُم مِّنَ ٱلۡأَرۡضِ نَبَاتًا ١٧Yezdan hîn ji zemîn (wekî çêre) hêşîn kirine ثُمَّ يُعِيدُكُمۡ فِيهَا وَيُخۡرِجُكُمۡ إِخۡرَاجًا ١٨Paşê wê dîsa we bixe zemîn, dîsa we ji zemîn derxe, carbicar aha bike وَٱللَّهُ جَعَلَ لَكُمُ ٱلۡأَرۡضَ بِسَاطًا ١٩Yezdan zemîn ji bona we ra xistîye binrax لِّتَسۡلُكُواْ مِنۡهَا سُبُلًا فِجَاجًا ٢٠Ji bo ku hûn di rêne firene (di zemîn da) hatine vekirinê, bigerin قَالَ نُوحٌ رَّبِّ إِنَّهُمۡ عَصَوۡنِي وَٱتَّبَعُواْ مَن لَّمۡ يَزِدۡهُ مَالُهُۥ وَوَلَدُهُۥٓ إِلَّا خَسَارًا ٢١Nûh (gava dêna xwe dayê ku şîretên wî ji bona komalê wî ra qe kêrê wan ne hatîye, ji Xuda yê xwe aha lava kirîye û) gotîye: "Xuda yê min! bi rastî ewan bê gotina min kirine û bûne peyrewê kesekê wusa, komal û zarê wî ji bona wî ra hey zîyana wî pir kirine وَمَكَرُواْ مَكۡرًا كُبَّارًا ٢٢Ewanan endezene mezin kirine وَقَالُواْ لَا تَذَرُنَّ ءَالِهَتَكُمۡ وَلَا تَذَرُنَّ وَدًّا وَلَا سُوَاعًا وَلَا يَغُوثَ وَيَعُوقَ وَنَسۡرًا ٢٣(Ji hev ra) gotine: "hûn (gelî me! bi gotina Nûh) dest ji Xudan yên xwe bernedin û hûn dest (ji Xuda yê bi nav) Wed û Sewa û Yexûs û Ye´ûq û Nesir bernedin وَقَدۡ أَضَلُّواْ كَثِيرًاۖ وَلَا تَزِدِ ٱلظَّٰلِمِينَ إِلَّا ضَلَٰلًا ٢٤Bi sond! ewan bi vî awayî pir kes ji rê ya rast derxistin e. Tu bi xweber jî ji bona cewrkaran hey teşqelan pir dikî مِّمَّا خَطِيٓـَٰٔتِهِمۡ أُغۡرِقُواْ فَأُدۡخِلُواْ نَارًا فَلَمۡ يَجِدُواْ لَهُم مِّن دُونِ ٱللَّهِ أَنصَارًا ٢٥Ji ber dexelîne wan ewan (di avê da) feşirîn, îdî ketine agir. Ji bona wan ra ji peştirê Yezdan, îdî qe rastî tu arîkarî ne hatîye وَقَالَ نُوحٌ رَّبِّ لَا تَذَرۡ عَلَى ٱلۡأَرۡضِ مِنَ ٱلۡكَٰفِرِينَ دَيَّارًا ٢٦Nûh (aha lava kirîye û) gotîye: "Xuda yê min! tu ji bona filan ra li ser zemîn qe tu welatê nehêle إِنَّكَ إِن تَذَرۡهُمۡ يُضِلُّواْ عِبَادَكَ وَلَا يَلِدُوٓاْ إِلَّا فَاجِرًا كَفَّارًا ٢٧(Xuda yê min!) bi rastî heke tu ewan (filan li ser zemîn) bihêlî, ewanê bendene te ji rê ya te derxin, ewanê hey filene bê xûne (cewrkar) bizêyînin رَّبِّ ٱغۡفِرۡ لِي وَلِوَٰلِدَيَّ وَلِمَن دَخَلَ بَيۡتِيَ مُؤۡمِنًا وَلِلۡمُؤۡمِنِينَ وَٱلۡمُؤۡمِنَٰتِۖ وَلَا تَزِدِ ٱلظَّٰلِمِينَ إِلَّا تَبَارَۢا ٢٨Xuda yê min! tu min û da û bavê min û ewanê bi bawerî dikevine xênîyê min û mer û jinê bawer kirine bibexşînî. (Xuda!) tu ji bona cewrkaran ra hey teşqelê pir bike

Translation: Unknown.