Millat al-Islam

Chapter 70 · 44 verses · Unknown

Surah Al-Maarij in Kurmanji

Arabic with tafsir Listen to Surah Al-Maarij (1275 reciters)

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

سَأَلَ سَآئِلُۢ بِعَذَابٍ وَاقِعٍ ١Yekê pirsa wê şapata (bi serê wan da) tê, kirîye لِّلۡكَٰفِرِينَ لَيۡسَ لَهُۥ دَافِعٌ ٢(Gava eva şapata were) ji bona filan ra qe tu parisvan tuneye مِّنَ ٱللَّهِ ذِي ٱلۡمَعَارِجِ ٣Ewa (şapata) ji Yezdan ê xwedîyê pay e تَعۡرُجُ ٱلۡمَلَٰٓئِكَةُ وَٱلرُّوحُ إِلَيۡهِ فِي يَوۡمٍ كَانَ مِقۡدَارُهُۥ خَمۡسِينَ أَلۡفَ سَنَةٍ ٤Ferişten û can di royeke wekî pêncî hezar sal dirêj (li bal Yezdan da) bilind dibin فَٱصۡبِرۡ صَبۡرًا جَمِيلًا ٥Îdî (Muhemmed! Tu di hemberê wan da) rind hev bike إِنَّهُمۡ يَرَوۡنَهُۥ بَعِيدًا ٦Loma bi rastî ewan (ewê aşîtê) dûr dibînin وَنَرَىٰهُ قَرِيبًا ٧Lê em jî, ewê nêzîk dibînin يَوۡمَ تَكُونُ ٱلسَّمَآءُ كَٱلۡمُهۡلِ ٨Di wê rojê da ezman wekî sifrê bahatî dibe وَتَكُونُ ٱلۡجِبَالُ كَٱلۡعِهۡنِ ٩Çîyan jî, wekî hirî ya jenî dibe وَلَا يَسۡـَٔلُ حَمِيمٌ حَمِيمًا ١٠Tu pismamek (ji temtêla) pismaman napirs e يُبَصَّرُونَهُمۡۚ يَوَدُّ ٱلۡمُجۡرِمُ لَوۡ يَفۡتَدِي مِنۡ عَذَابِ يَوۡمِئِذِۭ بِبَنِيهِ ١١Ewan (gunehkaran) hevdu didine nîşanê hev (lê her kes ketîye derdê xwe, hevdu ne nîyasin) di wê rojê da nusîtemkar hez dike, heke ji wê şapatê ferişte bibe, zarê xwe ji bona xwe ra bixe gerew وَصَٰحِبَتِهِۦ وَأَخِيهِ ١٢Hevalê xweyê (jînê) û birayê xwe jî وَفَصِيلَتِهِ ٱلَّتِي تُـٔۡوِيهِ ١٣Ewan malîne, ku di nava wan da jî ye û di nava wan da mezin bûye hemû وَمَن فِي ٱلۡأَرۡضِ جَمِيعًا ثُمَّ يُنجِيهِ ١٤Û hemû heyîne di zemîn da (di gerewa xwe da) bide, hey bi tenê fereste be كـَلَّآۖ إِنَّهَا لَظَىٰ ١٥Na! (ewa fereste nabe) lê bi rastî ewa agirê hilopît e نَزَّاعَةً لِّلشَّوَىٰ ١٦Bi sedema bahatinê çermê (wan) diçirîn e تَدۡعُواْ مَنۡ أَدۡبَرَ وَتَوَلَّىٰ ١٧(Ewa agira) gazî wanê jê rev û paş da çûyan (hemûyan) dike وَجَمَعَ فَأَوۡعَىٰٓ ١٨Ewî mal berav kirîye, îdî qe ji bona xezana ra nedaye ۞ إِنَّ ٱلۡإِنسَٰنَ خُلِقَ هَلُوعًا ١٩Bi rastî meriv, tirsonek û bê zar hatîye afirandinê إِذَا مَسَّهُ ٱلشَّرُّ جَزُوعًا ٢٠Gava sikatîk pê da were, zarîn dike وَإِذَا مَسَّهُ ٱلۡخَيۡرُ مَنُوعًا ٢١Gava qencîyek pê da were, (ji hewcan ra nade) hişk digire إِلَّا ٱلۡمُصَلِّينَ ٢٢Ji pêştirê wanê nimêjker ٱلَّذِينَ هُمۡ عَلَىٰ صَلَاتِهِمۡ دَآئِمُونَ ٢٣Ewan (nimêjkeran) li ser nimêj kirina xwe peywestene وَٱلَّذِينَ فِيٓ أَمۡوَٰلِهِمۡ حَقٌّ مَّعۡلُومٌ ٢٤Di malê wan da (ji bona wan ra) pareke xwuyaî heye لِّلسَّآئِلِ وَٱلۡمَحۡرُومِ ٢٥Ji bona xwastî û ne xwastîyan ra وَٱلَّذِينَ يُصَدِّقُونَ بِيَوۡمِ ٱلدِّينِ ٢٦(Ewan nimêjkeran) roja xelat û celatan rast didêrînin وَٱلَّذِينَ هُم مِّنۡ عَذَابِ رَبِّهِم مُّشۡفِقُونَ ٢٧Ewanan ji şapata Xuda yê xwe disilikînin إِنَّ عَذَابَ رَبِّهِمۡ غَيۡرُ مَأۡمُونٍ ٢٨Loma bi rastî şapata Xuda yê wan, ewletî çê nabe وَٱلَّذِينَ هُمۡ لِفُرُوجِهِمۡ حَٰفِظُونَ ٢٩Ewan ji bona doxîna xwe ra parisvan in إِلَّا عَلَىٰٓ أَزۡوَٰجِهِمۡ أَوۡ مَا مَلَكَتۡ أَيۡمَٰنُهُمۡ فَإِنَّهُمۡ غَيۡرُ مَلُومِينَ ٣٠Ji pêştirê zo û yan jî (hevala) bi ked û malê xwe hildaye binê destê xwe, îdî (doxîn vekirin) ji bona van herduyan ra jî bi tilf e فَمَنِ ٱبۡتَغَىٰ وَرَآءَ ذَٰلِكَ فَأُوْلَٰٓئِكَ هُمُ ٱلۡعَادُونَ ٣١Îdî kîjan ji van pêştir bivê, ewanan îdî ji tuxûb diborin وَٱلَّذِينَ هُمۡ لِأَمَٰنَٰتِهِمۡ وَعَهۡدِهِمۡ رَٰعُونَ ٣٢Ewanê (nimêjker) emanet (hildane paradan-ragirtin bo danewe) û peymana xwe pêk tînin وَٱلَّذِينَ هُم بِشَهَٰدَٰتِهِمۡ قَآئِمُونَ ٣٣Ewana nihrewanî ya xwe pêk tînin (qe venaşerin) وَٱلَّذِينَ هُمۡ عَلَىٰ صَلَاتِهِمۡ يُحَافِظُونَ ٣٤Ewanan bi xweber jî,parisvanê nimêja xwe ne أُوْلَٰٓئِكَ فِي جَنَّٰتٍ مُّكۡرَمُونَ ٣٥Ewanan di behiştan da bi mexzûvanî rûmetkar in فَمَالِ ٱلَّذِينَ كَفَرُواْ قِبَلَكَ مُهۡطِعِينَ ٣٦Îdî gelo ji bona wanê file ra çibûye, sitûyê xwe dirêj kirine li bal te da direnin عَنِ ٱلۡيَمِينِ وَعَنِ ٱلشِّمَالِ عِزِينَ ٣٧Ji rast û çep da destê deste tên أَيَطۡمَعُ كُلُّ ٱمۡرِيٍٕ مِّنۡهُمۡ أَن يُدۡخَلَ جَنَّةَ نَعِيمٍ ٣٨Qey her yek ji divên, ku bikevine behişta xarinan كـَلَّآۖ إِنَّا خَلَقۡنَٰهُم مِّمَّا يَعۡلَمُونَ ٣٩Na! (tiştekî wusa tuneye) bi rastî me ewan ji wê (ava) ku pê dizanin afirandîye فَلَآ أُقۡسِمُ بِرَبِّ ٱلۡمَشَٰرِقِ وَٱلۡمَغَٰرِبِ إِنَّا لَقَٰدِرُونَ ٤٠Ho! Îdî bi Xuda yê rojhilat û rojava sond dixum, ku em bi şîn e عَلَىٰٓ أَن نُّبَدِّلَ خَيۡرًا مِّنۡهُمۡ وَمَا نَحۡنُ بِمَسۡبُوقِينَ ٤١Em dikarin di şûna wan da (mirovên) ji çêtir bînin, qe ewan nikarin pêşîya me bigirin (ku em di şûna wan da ji wan çêtir neynin) فَذَرۡهُمۡ يَخُوضُواْ وَيَلۡعَبُواْ حَتَّىٰ يُلَٰقُواْ يَوۡمَهُمُ ٱلَّذِي يُوعَدُونَ ٤٢Îdî (Muhemmed!) tu dest ji wan berde, bila ewan heya wê rojê, ku ji wan ra hatîye peymandanê noqî tinaz û leyîstika bin يَوۡمَ يَخۡرُجُونَ مِنَ ٱلۡأَجۡدَاثِ سِرَاعًا كَأَنَّهُمۡ إِلَىٰ نُصُبٍ يُوفِضُونَ ٤٣Di wê rojê da ewan ji gora xwe li lez derdikevin, tu dibê qey li bal kêlê xwene çikandî da direvin خَٰشِعَةً أَبۡصَٰرُهُمۡ تَرۡهَقُهُمۡ ذِلَّةٌۚ ذَٰلِكَ ٱلۡيَوۡمُ ٱلَّذِي كَانُواْ يُوعَدُونَ ٤٤Çavê wan ji (riswabûnê) berjêr ketine, alotîyê ewan som kirîye. Ewa roja, ku ji bona wan ra hatîye peymandinê, eva ye

Translation: Unknown.