بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ
عَبَسَ وَتَوَلَّىٰٓ ١Rûyê xwe tirş kirîye û pişta xwe (daye) أَن جَآءَهُ ٱلۡأَعۡمَىٰ ٢Ji bo ku ewa kora hatîye وَمَا يُدۡرِيكَ لَعَلَّهُۥ يَزَّكَّىٰٓ ٣Tu çi dizanî? Bi rastî dibe ku xwe paqij bike أَوۡ يَذَّكَّرُ فَتَنفَعَهُ ٱلذِّكۡرَىٰٓ ٤Yan jî şîretan bike, îdî şîret kêrî wî werin أَمَّا مَنِ ٱسۡتَغۡنَىٰ ٥Lê ewê, xwe hewce nabîne فَأَنتَ لَهُۥ تَصَدَّىٰ ٦Îdî tu ji bo wî ra raber dibî وَمَا عَلَيۡكَ أَلَّا يَزَّكَّىٰ ٧Û çi ji te ra ku ewa xwe ji (filetîyê) paqij nake وَأَمَّا مَن جَآءَكَ يَسۡعَىٰ ٨Lê ewê bi lez hatîye bal te وَهُوَ يَخۡشَىٰ ٩Ji (Xuda) tirsîyaye, loma hatîye فَأَنتَ عَنۡهُ تَلَهَّىٰ ١٠Îdî tu jî ji wî rû difetilînî كـَلَّآ إِنَّهَا تَذۡكِرَةٌ ١١Na! (wusa nabe) loma bi rastî (Qur´an) şîretek e فَمَن شَآءَ ذَكَرَهُۥ ١٢Îdî kîjan ji vê, wê ewê şîretê hilde فِي صُحُفٍ مُّكَرَّمَةٍ ١٣Ewa (Qur´an a) di rûpelne rûmetdar danin مَّرۡفُوعَةٍ مُّطَهَّرَةِۭ ١٤Bilind û paqij e بِأَيۡدِي سَفَرَةٍ ١٥Di destê balyozne (ji firêşte danin) كِرَامِۭ بَرَرَةٍ ١٦Ewan (firêştan) rûmetdar û qencîkar in قُتِلَ ٱلۡإِنسَٰنُ مَآ أَكۡفَرَهُۥ ١٧Xwelî li meriva be, çiqas nankor in مِنۡ أَيِّ شَيۡءٍ خَلَقَهُۥ ١٨(Gelo) ewa (meiva) qe mêze nake, ka (Yezdan) ewa ji çi afirandîye مِن نُّطۡفَةٍ خَلَقَهُۥ فَقَدَّرَهُۥ ١٩(Yezdan) ewa ji aveke tîre avotek afirandîye, îdî paşê ji wî ra rûçik daye ثُمَّ ٱلسَّبِيلَ يَسَّرَهُۥ ٢٠Paşê (Yezdan) rêya wî hêsanî kirîye ثُمَّ أَمَاتَهُۥ فَأَقۡبَرَهُۥ ٢١Paşê (Yezdan) ewa mirandî ye, îdî ewa xistîye gorê ثُمَّ إِذَا شَآءَ أَنشَرَهُۥ ٢٢Paşê gava (Yezdan) bivê dîsa ewî zindî dike(di weşîne) كـَلَّا لَمَّا يَقۡضِ مَآ أَمَرَهُۥ ٢٣Na! (gotina merivan nîne) bi rastî tişta (Yezdan ferman) kiribû; ewî pêk ne anîbû فَلۡيَنظُرِ ٱلۡإِنسَٰنُ إِلَىٰ طَعَامِهِۦٓ ٢٤Îdî bila meriv carekîli bal xurekê xwe ra mêze bike أَنَّا صَبَبۡنَا ٱلۡمَآءَ صَبًّا ٢٥Me ça (ji bona piranîya xwarina wî) aveke pir rijandî ye ثُمَّ شَقَقۡنَا ٱلۡأَرۡضَ شَقًّا ٢٦Paşê me zemîn (ji bo hêşinaîyê) ça çirandî ye فَأَنۢبَتۡنَا فِيهَا حَبًّا ٢٧Îdî me (di zemîn da) lub hêşîn kirîye وَعِنَبًا وَقَضۡبًا ٢٨Û (me) tirî û nefel jî (hêşîn kirîye) وَزَيۡتُونًا وَنَخۡلًا ٢٩Û me zeytûn û xurme jî (hêşîn kirîye) وَحَدَآئِقَ غُلۡبًا ٣٠Û (me) bostanne (darê wan) ji hev derbvaz bûyî jî (hêşîn kirîye) وَفَٰكِهَةً وَأَبًّا ٣١Û (me) êmîş û mêrg jî (hêşîn kiriye) مَّتَٰعًا لَّكُمۡ وَلِأَنۡعَٰمِكُمۡ ٣٢Ji bona (ku hûn daborya xwe pêk bîn in) me evan ji bona we ûtarişê we ra pêk anî ye فَإِذَا جَآءَتِ ٱلصَّآخَّةُ ٣٣Îdî gava dengê ku ji (bona) rabûna we ra te, guhan ker dike يَوۡمَ يَفِرُّ ٱلۡمَرۡءُ مِنۡ أَخِيهِ ٣٤Di wê royê da meriv, ji birayê xwe direv e وَأُمِّهِۦ وَأَبِيهِ ٣٥Û ji dîya xwe û ji bavê xwe jî وَصَٰحِبَتِهِۦ وَبَنِيهِ ٣٦Û ji hevalê jîna xwe û zarê xwe jî لِكُلِّ ٱمۡرِيٍٕ مِّنۡهُمۡ يَوۡمَئِذٍ شَأۡنٌ يُغۡنِيهِ ٣٧Di wê royê da ji bona heryekê ji wan ra temtêleke wî heye, ewa îdî hewcê tiştekî nabe وُجُوهٌ يَوۡمَئِذٍ مُّسۡفِرَةٌ ٣٨Di wê royê da hinek rû hene diteyîsin ضَاحِكَةٌ مُّسۡتَبۡشِرَةٌ ٣٩Mizgînvanî bi hev diken in وَوُجُوهٌ يَوۡمَئِذٍ عَلَيۡهَا غَبَرَةٌ ٤٠Û di wê royê da hinek rû jî hene bi gemar in تَرۡهَقُهَا قَتَرَةٌ ٤١Reşatî û taritî ewan rûyan niximandin e أُوْلَٰٓئِكَ هُمُ ٱلۡكَفَرَةُ ٱلۡفَجَرَةُ ٤٢Filene gunehkar evan bi xweber in