بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ
إِذَا ٱلشَّمۡسُ كُوِّرَتۡ ١Gava roj hate pêçandinê, herikî وَإِذَا ٱلنُّجُومُ ٱنكَدَرَتۡ ٢Û gava siterk (ji hev) verişîn ketne xarê وَإِذَا ٱلۡجِبَالُ سُيِّرَتۡ ٣Û gava çîya (ji zemîn bûne leylan) çûn وَإِذَا ٱلۡعِشَارُ عُطِّلَتۡ ٤Û gava dest ji malê civyayî hate berdanê (ya jî gava dest ji wê dema deh meh li ser da borî; gavê zayîna wê hatîye, hate berdanê) وَإِذَا ٱلۡوُحُوشُ حُشِرَتۡ ٥Gava (tarişê) hov hatine civandinê وَإِذَا ٱلۡبِحَارُ سُجِّرَتۡ ٦Û gava avşîn li ser hev da kelîya, tevê hev bû وَإِذَا ٱلنُّفُوسُ زُوِّجَتۡ ٧Û gava can bi hev ra zo dibin وَإِذَا ٱلۡمَوۡءُۥدَةُ سُئِلَتۡ ٨Û gava ji keça hêj bûyî hate pirsînê بِأَيِّ ذَنۢبٍ قُتِلَتۡ ٩Ji bo çi ewa hatîye kuştinê (bi zindî hatîye çal kirinê) وَإِذَا ٱلصُّحُفُ نُشِرَتۡ ١٠Û gava rûpelên defterên (kirinan) têne vekirinê وَإِذَا ٱلسَّمَآءُ كُشِطَتۡ ١١Û gava rûyê ezman ji dûmanan hate vekirinê وَإِذَا ٱلۡجَحِيمُ سُعِّرَتۡ ١٢Û gava doj bi pêtê agir hate pêxistinê وَإِذَا ٱلۡجَنَّةُ أُزۡلِفَتۡ ١٣Û gava behişt nêzîkê (merivan) bû عَلِمَتۡ نَفۡسٌ مَّآ أَحۡضَرَتۡ ١٤Hemî kes dizane, ka (ji bona xwe ra) çi amade kirîye فَلَآ أُقۡسِمُ بِٱلۡخُنَّسِ ١٥Ho! ez bi wan (siterkên ku di rojê da) tene veşartinê ٱلۡجَوَارِ ٱلۡكُنَّسِ ١٦Di şevê da (wekî asan-xezal di guherê xwe da) dicivin وَٱلَّيۡلِ إِذَا عَسۡعَسَ ١٧Bi wê şevê, gava pişta xwe (daye taritîyê) وَٱلصُّبۡحِ إِذَا تَنَفَّسَ ١٨Bi wê sibehê gava ruhnaya wê derdikeve û bêhna xwe dide إِنَّهُۥ لَقَوۡلُ رَسُولٍ كَرِيمٍ ١٩(Sond dixum!) evanê (Muhemmed ji bona we ra dibêje) peyvê qasidekî (Yezdan ê) ku bi rûmet û dilşad e ذِي قُوَّةٍ عِندَ ذِي ٱلۡعَرۡشِ مَكِينٍ ٢٠Ewa qasida li bal (Yezdan ê) xweyê arşê bi hêz û xweyê cî ye مُّطَاعٍ ثَمَّ أَمِينٍ ٢١Bi gotina wî (qasidê) tê kirinê û ewle ye وَمَا صَاحِبُكُم بِمَجۡنُونٍ ٢٢Û hevalê we bi xweber jî tepa ketî nîne وَلَقَدۡ رَءَاهُ بِٱلۡأُفُقِ ٱلۡمُبِينِ ٢٣Û bi sond! (Muhemmed) ewa (qasida) li bêlanê bilindê xûyayî da dîtîye وَمَا هُوَ عَلَى ٱلۡغَيۡبِ بِضَنِينٍ ٢٤Û (Muhemmed) bi xweber jî ji bona (niqandina Qur´an ê bi ne xûyayî) nayê rexnekirinê وَمَا هُوَ بِقَوۡلِ شَيۡطَٰنٍ رَّجِيمٍ ٢٥Ewa (Qur´an a) gotina pelîdê deherandî jî nîne فَأَيۡنَ تَذۡهَبُونَ ٢٦Îdî bi vira jî ka hûn kuda diçin (û bi çi bawer dikin) إِنۡ هُوَ إِلَّا ذِكۡرٌ لِّلۡعَٰلَمِينَ ٢٧Ewa (Qur´an a) hey ji bona hamû gerdûnê ra şîretek e لِمَن شَآءَ مِنكُمۡ أَن يَسۡتَقِيمَ ٢٨Ji bona wî kesê ji we, ku divê xwe rast bike (şîret e) وَمَا تَشَآءُونَ إِلَّآ أَن يَشَآءَ ٱللَّهُ رَبُّ ٱلۡعَٰلَمِينَ ٢٩Hûn bi xweber jî hey tişta Yezdan ê Xuda ê cihanê va ye, dikarin ji bona xwe ra bivên