ملة الإسلام

السورة 76 · 31 آية · Unknown

سورة الإنسان باللغة الكردية الكرمانجية

السورة بالعربية مع التفسير استمع إلى سورة الإنسان (1,366 قارئاً)
مدنيةسورة الإنسان٣١ آية

بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ

هَلۡ أَتَىٰ عَلَى ٱلۡإِنسَٰنِ حِينٌ مِّنَ ٱلدَّهۡرِ لَمۡ يَكُن شَيۡـًٔا مَّذۡكُورًا ١Bi sond! meriv qe hêj tu tişt ne bûye, ku navê wî bihata gotinê; dan û demê pir dirêj li ser da borîye (paşê ji xalya qîmîtîye bênketî hêdî hatîye afirandinê) إِنَّا خَلَقۡنَا ٱلۡإِنسَٰنَ مِن نُّطۡفَةٍ أَمۡشَاجٍ نَّبۡتَلِيهِ فَجَعَلۡنَٰهُ سَمِيعَۢا بَصِيرًا ٢Bi rastî mc meriv di temtêlne pey hev da,ji aveke tevlihevê (ji nêr û mêyan) afirandîye, îdî ji bo ku emê ewî biceribînin, me ji bona wî ra bihîstin û dîtin çê kirîye إِنَّا هَدَيۡنَٰهُ ٱلسَّبِيلَ إِمَّا شَاكِرًا وَإِمَّا كَفُورًا ٣Bi rastî me ji bona wî ra rê nîşan daye, îdî ewa (meriva) ya sipazî û ya jî nankorî dike إِنَّآ أَعۡتَدۡنَا لِلۡكَٰفِرِينَ سَلَٰسِلَاْ وَأَغۡلَٰلًا وَسَعِيرًا ٤Bi rastî me ji bona filan û nankoran ra, zincir û bend û doja hilopît amade kirîye إِنَّ ٱلۡأَبۡرَارَ يَشۡرَبُونَ مِن كَأۡسٍ كَانَ مِزَاجُهَا كَافُورًا ٥Bi rastî ewanê qenc jî hene! ewanan, meya ku tevê kafûrê bûye, di şelbikan da vedixwun عَيۡنًا يَشۡرَبُ بِهَا عِبَادُ ٱللَّهِ يُفَجِّرُونَهَا تَفۡجِيرًا ٦(Ewa meya) kanyeke wusane, bendanê Yezdan ji wê (kanîye) vedixwun.(Ewanbendan ewê) kanîyê ça bixwazin, wusa didine kişandinê يُوفُونَ بِٱلنَّذۡرِ وَيَخَافُونَ يَوۡمًا كَانَ شَرُّهُۥ مُسۡتَطِيرًا ٧Ewan (qencan) gorînê xwe pêk tînin. Ewanan ji wê roja ku aşîta wê belav dibe ditirsin وَيُطۡعِمُونَ ٱلطَّعَامَ عَلَىٰ حُبِّهِۦ مِسۡكِينًا وَيَتِيمًا وَأَسِيرًا ٨Bi hez kirina xwe, xurekan ji bona belengaz û sewî û zebûnan ra didin إِنَّمَا نُطۡعِمُكُمۡ لِوَجۡهِ ٱللَّهِ لَا نُرِيدُ مِنكُمۡ جَزَآءً وَلَا شُكُورًا ٩Ewan (ji bona hewcan ra aha dibêjin): "Em hey ji bona qayîlbûna Yezdan bi we didine xwurinê. Loma me ji we qe xelat û sipazî navên إِنَّا نَخَافُ مِن رَّبِّنَا يَوۡمًا عَبُوسًا قَمۡطَرِيرًا ١٠Loma bi rastî em di roja rû tirş û bi mirûz da ji (şapata) Xuda yê xwe, ditirsin فَوَقَىٰهُمُ ٱللَّهُ شَرَّ ذَٰلِكَ ٱلۡيَوۡمِ وَلَقَّىٰهُمۡ نَضۡرَةً وَسُرُورًا ١١İdî Yezdan jî ewanan ji şapata wê royê parisandin û Yezdan ji bona wan ra (rûyekî) bi ken û (dilekî) fire daye وَجَزَىٰهُم بِمَا صَبَرُواْ جَنَّةً وَحَرِيرًا ١٢Bi sedema, ku ewan li ser (cefan) hew kirine, xelata wan (di wê royê da) behişt û hevirmûş e مُّتَّكِـِٔينَ فِيهَا عَلَى ٱلۡأَرَآئِكِۖ لَا يَرَوۡنَ فِيهَا شَمۡسًا وَلَا زَمۡهَرِيرًا ١٣Ewanan di (behiştê da) û ser kursîyan paldayîne ewanan di (behiştê da) germa (şewatok) û serma (qermandok) nabînin وَدَانِيَةً عَلَيۡهِمۡ ظِلَٰلُهَا وَذُلِّلَتۡ قُطُوفُهَا تَذۡلِيلًا ١٤Û sîne (darê behiştê) bi ser wan da hatîye vegirtinê, çiqilên (daran ji bona weşandina beran) berjêr bûne, hatinê jêrê وَيُطَافُ عَلَيۡهِم بِـَٔانِيَةٍ مِّن فِضَّةٍ وَأَكۡوَابٍ كَانَتۡ قَوَارِيرَا۠ ١٥Bi firaqê ji zîv û bi misînên ji biloran li ber wan digerin قَوَارِيرَاْ مِن فِضَّةٍ قَدَّرُوهَا تَقۡدِيرًا ١٦Ewan îstekanê ji zîv in, bi pîvandin hatine pêk anînê وَيُسۡقَوۡنَ فِيهَا كَأۡسًا كَانَ مِزَاجُهَا زَنجَبِيلًا ١٧Û ewanan (di behiştê da) bi aveke wusa têne avdanê, ku ewa (ava) bi zencefîlê hatine tevdane (di wan şûşan da) vedixun عَيۡنًا فِيهَا تُسَمَّىٰ سَلۡسَبِيلًا ١٨Eva di (behiştê da) kanyeke jêra selselbîl tê gotinê ۞ وَيَطُوفُ عَلَيۡهِمۡ وِلۡدَٰنٌ مُّخَلَّدُونَ إِذَا رَأَيۡتَهُمۡ حَسِبۡتَهُمۡ لُؤۡلُؤًا مَّنثُورًا ١٩Ewan (vexurinan) zarên, ku di (behiştê da) hermaîne li dora wan da digerînin. Gava tu (ewan zaran) dibînî, tu dibê qey luluyê zêr kildayîne وَإِذَا رَأَيۡتَ ثَمَّ رَأَيۡتَ نَعِيمًا وَمُلۡكًا كَبِيرًا ٢٠Tu çi gavê li wura mêze bikî (tu di wura da) qencî û maldar ya mezin dibînî عَٰلِيَهُمۡ ثِيَابُ سُندُسٍ خُضۡرٌ وَإِسۡتَبۡرَقٌۖ وَحُلُّوٓاْ أَسَاوِرَ مِن فِضَّةٍ وَسَقَىٰهُمۡ رَبُّهُمۡ شَرَابًا طَهُورًا ٢١Li ser (behiştîyan) kincê ji hevirmûşê kesk û birqonek hene. Ewan ji bazinê zîv xwe xemilandin e. Xuda yê wan, ewan bi aveke paqij dane avdanê إِنَّ هَٰذَا كَانَ لَكُمۡ جَزَآءً وَكَانَ سَعۡيُكُم مَّشۡكُورًا ٢٢Bi rastî ewa ji bona we ra xeleteke û xebata we hatîye sipaz kirinê (litê kirinê) إِنَّا نَحۡنُ نَزَّلۡنَا عَلَيۡكَ ٱلۡقُرۡءَانَ تَنزِيلًا ٢٣(Muhemmed!) bi rastî me Qur´an bi vekirî li ser te da hînartî ye فَٱصۡبِرۡ لِحُكۡمِ رَبِّكَ وَلَا تُطِعۡ مِنۡهُمۡ ءَاثِمًا أَوۡ كَفُورًا ٢٤Îdî ji bona berawanî ya Xuda yê xwe tu hew bike û tu ji wan (filan) qe bigotina tu gunehkar û nankoran neke وَٱذۡكُرِ ٱسۡمَ رَبِّكَ بُكۡرَةً وَأَصِيلًا ٢٥Û tu bi navê Xuda yê xwe di sibeh û êvaran da perestî bike وَمِنَ ٱلَّيۡلِ فَٱسۡجُدۡ لَهُۥ وَسَبِّحۡهُ لَيۡلًا طَوِيلًا ٢٦Û di hinekî şevê da, îdî tu ji (Xuda yê xwe ra) kunde behere û tu di şeva dirêj da jî perestî ya (Xuda yê xwe) bike إِنَّ هَٰٓؤُلَآءِ يُحِبُّونَ ٱلۡعَاجِلَةَ وَيَذَرُونَ وَرَآءَهُمۡ يَوۡمًا ثَقِيلًا ٢٧Bi rastî evanan (ji vê cihana) zû çûyî hez dikin û dest ji wê roja girane pêş ya xwe da berdan e نَّحۡنُ خَلَقۡنَٰهُمۡ وَشَدَدۡنَآ أَسۡرَهُمۡۖ وَإِذَا شِئۡنَا بَدَّلۡنَآ أَمۡثَٰلَهُمۡ تَبۡدِيلًا ٢٨Me ewan afirandine û me (momikên wan) pevxistine û ewan bi hez kirine û gava em bivên jî, emê ewanan bi hinekî wekî wan ra biguhurînin إِنَّ هَٰذِهِۦ تَذۡكِرَةٌۖ فَمَن شَآءَ ٱتَّخَذَ إِلَىٰ رَبِّهِۦ سَبِيلًا ٢٩Evan beratan şîret in; îdî kîjan bivê, wê li bal Xuda yê xwe da ji bona xwe ra rêyekî bigire وَمَا تَشَآءُونَ إِلَّآ أَن يَشَآءَ ٱللَّهُۚ إِنَّ ٱللَّهَ كَانَ عَلِيمًا حَكِيمًا ٣٠Û hûn bi xweber jî ji pêştirê vîna Yezdan qe tu tiştî navên.Loma bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye يُدۡخِلُ مَن يَشَآءُ فِي رَحۡمَتِهِۦۚ وَٱلظَّٰلِمِينَ أَعَدَّ لَهُمۡ عَذَابًا أَلِيمَۢا ٣١Ewa ji kîjanî ra bivê ewî dixe nava dilovanî ya xwe. Ewî ji bona cewr karan ra jî şapateke dilsoz amade kirîye

الترجمة: Unknown.