بِسۡمِ ٱللَّهِ ٱلرَّحۡمَٰنِ ٱلرَّحِيمِ
لَآ أُقۡسِمُ بِيَوۡمِ ٱلۡقِيَٰمَةِ ١Ho! Ez bi roya qarsê sond dixum وَلَآ أُقۡسِمُ بِٱلنَّفۡسِ ٱللَّوَّامَةِ ٢Û ho! ez bi canê, ku (li ser kirinê xweyê sik) li xwe tatan dike sond dixum أَيَحۡسَبُ ٱلۡإِنسَٰنُ أَلَّن نَّجۡمَعَ عِظَامَهُۥ ٣Qey meriv guman dikin, ku ji (piştî mirinê) em hestûyê wan nacivînin بَلَىٰ قَٰدِرِينَ عَلَىٰٓ أَن نُّسَوِّيَ بَنَانَهُۥ ٤Erê! (emê hestûyê wan bicivînin) em dişên, ku momikê tilîyê wan jî rast bikin بَلۡ يُرِيدُ ٱلۡإِنسَٰنُ لِيَفۡجُرَ أَمَامَهُۥ ٥Lê bi rastî meriv di vên, ku di berxwe da jî (aşîtan) derxin (loma bi peyweste gunehan dikin) يَسۡـَٔلُ أَيَّانَ يَوۡمُ ٱلۡقِيَٰمَةِ ٦(Bê tebat) meriv dipirsin; ka roya qarsê kîngê ye فَإِذَا بَرِقَ ٱلۡبَصَرُ ٧Îdî gava çav dibirûs e وَخَسَفَ ٱلۡقَمَرُ ٨Û rûyê hîvê hatibe girtinê وَجُمِعَ ٱلشَّمۡسُ وَٱلۡقَمَرُ ٩Û roj û hîv bi hev ra civyabin يَقُولُ ٱلۡإِنسَٰنُ يَوۡمَئِذٍ أَيۡنَ ٱلۡمَفَرُّ ١٠Di wê royê da meriv (aha) dibêjin: "Ka merivê kuda bireve كـَلَّا لَا وَزَرَ ١١Na! (rev çênebe) loma tu penah tune ye إِلَىٰ رَبِّكَ يَوۡمَئِذٍ ٱلۡمُسۡتَقَرُّ ١٢Di wê royê da hewandin hey li bal Xuda yê te ye يُنَبَّؤُاْ ٱلۡإِنسَٰنُ يَوۡمَئِذِۭ بِمَا قَدَّمَ وَأَخَّرَ ١٣Di wê royê da ji bona merivan ra tişta ewan pêş û paş xistîye tê gotinê بَلِ ٱلۡإِنسَٰنُ عَلَىٰ نَفۡسِهِۦ بَصِيرَةٌ ١٤Bi rastî (di wê royê da) meriv li ser xwe; bi kirin û ne kirinê xwe dîdevan e وَلَوۡ أَلۡقَىٰ مَعَاذِيرَهُۥ ١٥Çiqa hinek tatê xwe jî bêje لَا تُحَرِّكۡ بِهِۦ لِسَانَكَ لِتَعۡجَلَ بِهِۦٓ ١٦(Muhemmed!) tu zimanê xwe (hêj di berya dawî ya niqandê nehatî ye) ji bona lez kirina (ezber ya Qur´an ê) ne hejîn e إِنَّ عَلَيۡنَا جَمۡعَهُۥ وَقُرۡءَانَهُۥ ١٧Loma bi rastî civandin û xwundina wê (Qur´an ê) li ser me ye فَإِذَا قَرَأۡنَٰهُ فَٱتَّبِعۡ قُرۡءَانَهُۥ ١٨Îdî gava me Qur´an xwund, tu jî îdî bibe peyrewê wê xwundinê ثُمَّ إِنَّ عَلَيۡنَا بَيَانَهُۥ ١٩Paşê bi rastî huzwartina wê (Qur´an ê) li ser me ye كـَلَّا بَلۡ تُحِبُّونَ ٱلۡعَاجِلَةَ ٢٠Na! (hûn ji lezbûnê para naçin) lê hûn ji lezbûnê hez dikin وَتَذَرُونَ ٱلۡأٓخِرَةَ ٢١Û hûn dest ji para da jî berdidin وُجُوهٌ يَوۡمَئِذٍ نَّاضِرَةٌ ٢٢Di wê royê da hinek rû hene, ji bedewî ya xwe diçilwulin إِلَىٰ رَبِّهَا نَاظِرَةٌ ٢٣Li bal Xuda yê xwe da mêze dikin وَوُجُوهٌ يَوۡمَئِذِۭ بَاسِرَةٌ ٢٤Û di wê royê da hinek rû jî hene, temirîn e تَظُنُّ أَن يُفۡعَلَ بِهَا فَاقِرَةٌ ٢٥Loma guman dikirin, ku wê hestûyê pişta wan bê şikênandinê كـَلَّآ إِذَا بَلَغَتِ ٱلتَّرَاقِيَ ٢٦Na! (bira lez nekin). Lê gava can gihîjte pira hestûyê stû وَقِيلَ مَنۡۜ رَاقٍ ٢٧Û (aha) bê gotinê: "Gelo kê dikare (ewî derman bike) rake وَظَنَّ أَنَّهُ ٱلۡفِرَاقُ ٢٨Û ewî guman kirîye, ku bi rastî îdî danê raqetandina wî ji cihanê ye وَٱلۡتَفَّتِ ٱلسَّاقُ بِٱلسَّاقِ ٢٩Îdî (ji zerpa mirinê) çîq li hev aylan e إِلَىٰ رَبِّكَ يَوۡمَئِذٍ ٱلۡمَسَاقُ ٣٠Di wê royê da hey şandin li bal Xuda yê te da ne فَلَا صَدَّقَ وَلَا صَلَّىٰ ٣١Îdî ewî (fileyê) rastdarî û nimêj ne kirîye وَلَٰكِن كَذَّبَ وَتَوَلَّىٰ ٣٢Lê hey vir kirîye, pişta xwe da ye wan ثُمَّ ذَهَبَ إِلَىٰٓ أَهۡلِهِۦ يَتَمَطَّىٰٓ ٣٣Paşê çû ye bal malînê xwe, xwe qure kirîye أَوۡلَىٰ لَكَ فَأَوۡلَىٰ ٣٤Îdî (mêriko!) xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be ثُمَّ أَوۡلَىٰ لَكَ فَأَوۡلَىٰٓ ٣٥Dîsa xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be أَيَحۡسَبُ ٱلۡإِنسَٰنُ أَن يُتۡرَكَ سُدًى ٣٦Maqey meriv guman dikin, ku merivê bahorde bê berdanê أَلَمۡ يَكُ نُطۡفَةً مِّن مَّنِيٍّ يُمۡنَىٰ ٣٧Maqey ewa (meriva) ji aveke hilwejoke bênketî çi ne bûye ثُمَّ كَانَ عَلَقَةً فَخَلَقَ فَسَوَّىٰ ٣٨Paşê bûye zûryekî, îdî (Yezdan) ewa afirandîye û pêk anîye فَجَعَلَ مِنۡهُ ٱلزَّوۡجَيۡنِ ٱلذَّكَرَ وَٱلۡأُنثَىٰٓ ٣٩Îdî (Yezdan) ji wê du zon e; nêr û mê çê kirîye أَلَيۡسَ ذَٰلِكَ بِقَٰدِرٍ عَلَىٰٓ أَن يُحۡـِۧيَ ٱلۡمَوۡتَىٰ ٤٠Maqey ewê ku, evan (bi afirîne) naşê ku miryan zende bike